|
P aþ koçkirina sultanê serkeftî,
Yûsif kurê Þadî yê ku bi “Selaheddînê Eyûbî”
navdar e, di sala 588ê koçî de, þahdarîya wî ya,
ku welatên Þam (Sûrîye, Lubnan, Flistîn û
Urdun), Misir, Sûdan, Hîcaz, Yemen û tev parek
mezina Kurdistanê girtibû, di navbera pênc kurên
wî û birayê wî de hat parvekirin. Birayê wî bi
Þahê Dadmend “el-Melîk el-Adil” navdar e.

Dewleta Eyûbî di sedsala duwanzdehê Zayînî de
(deverên xêzkirî)
Di dewleta Eyûbî de hinde xatûnên Kurd ên pir bi
nav û deng di dîroka musilmanan de hene, bi çand
û zanîn û wêjevanî û bi destbolîya xwe di her
warekî qencîyê de hatine nasîn û dîroknasên
musilmanan pesna wan di gelek pirtûkan de didin.
Ji wan herdu xûþkên sultanê serkeftî,
Selaheddînê Eyûbî, yek bi Rebîe’ Xatûn û ya dî
bi Zumrud Xatûn hatibûn navkirin. Feqîya navdar
Þemsilmiluk Xatûn, padîþaha Hemayê Xazîye Xatûn,
padîþaha Misirê Seceretudurr, ku di dîrokê de bi
sultana Ereb û Eceman hatibû navkirin, û
padîþaha Helebê, Deyfe Xatûn.

Kelaha Qahîrê
Deyfe Xatûn a ku em di vir de li ser wê
dipeyivin, dota “qîza” Þahê Dadmend û birazîya
Selaheddîn e.
Bavê wê mirovekî mucahîd, dilfireh û destbol bû.
Di sala xelê “bircîbûna giþtî” de li Misirê pir
pere li nav gel belav kirin, bi birayê xwe re
çûbû pir cengan û wek qehremanekî hatibû
naskirin. Pir hajê xwarin û saxîya xwe dikir, lê
ji ber ku wî gelek sîrone dixwar, nexweþîyên wî
jî hebûn. Dema biharê ji ber kulîlkan difna wî
diêþa. Ji Þamê diçû Misirê û paþ biharê
vedigerîya. Roja koçkirina wî di 75 salîyê de
bû, ji 300.000 ne kêmtir mirov bi pey darbesta
wî ketibûn. Li þûn xwe þanzdeh kur hêlan, ji wan:
-Þahê Misirê (el-Kamil)
-Þahê Þamê (el-Eþref)
-Þahê Cizîrê û bakurê Sûrîyê (el-Salih)
-Þahê Ruhayê (el-Muzeffer)
-Þahê keleha Cihberê (el-Hafiz)…
Ji dotên wî jî:
-Deyfe Xatûn
-Xazîye Xatûn
-Zehre Xatûn
-Melîke Xatûn
-Muinîse (Ismetudîn) Xatûn…
Deyfe Xatûn sala 1186 z. li keleha Helebê ji
dayîk bûye. Keleha Helebê di destê bavê wê de
bû, piþt re sultanê serkeftî Selaheddînê Eyûbî
keleh ji dest birayê xwe girt û da dest kurê xwe
el-Melîk el-Zahir. Deyfe Xatûn ji kurê xwe
el-Melîk el-Zahir re xwest û anî. Ji Deyfe Xatûn
re (el-Þitril‘alî) digotin, weku paþê li ba
Osmanîyan jî (el-Babul‘alî) peyda bûye.
Ev kurê Selaheddîn mirovekî çeleng û jîr û
jêhatî bû. Di navbera apê xwe el-Melîk el-Adil û
þahên herêm û kelehên dî de lîstikek diplomatî
ya mezin dilîst. Hem apê wî û hem jî wan þahan
ew ji xwe re wek alîgek “alîkarek” an navberekî
çalak didîtin.
Lê berî wê yekê, Xazîye Xatûn, xûþka Deyfe
Xatûnê, li padîþahê Helebê hatibû markirin. Paþ
ku wê koç kir dîyarê rehmetê, Deyfe Xatûna 25
salî ji wî re anîn.
Hîngê bûk li ba bavê xwe bû, li Misirê. El-Melîk
el-Zahir ji Helebê çû Þamê bo silavîya bûka xwe
bike. Qelenê wê 50.000 Dînarên zêrîn bû, cihêzê
wê jî barê 300 deve û 50 qantiran bû. El-Melîk
el-Zahir 5 gerdenên durreyan þeva derbasbûnê bi
histoyê wê xistin, ku bihayê wan 350.000 Dirhem
bû. Ew dawet û bûkanîna wilo bi nav û deng sala
1212ê Z. bû.

Kela Helebê
Paþ salekê kurê wê el-Melîk el-Ezîz ji dayik
bû. Tevîya Helebê du mehan di xemlê de ma,
xewanên xwarinê li her qedek bajêr roj bi roj
dihatin danîn. Þayîyek mezin û demdirêj çêbû,
pir zêr û zîv, yaqût û durre bi kurik xistin.
