|
Gerhanek di Kurdistan de
Transkrîpsiyon: Ayhan Geverî
Havîn bû çûm Þengarê Hijîra li dem nûbarê
Min dît li wêrê ciwanek Awir dida ji alek
Têtiya zêra li ser enî Dilê min girt û hincinî
Min gotê kiça kê yî? Torîna kîþ malê yî?
Tu gula kîþ baxçê yî? Nêrgiza serê kê yî?
Gotî ez Kurdistan im Xwoþtiviya Kurdan im
Evîdara þairan im Ketime dest nezana *** Hatime Diyarbekirê Cihê pîran û befrê
Nalîna kewê têtin Birîndar e wê dikêtin
Min gotê kewê kê yî? Çima li nav befrê yî?
Çira yê birîndar î? Xwûndarê destê kê yî?
Gotî ez Þêx Seîd im Bo Kurdistan mirîdim
Þêx Seîdê Pîran im Þoreþvanê Kurdan im
Bêkes û bêxwudan im Ketime dest neyara *** Bo Mehabadê gerîyam Wek dara tûyê werîyam
Darek di dest biçûka Pê dikirin yariya bûka
Min gotê ev çi darî Wek rebena li vî warî?
Li kolana dixiþandin Ji nîvê ra þikandin
Gotî ez dar îla bim Navbeyna Çarçira bim
Sûnd û qesa merda bim Ez qibleya Kurda bim
Siha serê xorta bim Ketime dest biçûka
*** Ser evraz çûm Þikak Nav mêrxaz û mêrcaka
Þerker û xurt û zor in Tirk û Ecem li dor in
Xorîna þêrî têtin Þewqa ji çavan pêtin
Min gotê lawê kê yî Tu þêrê kîþ warê yî?
Aþiq û mestê kê yî Xwûndarê destê kê yî?
Got Simkoyê Þikak im Serê xwo ez þor nakim
Kurdînîyê jibîr nakim Ketime destê hara *** Hatimeve Þingarê Def wê þermîn û jarê
Kakila nav kakilî Tu yî þûþa vî dilî
Çima tu ya pir jan î Posîde û kovan î?
Tu bo çî zîz û sil î Berê-xwo dî wî milî?
Gotî ma tu nizanî Dê min dene bîyanî
Lê min sûnd e bi Xwudanî Dê gorî kem vî canî
Neman û yan Barzanî Ez naçim gel xwûndara
1970 |