|
Li ser Jîyanê Axiftinên Taybet
–Heta Smaîl negirî ava zemzem derneket. –Ê ku Brahîm naþewitîne Xweda ye; ti tewanê agir tune ye. -Ger biraye Yisûf ew neavetibana bîrê Yisûf nedibû wezîre Misrê. Birastî xeletîyeke mezin kirine birayên Yisûf, lê Xwedê ev ji wezîrtîya Yisûf re xiste sedem. -Mirov mîna daran e. Dar ji bizrikekî/tovekî þîn dibe. Bi av, roj, ax û hewayê mezin dibe. Heta digihê gihaþtînîyê fêkî û kulîlkan dide. Ku pirr dibe hino hino çuqle/þaxê xwe xhar dike. Mirov jî wek darê ye. Pêþî ji piçûkbûna xwe mezin dibe û digihêje. Dûv re hino hino pîr dibe û ji hêzê dikeve. -Heyf e ku; her dem zilamekî neqenc hezar zilamên qenc xera dike. Tu car hezar zilamên qenc zilamekî nebaþ baþ nekirine. -Rihe mirov lewitîbê bedena (laþ) wî jî dilewite. - Jin mîna welatan e. Destxistina wana pirr bi zahmet e Ku bi dest ket, kefxweþîya wan hêjaye bi destxistina wana. -Di welatê min de ez kirme mêvan Û mêvanê min bûne xwedî mal. -Geh dilopek bûm di deryayê de Geh deryak bûm di dilopekê de. -Zaroktîya min bi pirsgirêkên mezinan derbas bû. Min ti car zaroktîya xwe nejîyand. -Jîyan li ser wate hatîye avakirin. Hemû tiþtên ku hene ne bi hebûna xwe lê bi wateya xwe têne naskirin. Ger wate ji jîyana mirov werê rakirin mirov û jîyana mirov mîna darekî hiþk û ziwa ye. Bêje jî bi wate bi qîmet û rûmet dibe. Ger wate ji nav bêje bête derxistin bêje ji gotineke hiþk û ziwa pêve naçe wirde. Ger ji gotinên Mewlana û Yunus Emre wate bête rakirin ew bêje dibin çi? –Azman û derya warên azadîya bê dawîne. –Jîyana þervana ji ya mirovên dî cûdaye. Þervan tu car nakeve kefa dinyê, xweþîya dinyê. Þervan dibe hiþe xwe neberde ser zewacê. -Mirov çiqas bide wulqasî tê dest. Cihê tiþte diçe tê dagirtin. -Dîn heta xisare nedin mirov çêdibê ku gotinen van bi hikmet bin. -Mirov di jîyana xwe de gelek tiþtan dide hev. Demek dûv re yek bi yek wan diaveje. -Mejîyê me bûye tinge agahî ye û zanîn e. Bikaranîna zanîn û agahîyên me tuneye. Tahbeke/xebateke zêdeye em didine xwe. Lêbelê em bi vê tahbê/xebatê kefxweþ dibin ku em dikin. -Mirov ji gihaþtina xwe pêve dest bi karê dinyayê dike. Hemû kar û xebatên mirov ji bo jîyaneke hêsan û rehet e. Evqas zahmetî û þkenca kar û xebatên dinyayê mirovan tu car nagihijîne dilrehetîyê. Jîyan mirovan li ber bayê xwe difirîne. Hem jîyana mirov ji serî heta binî li gor mercan tê guhartin. -Jîyan bi xwe razeke/sirreke. Mirov çiqas li raza jîyane digere jîyan ewqas li ber mirovan xerîb dibe. Hem dabûna jîyane ji bo carekê tenê ye. Jîyan bi du awayan tê jîyandin: 1- Di jîyanê de tiþtin dibin, bê destûra mirov in. Hem hêza mirov nikare pêþîya van bûyera bigre. Bi awayekî li hembere mirov dertên. 