|
ji dayka pîroz re
DILÞAD MÛTÎ
bayê seher vê sibehê çi xweþ diweþî wer hînikî bi silavên germ ji kû dimeþî
bi misk û emberê nadim ev çi xweþ bîn e bi min nas in ev silav baþ dizanim ji kî ne
bîna dayka þirîn e nadim bi sed yara bi welleh nabe yar qet kes wekî wê tu cara
bayê seher hêvî dikim ka tu lê vegere deata beste bi rêz û hurmet bi bal ve here
emanet tu wê aciz nekî ger di xew da bê wer bimîne li ser pîyan heta ku þîyar bê
heye ku li ser mêja sibehê wê bibînê yan li tacideê þevê yan jî dia dixwînê
hêvî dikim neqelqe heta ku ew xilaskê pir meqbûl in dibê ji bo me jara dia dikê
çirayê nevemrîne li ber wê neke reysî li ser çoka rûnê ji edebê neke qelsî
piþt re rûnê tu li cem weha jê re bibêje nameya me veke gotina yek yek birêje
bê hed û sînor silav li te bin ji mêlakê ey jîyana min ey rih û can û av û xakê
ey tîn û tîroja rojê taristana þevê derê buhuþtê navebê li min ger tu nebê
nav herdu birhên te ka’ba min e têm tewafê te li piþt kim heft car li dor ka’bê nadim mafê
qiblegehê kanîya zemzem in te herdu çav pîroz û miqedesî dayê her wext û gav
çira û ronîya min î him þev û sitarî layîq î dayê hezar rehmet li te bibarî
ey ridwana bihiþtê hezar melek û horî li yek mûyê pora te bibin qurban û gorî
ey civîngeha kul û xeman deryaya sebrê dunya li min teng e îro bûye wekî qebrê
çi bikim ji te dûr im bibore li min dayê serê vê sibehê bûme hemraz vaye li bayê
ji weledê xwe qebûl bike va çend silavan heye rojek li dayîka xwe ez bibim mêvan
her çiqas kêþaye bi min re te zor û zehmet xweda li te bike sed qat li wê ‘ef û rehmet
|