Nivîskartîya Kurdî

 

 

 

 

Kesek an netewek bixwaze di rêya “ziman û neteweyî” de bi feraset rê biqedîne, berîya her tiþtê jê re “hiþmendîyek sîyasî” pêwîst e. Hiþmendîya netewekî ya sîyasî dînamîzm û tevgerek nû dide ruhê wê netewê. Em dibînin ku gelê kurd îro bi gorê daxwaza me nebe jî di rêya kurdayetîyê de gelek polîtîze bûne.

Lê eynî serkeftinê di warê zimanê kurdî de bi dest xistine an na, ez bi guman im. Di vî warî de di nav rewþa îro û pêþketina fikra dîrokî de nakokîyek heye. Meriv li dîroka kurd û kurdistanê mêze dikin fikra bikaranîn û nivîsandina zimanê kurdî pêþketî ye.

Dîrokzanê kurd M. Emîn Zekî Beg, di pêþgotina kitêba xwe ya Dîroka kurd û kurdistanê de dibêje: “Hinek ji dostan xwestin ku ez van kitêban bi erebî yan bi tirkî binivîsim, lê bi rastî li gor min ev pêþnîyara wan di cîyê xwe de nebû, ku ji alîyê kurdekî ve dîroka kurd û kurdistanê bi zimanêkî xeyrî kurdî bê nivîsandin. Mele Îdrîsê Bedlîsî kitêba xwe Heþt Behiþt ji bo Sultan Beyazid bi farisî nivîsandîye, zerareke wê tune, çunkî ew dîroka Osmanî ye. Lê li gor bawerîya min Þerefxanê Bedlîsî, ne di cih de bû ku Þerefnameyê ku dîroka kurd e, bi farisî binivîse.” Nivîskar di vir de tewrek ronakbîrî nîþan daye.

Ehmedê Xanî dema ku qala sedema nivîsandina berhema xwe Mem û Zîn dike bi tenê navê Melayê Cizîrê, Elî Herîrî, Feqîyê Teyran bi nav dike. Sedema vê yekê jî ev e ku E. Xanî bala kurdan dikiþîne ser alimên “Kurdînivîser”. Ewqas alim û zanyarên kurd û alema Îslamê hene, lê Xanî di qada kurdewerîyê de wan bi nav nake. Bi tenê þairên xwedî berhemên kurdî bi nav dike û hezî û coþeke mezin, rûmetek cûda dide wan þairên bi “kurdî”. E. Xanî fikra nivîsandina bi zimanê kurdî û kurdayetîyê bi fikreke bilind bi perspektîfek fireh di bingeha hîmê netewebûnê de wek sîstemek (pergal) anîye ziman û xwestîye her kurdek li vê ramanê xwedî derkeve. Di dema Xanî û zanyarên ku Xanî qala wan dike (Herîrî, Cizîrî û Teyran) de zimanê erebî îlmê, zimanê wêjeyî jî farisî ye. Her alim û þair berhemên xwe bi van herdu zimanan nivîsandine. Ji ber vê yekê gelek alimên mezin ên kurd jî ji berîya dewra Xanî heta roja îro pirtûkên xwe bi erebî yan jî bî farisî nivîsandine: Wek Îdrîs-î Bîdlîsî (Hest Behîþt –bi farisî), Þerefxan Bedlîsî (Þerefname – bi farîsî), Seid-î kurdî (Hutbe-î Þamîye –bi erebî) Xanî vê rewþa hanê ji bo pêþketina zimanê kurdî û kurdayetîyê “xedar” û xeter dibîne û li hember vê rewþê jî tewr û fikra xwe nîþan dide. Berpisîyareke mezin li ser milê xwe dibîne û di rêya kurdayetîyê de xebatên bê emsal dike. Peþengîya xîretkêþîya kurdayetîyê dirêse.

Ehmedê Xanî:

(Xanî..)

Safî þemirand, vexwarî durdî

Manendê durrî lîsanê kurdî

Înaye nîzam û întîzamê

Kêþeya cefa ji boyê a’mê

[Xanî ew þeraba zelal (safi) da alîyekî, ya bi tortû vexwar, zimanê kurdî wekî mirwarîyan (gewheran) xiste rêz û rêzanê, wî ji bo tevayîya Civatê cefa kêþa].

Dîsa Melayê Cizîrî jî, ji xwendin û meyla kurdan a li ser farisî re acizî û xemsarîya xwe niþan dide û weha dibêje:

Ger lûlûyê mensûrî ji nezmê tu dixwazî

Wer þi’rê Melê bîn, te bi Þîrazî çi hecet

Melayê Cizîrî di vê derê de balê dikiþîne ser þiîrên xwe. Mela û Þîrazî (Hafiz) herdu jî þairên rojhilata navîn yên navdar û sereke nin. Di warê þiîrên tesewûfî de herdu jî xwedî ilmekî kûr û bilind in. Û xwedî þiîrên zêde estetîk in. Berhemên Þîrazî bi farisî nin. Alimên li medreseyên kurdan xwendinin digel zimanê kurdî li ser zimanê erebî û farisî jî xwedî otorîte nin. Mela jî erebî û farisî zane, lê Melayê Cizîrî bi zanetî bi wê uslûba xwe ya xurt bi kurdî nivîsîye. Bi vê beyîta xwe jî bala kurdan dikiþîne zimanê “hundurîn”(Kurdî) bi vê nêrîn û perspektîfa xwe rê û rêçika fikra kurdewerîyê tîne ziman. Bi vî awayî pêþengî û pîgarîyek ji Ehmedê Xanî re hîþtîye.

