|
Werger û Þîrovekirina Xezelek Mewlana Celaleddînê Romî
Xezel
Ez gerîyam l’her bajarî, bezîme Wek bajarê evînê der nedîme
Nizanîbûm j’ewwel qedrê wê derê Ji nezanî gelek xurbet keþîme
Dev jê berdam, wusa þekkeristanî Wek heywana’l her gihayî çêrîme
Sîr û nîsk û pîvaz wek qewmê Musa Çima’j Menn û Selwayê hat berîme
Xeynî evînê tev dengê defê bû Her dengê ku’l ‘alemê pê hisîme
Ev dengê defê bû ku’j ‘alema kull Beravêtin ber bi dinya fanîme
Di nav canan, canekî mucerred bûm Weke dil bê perr û bê pa firrîme
Ji meya ku lutf û rûkenî bexþand Weke gul, bê lêv û gewrî çeþîme
Nîdayek hat j’eþqê, “Bi rê kev cana! Ku min mihnet-serayek aferîme”
Zêde berxweda’m ku navêm wê derê Potê xwe çirrandim, ez pirr qêrîme
Çawa ku ji çuna wur ez direvim Bo neyêm vira jî direvîme
Gote, “Ey can here, diçî ku biçe Nêzîk li te, weke þeh-demarîme” Efsun kir û dest pê kir bi nazîya Bi efsun û nazîyan ez xapîme
Fisuna wê, dinyayê dihejîne Kî me’z? Ku bi xwe jî ne xwiyanîme
Ji rê derxistim û rêk din da ber min Di wê riyê’r neçûma’d xelisîme
Bê’m çawa bighêjî wêrê, lê belê Qelem þikest ku’b wura gihiþtîme
—— o0o —— Ev xezela Hz. Mewlana, ku di berhema wî ya nemir Dîwana Kebîr ya ji Dîwana Þemsê Tebrîzî cih digre, bi eslê xwe yê Farsî bi van malikan dest pê dike. “Sefer kerdem be her þehrî devîdem Çu þehrê ‘aþq, men þehrî nedîdem Ne danistem z’ewwel qedrê an þehr Zi nadanî besî xurbet keþîdem”1 Kesên ku zanin dizanin; ji Mesnewîyê bigrin hetanî berhemên wî yên din tev weke deryayek bê binî ne. Ku merev bixwaze jê fam bike û jê sudê bistine divê merev weke noqav = xewwas (dalgiç) xwe berde binê avê û ji wan deran mercan û durdaneyên heqîqetê derbixîne. Malum e ku ev karekî ne hêsane. Karekî ne hêsanê din jî eve ku merev van helbest û xezelan cardin bi þiklê menzûm û mewzûn wergerîne zimanekî din. Ji ber ku tê gotin “cahil cesur in” me jî ji heddê xwe zêde teþebbusek wiha kir. Xwedê bike zanayên vî karî bi nezera musamehê li me binêrin. Ji ber ku di vê nivîsê de babeta me bi kurtasî þîrovekirina xezelek Mewlana ye; bi kurahî û bi firehî em li ser jîyan û þexsîyeta ‘ilmî û edebî ya nivîskar nasekinin. Hew bitenê divê merev vêna bîne ziman ku, Dîwana Kebîr ya jî Dîwana Þems, ji çil hezar malikî zêdetir xezelên Mewlana di xwe de dicivîne. Helbet Mesnewî di nava berhemên Melayê Romî cihekî taybet îþxal dike. Digel vê yekê Dîwana Kebîr jî weke mîrêk, weke ‘eynakê kurahîya ruhê Mewlana, samîmîyet û lîrîzma îlahî ya nivîskarê xwe nîþanî me dide. Ji ber vê berhemê ye ku Mewlana Celaleddînê Romî, ji mezintirîn þa’irên cîhanê tête qebûlkirin. 