|
Xalê Mihê
–Eselamun eleykum. –We eleykumesselam. –Qewet be ji we re, li ser xêrê be înþaellah. –Xwedê ji te razî be, rehma Xwedê li dê û bavê te be. –Xalê Mihê, ez dibînim nîyeta te ne çêkirina xanîyekî ye. Hema tu ji ser stûyê xwe dikî. –Tu çima wisan difikirî seyda? –Aniha yekî weke te zana, yekî weke te binavûdeng û bi ser de jî muxtarê gund; de binihêre li xanîyê ku tu çêdikî, malava ev ne xanî ye, kozik e. –Seyda, ez qurbana te me, heçî em kurd in; her roj belayek derdikeve pêþîya me. Erê her tiþt esil Xwedê ye; lê sebra me bê bela û bê derd nayê. Ma ez dîn im ku rabim xanîyekî xweþ û mezin çêkim da ku piþtre ji hinan re bimîne. Yan jî ku ez bême kuþtin û tê de rûnenim. Na yabo na. Hema em çar dîwaran bi hev ve kin ku em tê de bisitirin, bes e. Mele bivirê xwe li kevirê pihêt xistibû. Xalê Mihê rojekê tenê neçûbû dibistanê, di heyama leþkerîyê de fêrî xwendin û nivîsandinê bûbû. Ew her tim li ser mijarên sîyaset û zanyarîyê difikirî. Di civatên gund de, berê axavtinê her tim dianî ser van mijaran. Dema saeta weþana Radyoya Êrîvanê ya bi kurdî dihat, wî çi bikira divîyabû xwe bigihandana radyoyê. Piþtî her cara guhdarîkirina li Radyoya Êrîvanê wî digot: “Ê de ka werin li vê zilmê binihêrin. Em kurd in; lê radyoyeke me ku bi kurdî weþanê bike tune ye. Em li Dîyarbekirê, li Radyoya Êrîvanê guhdarî dikin, ma ecêbeke dî mîna vê heye?” Piþtî ku qasekî rawesta, weha didomand: “Lê ev weha naçe, dê rojek bê ku kurd mafê xwe bixwazin û dê bi ser jî kevin. Hûnê hemû bibînin. Xwedê dizane lê em hemû bi hev re namirin.” Zivistanê cêrek tije av dikir û didanî hewþê. Tilîya xwe di avê de dikir û digot; “Îro hewa evqas derece ye.” Dema di tirimbêleke de bi rê ve diçûn; bilî ku þanîdana hêzê yê tirimbêlê bibîne, destê xwe derdixiste derve û digot: “Qesem bi navê Xwedê tirimbêla me li ser 80yî diçe.” Çi roja salê bûwa, di berîka þalwarê Xalê Mihê de; qewsik, heste, kêr, awêne, lampeya destan ya bipîl hebûn. Havinî dema zilam li cihê bênderan rûdiniþtin tavilê qewsik ji berîka xwe derdixist û kesên amade vedixwand avêtina nîþanê. Di her carê de teqez ê serketî, yê yekem Xalê Mihê bû. Tu avêtineke Xalê Mihê vala nediçû. Þevên dûvedirêj yên zivistanê, Xalê Mihê li kîjan malê bûya; civat jî li wê derê bû. Xort, bi taybetî yên ku diçûn dibistanê zû bi zû xwe li cihê ku Xalê Mihê tê de bû nedigirtin. Hingî wî, pirsên zanyarî bi ser wan de dibarandin. “Dinya bi çend kîlometroyan ji rojê dûr e, heyv çiqas ji dinyayê dûr e, ji van kîjan mezin e, kîjan piçûk e, paytexta filan dûgelê kîjan e, navê diravên filan milletî çi ye?...” û hwd. Dawîya pirsên wî nedihat. Ji þerma û ji tirsan kesî newêrîbû bê cem wî. Rojekê dîsa pirsên xwe kiribûn, yekî ji civatê bi awayekî qehrokî helwesta xwe nîþan dabû û gotibû; “Erê xalê Mihê, aniha mirov zanibe van pirsan çi ye, nizanibe çi ye?” Xalê Mihê jî gotibû; “Hema ez jî ji te re dibêjim, ku mirov heywan be çi ye û ne heywan be çi ye?” Weke her kurdekî Xalê Mihê jî xwedî neyar bû. Piþtî xelaskirina xanîyê xwe ne bi gelekî, bi gundîyên xwe re þer kir. Ji