Di dîroka kurdan de ev mezinzanayên kurd û gelek kurdzanayên din ji me re li ser fikra bingeha neteweyî nêrîn û fikrên balkêþ hiþtine. Lê em bi berpirsîyarîya ronakbîrî li hîmê netewetîyê, ziman, baþ xwedî derneketine. 

Di kesekî kurd de hiþyarîya polîtik tunebe, ew kes zimanê kurdî bizanibe jî, di dewletên asimîlasyoner (ji bo Turkîyê bi gotina nivîskarekî “turkifikasyon”) de pir hêsan asîmîle dibe û dikare hetanê înkarîya xwe here. Kesên ku xwedî hiþyarîya polîtîk be, digel vê jî zimanê kurdî nizanibe yan kêm bizanibe jî, bi alîkarî û pîgarîya nêrîn û perspektîfa polîtik dikare perdeya navbera xwe û zimanê kurdî biqelêþe, xwe bigîhîne netewebûnek kamil. Lê ilmê dîrokê nîþan daye ku “netewebûn”, pêþketina “fikra neteweyî” li ser bingêhên xwe –bingeha girîngtir ziman e– mumkûn e. Pirsgirêk û kerteya bikaranîna zimanê kurdî bi tena serê xwe, bi pêþketina “hiþmendî” ya polîtîkbûna gel ve girêdayî nîne. Di gel pêþketina fikra sîyasî, di têkoþîna “netewebûn”ê de bi kûr û hûr têgihîþtina rol û giringîya ziman û di jîyana rojevê de bi azad hîskirina xweþîya zimanê zikmakî û hwd. jî pir girîng in.

Em gelê kurd ên ku li Tirkîyê, bi pêþketina sîyasî û sazîyên xwe rojekê ger bigêhêjin mafên xwe lê bi her alîyê de ger ku xwedî kurdîyeke xurt nebin, tijîkirin û kemilîya naveroka “mafên netew” xumam dimîne û bi têkûzî nagêhêjin armanca xwe.

Îro gelek kurd (bi mîlyonan) li rojavayê Tirkîyê di nav tirkan de li metropolên mezin dijîn. Di malwelatparêzên kurd de bi piranî tirkî tê qisedan û tirkî þikil û têkûzîyê dide jîyan, xewn û ramanên wan. Têkilîyên wan bi kurdî re, bi bandûra fikra wan a sîyasî bi tenê “sempatîzane” ye. Cîyê mixabînîyê ye ku berê kurdan di alîyê zimanê xwe ve ber bi rewþekî xirab de ye. Em di sazîyên ku ji bo kurdayetîyê ava dikin de bi piranî tirkî qise dikin, berhemên xwe bi zimanê xeyrî kurdî dinivisînin.

Heta ku kurd bi têra xwe nebe netewe, wê nikare bi xurtî nêzîkê Civata Mirovatîyê jî bisekine. Lewra wê gavê xurt û ronakbîr ne, kurdekî ruhperçe, qels, kêmnetewe, kêmwîcdan, kêmrol derdikeve pêþîya me.

Her mirov di nav netewê xwe de, her netewe di nav Civata Mirovatîyê de cih digire. Em bi gotina Sartre bibêjin: Gava ku her mirov nêzîkê neteweya xwe bibe, bisekine û her netewe jî nêzîkê Civata Mirovatîyê bibe, bisekine, wê çaxê em her kesek zêdetir û firehtir dibin xwedî berpirsîyar. Ji bo vanan gerek êdî kurdî bibe zimanê felsefeyê, civatnasîyê, matematîkê û ilmên din. Pirsgirêkên kurdî û kurdayetîyê bi zimanê kurdî bêne nîqaþkirin.

Nivîskar, ronakbîr û zanyarên kurd êdî divê bi mezinzanayên dunyayê re –bi Sokrates, Kant, Hegel, Kierkagaard, Sartre, Chomsky; bi Xezalî, Haldûn, Îqbal, Bedîuzeman re têkilîyek bi zimanê kurdî saz bikin: Ji bo avakirina kesayetîya kurdewerîyê, ji bo “xwebûn”ê û gavavêtina nav Civata Mirovatîyê. Ew ronahîya zanîn, ceribîn û çanda mirovatîyê, mîrate, dewlemendî û pêþketina mejîyê mirovatîyê yê sedsalane, pêþveçûyînên teknîkî û compîturê, gerek êdî bi destê nivîskar û ronakbîrên kurd, di nav tirînca kurdî re derbas bibe xwe bigîhîne neteweya kurd.