|
Nivîsîn, Jîyan û Roman
ayhangeveri@gmail.com
Dostoevskî, “Em Ewrupayê gelek ji xwe çêtir dinasin” dibêje. Lê em ne xwe dinasin, ne jî Ewrupayê... Cemil Meriç
Wekî her tiþtî, jîn û jîyan bixwe jî xwedîyê jîn û jîyanekê ye. Qe nebe her jînek, awayekî jîyanê ye... Gelek caran jîyana kesan, ne ku bo yeke dî/bîyanî hema bo xwedanê xwe jî ecêb û xerîb dihêt. “Gelo ma ev jîna jîna min e?” yan jî “Ma ev jîna jîn e?” yan jî, “Ha jîyana min! Belê jîyana min a bi cildên romanan de cih nebe...” Jîyana mirovî bi gelek tiþtan ve hatîye dorpêçkirin wêca ji ber wan sedeman gelek caran însan wekî mirovekî ji derveyê jîyana xwe, xwe bi xwe temaþa dike, ku çawa însanek di pencere û þehneþînekê de “jîyanên li derve” temaþe dike... Ev însanê hin caran hakimê jîyana xwe, gelek caran hûn dibînin ji niþk ve dibe mehkûmê jîyan û heyata xwe... An jî temaþevanê (jîyana) xwe... Ev ‘hatin û çûyîn’ helbet li gel jîyana me ya sosyal/civakî jî xwedî-pêwendî ye. Mîsalen eger em heta dused sal berê ve biçin û eger jîyana me bixwe “mijarek” be wê gavê li gor dunyaya ku em têda dijîn dê jîyana me li xwe cuda binêre ji wan însanên ku jîyanên wan li dunyayên/jîyanên cuda de derbas dibin: Eger em dused sal berê di jîyana Rojhilat de xwedî jîyanek enteresan bana dê jîyana me ketiba “gotin”an, lê eger em di Rojavayê de bana dibe ku jîyana me ketiba awayeke nivîsê... Lewra jîyana jînên herdu jîyana ji hev cuda bûn... Biqasê “gotin” û “nivîsîn”ê... “Berê Gotin hebû...” û mirovahîyê hewceyîya tiþtên nivîskî nedikir, ku ji ber wê ye ku di alem û jîyana Rojhilatî de “dewr û wextek tarî” nîne, anko tarîtî û ronahî ne bi hebûna nivîsê ve hebû lêbelê belkî ligel hebûna “gotin”ê ve hebû... Li gor jîyana Rojavayî berîya “nivîsîn”ê dewr “dewreke tarî” ye, dewrên berîya nivîsê dewrên berîya tarîx û dîrokê ne jî her wisa... Lê her çend Rojhilatê hewceyîya nivîsê paþê dîtibe jî –jixwe navlêkirinên Rojhilat û Rojava nû ne û jixwe her çend li rojhilatê gotin berê hebûye jî her wisa maka nivîsê jî Rojhilat e– însanê berê her tiþtê xwe “dinivîsî gotinan”... Lewra dewrên tarî tenê ne bi hebûn û peydakirina nivîsê ve hebûn. Ku Ronesan jî bixwe piþtî nivîsê çêbûye û ew bixwe bi me’neya Ronbûn û Ronîkirinê ye... Gelo tarî-tî nebe ma ronahî dibe? Eger cihek tarî nebe ma hewce heye ku hûn wêderê ron bikin...? Her ronbûn yan jî Ron-esans jixwe mecbûr e ku ligel xwe awayekê ronîkirinê bîne ku jîyanên me biguhurîne... Her çend Ronesansa Rojavayî ronkîrinek rojavayî be jî li gelek alîyan ve roja rojhilatê jî bi xêra wê ronbûnê hilat... Ku ev ronbûna çavkanîya wê Fransa û ya piþtî Þoreþa Frensewî çêbûye berîya her tiþtî “awayên nivîsên nû” ve xwe da pêþ. Piþtî Ronesansê anko Ronbûna fikr û hêþê jîna Rojavayî gelek tiþt hatine afirandin û nûkirin. Di warê nivîsê de jî tiþtê “nû” birastî jî “Roman” e. Jixwe di zimanên Rojavayî de peyva ku bo romanê dihête bikarînan jî her wisa ji peyva “nû” hatîye çêkirin: anko “Novel”. Belê çima ev Novel an jî