Paþ ku mêrê wê el-Melik el-Zahir 30 salî
deselatdarî kir, sala 1216ê nexweþîya wî xort
bû, peyrew û serleþkerêd xwe li dora xwe
civandin, ku ji kurê wî re dilsozîya xwe sond
bixun. Di nav wan de bavpîrê zarokê wî yê sê
salî el-Melîk el-Fadil û xalê wî el-Melîk
el-Eþref jî hebûn.
Gava el-Melîk el-Zahir koç kirîye dîyarê rehmetê,
termê wî bi dizî hatîye veþartin, û ta roja îro
kes nizane gora wî padîþahî li kîderê ye. Wî
malbatek mezin ji bira, birazîyan, kur û nevîyan
li þûn xwe hîþt, ne kêmtir ji 150 kesan. Xelkê
bajêr gelek ji wî razî bûn, û bi taybetî ji ber
ku wî qenalek pir hêja û kirêckirî ji dûr ve bo
anîna avê ji Helebê re kêþa bû.
Paþ du salan, di sala 1218ê de bavê Deyfe Xatûnê,
el-Melîk el-Adil jî çû dîyarê rehmetê. Ew li ser
rêya Þamê mir. Birayê Deyfe Xatûnê, el-Melîk
el-Kamil cîyê bavê xwe girt, navê xwe û yê
xarzîyê xwe el-Melîk el-Ezîz li ser pereyên
Helebê da neqiþandinê.

Pereyên Selaheddîn Eyûbî, sala 586ê hicrî, ku
li ser alîyekî stêrka pêxember Dawûd heye
Di dema el-Melîk el-Kamil de peymanek di navbera
wî û Xaçperestan de hat morkirin, û bi wê yekê
Qudsa, ku apê wî sultanê serkeftî el-Nasir
Selaheddînê Eyûbî û bavê wî el-Melîk el-Adil bi
darê zorê û paþ gelek cengan vekirine, carek dî
ket destê Xaçperestan, tenha camîya el-Eqsa û
zinarê Mîîracê di destê musilmanan de ma. Paþ
mirina wî, sira Deyfe Xatûnê di deselatdarîya
Helebê de hat.
Kurê wê el-Melîk el-Ezîz bû þahê Helebê. Dema ew
bûye padîþah hîn 17 salî bû. Ew bi zûkî bû bavê
kurekî bi navê “Selaheddînê duwemîn”. Kar û barê
deselatdarîya xwe baþ kir, dêrîna “mulkê” xwe ji
dest Etabegan stand û destê wan ji ser xwe rakir.
Mixabin, di 24 salîya xwe de, paþ 7 salên
padîþahîyê, di sala 1236ê de koç kir dîyarê
dilovanîyê. Lêbelê berî mirinê peyrew û merivên
xwe dan sondkirinê ku wê kurê wî Selaheddînê
duwemîn, bibe padîþahê wan li Helebê. Paþ ku
kurê wê jî koç kir dîyarê rehmetê, nevîyê wî yê,
ku mafê þahanî bo wî hebû, hîn heft salî bû. Ji
ber vê yekê Deyfe Xatûna, ku hîngê bûbû 50 salî,
kirin padîþaha Helebê, ta lawik mezin dibe.
Deyfe Xatûnê deselatdarîya Helebê û derdora wê
þeþ salan kir. Rêformek diravî û zanyarî xiste
sîstema xûkê “pacê”. Rêzgirtin û giranbihayî li
hember zanyarên olî û dinyayî da xuyakirin, û ji
ber ku ew hozanvaneka jêhatî bû, wê gelek pere
li dibistanan rijandin, û du zankoyên bi navê
xangeh “xwendegeh” li Helebê li taxa Ferafîre,
ku bi navên el-Nasîrîye û Fîrdews berî niha bi
800 sal ava kirin, û jê re hoste, feqe û zanayên
bi navûdeng civandin. Ji xwe di dewleta Eyûbîyan
de cîyê zanayan, hosteyên dibistanan, zankowan û
camîyên, ku têde îzan û zanîn dihatin belavkirin,
pir bilind bû.
Di wan 6 salan de, têkilîyên xwe yên diplomatî
bi padîþahên Hema, Hums, Þam û Kurdistanê re
xurt kirin. Bi taybet li gel padîþahên Kurd û
Selcûqîyan, bi el-Melîk el-Muzeffer, el-Mucahêd,
el-Eþref û Keyxisro re giha bû peymanên
nivisandî ji bo alîkarîkirina hev di têkoþîna li
hember Xaçperestan, Xewarizmîyan û hêrîþkerên
Mongolî de. Deyfe Xatûnê þeþ salan bê westan
têkoþîn û xebatek wêrek li hember hêrîþkaran
kir. Temenê dewleta Eyûbîyan bi jîrbûna xwe
dirêjtir kir.

