|
Li Cîhana Îslamî Jana Guhertinê
SÜLEYMAN ÇEVÝK
Roja îro nexweþî, tevlihevî, þer û pevçûnên li rûyê erdê bi piranî ji cîhana îslamî bilind dibin... Ji Fasê bigre hetanî Endonezyayê tevlîhevî û alozîyên heyî, xelkên misliman tev perîþan kirine. Helbet ji vê perîþanîyê her xelkê misliman di eynî sewîyê de para xwe nastîne; di vê cîhanê de yên ku rewþa wan baþ e û dixwazin ku ev halê kambax bi vî hawî bidome jî hene. Di nav xelkên dunyayê de tu cîh biqasî cîhana îslamî paþ de nemaye. Di dunyayê de di nav sed cîhên paþdemayî de para pirtir dewlet û xelkên misliman in. Di vê dunyaya paþdemayî de di warê edebîyatê, hiqûqê û zanînê de tu kesek tuneye ku li dunyayê nav bide... Li cîhê teralî hebe ev dunya, ji xwe re xebatê nake adet... Li rojhilata navîn ma çi zêdeyîya Îsraîlê heye ku ew erdê beyar kirîye cîhê jîyanê û li dunyayê dewletek ku dilê meriv dibijîyê ava kirîye? Tu dewlet biqasî Îsraîlê qîmetê nade xelkê xwe. Li rojhilata navîn tenê li Îsraîlê parlementoyek bi esasî heye, hilbijartinên bi pirpartî û partîyên ku di nav hev de bi awayeke demokratîk îqtîdarê parve dikin hene... Meriv layiqê çi tiþtî be ew tiþt tê serê meriv. Însan talibê çi tiþtî be bêguman wî tiþtî peyda dike. Ev rastîyeke ji qanûnên Xweda ye. *** Îro li Ewrûpa, Amerîka û gelek deverên dunyayê ji dêvla þer û pevçûnê, kar û xebat heye. Evan kesana yektîya xwe çêkirine, îcadên nû dikin, dixebitin ku di her warî de jîyanek xweþtir li ber xwe amade bikin... Li hember vê xweþîya dunyaya rojava, cîhana îslamî di perîþanîyek bê mîsal de gelek caran jî gola xwînê ye! Sebebên vê rewþa nebaþ hene. Gelek sebebên ku derîyên van nebaþîyan li ber me vedikin têne ser hev û vê kambaxîyê li ser piþta xelkên belengaz bar dikin... Îro em li hember vê kambaxîyê bêçare ne... Gelekên me jî di vê bêçaretîyê de mesûlîyetê davêjin stûyê hinekên din... Radibin dibêjin, sebebê vê rewþa me ya nebaþ rojavayî, Ewrûpayî û dijminên îslamê ne ku naxwazin misliman bi pêþ kevin û hwd... Helbet yek ji sebebên paþvemayîya me ev rojavayî ne, lêbelê ma tenê ew in? Helbet ev hêz û kes dixebitin ku misliman tim paþ de bimînin û bi pêþ nekevin. Ev tiþteke normal e jî. Lewra berîya her tiþtî dê ji bo xwe, ji bo fikra xwe, ji bo dînê xwe, ji bo mezhebê xwe û hwd. bixwaze... Pir caran dewletên hakim digel ewqas tiþtên wan yek in, mensûbê eynî dînî ne, ew bi xwe jî bi hev nakin, tim dixwazin raqîbên xwe berteraf bikin... Belê ew wisa difikirin û xêra mislimana naxwazin, lê ma misliman xêra hevûdu dixwazin? Cîhana ku di nav xwe de biratî û edaletê nehewîne, cîhana ku meseleyên xwe di nav hev de çareser neke, ma ji çi re ye? Îro di nav xelkên misliman de kî ji hevûdu hez dike? Þiî û Sunnî li cîhkî ne; kurd, tirk, ereb, fars, peþtûn, belûcî li cîhkî ne... Li cihê ku misliman rabin li derve li sebeban bigerin, bila pêþî xwe bikþînin hesabê. Sîyasetçî, alim, serok welhasil kî di vê cîhanê de xwedîsoz e, bila ew hesab bide. Wê demê wê bête dîtin ku musebîbê vê rewþa me ya nebaþ berîya her tiþtî em bi xwe ne... Lewra kesek ji kesekî hez nake, xelkên misliman parçe parçe ne û tu kes xêra hevûdu naxwaze. Îro Kurd çil mîlyon nifûsa wan heye. Li rûyê erdê milletê herî mezin ê ku bê dewlet ew e. Di nav çar dewletên misliman de ewqas sal in di rewþeke gelek nebaþ de jîyana xwe dewam kirine. Lê îro kesek tehemul nake ku piçeke rewþa kurdan jî baþ bibe, bibin xwedî dewlet, bigihêjin heqên xwe... Meriv di malekê de birayên hevûdu be, lêbelê mîrasa bavê xwe bi edaletî parve neke, her tiþtî ji xwe re bigre, birayên xwe ji wê mîrasê mahrûm bike. Ev çawa biratî ye, bila ehlê wîjdanê bersiva vê pirsê bide... *** Ev çend sal in ku dema li cem hinekên ji cîhana