|
Zîn(dan)a Mem Memê Zîn(dan)ê
Wext nîvê þevê Nasekine dengê sietê Tik, tik... Tik, tik… Siet yek û nîvê þevê Car nakeve çavê min xew Naçin ji bîra min rewþ Yek bi yek hiþk dibin gul di baxçê min de Destê xwe davêm kîjanî Pelên wê stûxwar dibin Û xwe berdidin erdê, di nav tilîyên min de Hisret dibe baran û dibare ser min de Hisreta zarotîya min Hisreta gulek bêhnxweþ Hisreta xwuþka min a bi her halê min derdmend Hisreta keçên stûxwar, belengaz, bê dil û bêçare Hisreta welatê bindest Dibare ser min de tenêtî Tarî dibe ronahî Li ber tarîtîya hêstên min ên tevlihev
*** Geh dibim bilbil Digerim bi hisret Kanê gul? Geh dibim Silheddîn Kanê Qûdus? Geh dibim Mem Kanê Zîn? Geh dibim bindestî Kanê azadî? Li ber çavê min þevtarî dibe ronahî Û hisret, weke baranek ezmanqulî dibare ser min de
***
Bê guhertin nasekine ti tiþt Ser hev de diqelibe pelê ronahî û þevê Dane dû hev mîna miþkên sipî û reþ Bi hev re dilîzin û diçin ji cîwanîya min Û dara jîyana min Çiqas zû diweþîne pelên xwe Çavên min li cîye kûrîya tarîyê Û hêvîya ronahîkek piçûk Þev tarî û sar Min diricifîne Hisret agir bi dilê min dixîne Çûçik û keçikên bê wext dimrin tên bîra min *** Þev tarî… Di paca min de stêrkên ronî Û hisret, ser min de çer dibare Xewnên min ên azad Ji xewa min a bindest direve Alîyên min ên tirsonek! Çima hûn direvin ji min Çima hêvîyên min Çima mîna kalekî zane Hûn rê nadin ber min Çima hûn mîna Silheddîn Çav bernadin Qûdus’ê Çima hûn weke Memê Zîn(dan)ê Heta dawîya jîyana xwe Gazî nakin, nabên Zîn!, Zîn!, Zîn! Kûda direvin nizanim Hêstên min ên azadîxwaz Ji tirsên min ditirsin Û hisret, Weke baranek ezmanqulî dibare ser min de
*** Tik, tik… Tik, tik… Siet didîyê þevê Çavên min, sankî sonda bê xewîyê xwarîye Û kînga rewþ tên bîra min Weke hêstên Silheddîn Ji bo Qûdus’a Þêrîn Mîna Mem’ê Zîn(dan)’ê Çer kezeba wî diherike Weke Diclê, Hêla Botanê, Bervê Zîn’ê Û Zîn(dan)’a wî, Ewqas jê dûr dibû Û lê tarî û kûr dibû Hisret wer li min bar, Jîyan wer li min sar dibe *** Çer dibare ax çer dibare Hisret ser min de çer dibare Hisreta welatê bindest Hisreta azadîyê Hisreta daxwazên bê tirs Hisreta zarotîya min Hisreta gulek bêhn xweþ Hisreta xwuþka min a bi her halê min derdmend Hisreta keçên stûxwar, belengaz, bê dil û bêçare Êdî hûn jî rabin ser xwe Ey hêstên min ên bindest! Ey hêvîyên min ên wenda! Û bizanibin bîhna sêva Çawa li Helepçê dikuje Mîrova Evin, ji evîndara re wisa dibe þerbeta mirinê Li welatê Mem û Zîn’ê Û çawa heta niha hebû Ji her Zîn(dan)’kî re Mem’ek Ji vir þûnda jî ewê hebe Ji her Mem’kî re jî Zîn(dan)’ek
10. 2005 Stenbol
|