Hem li ser pereyên el-Melîk el-Adil û hem jî li
ser yên Selaheddîn wêneyan jinan hebûn
Di sala 1219ê Z. de, Mongolan bi serkêþîya
Cengîz Xan hêrîþa xwe ya xwînî bi ser Buxara û
Semerqendê de anîn, qirkirinên kesnedîtî û
kesnebihîstî di rê de kirin, bajarên musilmanan
wêran kirin, li hezaran xangeh, camî û dibistan,
tevlî pirtûk û zanayan sotandin, talanek hovbaz
a ku di dîroka mirovatîyê de ta niha li ser
zimanan wek bê wekanî tê dîtin. Di wê demê de
hemî mîrniþîn û xudan keleh lerizîn û kabêd mêr
û qehremanan sist bûn. Lêbelê Deyfe Xatûnê serê
xwe li ber vê lehîya agirî neçemand.
Sala 1226ê Z. Cengîz Xan geber bû, piçekî
hêrîþên Mongolan kêm û jar bûn, lê paþ 4 salan
dîsa bi harbûnek bê wekanî di bin alayên Sarûxan,
Kîsloxan û Berdîxan de, hêrîþ û talan anîn ser
dewleta Xuwarizman, ew kavil kirin û berê xwe
dan Selcûqîyan jî…Wek agirekî bi zevîyên havînê
keve, wilo Mongol ber bi rojava ve hatin.
Dema Mongol gihane ava Ferêt, kela Cihberê
tarûmar kirin, xelkê wê qirkirin û tirs xistin
hinava gelên herêmê. Leþkerê Deyfe Xatûnê belav
bûbû, hinek çûbûn alîkarîya keleha Cihberê,
hinek jî çûbûn kelehên Sîrez û Harimê.
Mongolan bi asanî rêya xwe ber bi Helebê ve
kudandin.
Mîrê Ereban Elî Bin Hedîse ku neyartîya Kurdan
dikir, bû alîgirê Mongolên, ku li wan derdoran
bi 12000 suwar û peya bûn. Wilo hejmara wan hîn
mestir û bi hêztir bû. Li hember wan el-Melîk
el-Mu’azzem Tûranþahê Eyûbî bi leþkerekî ji1500
kesan li derveyî keleha Helebê çavrêya wan
dikir. Sala 1240 Z. bû, hîngê pevçûnek xwînî ya
mezin û demdirêj çêbû, Mongol û Ereban tevî ku
deh caran ji Kurd û Helebîyan pirtir bûn, nema
dikarîn xwe ragirin, ji qada cengê bazdan û
revîyan. Lê mîrê ereb ê xiniz Elî Bin Hedîse ji
niþka ve û ji paþ ve hêrîþ ser leþkerê Helebê
kir û xwe gihand Tûranþahê ku gelek birîndar
bûbû, ew û birayê wî Nusretuddîn girtin û
piranîya leþkerê wî mehf kirin, du þehzadeyên
kurd, kurê el-Melîk el-Fadil û yê el-Melîk
el-Zahir û hinek mezinên bajêr di nav wan de
bûn.
Di Helebê de tenha 200 suwar man. Serkêþên wan
Þehzade Þemsiddîn Lolo û Izziddîn Mecla bûn.
Herdu sehzadeyên wêrek bi wan suwaran bi fermana
Deyfe Xatûnê ji bajêr derdiketin û li hîsta
kelehê nûçeyên neyaran dicivandin, fermanên
Deyfe Xatûnê bo gundîyan belav dikirin, ji xelkê
dixwestin, ku bên Helebê, xwe di kelehê de bi
cih bikin, da xwe ji qirkirin, talan û hovîtîya
Mongolan biparêzin.
Carcaran jî bi Mongolan re diketin ceng û
pevçûnên xwînî. Mongolan li Çîyayê Lêlûn, Ezazê,
Babê, Bizae’, Munbicê û bajarokên dî yên li
nêzîka Helebê tev wêran kirin, gel qir kirin,
namûsa jin û keçên ku xwe di camîyan de
veþartine di wan camîyan de þikandin û gelek ji
wan destegîr kirin, bi xwe re birin. Tê gotin,
ku zarokên þîrmij ji hembêza dayikan diavêtin û
paþ ku namûsa dayikan diþkandin, ew þîrmij
dikuþtin û dayik li pey xwe dixuþandin dibirin
an jî dikuþtin.

Keleha Selaheddîn li Sînayê
Nûçeya þikestina leþkerê Helebê giha padîþahê
Humsê, el-Melîk el-Mensûr, yekser dora 1000
suwarî ji leþkerê xwe û ji leþkerê Þamî yê li ba
wî bû civand ser hev û berê xwe da Helebê, li
taxa Hezaze ya niha daniþt. Deyfe Xatûn çû
silavîya wî û bi hatina dilþad bû.
