|
Di
Sedsala Kurdan de
Bi zimanê Kurdî wekî me gotî gelek kovar hatine belavkirin lê cihê Nûbiharê çîye, nemaze jî di sedsala Kurdan de, sedsala bistûyekê de..? Kovara Nûbihar nêzîka panzdeh (15) sal e ku weþana xwe dike û ew hejmara di destê we de hejmara 99ê ye ku di zimanê Kurdî de ev hejmar birastî jî hêjayê pîrozî û þahîyê ye... Lewra belkî di Bakurê welat de kovara herî temendirêj û bi îstiqrar her ev kovare ye. Kovara Nûbihar ne tenê bi temendirêjî istiqrarê ve balê dikêþe, her wisa di gelek waran de serkeftinên ciddî û birêkupêk pêkînane. Mîsalen gelek nivîskar û þair û lêkolînerên ku îro di Kurdî de bi navûdeng in bi saya Nûbiharê ve dest bi nivîsîn û xebatê kirine. Her wisa Nûbihar ne tenê mektebek mezin e ku gelek þair û edîb perwerde kirine, li gel wê bi hezaran insan bi xêra vê kovarê bûne xwendevanên zimanê xwe. Jixwe tîraja Nûbiharê jî þahidê wê heqîqetê ye ku hejmara berîya wê anko hejmara 98ê di demek kurt de xilas bû Nûbiharê hejmara xwe ya 98ê dîsa çap kir, anko kovarek bi zimanê Kurdî çapa duyê çêkir. Jixwe eve jî ne tiþtekî taze bû, hejmarên din jî hene ku Nûbiharê du caran ew hejmara çap kirîye.. Gava li ser zimanê Kurdî axavtin an jî fikrek destpê dike gelek caran berîya her tiþtî Nûbihar tête hêþê insanan. Ne tenê di nava Kurdan de hema di nava hemû însanên ku li ser Kurdan an jî Kurdî dixebitin de navê Nûbiharê wekî markayekê ye. Jixwe ya tabiî jî wisa ye ku çawa Ehmedê Xanî navekî rêzdar û muhîm be, kovara Nûbiharê jî her wisa layiqê wê qedr û rêzê ye ku jixwe Nûbihar ne tenê navek e ji navan. Ew, hem navê kitêba Ehmedê Xanî ye ku Seyda têde îþaret kirî ku zimanê Kurdan ji zimanê çi/tu kesan kêmtir nîne. Nûbihar hem jî ber û fêqîyê nû ye ku dê gelek tiþt jê çêbin... Wêca Nûbiharê heta niha li ser ziman û kultur û ol û nirxên Kurdan karekî giranbiha kirîye. Li ser rêya Ehmedê Xanî, ala Xanî hilda ew wêdatir bir û wesîyet û mirazên Xanî jî înane cih. Hetta niha deh cild kovar ku hema bêje 100 hejmarên Nûbiharê derketine pêþ xwendevan û lêkolîner û xemxwarên zimanê Kurdî. Lê ligel wê hejmarên Nûbiharê hema ne tenê hejmarên alelade ne, ne tenê kovarek e Nûbihar: ku gelek hejmarên Nûbiharê hêj jî wekî çavkanîyên muhîm li ber lêkolîneran dirawestin. Mesela eger ez hindek mînakan bidim, hejmara Melayê Cizîrî, hejmara KTC û Seyîd Evdulqadirê kurê Þêx Ubeydullahê Nehrî, hejmara Medreseyên Kurdan, hejmara Mealên Quranê ên bi Kurdî, hejmara Xelîfe Yusuf û hwd. Ligel wê wekî me gotî kovara Nûbiharê ne tenê kovarek e, her wisa di bajarê Stenbolê de -Stenbol em dikarin bêjin ku îdî bajarê Kurdan e ku nufusa Kurdên Stenbolê ji ya hemû bajarên din gelektir e- cihekî yekta ye (ligel Medya Kitabevi) ku hemû kitêbên Kurdî lê têne firotin û peydakirin. Belê hûn dikarin þahidîya gelek têkilîyên lokîlînî û çandî jî bikin di Nûbiharê de... Anko Nûbihar her wisa em bibêjin wekî navendek çandî ye jî... Ligel wê, kovara Nûbihar ne tenê ewqas e... Lê divê vê jî bibêjim ku her Kurdê/a dixwaze bikeve nava sohbetek þirîn bi Kurdî an jî bixwaze nivîskar an jî þairekî Kurd bibîne divê rêya xwe biêxe ber bi Nûbiharê, jixwe hewce nîne ku bibêjim þekirên þirîn ên Kekê Suleyman Çevik jî hene ku wekî sohbeta wî þirîn û xweþ... Nûbiharê heta niha gelek gavên wisa havêtine û bûye mînakek zêrîn lê her wisa di pêþerojê de jî kovara Nûbiharê gelek proje hene ku di rêya ziman û çand û kultura Kurdî de bîne meydanê. Di salê de bihar çi be, erê di Kurdî de jî Nûbihar ew e. n |