Roman bi maneya xwe ve jî ji nûbûnê dihat? Gelo dibe ku “Novel/Roman” behsa jîneke nû dike û yan jî her wisa jîyaneke nû ava dike, an jî jîyanê jinû ve nû dike, ava dike!? Birastî jî gava mirov li ser romanê xwendin û lêkolînên xwe zêde dike û nemaze jî li ser paþrû û jîyana romanê, mirov dibîne ku berîya her tiþtî du kelîme derdikevine pêþîya mirovî: Jîyan û Roman. Gelo ka birastî jî ev awaya nû bixwe jî jîyaneke nû ava dike yan ne, an jî ew bixwe jinû ve awayek jîyanê ye, an jî jîyan bixwe roman e...? Jîyan ji romanan dihête wergirtin an jî gelo roman ji jîyanan çêdibin? Yan jî kîjan e jîyana rast: jîyana bûye roman an jî ya din? Romannivîs û nivîskarê Tirk ê bi gelek alîyan ve meþhûr, ê ku romanên wî ji Kurdî bigirin heta bo gelek zimanan hatîne wergerandin Orhan Pamuk, di destpêka romana xwe ya Yeni Hayat (Jîyana Nû) de wisa dibêje: “Min kitabek xwend û jîyana min nû bû/guhurî...1” Belê ka qeder û niviþtara însanê piþtî-Ronesansê û jîyana însanê modern çi pêwendî ligel romanê heye? Gelo ka jîyana her însanê modern bixwe roman e, an roman bixwe jîyana însanê modern e? Roman bi serê xwe ne tenê awayek nivisîn û edebîyatê ye, ew ne tenê alet û “tiþt”ek e, ew bixwe “jîyan” e. Jîyana romanê jixwe ji romana jîyanê bi ruhtir û zindîtir e. Wêca ev dunya û jîyan –dîsa bixwe– fêmkirina romanê ava dike, ku gava em di zangoyê de bûn di dersên li ser romanê de mamosteyê me di wî warî de, li ser jîyan û dinyaya fêmkirina romanê mînak û muqayeseyek dabû ku qet ji bîra min naçît: “Roman bi taybetîya xwe ya herî mezin ve awayek Rojavayî ye wêca jîyana romanê jî her wisa hindek Rojavayî ye. Mîsalen gava însanek Xirîstîyan gunehek kir, ew diçît û vê guneha xwe ji rahîb/qeþe re dibêje ku ew bihête efûkirin; û bi vî halî jî îdî ev guneha wî/wê dibe malê/guneha civakê hemûyê. Ji bo mînak em bibêjin jina Kralekî gunehek kir û ewe ji qeþe re got û qeþe jî ev gunehe ji jina xwe re got... Belê îdî guneh û kirina jina Kralî guneha dunya û jîyana vê civakê ye ya ku ev jinik têda dijît... Lêbelê li Rojhilatê (nexwasma di alema/jîyana Îslamî de), piþtî gunehê tewbekirin heye, an jî di dînên din ên Rojhilatî de tiþtek din lê ne wekî ya Xirîstîyanan/Rojavayîyan...” Anko di vê alemê de guneh nabe gunehê hemû civakê û ew di navbera vî mirovî û Yezdan de berze dibe; lewra guneh “mehrem” e... –Jixwe ma kî biqasê mirovê Rojê îhtîrama “mehrem”ê digire?– Li gor wê muqayeseyê ev jîyana ku bûye malê/“mijar”a civakê sir û esrara xwe winda dike; lewra ev jîyan îdî jîyana “me” ye jî. Anko bi rêya romanan... Ma kê gava Bîra Qederê xwend biqasî Celadet Alî Bedirxan nebû xwedan jîyana Celadet, û di Sîya Evînê de ma kî nebû parçeyek jîyana Memduh Selîm Beg, Suç û Cezaya Dosto de kîjan xwendevan nabe Raskolnîkov û gava ew bivrî li serê vê pîrejinkê dide ma kîjan xwendevan wekî Raskolnîkovî xwe bi þiklê qatilekê nabîne? Ma gunehên wan ligel gunehên “me” nebûne jîyanek “nû”? Tiþteke dî jî di derbareyê romanê de ew bû ku min di