neyarên wî kuþtî hebûn. Xalê Mihê ligel malbat û xizmên xwe ji gund bazda, xwînî bû. Çend salan li çîyê gerîya, xwe neda dest. Dûvre hate girtin, çend salan di girtîgehê de ma. Bi efûyê ji girtîgehê derket. Hat li gundekî nêzî gundê xwe niþtecih bû. Dest bi çandinîya zevîyan, xwedîkirina sewalan kir. Rojekê zerfeke zer dane Xalê Mihê. Zerf ji dadgehê hatibû. Li gundê cîranê wan, dozeke zevîyan hebû. Gundîyan li ser zevîyekê li hev nekiribûn. Xalê Mihê weke yekî zana (yedîemîn) nîþan dabûn. Divîyabû di roja gotî de biçûwa wî gundî. Pir kêfa wî ji vê yekê re hatibû. Ji tiþtên wisan hez dikir. Ji ber ku xwe mîna dadgerekî didît. Derfêta dîyarkirina heqî û neheqîyê dikete destê wî. Ligel vê; “Baþ e baþ e, hin bi hin emê bibin însan. Ku van jî weke me berê dikir bikirana, nediçûne dadgehê. Dê di cî de hevûdin bikuþtana. Encama pevçûnê ji herdu alîyan re jî kambaxî ye. Ma çi ferqîya hebs û gorê ji hev heye? Divê êdî em bi aqilê xwe tevbigerin, ne bi hêrsa dilê xwe. Em heta îro bi hêrs û kîna dilê xwe tevgerîyan, çi kete destê me; ji xeynî êþ, derd, keser û perîþanîyê.” Roja keþfê ku dê biçûna ser zevîyên gundê cîran, zû rabû. Cil û bergên xwe li xwe kirin. Pora xwe þahîk kir û da ser rê. Nîvrokî bû, pîqaba dadger hate gund. Lê rêya zevîyê ku dê biçûwanê ne xweþ bû. Bi pîqabê nikarîbûn biçûnê. Divîyabû ew bi traktorê biçûwana. Berî ku li traktorê siwarbin; dadger ji wan tika kir ku ew dixwaze traktorê bajo. “Ez jî ji malbateke gundî me. Bavê min jî karê çandinîyê dike. Min pir karê traktorê kirîye. Lê ji zû ve ye min neajotîye. Heke hûn destûr bidin, ez dixwazim, aniha bajom.” Hemûyan gotibû; “ser seran û ser çavan.” Piranî jî ev daxwaz li xweþîya Xalê Mihê çûbû. Dadger bi çavekî piçûk li gundîyan nenihêrtibû. Bi rûmetgirî tevgerîyabû. Dadger li cihê ajoker, Xalê Mihê li kêleka wî runiþtibûn. Nivîskarê dadgehê û gundî jî bi traktoreke dî dabûbûne dûv wan. Ji niþka ve Xalê Mihê ji dadgêr pirsîbû: “Birêz dadger, ezê tiþtekî ji te bipirsim. Aniha çapa tekerê piçûk ya traktorê 35 santîmetre ye û çapa tekerê mezin jî 105 santîmetre ye. Heta tekerê mezin carekê dizîvire tekerê piçûk çend caran dizîvire?” Dadger ji alîyekî dîreksîyona traktorê ku ji zû ve ye negirtibû bi baldarî zeft dikir, ji alîyekî din ve li bersiva pirsa Xalê Mihê difikirî. Pêþîya wan fetlonek bû. Heta dadger têgihiþt ku fetlonek e, traktor ji rê derketibû û di bestê de werbûbû. Dema li nexweþxaneya fakulteyê ya Zanîngeha Dîcleyê, firaxên di berîka Xalê Mihê de derxistin; qewsikeke bi gotina Xalê Mihê mîna tivinga alamanî, awêneyeke beriqî, kêreke tûj, lampayeke du pîlî, destmaleke neqiþandî û tewkirî û qutîyek dermanê þekir jimartin. Xalê Mihê di girtîgehê de bûbû nexweþê þekir. Bi rih, lê bêzar ew gihandibûne nexweþxaneyê. Tu kesî ji bijîþk û hemþîreyan re negotibû ku ev zilam nexweþê þekir e. Ji ber vê yekê derzîya ku bi mebesta baþbûna wî lêketibû, bûbû jehr û di laþê wî de gerîyabû. Xalê Mihê bi henekeke zanyarî, nola ku her tim serê xwe pê diêþand xatir ji me xwestibû û koçî bêdawîyê bûbû. Rêbendan 2006–Amed
|