1-Mewlana, di vê xezelê de bi termînolojîyek tesewwufî - ‘irfanî, serpêhatîya însan bi awayekî þêrîn û zelal tîne ziman. Dibêje ku “ez” yanî “ însan” li gelek bajar û welatan gerîyam. Di sefera dûr û dirêj de mîna bajarê evînê yanî “þehrê ‘aþqê” tu der li min xweþ nehat. Di vira de bajarê evînê: Þehrê ‘aþq, ‘Alema Melekut e. Ew ‘alema ku însan berîya ku bê dinyayê tê de di jîya; ‘alema ruhan... Ku cardin emê vegerin wê derê. Gerr û sefera ku di vê malikê derbas dibe jî ev e ku, Bedîuzzaman, vê seyr û sefera însan bi vî awayî tîne ziman: ”însan di seferekê de ye. Ji ‘alema ruhan (‘alema erwah) bi rêya rehmê dayê, ji dinyayê, ji qebrê, ji ‘alema berzax ber bi heþrê seyahat dike.”Di van “bajaran” de elbet tu der mîna “bajarê evîne” ne xweþ û þêrîne! 2-3- Di van malikan de behsa poþmanîya însan têtekirin. Ew ‘alema ku derd û keder tê de tune bû, însan qedr û qîmeta wê ‘alemê fam nekir û ji nezanîyê dinya jê re bû warê xurbet û sirgunê. Di Qur’an a Piroz de Xweda weha diferme: “Me ji Adem re gotîye: Tu û jina xwe (Hawa) di behiþtê de bi hewin. Hûn ji kêdera Behiþtê divên, di wura de ji ber û nî’metên wê bixwin. Lê hûn herduk jî nêzikî vê darê nebin. Eger hun ji vê darê bixwin, hûnê ji wan zalimên ku xerabî li nefsa xwe kirine bine hesibandin.”2 Lê mixabin Adem, yanî “însan”, îtaeta vê fermana îlahî nake, ji terefê Þeytan tê xapandin û însan ji wî “welatê evînê” tê qewirandin û dinya ji wan re dibe warê xurbet û sirgunê.3 Ji ber ku qedr û qîmeta wî welatê þêrîn (Þekeristan) nizanibû mecbûr ma ku, ji bo jîyana xwe bidomîne li her derê bigere û wek heywanan li her gihayî biçêre. 4- Ýnsan ji nezanî û ji nankorîyê hem ji behiþtê û hem jî ji xwarin û nî’metên wê bê par ma. Ji ber ku xwarinên bê qimet ji xwarinên behiþtê li ber çavên van qîmettir hat xuyanî, weke Cihuyan mohra belengazî û namerdîyê li wan hate xistin. Ev bahs di Qur’anê de wusa derbas dibe: Wexta ku Hz. Musa (as) qewmê xwe (cihuyan) ji zilm û ta’da Fir’ewn xelas dike û berê xwe dide çolê, Xwedê Teala li wê çola hiþk û bê av ji bona wan, ji tehtê ava þêrîn derdixîne û ji rehmet û kerema xwe, xwarinên weke goþtê Selwa (Bildirçîn) û helawa qudretê (Menn) ji wan re diþîne. Ji bedêla ku þikir bikin qewmê wî jê re dibêjin: “ Ya Musa, em bi van xwarinan qayil nabin. Dua bike bila Xwedê ji me re zerzewat, xîyar, sîr, pîvaz û nîsk derxîne.” Musa dibêje “ Hûn di xwazin van tiþtên qenc bi tiþtên neqenc bi guherînin?” Xwedê Teala piþtî vê bûyerê belengazî û namerdî bi ser wan de barand. Hetanî anha jî cihu di nava vî halî de digevizin.4 5- 6- Yanî ku li dinyayê her deng û gotin û sohbeta ku qala ‘eþqa Xwedê, behsa Evîna Ýlahî neke, weke dengê defê vala û bê fêdeye. Ji dûranî ve hin tiþt li ber çavên merev þêrîn dixuyin. Weke ku ji duranî dengê defê li merev xweþ were. Dinya jî weke