zangoyê de zanî: Piþtî romanên nivîskarên Tirk ên nijadperest û tirkçî di civakê de wekî navên “olcay, olcaytu, kaan...” gelek û gelek zêdetir bûne... Ma ez wê nûçeya ku çend meh beriya niha min di rojnameyekê de xwendî nebêjim, ku kurikek xwendevan li tesîra romana ku dixwend xwe avêtîye derve û wekî lehengê romanê hereket kirîye û çav li leheng kirî, ketîye ber “sûç”ekî/“gunehek”î û paþî bi dawî jî ketîye hebsê..? Di derbareyê “ka roman jîyan e an jîyan roman e” de mutefekkîr û ronakbîrê hêja merhûm Cemil Meriç li ser gotinên Max Nordau wisa dibêje: “Nordau dibêje ku roman û þanoyê/tîyatroyê însanê modern/nûjen afirandîye. Anko edebîyat heyat û jîyanê nîþan nade, jîyan bixwe xwe diêxîte rêya edebîyatê. Rewþa jîyana însanê di çîna/sinifa navê de ye bifikirin dibêje Nordau. Jîyana însanê wê dunyayê jîyanek piçûk e. Ew jibîlî aþpezxaneyê/mutbex, dikan, mekteb û dêrê pêvetir tiþtekî nizane di vê jîyanê de. Ew ji êþ û birînên mezin ên mirovahîyê bêhay û bêxeber e. Robotek bigiryan û bibiþirîn. Tecrûbe lê kîjan tecrûbe..? Ev mirovê ku romanê dixwîne, diçe tîyatroyê û afaq û aso li ber vedibin. “Mirov di alemê de biqasî xeyalkirina xwe heye/dijîte.” Ev xeyala ku bi hûnerê ve perwerde û biperwaz nebûye jî hema marek piþtþikestî ye û tenê xwe dixwuþîne. Mirovê çîna navîn (sinfê navîn) bi xwendina xwe ve tecrûbeyên nû ji xwe re naderxîne. Xeyalê wekî heqîqetê hizir dike û dibîne. Ne prensek dîtîye ne jî eþqê dinase. Jîyana wî/wê buut’ek nû dest dixe. Roman û tîyatro li pêþîya pêþîn, piçûkan, jinan, ciwanan, nexweþan mohr dike. Li gor Nordau romannivîs û rojnamevanê Frensewî ye yê ku jina Frensewî afirandî. Nivîskarê desteserê modayê çawa bixwaze dîlberên Parîsê wisa xwe dipêçin, wisa diaxivin, wisa rêve diçin û wisa difikirin. Di destên wan de wekî bûkekê/bebekekê ne, hemû gotinên wan bicîh diînin ev jinik. Heke edebîyat mînakên aþker û baþ dabana ev dê bo xêra mirovahîyê çêtir ba. Û Nordau gazindeyan ji nivîskarê hevdem dike. Rojname bi nûçeyên cîneyatan, tecawûzan, sotin û þewatan, lêser û lehîyan û zelzeleyan ve têne tijîkirin û belavkirin. Qey tu dê bibêjî ka di civakê de bêrawestan însan têne kuþtin, bênavber û herdaîm jinik têne rewandin. Jixwe mijara romanê jî: tiþtê nehatîye dîtin...”2 Ev Nordauyê ku ustad Cemil Meriç jê re “ustad” dibêje bila wisa bibêje û nivîskarê “nûjen” sîtemkar û gunehkar bibîne, em niha jî gotineke romannivîseke din ê Tirk ku li pey nivîskar û romanvanên nûjen diçe bibêjin. Gava Halid Ziya derheqê tesîra romanan ya li ser jîyana civakî û exlaqî ligel Tevfik Fikret diaxive jê re wisa dibêje: “Belê bêguman! Jîyan romanan ne, lêbelê roman jîyanan çêdikin!”3 Romannivîsê meþhûr ê sedsala 19ê Gustave Flaubert, wisa nivisîbû di vê nameya ku ji bo dostê xwe Louise Colet rêkirî: “Duhî ne pêr min li cihek xweþ ê rexê avek daristanên Touques’ê binikên cigaran û pirtikên pasteyan dît. Di wêderê de hindekan geþt û seyran kiribû. Min di berhema xwe Çirîya Paþîn (November) de teswîra manzereyek wisa kiribû. Teswîra min bitemamî xeyalî bû, lê roja paþtir ew bû rastî. Pê yeqîn bî ku her tiþtê nivîskar diafirîne rast e. Þiir hindî geometrîyê rast e... Ax Bovery’a min ya reben bêguman vê gavê di hemû navçeyên Fransayê de dije. Kula dikêþe û digire.4”
