|
Rojane
16 Muherrem, În
Ev bû hetfteya didiwan ku dibistan, dîsan bi derd, kul û kêmahîyên xwe vebûn. Serê heþt salan e ku her sal ji mecbûrî, bêyî ku bixwazim, bê dilê xwe dikevim dersên zêdeyî mûçeya xwe. Ev dersên zêde, derdê ser derdan in ji min re. Di van þert û mercên xirab ên van dibistanên navçeyên vî welatê me de, perwerdehîya zarokên ku li dibistanên seretayî dixwînin, ne tu perwerdehî ye. Roja ku dersa min a pola 8an heye, ew roj pir zêde diwestim. Îro dîsan du ders li poleke 8an (8-A); peyre jî dîsan li poleke din (8-B) dikevim dersa turkî. Ew zarok in nizanim ciwan in ne ku tiredîn in çi ne, rasterast di delavê dînan de ne. Ne deng diçe wan, ne li mirovan guhdarî dikin, ne ji tirsê fêm dikin û ne jî bi rêya hezkirinê û heyran û qurbanê tên rê. Dersa me saet di 7:00ê de dest pê kir. Ev zarok serê vê sivengê tu dibêjî qey sirf ji bo qelebalix, geremol û eletewþîyê hatine dibistanê. Dikim nakim bi tu awayî nahewin. Çend xwendekarên ku dixwazin em dersa xwe bikin hene ew jî li hember vê bêedebîya van bêterbîyeyan ketinê etrê. Ez ji xwe re mit û mat mame. Nizanim çi bikim. Gotinên min ên mîna “Hey lawo hiþ bin, zarokno bisekinin, gidîno êdî bes e, em dest bi dersê bikin!” qet pere nakin. 40 deqîqeyên me bi vî awayê xedar, bi dengê zengilê navberê diqede. Ez bi bêkêfîyeke dîyar xwe davêjim odeya mamosteyan. Kêfa yek mamosteyî jî tune. Dersa didiwan dest pê dike. Ez li çara dersdayinê digerim. Bi metirsî dikevim dersê. Rewþ hema bibêje eynî mîna berê ye. Ez yeko yeko li ser maseyên van xwendekarên(!) bêhurmet digerim. Ji wan re bi taybetî tewqeya sekn û edebê dikim. Qasekî disekinin, bi lez û bez dersê dikim. Pir najo dîsan dest pê dikin. Axirkî ev ders diqede. Îca dora guhdarîkirina xirecir û heytehola qeþmerên pola din tê. Di navberê de ku têm odeya mamosteyan, bêhna min ji bêhna cixareya wan mamosteyên dilrehet ên ku mamosteyên polên mîna 5an in, hê bêhtir teng dibe. Dixwazim derbikevim derve, li hewþa dibistanê hinekî bêhna xwe derînim. Derve sar e û berf li erdê ye. Zarok bi tekê dilîzin. Ji þeytanî heke tekeke berfê li çavê min bixin... Eve li hewþê, çend xwendekarên baþ, bi rastî çend xwendekarên keç, dor li min digrin. Pirsa min dikin bi awayekî hurmetkarî. Hinekî bi xwe ve têm. Ew ji xwe re dipeyivin; ez ji xwe re difikirim. Ev çi cûre zarok in? Ev dê û bavê van zarokan çi terbîye daye(nedaye) van masûman? Çima ew çend bê pîr û pergal in? Gelo dê çi bibe dawîya wan? Divê ez çi bikim weke mamosteyê(!) wan? Ka çi ji min tê? Jixwe dê û bavê wan rast û dirust salê carekê be jî, nayên me nabînin. Di navbera mamosteyan de jî tu hevkarîyeke berbiçav tune. Rayedarên dibistanê jî ne ew çend jêhatî ne. Dawî ne li pirsên min ne jî li bersivên min tê. Jixwe di navbera vê qelebalixa xwendekaran de mirov nikare birame jî. Dersa çaran e. Qelebalix û tiredînîya sengeleyan, bênavber berdewam e. Ez ji xwe re bi hin zarokên Xwedêtirs re dersê dikim. Êdî baþ bawer dikim ku ev xwendekar bi tu awayî nayên zebtê. Ez naxwazim vê kêþeya giran bikþînim cem îdarekerên dibistanê. Ji ber ku ew tenê bi rêya tirs û lêdanê dizanin. Ew tundî jî gelek caran dîyar bû ku ne çareserî ye. Nexwe çi bikim? Çiqas kitêbên pedogojîyê ku eve serê çend salan e dixwînim, tînim hiþê xwe, hemû yek rêyekê nîþan didin: Sebir û hezkirin... Îca barê dersa van xwendekarên pola 6an... Ev jî wisan in. Derdê wan jî nayê kiþandin. Hinek jê danê nîvro diçin solan boyax dikin; hinek jê diçin li çayxaneyan dixebitin, hinek jê bavê wan ne li malê ne, çûne cîyê dûr xebatê. Ji ber van sedeman jî yên ku tew baþ bi xwendin û nivîsandinê nizanin jî hene. Ez li polên jor, ji keleste ketime. Tu hal bi min re nemaye. Êþa serî zorê daye min. Êdî taqet û mecala ku ez ji