2- Di jîyanê de tiþtin hene ku bi kirinen mirov çêdibin. Ji bo destxistina vana xebata mirov pêwîst dibe. -Her sal darek diçênim Duwazdeh çiqile/þaxe Sê sed û þest û penç pele Her roj yek pel diweþe. –Mirov zaroktîya xwe û xortanîya xwe ji bo kamilîye/gihiþtine diqedîne. Hemû kar û xebat ji bo navekî bi rûmet bi dest bixê ye. Piþtî bi destxistina navê xwe demeke kin bi vî navî xwe bi mirovên dî dide naskirin. Piþtî mirovan ew kes naskirin li gor naskirina xwe pê re danûstandinê dikin. Piþtî bi navê xwe tevgera xwe kirin li hemberê mirov astengeke dî derdikevê. Ev asteng parastina navê xwe ye. Parastina nav pirr zor û zahmetîyê dixwaze. -Carna koçberkin ji mala xwe, ji welatê xwe. Koçberî mirovan dikemilîne. Kesa xwedî hêz dike. -Huner ji sîyasete azad e. Lê huner sîyasete terbîye dike. -Tevgera mirovan li gor sedemane. Ger sedem li pêþîya mirov ne amade be, mirov nikare ti tiþtî bike. -Mirov bi qasî duayên lê hatine kirin dije. Li ser mirova bandûra duayê bê hed û bê hesab e. Ger li mirovekî dua werin kirin û li rexê dî nifir lê werin kirin ê ku dijwar be ew kes bi saya wana jîyana xwe didomîne. -Di dîroka jîyana dinyayê dê heta niha bi hezara þer û pêvçûn çêbûne. Bi mîlyonan mirov di bin doza xwe de jîyana xwe ji dest dane. Gelo van mirovan ji bo çi þer dikirin? Çima xwe didan kuþtin? Ji ber çi? Ana ger di deste wan mirovên xwe dane kuþtin de firseteke hatina dinyayê hebana yê bi hazar carî bi heyf û gazin û gilîye xwe ye bînin ziman û yê li zarokên xwe yî piþt mayî nifira bixwînin. Lebelê ev ji heye ku mirov ji bo tiþtna dije. Ya yekem, ji bo rûmeta xwe dije. Ya duduyan, ji bo bi dest xistina hesanîyeke jîyanê ye. Hem ji bo mirovna armanceke pîroz li pêþîya xwe dibînîn. -Her dewletek teroristê xwe bi destê xwe ava dike. Di dinyayê de tu kes ji rojbûnê ve ne terorîst e. Lebelê mercên jîyanê mirovan dixe terorîst. Hem xwestina mafê mirovanî, xwestina azadîyê ji rexê dewletan ve bi navê terorîstîyê tê navkirin. Heyf e ku mafxwazî bi navê terorîst navdar e. Hem balkeþîyeke jîyanê ye ku terorîstê her dewletekê heye. Heye ku dewlet ji bo nebaþîya xwe, zilm û zorîya xwe, bêdadîya xwe perde bike bi destê hilanî rexistinên terorîstî ava dike. -Parsek; ji xizana diravan û alîkarîyê dixwazin. Pêwîst e ku ji maldaran û ji dewlemendan bixwazin. -Li welatê me hezkirin û evîn ji mecburîyetê ye. Derdê me gelek in lê derman hindik in. -Mirov keþtîyek e. Jîyan derya ye. Ba dem e. Xwe li ber ba berde. Le dema ba tu birî rêyeke nebaþ, berê keþtîya xwe ji ber ba vegerîne. -Marîfet ne bi zilm e debarkirina gel e, belkî marîfet bi dadî îdarekirina mirova ye. -Mirov xwedî hêz e. Lê ev hêz li hember qudreta Ellah bêçare dimîne. Hêza di deste mirov de û hêza bikaranîna mirov heta sînore qudreta Ellah e. Mirov nikare germa rojê rake lêbelê kare xwe ji germê bipareze. Hem nikare belayên sirûþtî ji masetê rakê. Lêbelê kare bi xisareke kêm û hindik xwe ji belayên sirûþtî biparêze. -Em derûvan in. Pêþî li hemberê xwe derûvan in. Mirovatîya me bi qasî rastgotina me ye. Di jîyana mirovatîyê de peyxamber ne têde hemû kes bi kêmasî ye. Gotinên me û kirinên me nebûne yek. Ev rewþ li hemberê mirovên dî giranîya navê me hildiweþîne. -Jîyana mirov bi awayekî balkêþ û bûyerên razanî didome. Ji bo têgihiþtina van raza hem hiþekî bi hêz û danakê Xwedê pêwîst e. Ji têgihiþtina raza jîyanê dîtineke kûr û zirav, xwendineke hem pirtûkî û hem sirûþtî, ger û lêkolîneke hêja, wanegirtineke birûmet pêwîst e. Di jîyanê de biqasî kirinên mirov destê qederê heye. Hem devera destê mirov nagihîyê