Tevger û Parastina Ziman

 

 

 

Li welatê me ji bo zimanê kurdî hemû xebat girîng in. Di jîyana kurdên Tirkîyeyê de heta roja îro bi tu awayî gelê kurd firseteke baþ nedîtîye ku zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe. Belê, xebatên ziman bêguman dem dixwaze. Heke tevgereke hemdem û nûjen bê avakirin, dibe ku zimanê kurdî jî, di vî warî de pêþde here. Divê tevgera zimanê kurdî hêza xwe ji gelê kurd bigre... Di warê ziman de, vîneke neteweyî li holê hebe û li ser vê bingehê xebat bête meþandinê...

Mirov dikare gelek tevgeran ava bike ji bo zimên. Wexta ku nakokî û dubendî hebin bêguman ew kar jî nameþe. Divê em bikaribin evîndarên zimanê kurdî zêde bikin û di vî warî de, xebatên xwe bidomînin û doza zimên dozekî neteweyî ye. Mixabin rewþenbîrên gelê kurd, di vî alî de gelekî qels mane. Belê, sedem jî gelek in... Lêbelê, bi awayekî parastina ziman û pêþdebirina ziman li gorî mercan hatîye jibîrkirin. Bi hêvî û daxwazan karên ziman nayê meþandinê.

Heke gelê kurd hêzên xwe yê hiþ derbazî piratîkê bike û bi rê û rêbazên zanistî dikare ku hinek tiþtan bike. Wexta ku hêzên xwe yê hiþ di nav de yekîtî tunebe bêguman bingeh bi nakokîyan tijî dibe. Tevgera ziman, parastina ziman, girîngbûna ziman bi gelemperî hîna baþ fahm nebûye. Di nav gelê kurd de, ev jî rastîyeke me ye. Mirov dikare ku di çarçoweyeke ferehtir de li ser mijarê nîqaþan bike,  lêbelê, ev nayê vê wateyê ku pirsgirêk çareser dibin...

Di mercên îro de hîna gelê kurd girîngbûna zimanê kurdî fahm nekirîye. Wexta ku xwedîyê malê þîyar nebe û malê wî li ber talanê be û ne xema kesên din e. Heta ku dem heye, em jî li zimanê xwe xwedî derkevin. Pêwîstî bi gelek tevgeran heye û a herî girîng di vî warî de zanebûna gel e. Rewþenbîrên kurd di vî warî de, wezîfeya xwe ya dîrokî bikin... Eger rewþenbîrên gelê kurd li vê mîrata bav û kalan xwedî dernekevin, heyfa zimanê kurdî...

Tevgera ziman, parastina ziman xebata di vî warî de herî girîng e. Tevgereke ziman eger bête avakirin û pêwîst e ku, dema pêþîyê hêza xwe gelek xurt be. Belê, dibe ku hinek tiþtan gel ji me fahm neke. Lêbelê di pêþerojê de ev tiþt bêne fahmkirin. Heta ku xebatên berbiçav neyên kirin rastîya tevgerê jî nayê fahmkirin. Îro wek tê zanîn piþaftineke herî mezin li ser gelê kurd tê bikaranîn. Pêwîst e ku gelê kurd jî tedbîrên xwe bigre, li hember piþaftinê. Di hemû waran de mafê me heye ku, em jî li zimanê xwe yê zikmakî xwedî derkevin.

Di dawîyê de, tevgera ziman, parastina ziman wateyeke gelek girîng e. Rewþa zimanê kurdî, rewþa gelê kurd bi hevûdin ve girêdayî ye. Bi rêxistinkirina tevgereke nûjen, di vî warî de, dikare roleke mezin bilîze. Bêguman ji her karî re xebat pêwîst e. Wexta ku xebat tunebe û mirov nikare ji mijaran re çareserîyê bîne holê. Bi bikaranîna rê û rêbazên hemdem, dibe ku mirov hinek tiþtên baþ bike û gelê kurd jê îstîfade bike. Ji guherîn û veguherînan re vekirîbûn pêwîst e.  Belê, tevgereke azad, dikare parastina zimanê kurdî bike û rola xwe ya dîrokî bilîze.