Deyfe Xatûnê bizavek diplomatî kir bo ji hevçûna
Ereban. Hîngê Mongol li Heranê civîya bûn û
biryara xwe dabûn ku bavêjin ser Helebê. Deyfe
Xatûnê þêxê Ereban Zahêr Bin Ghannam ji xwe ve
nêz kir, çend carîye ji carîyên xwe û hinek zevî
danê, rêza Ereban kir dupar. Elî Bin Hedîse jî
li têkilîya xwe bi Mongolan re poþman bûbû, ji
wan bi dûr ketibû.
Hêrîþkar di çemê Ferêt re derbas bûn û xwe
gihandin bajarokê Reqqê. El-Melîk el-Mensûr kona
xwe ya þahanî li herêma Neyreb û Cibrînê vegirt.
Ereb û Mongolan li herêma Cebûl û Dêr Hafirê
ketibû qirka hevdu. Mongolan avêt ser Sermîn û
Mee’retulnu’man, Kefer Tab û Þîrezê, wek nalek
mezin leþkerêd wan li herêmên dora Helebê belav
bûbûn. Berê xwe dan bajarokên Hemayê, Selemîyê û
Reþafê jî. Di bin tiþtên talankirî de êdî
westîya bûn, hêdî hêdî dilivîyan. El-Melîk
el-Mensûr û bi wî re leþkerê Deyfe Xatûnê yê
mayî gihan Siffînê û rêya vegera wan ber bi
Reqqê ve girtin. Ereb bi civandina tiþt û
pertalên, ku di þeran de li þûn Mongolan diman,
mijûl bûbûn. Eyûbîyan zora leþkerê hêrîþkaran
bir, Mongol ber bi Heranê revîyan, gelek ji pez
û jinên ku bi zorê li gel xwe biribûn li þûn xwe
hiþtin. Mongol ji Heranê jî ji ber Eyûbîyan
revîyan, di þevek tarî de lehîya avê bi ser wan
de hat û gelek ji wan di çemê Ferêt de bi lêda
çûn, geber bûn, dest ji jin û zarok û malê ku
talan kiribûn, berdan.
Li bajarê Helebê û li tevîya kelehên dî yên
musilmanan bû þayî. Leþkerê Eyûbîyan serkeftî
vegerîyan, weku çawa ji cengên li hember
Xaçperestan berê vedigerîyan.
Heran, Sirûc, Reha, Serê Kanîyê û Reqqe ketin
bin destê Deyfe Xatûnê.
Di wê navê de el-Melîk el-Hafiz, kurê el-Melîk
Adil, li keleha Ezazê koç kir dîyarê rehmetê,
xûska wî Deyfe Xatûn, termê wî anî Helebê û li
Fîrdews hat veþartin.
Ji alîyekî dî ve birayê Deyfe Xatûnê, el-Melîk
el-Kamil ku padîþahê Misirê bû, her dixwest, ku
hêrîþê bîne ser Þam û Helebê bi mebesta
yekkirina dewleta Eyûbîyan di bin destê xwe de.
Dibe jî ew ditirsîya, ku paþ ketina Heleb û Þamê
wê Mongol hêrîþê bînin ser Misirê. Lê belê Deyfe
Xatûnê bi diplomasîya xwe kanî bû ew ji wê sewdê
bixista û nehiþta ew bavêje ser Þam û Helebê.

Çavê Selahedîn yê rastê birîn bûye.
Lewra ne wek yê dî di wêneyê de hatîye
Di wan 6 salan de hinek xêrnexwazan jî her û
her bizava xwe kirin, da Deyfe Xatûnê ji ser
textê þahanî bavêjin. Yek ji wan mîrê Þîrezê bû,
li nêzîka Hemayê, Þîhabuddînê Eyûbî bû. Wî bi
tenê xwe nikanîbû tiþtekî bike, lewra þandîyek
þand ba padîþahê Þamê, el-Melîk el-Eþref, û
gibûs wî kir, ku tevîya mîrên derdora Helebê
dixwazin xwe ji bindestîya Deyfe Xatûnê azad
bikin û ewan li padîþahekî hêzdar digerin. Gava
el-Melîk el-Eþref Helebê bistînê, wê hemî
alîkarîya wî ya leþkerî û diravî bikin. Xudanê
keleha Þîrezê jî bi xwe amadeye, ku di bin
serokahîya el-Melîk el-Eþref de deselatdarîya
Helebê bi rê ve bibe. Padîþahê Þamê el-Melîk
el-Eþref bersiv dayê, ku ew xinizîyê bi malbat û
piþt û nevîyên el-Melîk el-Zahir ê Eyûbî nake.
Gava Deyfe Xatûnê ew xinizîya Þîhabuddîn
bihîstîye, yekser leþker þand ser keleha wî, ew
girt û riha wî rêþ kir. Di wê demê de rêskirina
riha mêrekî nizimkirin û cersîyek mezin bû, bi
zûkî li hemî welatan wek nûçeyek birûskî belav
dibû.
Þîhabuddîn û peyrewên wî di keleha Helebê de
hatin zîndankirin, mal û dêrînên wan jî ji dest
wan hatin derxistin.

