|
Destanke*
James Dunne xwe hêdîka ji derezînka pencerê ku bi sertilîyên xwe ve girtibû, berda ser erd(î). Bi lez li derdora xwe nihêrî. Xanî li kêleka bajarokî, qederekê li piþta rêyê bû. Rê, bi dîwarekî berî î bilind ve hatibû tankirin (çît, sênc). Saet nêzîkî 2 ê (p.n.) û þev tarî bû. Wê hînê þevê li yekî rasthatin ihtimaleke pir kêm bû. Xwe bi hemû awayan ewle dihesiband. Dema li rasta çîmenan kerr û bêdeng direwî, li hiþên xwe ecêbgirtî ma(heyirî). Berî ku li bajarokê Bramptonê bibe zêringirekî birêz, hin caran dizî kiribûn, lê ew roj pir di þûn de mabûn. Li dûv xwe, deh salên rumetdarîyekî qanûnram hêlabûn. Destê ku gihiþt serê dîwêr bigire, bi qasî zinarekî sar û req bû. Hêj dikarî li wî tiþtê mit î qerimî jî bifikire ku caran jê re Richard Strong digotin. Yê kû niha li odeya James jê derketî bi awayekî hilweþîyayî, li nav birkeke sor î tarî û fireh de dirêjkirî ye. Mebesta wî kuþtina wî nebû, lê tu rêyên din nema bûn. Wisa hîs dikir ku bibû bêlîstokê þert û mercan. Dema nasyarekî kevin ew dît, tengasîyên wî careke dî dest pê kirin. Ji bona pereyan gef xwarin. Pereyekî baþ ji karê xwe bi dest dixist lê bi daxwazên gefkêr ên zêdetir dibûn ve helnediket. (perekî baþ di karê wî de hebû lê êdî nema dikarî daxwazên gefkêr ên her ku diçû zêdetir dibû bicîh bianîya.) Rabû dest bi qumarê kir da ku karê xwe rêve bibe, lê hêj zêdetir ket nav tengasîyan. Pê de pê de malkambaxî bû para wî. Li pêþeroja xwe bêhêvî bibû, lewre vegerî karê xwe yê kevin: dizîyê. Richard Strong parêzerekî teqawitbûyî (xaneniþîn) bû ku bi berhevkirina entîqeyan ve, ne tenê li herêmê, lê deverên din jî navdar bû. Wisa dihat bawerkirin ku ew xwedanê hin xemlên zêrîn e ku nirxa wan nayê ravekirin. Dunne, zêr, guharkên kevn, derzî û hwd. dikirîn û ew dihelandin. Wêca ew dikarî bi silametî û sûdbarî ji dizîyên tiþên di mala Strong de xilas biba. Ketina hundirê xanî, karekî hêsan bû. Wî odeya ku berhevoka entîqeyan têde bû pê dizanî û dê tinê bi qasî sê metroyan ser borrîya avkêþkê biketa da ku bigihe pencereyê. Li Bramptonê, tu kesî dijî dizan bergir nedigirtin. Dunne berîkên xwe bi xemlên zêrîn ve tijî kirin ku li odeyê ji wan gelek hebûn. Di heman demê de dewlemendîyeke biçûk bi dest xistibû. Hînê ku piþtî xwe hilmek seh dikir, amedekarîya çûnê dikir. Li dora xwe zivirî ku derîyê odeyê vekirî û Strong bi xwe li ber derî sekinî ye. “Dunne”, tenê ew peyv bû ku ji devê Strong derket. Dunneyî li kêrekî rojhilatî î hostayîyeke ecêb dinihêrî. Kêr di destê xwe de digirt û hema bêyî ku bifikire, li Strongî çeqand. (Û her tiþt xelas bibû.) Dunneyî cendek kêþa odeyê, derî girt, ronahî vemirand, perde kêþan û çawa ketibe hundir, wisa di pencereyê re