Romana Kurdî û Romana Tirkan Em van gotinên ligel romannivîsek din biînin ber hev ka dê çi derkeve meydana fêmkirina romanan, ku dibêje: “Roman ev neynik/xwodîk e ya ku li hember jîyanê hatîye girtin.” Anko jîyanek heye û roman jî e’yne û neynik e li hember vê jîyanê û wê nîþan û nûþa me dide. Lê belê ka gotinên Falubert? Belê wî bixwe jîyanek “ava nekiribû”, yan jî Madam Bovary’ên di koçkên Fransayê de, ne berhemên wî bûn? Ku bêyî ku jîyanek hebe wî ev teswîr/image ava kir û paþî da xuyakirin. -Belê birastî jî her çend li vir mijar ev nebe jî hunermendîya însan û Sani’bûna Xwedê dihête bîra mirovî û ev mijara felsefî/kelamî jî bixwe ligel romanê ûnsîyetek heye.- Roman; yan avakerê jîyanê ye yan jî nîþande û neynika jîyanê... Mamosteyê me yê zangoyê M. Fatih Andý, di nivîsa xwe ya li ser romanê de piþtî ku ji kitêba Tanpýnar ya ku bîyografîya Yahya Kemal e çend gotinên menfî ên derheqê romanê de îktîbas dike di dawîya nivîsê de jî wisa dinivîse: “Ma bi gotina dawî em diþên wisa bibêjin? Ku di nav me de ji desetpêkê heta îro, di nava gel de hetta di ronakbîran de, li hember romanê nêrînek nebaþ û menfî hebûye û vê nêrînê roman wekî tiþtê pûç û xirabker dîtîye û piçûk dîtîye. Lêbelê sedema wê hindek jî ew e ku me di destpêkê de romanên nebaþ dayîne.5” Jixwe her wî mamosteyî gava ku ji me re dersa romanê dida rojekê di derheqe ewilîn romanên Tirkî tiþtek wisa gotibû: “Hevalno ya rastî ew e ku em van romanên me yên pêþîn (romanên dewra Tanzîmatê) hemûyan bînin û bihavêjine nava sinifê û bi pîyan biçine ser û wan pêpes bikin... Belê ev ewilîn mînakên me yên romanan ewqas biqels û zeîf in, jibilî romanan diþibine her tiþtekî. Lê dîsa jî di kitabxaneya min ya þexsî de cihê van romanan cihê herî bijarte ye lewra ev mînakên me yên ewilîn in...” Nexêr li vir mebest ew nîne ku em rade û dereceya romana Tirkî nîþan bidin ku ka ew çend qels e yan jî pêþdaçûyî ye; yan jî ne ew e ku ez bibêjim ku romana Kurdî ya pêþîn Þivanê Kurd bi tinka serê xwe dê zora romana Tirkan bibe... Lê ji van hemû tiþtan em bigehine bersiva vê pirsê “ka di navbera jîyan û romanê de çi heye û ew çîyê hevûdu ne...?” Eger hûn jî romanê bi hemû tiþtên wê ve bi awayek rojavayî bibinîn hûn dê bibêjin ku ew her wisa ne tenê avaker yan jî xirabkerê jîyanê ye ew her wisa nûnervanîya fikra rojhilatê jî dike anko “modernîzm bi romanê ve belav dibe”, ku çawan gelek romannivîsên Tirk ên ewilîn hem roman dinivîsîn hem jî xwendina romanan wekî tiþtekî pûç û kirêt nîþan didan... An jî wekî vê gotinê de jî derbas dibe ya ku me li jor behsa wê kirî, anko dîtina Yahya Kemal: “... derwêþek Mewlewî hebû ku rûyê wî nûranî, rabûn û rûniþtina wî wekî ên