|
Bejinzirav
Bejinzirava min, weke take rîhanê ye… Ev deh sal e, armanca jîyana min, ew rinda delal e... Li ber perê behrê, rojeke payizê, ronî da dilê min… Ew û ez, ez û ew, roj, meh, sal, deh sal, panzdeh sal derbas bin jî, em nikarin hev jibîra bikin. Birûska hezkirinê, bi hev re dilê me herduyan þewitandîye... Em herdu helîyane... Cara pêþîn ku çavê min lê ket, ev strana han hate ser zimanê min:
Tu gula li gundê xwe yî Yek wek te lê tuneyî Ji bo te ez j’ dûr hatim Dilê min te da heye...
Meha îlonê, rojeke pirr xweþ, çavê wê bilbisîn… Ronîya çavê wê, nava çavê min de wenda bûn… Destê xwe de ser dilê xwe… Bi nazdarî bersîva min da:
Kuro dîno de here Li dora min negere Xortê gundê me pir in Keçê me tune ji te re
Ji devê wê ev gotin derdiketin, lê çavê wê, ewê rast dernedixistin. Bi saetan em li ber hev man. Li pîya sekinîn… Rûniþtin… Meþîyan… Sobarî kirin… Sekinîn… Revîyan… Kenîyan… Xeber dan… Me xwe di nav sohbetê de wenda kir… Bi vê stranê xwe berda nava dilê wê:
Narim narim narim Li vî gundî bi yar im Li ser te evîndar im Çûna bê te nikarim
Bejna zirav bejna te Çavê xezalan li ser te Dilêm bu perçe perçe Ma ev ne bes e ji bo te…
Ma qet ev têra bejinziravê tê… Qet ji awirên xwe dest berdide? Agirê bi canê min ketîye, çi xema wê ye… Ez di nava êþa eþqa wê de disojim. Ew bi ken, pif dike alava canê min…
Kuro lawo tu dînî Ma tu van awiran nabînî Fesad û nerind pir in Hêsan nîn e evînî
Evê gotinê, evî dengî ji serî heya binê pêyê min, min lerizandin... Lê min dev ji daxwazîya xwe berneda. Li ser rêya wê sekinîm. Gurpegurpa dilê min… Çavê min nav çavê wê de… Bi xwestineke ji dil, dîsa min wê da ber gulleyên eþqê…
Li vî gundî bi yar im Li ser te evîndar im Çûna bê te nikarim
Þeva di nîvê þevê da Di berf û di bahozê da Gilî û gazinê xwe dikim Ketim mala bavê da
Bejinziravê kir nekir tu rê nedît… Seba revê, dilê wê bêqerar bû… Dizanî min tu carî wê bernedida. Rê, newal, kaþ, çîya lê hatibûn girtin… Xwe bavêta nava behrê, dîsa jî ji destê min xelas nedibû… Ew bibaya masîkî mezin, ezê bibama yekî piçûk… Minê xwe, nava baskê wê de veþarta… Ew biba masîkî piçûk, ezê bibama yekî mezin… Li kîderê be bila bibe, emê rojeke Xwedê rastî hev bihatana… Rîya rast, yek tenê bû: Meyê bi xweþî dilê hev bikira… Du dilan jî, ev dixwest… Rojê dixwest, hîvê dixwest… Erdê dixwest, behrê dixwest… Teyra dixwest, daran dixwest… Bayê dixwest, germê dixwest. Çavan dixwest, destan dixwest… Bejinziravê, bi dilgeþî destê min girt, xwestina xwe got:
Milê xwe bide vî milî Te agir berda vî dilî Em derkevin ji vî warî Da xelas bin ji vî halî
Panzdeh rojên bi agirê eþqê dadayî… Sibehan zû, çavê min tim li rê bû… Ronîya çavê min ew bû. Dilgeþîya min ew bû. Dilxweþîya min ew bû. Ew rojên bê emsal, mîna xewnekê derbas bûn… Serê êvarekê xatirê xwe xwest… Çû welatekî pir dûr… Her roj ji min re telefon kir, mesaj þand… Min bi wî awayî hesreta xwe anî ziman. Jê re ji çend rojan carekê name nivîsî… Ya rastî, dilê min sar nabe bi vê rewþê… Dîsa stran tên hewara min:
Ez çûme nav baxçê gula Zanim ku min berdaye rê Guhdarê dengê bilbila Ez xweþ dizanim wê sirê
Ev reng û deng û av û dar Vekir li min xweþ kir bihar Anîne ber çavê min yar Ketme xeyala dilberê
Nava min û te de, bi dehan welat hene. Behr hene, oqyanûs hene. Tu jî dizanî, eþqa min û te, li wê dûrayîyê nêzî dike...
Min bêrîya te kirîye Bawer ke min bêrîya te kirîye
Bipirse ji rengê biharê Bipirse ji gula wê darê Bipirse ji kovika darê
Min bêrîya te kirîye Bawer ke min bêrîya te kirîye
Ev çand sal in ez girtî me Zulm û zorê gelek dîme Ez dibêjim bê te nabe
Min bêrîya te kirîye Bawer bike min bêrîya te kirîye
Jîna dilê min, tu rind zanî. Emê, rojekê dîsa werin ba hev… Min vê bawerîya xwe qet wenda nekirîye… Ez çend caran ketim rê. Te, ji bo hatina xwe nexwest… Gotina te yî xweþik mîna hîvê, tarîya dilê min ronî dike: “Yara min, tu neyê… Ezê werim ba te… Ezê werim welatê te yê germ, welatê te yî hêja… Ezê werim û venegerim… Tu bi dilgeþî li benda min be…”
Çend sal derbas be jî, ez mîna ku tê vê sibê werî, li hêvîya te me… Her roj, ji xewê bi wê xeyalê radibim… Çavê min bi hesret, li ser rêya te ye. Yara min a delal, ev strana te xelat e ji bo min:
Lawo ji bona te ez dîn im Kilama li ser te dixwînim Çavên xwe li te digerînim Bawer nakim te bibînim
Sibê nîvro ber êvarê Hêvîya te me li ber wê darê Gava dûr ve te bibînim Dil û hinav têne xwarê
Dibêm were çima nayê Tu kulîlka vê dinyayê Ser te ewr e nabe sayî Tu evîna pir dila yî
Çavê min li rêya te… Dilê min nav dilê te de. Dereng nemîne xezala min… Zanim, barê te pir giran e... Giranîya eþqê, yê dikþîne dizane. Ez ji te bawer im… Tê heyfa vê hesretê, li vê dinyayê nehêlî… Sonda me bila li erdê nemîne… Canê min de agir, çavê min de hêstir, dilê min de hesret… Mîna rehmet a Xwedê, bibare ser min… Kul û kerba min bi wî awayî belkî sar bibe… Kanîya dilê min Ew sozdara min Ez ji te têr nebûm Zû were cem min
Dilê min vekir Têra xwe bi min kir Têra xwe bi min kir Jîna dilê min
Li ber sikratê Roja wefatê Serkî bide min Xêra civatê
Li wê dinyayê Tu bi min re neyê Çeng û rim yayê Naçim cinnetê
Bejinziravê, destê min de baqek herdemciwan, li hêvîya te me… Mirin, piþtî dîtina te ji min re dîlan e.
|