derket. Çi poþmanî hîs nedikir. Ji xwe re digot: “Min nedikarî tiþtekî din bikim.” “Wî ez nas kirim û ew bûyer, an mirina wî an jî hepsxistina min bû.” Bi bîranîna awirê matmayî yê li ser rûyê Strong ve jidil biþirî. Birastî jî, bo gazin û gilîkirina xwe tu sedem nedidîtin. Mirina Strongî ji bo selametîya Dunneyî pêwîst bû û jibilî wê jî çareyên dîtir nebûn. “her çi awayî be jî, pîremêrekî nêzîkî dawîya emrê xwe bibû.” Xwe ewle hîs dikir. Kî dê bo dizî û kuþtinekî, þik li zêringirekî bêeleqe û nîvsalî bikira? Li dûv xwe tu þûn nehiþtibûn. Li tu kesî rast nehatibû; ne yekî ku diçû û ne jî yekî ku dihat... Heynê ji derîyê qeraxê re kete hundirê xanîyê xwe, odeya sereke ya biçûk vala û di nav bêdengîyekî têkûz de bû. Ew li malê tena sere xwe dima. Jinek her roj dihat û kar û barên malê bo wî dikirin, lê bilî wî tu kesên din li wir ranediza. Odeya razanê li piþta xanî bû, lê dîsa jî berî ku ronahîyê vemirîne jaluzî anî xwarê û perdeyên giran kêþan ber pencereyê. Paþî destê xwe xiste nav berîka xwe û destankeyek derxist. Bi awirekî matmayî cardin li berîkê vegerî, tiþtê lê digerî peyda nekir. Ew car, êrîþî berîkên xwe yên din kir, destên xwe li nav tiþtên zêrîn gerandin ku berîkên wî bi wan we tijibûn. Lepika duyem peyda nekir. Ji ber sedemên ecêb ditirsîya li tiþtên ku þelandibû binihêre. Nîyeta wî nebû heta ku wan tiþtan bigihîne sînîya helandinê ku li odeya qata binê dukanê de bû, ji berîkên xwe derêxîne. Dawîyê dev ji lêgerîna destankeyê berda û li nîveka odê sekin da. Ser û çavên wî wek maskeyekî xofa kesîf. Lepika din winda bû! Heynê hêj di xanîyê Strong de bû, lepik di berîkê de bûn û berî ku þelandinên xwe pakêt bike, lepik ji berîkê derxistin û danîne ser maseyê. Ji xwe bawer bû ku berî derketina bilez, destanke vegerandibû berîkê, lê ew rastîya tirsnak ku yek ji destankeyan berze bû û li ser navrûyê wê jî, nav û navnîþana wî dinivîsî hêj li holê bû. Fikra vegera bo xanî, vegera odeya ku Strong kerr û bêdeng lê dirêjkirî bû, tirseke efsanewî xiste nava dilê wî. Bîranîna rûyê Strong ku bi mirinê ve awirekî ecêb î matmayî li ser cemidî (hiþk) bû, hat pêþ çavên wî û qêrîneke xeniqî veda. Li nîveka odeyê rawesta, rûyê wî sipîçolkî û bi dilopên xuhê ve pinîpinî bibû, mêjîyê wî bibû geremola bêqirarîyê. “Ez nikarim wê bikim” mirmirîn kir, “Ez nikarim” Paþî dîmena sêdarê berbû nav hizrên wî; bedena wî sar wek ku ta lê ketibe lerizî. Li rojên wî yên sucdarîyê, nexweþîyekî tirsa sêdarê li wî peyda bibû. Tirsa kevn dîsa ew xist bin destên xwe, him jî sed caran ji halê berê girantir. Hêdî hêdî derket, çû li ser rêya tarî û vala. Rêwîtî, wekî xewneke giran bû. Bi ya hizrên wî yên nesax baya, li her qorzîyê xeyaletek