Kalê Zana

 

 

Li ser koça ebedî a Xalê Sadiq*

Ji wan kesên di xew de, hinek ji wan þîyar bûn û gotin, “evanê ku ez pê ketime (tiþtên sirf ji bo dinê) ne armanc in, asteng in, ne rastî ye xewn û derew in, ne ji bo kêfê ye giþ tevda ezab in.” Û ji bona ku bigihêjin qeflê salihan ketin rêya wan a ronahî û bi dû armanca safî ketin. Ango talibê rehma Xweda bûn.

Û li hinekan jî xew giran bû. Bi serxoþîye gotin qey pîsî, mîsk û enber e. Di rû û çavê xwe dan. Bi dû tiþtê derewîn ketin û guh nedan kesên salih û rêvebiran.

Însan ji alîyê jîyanê de mîna kevireke ji çîya serberjêr be, yan jî mîna kesekî ji apartmankî de bikeve erdê ye. Çawa ku meriv nikarin bidin sekinandin û nikarin tedbîrekê bigrin.

Þev û roj, du miþk, yek sipî, yek reþ. Didin dû hev, dilîzin, direvin, hevûdu kaþ û berkaþ dikin.

Ev lîstok û reva þev û roja dibin meh, meh dibin sal, sal dibin umr û umr jî dibe sermaye ji her însanekî re.

Û jîyan dibe meydan ji lîstoka miþkê sipî û reþ re.

Soxîn tûtik lê dixe, lîstik diqede, miþk wenda dibin, însan dimire.

***

Tiþtê ku bi soxîn be, jê re dirêj û kin bûn ne girîng e. Ewê ku soxîn tê, ha mirov bûne kalekî heftê salî, ha mirov bûne pitigek heft roj.

Umr ne heft roj e, ne jî heft sal e. Umr ew dema ku mirov bêhnkê/nefesekê kaþ dikin hundir e. Lewra dema berê wê nefesa çû û nefesa dû jî ne garantî ye.

Ango umr/jîyan demeke were/wisa kurt e jê re hatîye gotin “demekê hat û çû” ye. Çi dike di vê dema hebûn û tunebûnê de însan?

“Demek hat û çû”yê însan bi fikra xwe ya bêbinî dike wexteke bêdawî. Lewra di nav dema borî û dema têt de disekine. Wan herdu deman dike neynik. Ev herdu neynik li hember hev disekinin û hevûdu digrin hundirê hev dibin meydaneke bêdawî. Ji bona ku însan di nava wan neynikan de ye xwe di hundirê wê meydana bêdawî de dibîne.

Lê mixabin, kêngê bi afat û tofan û musîbetekê yan jî bi ecel, ango bi kevirekî ji alîyê qederê de tê avêtin ev neynik diþkên, însan ji wê xew û xapandina derewîn, ji wan xewn û xîyalên bê binî þîyar dibe. Dimeyizîne ku ev meydana bêdawî, cîyekî çiqas teng e. Zaten ev þîyarbûn û mirin pir cara hemdem in.

***

Berîya vê þîyarbûnê disekine însan. Ji bo çi disekine?

Neh meha di zikê dayîka xwe de, nizane ji bo çi.

Bi meraqa “çi”yan dibe heft salî, hîn tiþt fêhm nekirîye û daxwazên wî bi xwastek û girî têne cîh.     

Sal dibe hevdeh. Însan êdî bi dû daxwazên xwe ketîye. Daxwaz dinazin, direvin, bi dest nakevin. Bi dest bikeve jî di dest de namîne. Ya umrê wan daxwazan, yan jî umrê însana qîma kêf û dilþadîya însanan nake.

Û digrî însan, dixwaze, direve. Hima li dû çi direve ew tiþt ji wî kesî ewqas pirtir direve. Soxîn însan bi vê revê, direve bervê mirinê.

Sal dibe heftê û însan kal dibe. Êdî jîyan lê bar dibe. Însan barê xwe li piþta xwe dike û berê xwe dide alemeka din.

Xalê Sadiq êdî westîya bû. Lewra wî, jîyanek bê sekin jîya û pir revîya. Tim xwend, tim pirsî, tim got. Lê bi zanebûn bû tevgera wî. Êdî bûbû kal, lê Kalekî Zana. Nedisekinî xîreta wî. Pir cara kela dilê wî xwe diavêt zimanê wî û bi dengê xwe ê xemgîn bi eþqa Xweda û welatê xwe digot sitranên xwe yên rengîn.

Oxira te ya xêrê be Xalê Sadiq.

Têbinî

                                        

* Xalê Sadiq, li dûv umreke bi xêr re di 14.12.2005 de çû dilovanîya/rihma Xweda. Xweda wî efû bike û bi Cinnet û Cemala xwe þa bike. Li dûv armanca wî ya mezin þuxl û xîretê bike nesîbê me.