Weku em dibînin, bi kulehê Selaheddîn
û bi ser cilên wî ve zêr û cewher nînin
Li hember Xaçperestan jî helwesta Deyfe
Xatûnê her req û hiþk bû. Carekê suwarên
Aldawîye hêrîþî ser pezên musilmanan kirin û
talan kirin, serleþkerê Helebê ku jê re el-Melîk
el-Muee’zzem digotin, yekser avêt ser wan,
leþkerê Aldawîye tertbelav kir, gelek ji wan
kuþtin, serîyên wan birrîn û li gel destegîran
anîn Helebê. Destegîr di keleha Helebê de hatin
zîndankirin û dawî ewan daxistin keleha li xarê
di xendeqê de. Tirsek mezin xist dilên suwarên
filehan, ku nema carek dî talanê bînin ser pez û
dewarên musilmanan li derdora Helebê.
Padîþahê Þamê, el-Melîk el-Eþref, di sala 1237ê
Z. de nexweþ ket, weseka wî ew bû, ku birayê wî
el-Melîk el-Salih li þûna wî bibe padîþahê Þamê.
Gava koç kirîye dîyarê rehmetê padîþahê Misirê,
el-Melîk el-Kamil, çav berdan dêrîn û text û
taca Þamê û ji bo standina wan berê xwe da Þamê.
Keleha Þamê xist damê “hesarê”.
Deyfe Xatûnê berî hatina birayê wê ji Misirê
alîkarî bo xelkê Þamê þandibû, û bi wê re jî
padîþahê Humsê, el-Melîk el-Mensûrê Eyûbî,
alîkarîya Þamê dikir. Paþ demekê wî raya xwe
guhart û bû alîgê/alîkarê hêrîþkarên ji Misirê
hatine.
Padîþahê Þamê yê nû, el-Melîk el-Salihê Eyûbî,
ku cîyê birayê xwe yê rehmetî girtîye, çare li
damekirina keleha xwe nedît, binzor bû, ku
deselatdarîya Þamê ji hêrîþkaran re bihêle.
El-Melîk el-Kamil xwe bi wê yekê hêzdartir dît û
biryar da bo standina Helebê jî. Deyfe Xatûnê jî
çare li hember zora ku ji baþûr ve hatîye nedît.
Rabû alîkarî ji padîþahê Selcûqî xwest. Lê
alîkarîya wî hêzek biçûk bû, hema sozên wî mezin
bûn.
Di wê navê de, el-Melîk el-Kamil nexweþ ket û
sala 1237ê Z. di keleha Þamê de koç kir dîyarê
rehmetê. Þahdarîya wî bi mirina wî re dupar bû,
Þam û Misir ji hev cihê bûn. Dewleta Eyûbîyan
ket delavê parçebûn û jarbûnê.
Deyfe Xatûnê têkilîya xwe ya ramyarî bi padîþahê
Selcûqî re xurt kir. Wê hêla ku nevîyê wê
el-Melîk el-Salih û padîþahê Selcûqîyan xûþkan
bi hev biguherin.
Dîyar e ku peymana jinanînê ne li Helebê bû, li
Qeyserîyê bû, ku navenda welatê Romê bû. Gelek
zêr û zîv û pere bo wê yekê hatibûn dayîn û
belavkirin, hem li Qeyserîyê û hem li Helebê
þayînên mezin hatibûn çêkirin.
Em dibînin, ku padîþahê Þamê, el-Melîk el-Salih,
xwe wek peyrewekî li ber Deyfe Xatûnê dida nasîn,
û el-Melîk el-Hafiz, xudanê keleha Cihberê (Cee’ber),
dema felicîye, ji tirsa ku kurêd wî serî li wî
hildin, ji xûþka xwe, Deyfe Xatûnê xwestîye, ku
kelehek dî li cîyê keleha Cihberê û Balîsê bide
wî. Wê biryar da, ku keleha Ezazê, li bakurê
rojavayê Helebê bide wî.
Sala 1242 Z., di 59 salîya wê de, nexweþîya
Deyfe Xatûnê giran bûbû. Rovikên wê kul bûbûn.
Nema toxtiran dikarî bûn çareyekê lê bibînin.
Deyfe Xatûnê koç kir dîyarê rehmetê. Dergehên
kelehê 3 rojan hatin girtin, gel xemgîn û dilsoj
bû.
Termê wê di hucreyê de li nêzîk gora bavê wê yê
navdar, el-Melîk el-Adil, þahê dadmend, hat
veþartin.