dengê defê, ji dûr ve li ber dilê me þêrin xuya kir. Ev zenn bû sebeb ku me ji ‘Alema Kullî avêtin dinya fanî. 7-8- Di vê jîyana pak û xweþik (beheþt) canekî bi tenê bûm. Ji qeyd û bendan azade, weke dilekî saf-pak, bê perr û bê pa di firîyam. Weke dara gulekê ku çawa bi bejn û bala xwe ya zirav; bê dest, bê lêv, bê gewrî, bê qirik ji meyê, avê, bade yê bi hêsanî vexwe, min jî bê zehmet û bê minnet ji wê meya îlahî dixwar-vedixwar û em þad û bextewarê lutfa Yezdan bûn. 9- Wexta ku em sermestê þeraba îlahîbûn, yanî ku em di behiþtê, di wê ‘alema melekut de bûn ji niþka ve dengek bilind bû ji ‘aþqê (ji Xwedê) : “Bi rê kevin! Min ji bona we qesrek, serayek mihnetê (Dinya) ava kirîye” yanî ezê we biþinîm dinyayê. Ku dinya li hemberî wê alemê weke zîndanê ye, warê derd û ta’dê ye. 10-11- Ji bona ku ez ji wê dinyayê (behiþtê) derneyêm min pirr li ber xwe da. Min ne xwest ku ez werim. Ez girîyam, qêrîyam, cil û potê xwe çirrandim lê fêde nekir. Lê anha jî yanî ku ez hatim dinyayê, min jîyana xwe domand û wextê vegerê (mirinê) hat ez cardin direvim da ku venegerim welatê xwe yê eslî. 12- ‘Aþq (Xweda) gote min here, bi kû direvî here, lewra ji min xelasî tuneye. Lewra ez mîna þeh-demarê nêzikî te me.5 13-14 Ez ‘evdê reben di halê xwe debûm. Þad û bextewar min jîyan diborand. Lê, efsuna Evînê heþê min ji serê min bir. Çi ji destê min tê? Kî dikare li hember wê efsûnê taqet bike? Lewra Cîhan li ber efsûna Evînê mîna pelê darê direcife. Li hemberî Cîhan û Kaînatê çi qîmeta min heye, ez kîme? Ez bi xwe jî ne xuyame 15- Cîh û war û rêça ku ez têdebûm, bê derd û elem bû. Min di behiþtê de xweþ jîyan didomand. Lê Evîn nexwest û hîkmeta wî qebûl nekir ku ez daîmî li wura bimînim. Þeytan muselletî ser min bû; ez bi dek û dolabên þeytên xapîyam. Ji rê derketim. Rêyek dûr û dirêj, tije mihnet, istirab, hêstir bû nesibê min. Helbet Evîn (Xweda) xwest ku ev tiþtana tev çêbibin. Eger ku ev rê bi ber min neketa, ezê bextîyarane û þadîyane di Behiþta xwe de bimama, ezê daîmî di xelasê de bûma. 16- Axir, her tiþt gîhaþt dawîyê. Evîn û evîndar gîhaþtin hev. Ya rasttir, evîndar gîhaþt Evîna xwe. Dem dema ku evîndar di derya Evînê de bi Evînê re bibe yek. ‘Aþiq bighê ma’þûq, perwane xwe bavêje himbêza findê; ku aqîbet þewat be jî! Lewra ev þewatek þêrîn e. Hebûna ‘aþiq di hebûna ma’þuq de tune dibe. Hebûna wan dibe yek! êdî ev merhaleyek wusaye ku ne îmkana gotinê ye. Di vira de qelem diþkê! Divê merev bi xwe ta’m bike, bi xwe bijî.
Têbinî
1 Mewlana Celaleddîn-i Rumî, Kullîyat-i Diwan-i Þems, (Neþr-i Bedîuzzaman Fruzanfer), Ýntîþarat-i Behzad, cild I, xezel no: 1509, rp, 529-530, Tehran, 1329 h.þ.
2 Baqara:35 3 Baqara 36
4 Baqara: 61
5 Qaf: 16
|