destê qaderê digihîyê. Bawerîya Ellah zanîneke kûr û fereh hînî mirov dike. Birastî hemû tiþt ji bo mirov hatîye afirandin. Lê belê li gor mercen jîyane mirov ji tiþta fedeke dibîne. Rastîyeke jîyane ye ku hemû tiþte hatîye afirandin yê rojekê bidawî bibe. Li gor vê zagona Rabbanî tu kes ne bêdawîye. Birastî kesên xwe li ber hemû bayê jîyanê berdidin jîyana xwe bê bela derbas dikin. Lê ev rastî heye ku mirovên xwe li ber hemû bayan berdidin ne mirovên xwedî rûmet in. Rûmetî cûdayîyê dixwaze. Cûdatîya hemû tiþte nebaþ, neqenc dixwaze. Hem rûmet karekî wate ye. Kesen bi wate li bûyera dinêre dizane giranbihaya jîyanê. -Xwendina pirtûkan derya ye. Mirov her çiqas bikeve vê deryayê dawîya wê nayîne. Her pirtûk li gora wateya xwe bi qîmet e. Pirtûkên hêja mîna gêncînîyan e. Lê mixabin mirov wek her dem qîmeta gêncînîya dirav ne têde nizane. Ji bo mirov hebe-nebe dirav tenê gencînî tê hesapkirin. Ji ber vêya ku herdem di dinyayê de þer û gengeþî hene. Jîyaneke bi rûmet mirovên dema me di navbera xwe de ava nekirine. Tu kes ji zanayan pirsên zanînstî û pirsên jîyanî napirse. Li ser menfeatîkî diravî hemû tiþtên xwe feda dike, lê ji bo zanîneke hêja tu car xisareke piçûk ji nayne ber çavê xwe. -Xizanî mirovan hem nezan dike hem gemarî dike. Birasti paqijî û zanîna mirovên zengîn ne ji rûmetîya wan e. Belkî ji serî heta binî ji zengînîye tê. -Warê ku mirovan ji xwe nehesibîne ew der ji yekî re nabe welat. -Þîretên mêranî li zarokên xwe bikin. Bi þîretên tirsê, bi þîretên reziltîyê tu kes bi sernakeve. Hem þîret pewîst e ku bi ceger û bi werekîbe. Bi þîretên hêja zarok ji qelsbûnê xilas dibin. Li hemberê tehlûkeyên dinyayê xweparastin tiþtekî baþ e. Hem jîyan carna berçavanîna tehlûkayan e. Jîyaneke bê tehlûke bi dawî bûye. -Mirovên welatê me bi zimanê dagirgerê xwe diaxifin. Hem vê axaftinê ji xwe re dixine þeref. Pesnê xwe bi axaftina zimanekî bîyanî didin. Lêbelê bi zimane xwe nikarin biaxifin. Û ji vê nezanîye fedî/þerm nakin. Bi kenekî tahl dikenin. Di demeke ku mirov ji zimanê dayika xwe dûr dibin, ez li ser ziman dixebitim û bi vî zimanî kul û derd û þahî û hêjarî û dewlemendîya xwe tînim ziman. Li hemû bajar û navçe û gund û tar û kolanan zarokên gelê me bi zimanên dagirgerê xwe dipeyîvin. Dê û bavê van zarokan bi axaftina zarokên xwe ya bi axaftina zimanê bîyanî kefxweþ dibin. Zarokên welatê me biqasî fêrbûna zimanê bîyanî dûrî zimane xwe yî sirûþtî/zimanê dayîkî dibin. Hem tiþtekî balkeþ e ku pirr mirov ji zimanê xwe fedî dikin. Mirovên me yî koçberî bajaran bûne zarokên xwe fêrî zimanê xwe nakin. Hem ew bi xwe jî zimanê xwe roj bi roj winda dikin. Dê û bav zimanê dayîkê li zarokên xwe qedexe dikin ji bo ku zarokên van zû hînî zimanê bîyanî bibin. Heyf hezar carî heyf ku gele me yî azadxwaz ketîye rewþeke wilo ya lewitî. Xebînet hezar carî xebînet ku mirovên xwe berevanê/parezvanê niþtîman dihesibînin hem xwe û hem zarokên xwe dûrî zimanê xwe dikin. Hem mafgerê me ji toreya me dûr in. Li ser navê me dixebitin, lê di armanca wan de em tunîn in. Me ji bo armancên xwe dixine navgîn. Me dixebitînin ew behna xwe