Nevîyê wê, el-Melîk el-Nasir ê ku 13 salî bû
þûna wê girt, du þêwirdaran, Cemaludewle Îqbal û
Wezîrê Qeftî alîkarîya wî di deselatîyê de
kirin. Ji ber dilnermîya wî êdî kesek nedihat
kuþtin, çi dizker û çi kuþter. Tê gotin, ku gava
kuþterek dihanîn ber wî, digot: “Yê jîndar ji yê
mirî çêtir e.” û ew berdida. Wek dîyar dibe, ew
hozanvan bû, hinek helbestên wî bi Erebî hebûn û
li dora wî gelek hozanvan hebûn. Dibêjin ku di
aþxaneya wî de her roj bi sedan pez dihatin
serjêkirin, kelandin û biraþtin û goþtê wan
dihat belavkirin. Di rojên Dusem û Pêncþemê de
derîyê wî ji gilîyan re vekirî bû, guhdarîya
xelkê dikir û bi dadmendî deselatdarîya xwe bi
rê ve dibir. Di bin destê wî de þahdarîya Helebê
firehtir bû, Hums û Þam û Mêrdîn û Mûsilê jî bûn
parek ji dêrîna wî an jî di bin sîya wî de bûn.
Hêrîþ ser Misirê jî kir, lê bi serneket,
vegerîya Þamê û dora 10 salan deselatdarîya wî
ma.
Mixabin hêrîþên Mongolan kêm nebûn, vê carê
Holako hêrîþ ajot ser Rojhilata Navîn. El-Melîk
el-Nasir hat girtin, ew birin ba Holako, pêþîn
pir baþ û hêja comerdî jê re kir û dawî ew da
kuþtin. Ala Eyûbîyan daket, stêrka wan rijîya û
agirê wan ê bêtir ji 100 salî gurr û hêgin bû,
bi hêrîþa hov a Mongolan hat vemirandin.
Ta roja îro navê Deyfe Xatûn di pirtûkên dîroka
îslamî de, wek jinek hêzdar, serbixwe, diplomat
û hezkirîya wêjevanîyê, avakirinê û dadmendîyê,
hatîye neqiþkirin, mixabin, li ba Kurdan ev
stêrka bi rohnî di dîroka jinan de nehatîye
nasîn an kêm hatîye nasîn. Berî wan jinên Ewrûpî,
ku navên wan li ser zimanên dîroknasan in, divê
navê Deyfe Xatûnê di serî de ba. Lê gava em li
mirovên xwe yên navdar xudan dernekevin, ma wê
kî vî karî bike? Jinek wilo xudan deselatî, hem
li hember Xaçperestan, hem li hember Mongolan û
hem jî li hember neyarên xiniz ên hundirî, bi
xebatek wilo mezin rabe, pêwîste li ba me Kurdan
navê wê bi zêr bête nivîsandin.
Hinek navdarên Kurdên Eyûbî:
Ismetudîn dota Þahînþah kurê Eyûb (el-Þit
el-‘Ezra) (1141 Z. koç kir.)
Xudana dibistana el-‘Ezrawîye ye ku li Þamê ava
kiribû jibo feqehên Henefî û Þafîî’, dema koç
kirîye dîyarê rehmetê, ew di dibistana wê de
definandin.
Þêrkoh kurê Þadî yê Eyûbî (1169 Z. koç
kir.)
Þêrkoh kurê Þadî kurê Merwan, ku wek el-Melîk
el-Mensûr hatîye navkirin. Serkêþê Kurdan bû li
Misrê. Di dema sultan Nûriddîn kurê Mehmûdê
Zengî de, li Til Beste Xaçperest þikandin. Bû
wezîrê padîþahê fatimî el-Melîk el-Adil li
Misirê. Apê sultanê serkeftî Selaheddînê Eyûbî
ye. Ji niþka ve sala 1169ê Z. li Qahîrê koçî
dîyarê rehmetê kir û li wir jî hat definandin.
Ismetudîn Xatûn (sala 1183 Z. koç kir.)
Ismetuddîn Xatûn dota mîr Muî’nuddîn e, paþ
mirina mêrê wê yê yekem þah Nûreddîn ê þehîd,
Selaheddînê Eyûbî ji xwe re anî. Ew jin gelek
oldar bû, li Þamê dibistana el-Henefîye ava kir,
û navendek bo sofîyan û gelek weqfên xêrê li þûn
xwe hiþtin.
Teqîyêdîn Þahinþah Omerê Eyûbî ( 1191 Z.
koç kir.)
Omer kurê Þahinþah Eyûb (el-Muzeffer), xudanê
bajarê Hemayê bû. Ji sala 1186ê ta 1191ê Z.
deshelatdarî li wir kir. Birazîyê sultanê
serkeftî Selaheddînê Eyûbî bû. Di cengên li
hember Xaçperestan de wek mêrekî wêrek hat nasîn.
Li cîyê apê xwe demekê serkarê Misirê bû. Keleha
Melazkurdê dame kir, û li ber dergehê wê jîna
xwe ji dest da, di sala 1191ê Z. de.
Sultanê serkeftî Selaheddînê Eyûbî (1193
koç kir.)
Yûsif kurê Eyûb kurê Sadî ye (1137 -1193 Z.),
avakarê Dewleta Eyûbî ye. Ji sala 1174ê de ta bi
sala 1193ê Z., deshelatdarîya wî piranîya
Kurdistanê, Þamê (Sûrîye, Lubnan, Urdun û
Filistîn), Misirê, ta bi Hîcaz û Yemen û Sûdanê,
dewleta wî girtibû. Yek ji navdartirîn padîþahên
cîhanê ye, bi dadmendî, qehremanî û nêrînên xwe
yên þaristanî. Bû wezîrê þahê Misirê el-Melîk
el-Adil, piþt re dewleta Fatimîyan ji ser hev
belav kir û bi xwe bû padîþahê Misirê, lê
serkohîya xelîfeyê Bexdadê sala 1171 Z. pejirand.