van re jî bidim lavayan û tewqeya hiþbûn û guhdarîkirinê ji wan bikim nema ye. Ew jî bi qîma xwe dipeyivin, dikenin, dilîzin û qeþmerîyan dikin. Çare nîn e, min xwe li sebrê û bêhna fireh girtîye. Divê ez bi rêya hezkirinê wan qaîl bikim. (Bi rastî hezkirin bi kêr jî tê.) Êdî qet nabe ku ji nîvê vegerim. Divê ez xwe ji Xwedê nekim. Xwendekarên esîl ên ku terbîyeyekî baþ ji dê û bavê xwe girtine, ne hindik in. Mixabin ew jî mînanê min, bê çare mane. Her navbera ku ber bi dawîya vî danî ve diçe û nêzî paydosê dibe, ez jî zaftir ji çok û qudûman dikevim. Hîna zengilê dawîya dersa dawîyê lê nakeve, zarokên danê êvarê jî bi qelebalixeke sosret li ber derî kom dibin. Bêyî ku bala xwe bidim rûgeþîya mamosteyan a rizgarîya ji dersan(a rast rizgarîya ji bêedebîya kerkereyan), bi awayekî zûzûkayî, xwe bi keys dikim û berê xwe didim alîyê malê. Bi rastî ji vê qelebalixa ecêb, rasterast revî revî direvim. Hela Xwedê dibêjim ku ji vê qelebalixa giran dûr bibim, bigihîjim malê. Îca sîpe û tolazên bajêr jî, hatine li ber devê derîyê hewþa dibistanê, mîna zûrzûrên kulê, ev cixareyên pîs in nizanim esrar in çi ne, di devê wan de, forsa xwe li hember me mamosteyên evdal dikin. Bêyî ku li wan û serserîtîya wan mêze bikim, qet li paþ xwe jî nafetilim û dikim ku bibêjim “serîyo tu bi qurbana lingan ...” Ancax nikarim wisan bikim. Têm ber devê ciwanekî biqapût ku cixare di devan de ye û jê re bi germî û nermîyeke pir henûn : “Tu her du çavên min î, tu li hember van xwendekarên me cixareya xwe mekþînî. Ew jî hîn dibin, dizanî?...” Tavilê reng û rû lê diguhere; biþkokên qapûtê xwe bi hev dixe û bi dilekî xweþ: “Ser çavên min Xocem” dibêje. Tevî van êþ û kulan bi vê gotin û serkeftinê kêfxweþ dibim. Ku têm malê, sihûda min heye ku netebitîyê kurê min ne li malê ye. Piþtî nimêj û xawrinê, bê hemdî xwe, li ser qenepeyê xwe dirêj dikim. Dixwazim bi xêra xewê hinekî bi xwe ve werim. Bi nimêja esrê re, tevî êþa serê xwe hiþyar dibim. Misînê xwe hiltînim, digel ku derve sar e jî, dibêjim belkî ev êþa bobelat hinekî dest ji min biqere, derdikevim devê derî, destnimêja xwe digrim. Ew çi ye? Pozê min xwîn dibe. “Ha!” dibêjim û kêfa min hinekî tê. “Dê êþa serê min bisekine.” Êdî hîn bûme, gava ev qelebalixa giran zorê dide min, bi vê xwînbûna pozê xwe baþ dibim. Tiþtê ku heye êþa serê min nasekine. Xwîna pozê min disekine; lê belê êþa serê min nasekine. Careke din derdikevim derve. Mala min li binetara çîyê ye. Çîya fîq sipî dike. Bayekî hênik, paqij, tahir û sakin tê. Careke din ez bi xwe dihesim ku xwîn ji pozê min tê û lillahilhemd êþa serê min tê birîn. Di nav mirin û jînê de me... Gelo ev çi hal e? Kî neheq e? Ez an xwendekarên tiredîn? Gava bi hiþekî sakin li rewþa xwe û wan temaþe dikim, bala xwe didimê ku heyran, ev zarokên xwendekar ên min ên kurmanc û dimilî, ji alîyê esîlîya xwe ya neteweyî ve ne xirab in. Îca çima ew çend bûne beredayî? Çend malbatên min ên ku bi malbatî dostên min ên salan in, baþ in; lê îca ev çi halê zarokên wan e? Bi van pirsan ez, bi ser çend hisan dikevim: Ev zarok, ne bi zimanê dê û bavê xwe perwerdehîyê dibînin. Serê problemê ji vê derê dest pê dike. Nizanin û nikarin xwe bi axaftinê îfade bikin da kula dilê xwe yê piçûk birêjin û hinekî bêhna xwe derînin. Malbatê, ew ji piçûkahîyê ve bi rêya þiddetê hînî tiþtan kirine. Li dibistanê jî wan ne saloneke sporê ye, ne pola compîterê ye, ne pola labaratuwarê ye, ne kitêbxane ye ne jî kantîn e. Tu dereke ku ev reben, tê de enerjîyê xwe xerc bikin nîn e. Ew jî kela xwe di serê me de hêdî dikin.
De ka xema bavê kê ye gelo ku li
çar alîyê vî memleketî ev zarok, serê sedsalekê
ye ku her sibeh bi serê bavê xwe sond dixwin ku
“bila hebûna min ji hebûna turkan re armaxan
be.”
|