diberdin. Xwehdana me diherike, ew li havîngeha ling tavêjin ser ling. Em têne kuþtin, têne birîndarkirin ew li ser me hêza xwe qewîn dikin. Li hemberê van tiþtên neyînî daxwazîya min hînbûna zimên ji bo rûmeta min e. Hem mîna hemû zimanan Xweda zimanê me ji afirandîye. Hem her ziman ayeteke/delîleke Xwedê ye. -Pirr caran xizanî tevgera li gor nefsa me sekinandîye/rawestandîye. Bi sedema xîzanîyê me destê xwe ji gelek tiþtan dûr hiþt. Hem çavtengîya me ne ji sûriþtîya mirovanîya me ye. Belkî ji nînbûn û tunebûna me ye. -Bedewbûn li gor nêrîn û dîtin û zanîn û toreya mirovan tê guhartin. Her çiqas bedewbûn bala mirovan bikþîne jî ev sedemên ku me jimartin ji ber çav nayên windakirin. -Armanca jîyana mirov dîtin û bikaranîna rastîyê ye. -Heta nîha min bi Kurdî diramand û bi Tirkî dinivîsandin. Ana bi Tirkî diramînim û bi Kurdî dinivîsim. Piþtî sed salî mirovên ku wê demê bijîn yê bi halê me yî niha têra xwe bikenin. Ev mirovên ku zimanê Kurdî qedexe kirine yê bi navekî reþ û nefrîn bikevine dîrokê de. Dîrok tu carî mirovên zordest û ê bêrûmet efû nake. Hem dîrokek bi derewan pesnê wana bide jî mirovên mafê wana hatîye xwarin mafê xwe li zaliman helal nakin. -Birastî herçiqas hînî zimanê xwe dibim têdigihiþim ku zimanê me ji bo vegotinê têra xwe dewlemend e. Bi rastî mirov çiqasî nezanbe ewqasî nizane ku nezane. Mirov di derya nezanîyê de winda dibe. Lê xwedîtin karek û xebateke pirr hêja dixwaze. -Ma heta kengî ev jîyana bi rezîltî, bi xîxanî? Kendalê di navbera mirovên xizan û zengîn ji kûrbûnê binê wê xuya nake. Heyfa rûmeta mirovatîyê. -Di dewleteke de ji bo ewlayîyê artêþ/leþker pêwîst e. Hem ji bo parastina dijminên derveyî, hem ji bo maf parastina mirovên hundirî artêþ pêwîst e. Lêbelê artêþ pêwîst e ku ewlayîyê bide mirovan. Dema mirov çav li hêzen leþkerî kir pêwîst e ku kefxweþ û dilþa bibe. Lê mixabin dewleta em tê de dijin dema mirov çav leþkerên dewletê dikin bi nefrîn li wana meyze dikin. Hem dîtina leþker pêwîst e ku wêrektî daba gelê xwe. Mirov ji leþkerê xwe pêwîst e ku netirse. Hem leþker ji ciwanên gel hatîye damezrandin. Lê ew ciwan dikevin bin fermana leþkerî de. -Zaroktîya xwe bi jîyaneke zilamî derbas kir. Ne zaroktî di destê me de ma, ne zilamtî li para me ket. Heta em têgihiþtine rastîya jîyanê temenê me bi xeletîyan, çewtîyan derbas bû. Þopên ku me ajotin nerastbûn. Em hatin xapandin. Hem bi ol, bi çand, bi kesatî, bi zanistî, bi hostayî em hatin xapandin. Me digot, eve dîrok e pey xwe de biajon. Lê mixabin em di nav pelên dîrokê de hatin wundakirin. -Heyf û mixabîyeke pirr balkeþ e ku keçikên dema me li kûderê xortekî avare, serserî, berdoþ, beredayî hebe pêre dikevin pêwendîya evînê. Hem ev keçik bedew in, hem xweþik in, lêbelê kêmhiþ in. Ger ku ne kêmhiþbana yê pêwendîya xwe ji mirovên tolaz qut bikirina. -Bidestxistina agahîyan û zanînê gelek hêsan e. Li hemberê vêna pirranîya mirovan ji zanînê xwe dûr digrin. Mirov bi pirranî xwe bi tiþtên vala dilebikîne. Hem tingê zanînê çêbûne. Hem hiþê me bûye tingê zanînan. Li hember van zanînan gelek caran mirov, nikare rastîyê ji nav xeletîyê derxe..
|