Li nêzîka Humsê Zengî þikandin, Sûrîye û Mûsil
stand, Teberîya ji dest Xaçperestan girt, ewan
di gelek cengan de binve kirin. Li Hitînê hemî
hêzên Xaçperestan li hember leþkerê wî civîyan,
lê dîsa jî tev þikandin di sala 1187ê Z. de.
Quds vekir û padîþahê wê yê file destegîr kir,
piþt re li gel Xaçperestan peymanek aþtîyê
morkir û di navbera wan û Musilmanan de astî
pêda kir.
Sittiþam (1218 Z. koç kir.)
Sittiþam, xuþka sultanê serkeftî Selaheddînê
Eyûbî ye, jina Mihemmed kurê Esediddîn Þêrkoh e,
gelek comerd û destbol bû, hersal bi hezaran
Dînar derman û avjong li hejaran belav dikir.
Her pirskarek dikarî biçûya ber derîyê wê û
daxwaza xwe bikira, wê gelek komele û weqfên
xêrê li Þamê û li derin dî vekirin.
El-Adilê yekemîn kurê Eyûb (1218 Z.
koç kir.)
Mihemmed Kurê Eyûb kurê Þadî (1145-1218 Z.),
cîgirê Selaheddînê Eyûbî ye li Misirê û walîyê
Helebê ye. Di navbera 1199ê û 1218ê Z. de
padîþahê Misirê bû. Dawî welatên Þamê, Ermînîya
û Yemen jî tev li dêrîna xwe kir. Di dema
deshelatdarîya wî de desteya Ismaîlî li Misirê
jar bû, paþ ku gelek kes ji wan girtin û avêtin
zindanê. Dema ku xwe li Þamê bo cengê li hember
Xaçperestan amade dikir koç kir dîyarê rehmetê.
Ji þopên wî dibistana el-Adil e li Þamê.
El-Eþref Mûsa kurê Mihemmed el-Adil (1182-1237
Z.) Bû padîþahê Ruhayê, piþt re Heran jî ket bin
destê wî. Di zikê 9 salan de Sincar û Xapûr û
Nuseybîn jî ketin nav dêrîna wî, paþ ku birayê
wî Eyûb koç kirîye dîyarê rehmetê Xelat û Meya-Farqîn
û derdora wê jî di nav du salan de bûn yê wî.
Hinek ji dêrîna xwe da pismamê xwe û li þûna wê
Þam sala di ber de ji wî girt. Deshelatdarîya wî
di navbera (1229 û 1237 Z.) de bû.
El-Kamil Kurê Mihemmedê Eyûbî yê yekemîn (1238
Z. koç kir.)
Mihemmed (el-Kamil) kurê Mihemmed (el-Adil ê
yekemîn) kurê Eyûb (1180-1238 Z.), bû cîgirê
bavê xwe li Misirê, lê paþ ku bavê wî koç kir
dîyarê rehmetê, wî serxwebûna dewleta xwe xuya
kir, ji sala 1218ê Z. de ta bi mirina xwe
padîþah bû.
Avêt ser Heranê, Ruhayê, Sirûcê, Reqqê, Amedê,
Kela Kîfa û Þamê, û kurê wî Masûd sala 1225ê Z.
Mekkê girt destê xwe. El-Kamil li Þamê mir û di
keleha wê de hat veþartin. Ji bermayên xebatên
wî yên bo zanînê dibistan Kamilî ye li Misirê.
Þêrkohê duwemîn (1239 Z. koç kir.)
Þêrkohê duwemîn Kurê Mihemmed kurê Þêrkoh e
(1173-1239 Z.) Bi nave (el-Melîk el-Mucahêd
Esediddîn) hatîye nasîn. Wek bav û bavpîrê xwe
xudanê bajarê Humsê bû li navenda Sûrîyê. Ew jî
mirovekî wêrek bû, bi taybetî di cenga Dimyatê
de li Misirê (1221 Z.) navdar bû. Di zanîna olî
de jî navekî wî hebû û destûra wî wek
hedîsbêjekî ji hinek zanayên Þam û Misrê hebû.
Deyfe Xatûn (1242 Z. koç kir.)
Deyfe Xatûn dota el-Melîk el-Adil kurê Eyûb e,
ew jina el-Melîk el-Zahir kurê sultanê serkeftî
Selaheddînê Eyûbî ye. Paþ mirina mêrê xwe, hîngê
kurê wê piçûk bû, ew bi xwe bû padîþaha Helebê û
piþt re dewleta xwe firehtir kir. Þeþ salan
deshelatdarî bi þêweyekî baþ kir, hêrîþên
Mongolan û Xaçperestan ji ser þahdarîya xwe
vegerandin. Li Helebê hat definandin û ji þopên
wê Dibistana el-Fîrdews û Xangeh e.
el-Muzeffer Mehmûd ê yekemîn (1244 Z. koç kir.)