îslamî der, bi taybetî jî li cem rojavayîyan behsa îslamê û mislimanan tête kirin, ew kesên ku bombeyan bi xwe ve dikin û diteqînin; hem xwe û hem jî bi xwe re gelek caran însanên masûm dikujin tête bîra wan... Xwekuþtinên bi vî hawî jibilî cîhana îslamî li kûderê hene? Ev çi fikr û îdeolojî ye ku ev însan ji vê xwedî dibin û îslamê bi vî hawî bi dunyayê didin nasandin? Erîþên 11 îlonê pêþî li Amerîkayê dest pêkir, paþê jî bi bombekirina Madrîd a Îspanyayê û London a Îngîltereyê dewam kir. Ev kirin bûn sebeb ku Ewrûpayî û Amerîkayîyên ku haya wan ji îslamê tunebû ji mislimanan bêhtir nefret bikin. Misliman bi îcadên xwe, bi pisporên xwe, bi hunermendên xwe, bi zanayên xwe, welhasil bi tiþtên xwe yên baþ û kêrî însanîyetê bêtin neçûn cîhana rojavayê. Gelek rojavayîyan îslam û misliman bi kirinên terorê nas kirin. Misliman sedsalan berê bi medenîyeta xwe çûne Endulusê, li welatên xwe medenîyet ava kirin. Di dema ku li Ewrûpayê þerên navxweyî hebûn li nav mislimanan jîyan biqasî vê demê bi kambaxî nebû. Her cîh gulgulîstan nebana jî biqasî Ewrûpa û rojhilat nexweþî tune bûn. Îro halê me û Ewrûpayê dema em didin ber hev ferqeq zêde zêde di navbera me û wan de heye... Hûnê bibêjin, dibe ku di paþ van kirinên þîddetê de misliman tunebin. Ma mislimanên ji bo van kirinan li çepikan dixin tunene? Li Iraqê kesên dema însanan serjê dikin û “ellahuekber” dibêjin kî ne? Însanê bombeyan bi xwe ve girêdide û diteqîne ji kîjan dînî re xizmetê dike? Evê zîhnîyetê çi daye mislimanan û îslamê? Kîjan kesê rojava di van þert û mercan de xwe bi însanên dunya me nêzîk dike? Þefqet, merhemet, edalet, alîkarîya feqîr, belengaz û mezlûmên ji çi dînî dibe bila bibe... Ji dînên/olên din re nîþandana musamahayê... Teþwîqkirina xwendina îlmê û hwd. Gelek xisûsîyetên baþ hene ku îslam wan di nav xwe de dihebîne... Kesên ji dunyaya me der in, mixabin haya wan ji van xisûsîyetên me yên baþ tuneye... *** Dema pêþîyê Hamasê leþkerek, li pey wê jî Hîzbullahê du leþkerên Îsraîl rewandin; ji wê demê ve Îsraîlê li Lubnanê bombe barandin û kete hundirê wê... Heta ji hezarî zêdetir însan bi van erîþên Îsraîlê hatine kuþtin û nîvê wan jî zarok û kesên masûm in... Ceng be jî usûleke wê heye, di cengê de dahî kuþtina zarok û masûman sûc e... Îsraîl bi salan e ku di van erdan de dagirker e û li Filîstînê jî bi salan e ku eynî tiþtî dike. Îsraîl bombe dike, misliman jî fuzeyan û roketan dibarînin bajar û gundên Îsraîlê... Îsraîl di tarîxa xwe de tu carî belkî rastî berxwedanek bi vî hawî/awayî jî nehatîye. Ev þerê ku niha li Lubnanê dewam dike berîya þerê Îsraîl û Hizbullahê, þerê Amerîka û Surîyê û Îranê ye. Lewra li piþta Hîzbullahê Îran û Surîye heye, li piþt Îsraîlê jî Amerîka heye. Wekî ku herkes dizane Amerîka her dem li piþt Îsraîlê ye. Ev herdu dewlet pev girêdayî ne û yekî bêyî yê din meriv nikare bifikire jî. Sîyaseta wan, kirinên wan, menfeatên wan yek in... Îro li cîhana îslamî heznekirina Amerîkayê jî ji ber vê piþtgirîya wê ya ji bo Îsraîlê ye... Li gelek dewletên misliman jî nayê xwestin ku li Lubnanê þiî bi ser bikevin. Lewra Hîzbullah þiî ye; heger di vî þerî de bi ser bikeve wê fikra þiîtîyê xurt bibe. Biserketina þiîyên Lubnanê tê wê manê ku wê Îran û þiî xurt bibin, sunnîtî zeîf bikeve. Lewra ev dizanin ku di cîhana îslamî de kî li Îsraîlê bixe bi ser nekeve jî di çavê mislimanên dunyayê de qîmetê digre. Ev þer belkî bi mehan jî dewam bike. Îmtîmal e ku ev þer li Surîyê û Îranê jî belav bibe. Heger li van deran belav bû, wê bi wan tenê nemîne, gelekên din jî bi xwe re biþewitîne; û meriv ditirse ku rojhilata navîn îjar bibe meydana þerekî nû û hemû malên rojhilata navîn biþewitîne...
|