veþartî bû. Bi dîtina parçeyekî kaxeza pêçanê ku li ser rêya wî bû, qêrîneke xeniqî(qebare) veda. Ji bo kêlîyekî, ew kaxez, wek cendekekî li nav birkekî tarî de dirêjkirî hatibû ber çavên wî. (Wekî ku ji serþoya xuh de derketibe, gihiþte dumahîka rêya xwe.) Bi xuh ve têrbûyî gihiþte talîya rêya xwe û her gava ser pencereyê diket vedilerizî. Ode, wekî wî hiþtî, li nav tarîyê de bû, lê li rex derî tiþtekî tarîtir dixuya. Ji bo peydakirina destankeyê, ronahî hewce bû. Piþka lempê jî li rex derî bû. Bang li hemû `merqedên` nava xwe kir û hêza xwe da berhev. Perde kêþan ber pencerê û alîyê derî ve çû. Pêyê wî bi tiþtekî nerm ket, bi hilmeke xeniqî xwe avêt paþ ve, dilê wî bi qulpequlp (bi hers) lê dida. Tilîyên wî yên lerzok, piþka ronahîyê peyda kirin û ode bi ronahîyê ve biriqî. Richard Strong li ber pêyên wî dirêjkirî ye. Ewqas jê aciz bibû ku, dikarî hemû dinyayê bide da ku awirên xwe jê dûr bêxe. Lê cendêk, tirseke ecêb da ser wî û bêyî hemdî wî awirên wî dikêþandine ser xwe. (wêdetir) bi gemarîyê ve tijî, ber xwe de çemîya (tewî), destên wî dirêjî destikê kêrê bûn. “Rake destên xwe! Xwedayê mezin! Rake destên xwe rûreþo!” Bi qêrîneke tûj li jor nihêrî. Kêm mabû bêhiþ bibe, ji ber veciniqîna nû ya kerbên xwe yên hilweþîyayî. Derî hatibû vekirin, kurê Strong di dest de debance li wir disekinî. Hêdî hêdî destên xwe rakirin ser serê xwe. Mufettîþê ku Dunne dibire polîsxaneyê yekî lewçe (geveze) bû. Wesa xuya dikir ku, wî jibîr kiribû ku li gorî zagonan, mirovekî sûcdar, heta sûçê wî neyê selimandin bêguneh e. Wî wesa bawer dikir ku, her çi awayî be jî, Dunne sûcdar bu. Jixwe, dema mirov fikra dirûvan (delîl) dike ew dîtin ne tiþtekî xerîb bû. “Tu dizanî” wî got “ku tu mirovê talîyê bûyî ku min ê þik lê bibira? Heke tu di odeyê de, bi cendek û dizîyên di berîkên xwe de nehatibaye girtin, me dê tu caran fikra te nekiriba. Bêþansîya te bû ku tu, zû derneketibûyî.” Dunne tu bersiv nedan. Mala wî li ser rêya polîsxaneyê bû, û izin xwest da ku ji xwe re sakoyekî bîne. Hewa sar bû li wê dema tarîya berî þefeqê. “Helbet” got polîs, “lê em jî dê bi te re bihên” Polîs, derîyê qeraxê vekir û pêþ girtîyê xwe ket, du polîs jî dû wan re dihatin. Heynê ku pîyê wî li tiþtekî nerm ket, Dunne wesa difikirî ku tu þansên wî nema bûn. Çemîya (tewîya) da ku wî tiþtî rake. Niþkî ve xerîbîyek hîs kir. Paþî polîs, piþka lampeyê pê xist. Dunne tiþtê ku di destê xwe de bû nihêrî. Ew destanke bû ku wî digo li odeya kuþtî tê de mabû, û ji bo anîna wê vegerîbû! “Vira”, qêrîya polîsek “bisekine lo” Lê Dunne ji nav destên wî xûþîya (þimitî) û kete ser zêmîn.
Têbinî
* Destanke, bi mana lepik e. Li devera Þemzînan destanke û destik jî tê gotin.
|