Mehmûd kurê Mihemmed ê (el-Mensûr), ku Omerê
(el-Muzeffer) (1202-1244 Z.) Xudanê Hemayê (Ji
sala 1230ê ta bi 1244 Z.), paþ ku deselatî ji
dest birayê wî Qilîç Arslan (el-Nasir) hat
derxistin. Ta mirina xwe ma deshelatdarê Hemayê.
Li ser wî tê gotin ku mirovekî comerd û wêrek û
zanînperwer bû.
el-Salih Necmiddîn Eyûb (1249 Z. koç kir.)
Eyûb (el-Melîk el-Salihê kurê el-Melîk el-Kamil
(1206-1249 Z.) du caran bûye padîþahê Þamê û bi
hêzdarî deshelatdarîya xwe bi rê ve birîye,
carekê (1229 Z.) û cara dî (1245 ta 1249 Z.) Di
43 salîya jîna xwe de bi nexweþîya wêranê mir li
Misirê (el-Mensûre), dema ku ew ji Þamê çûye
Misirê, da hêrîþa Xaçperestan li Dimyatê
rawestîne. Termê wî rakirin birin li Qahîre
definandin. Keleha er-Rewde li Qahîre di saya wî
de hat avakirin.
El-Mue’zzem Tûranþah (1250 Z.)
Tûranþah kurê Necmiddîn Eyûb e. Sala 1250 Z. koç
kir dîyarê rehmetê. Sultanê Eyûbî yê tewr dawî
ye li Misirê (1249-1250 Z.). Ew li keleha Kîfa
demekê cîgirê bavê xwe bû, dawî nevîyên wî
deshelatdarî li wê kelehê kirin. Ketibû gelek
cengan li hember Xaçperestan û bajarokê Dimyatê
li Misirê ji destê wan derxist. Li Farskorê bi
destê Memalîkên deryayî hat kuþtin.
el-Mue’zzem Isayê Eyûbî (1250 Z. koç
kir.)
Îsa kurê Mihemmed kurê Eyûb, ku bi el-Mue’zzem
hatibû navkirin sala 1250 Z. koç kirîye dîyarê
rehmetê. Di navbera salên (1218-1227 Z.) de
sultanê Þamê bû û zanyarekî mezin bû. Gava cengê
dest pêdikir, ew berî leþkerê xwe derdiket
meydanê. Yek ji pirtûkên wî bi “el-Þehmul musîb
fîrreddî e’la Îbnîlxetîb” e.
Þeceretudurr (1257 Z. koç kir.)
Þeceretudurr, kebanîya el-Melîk el-Salih
Necmiddîn Eyûb e. Paþ mirina wê û kuþtina kurê
wê Tûranþah, ew bû padîþaha Misirê. Wezîrê xwe
Izeddîn Îlbek, avakarê dewleta Memalîkan, li xwe
mar kir, mêrê xwe kir sultan lêbelê deshelatdarî
bi rastî di destê wê de bû. Yek ji navdartirîn
jinên Kurd e di dîrokê de.
el-Eþref Mûsa kurê Ibrahîm (1263 Z. koç kir.)
Mûsa (el-Eþref) kurê Ibrahîm (el-Mensûr) kurê
Esediddîn Þêrkoh (1230-1263 Z.), padîþahê Rehbê
û Humsê bû. Li hember Teteran, ku leþkerê wan
6000 suwar bû, bi 1500 kesî derket qada cengê û
ewan ji ber wî revîyan. Jina wî “Emetulletîf”
zanayeka Humsî ya bi nav û deng bû. Li Humsê koç
dîyarê rehmetê û li wir hat veþartin. Ew
padîþahê dawîn bû ji malbata Eyûbîyan li Humsê.
Jêderên mijarê:
-Tarîxa ibn Xaldun
- El-E’laq el-Xetîre fî zikir Umera’ eþ-Þam wel-Cezîre,
Ibn Þeddad.
- Zubdetul-Heleb fî Tarîx Heleb, Ibn el-‘Edîm.
- el-Muxetsar fî Exabarîl Beþer, Ebul Fîda.
- Tarîx el-Islam, Zehebî.
- ‘Elam, Zeriklî.
- Heleb Tehkumuha Imrae, ‘Ela es-Seyyid.
- Xulaset Tarîx Kurd û Kurdistan,_Muhemmed Emin
Zekî, çapa Qahîre 1939.
- Nîsa Kurdistan, el-Wicud el-Heqîqî li Þe’b
‘Erîq/ el-Hîwar el-Mutemeddin, Dilo Mîqrî
- Mewaqi’ Îslamîye we Tarîxîye ‘Erebîye we
Kurdîye.
-_Kovara Ehlen Wesehlen, ya Misrî, Tîrmeh 2005.
|