çelebîyekê, efendî û geheþtî. Yahya Kemal bi van taybetîyên wî ve ew li ber çavê xwe mezin kiribû, îdealîze kiribû û gelek caran bo însanên ku li derûrora xwe “Aha zîrweya kemalê ya Þerqê ewe ye” digot. Lê piþtî çendekê di derbareyê vî mirovî de vê pêkenokê dibêje: Rojekê ez çûme Mizgefta Beyazitê. Mewlewîyê me we’z dida. Min xwe bi xwe got aha min ew girt ku ew diaxive. Ka dê çend tiþtên xweþ bibêje. Û bi vê hêvîyê ez nêzik bûm. Mêrik bi ezmanê Ûskûpê ê req û hiþk diaxivt. Hevoka ku min ewilîn jê bihîstî ew bû: “Romanan dixwînin, hiþyar bin nabit ku hûn romanan bixwînin, heke hûn dê ji dînê xwe bibin ha...6” Her çawa jîyanê ava dike jîyana xwe jî bi însanên “din” dide qebûlkirin romana modern... Ku berê di civaka Tirkan de, piþtî roman wekî “gunehek”ê dihate qebûlkirin û paþî xwendina wê dîsa jî bitemamî nehatîye men’kirin, wê carê jî ji jinik û keçikan re romanxwendin qedexe bibû.7 Eger em herdu civakan, civaka Kurdan û ya Tirkan bi endazeya Modernîzm û Modernbûnîyê bidin ber hev, bêguman em dê bi aþkerayî bibînin ku di navbera herdu civakan de ferq hindî erd û esmanan e (qe nebe heta panzdeh bîst sal berîya nehe), jixwe civaka Kurd hem civakek -bi alîyê civakî ve- bo tesîrên xaricî girtîyî ye hem jî di civaka Tirkan de jî modernîbûn îdî eve ji dused salê pirtir e bi (ku destpêka romana Tirkî û destpêka modernîzma Tirkî eynî dem û wext e) polîtikaya dewletê ve dimeþe... Lê dîsa eger em vegerin li ser civaka Kurd û romana Kurd em dê bibînin ku romana Kurd ya ewilîn ji alîyê nêrîna romanê û civakî ve ne mînakek xirab e ku em bibêjin wekî daxwaza mamosteyê min em wan binpê bikin. Belê ka bi kerema xwe dîsa li Ereb Þemo yê Kurdistana Spî û Þivanê Kurd binêrin... Belê bi alîyê vehonandin/fictif û taybetîyên romana modern mînakek gelek zeîf e lê bi nêrîna neynikbûn û civakîbûna romanê em lê binêrin: Þivanê Kurd hem ev þivan e yê ku di newal û çîya û dol û mêrgên Kurdistanê de pezê xwe diçerîne. Anko ev roman hem bi alîyê vehonandin/fictif û mijarê ve “reaîlst” e ku hûn bixwînin hûn dê dengê berx û mîhên çîyayên Kurdistanê bibîhizin... (Lê romanên Tirk her çend xirab an jî baþ, mijarmanê qal û behsa têkçûn û nakokîyên civakî dike… Birastî jî ev xala muhîm e ku mijara xebatek berfireh e. Anko hilbijartinên mijarên romanên Kurdî û Tirkî.) Eger em bihêne ser romana Kurdî em dikarin wê jî bibînin û bibêjin ku romana Kurdî ne wekî ya Tirkî di dewrek dirêj ya qelsîyê de maye. Jixwe romanên Kurdî -nemaze romanên Mehmed Uzun- bera ku bi Kurdî derbikevin hema di eynî wextî de Tirkîya wan jî derdikeve, bi vî awayî romana Kurdî hêzekê jî dide romana Tirkî... Her dîsa ligel wê, gava em bi giþtî li romana her çar parçeyê welat bînin ber çavê xwe em dikarin wê bibêjin ku romana Kurdî li gor romana Tirkî zarokatîya xwe zû derbas kirîye û hemen hemen geheþtîye radeya romana Tirkî8, û bi ya min eger kêmasî hebin jî ev ne yên romana Kurdî ne, lê yên “zimanî” ne. Lê dîsa jî gelek romanên Kurdî ji qissebûyîn û çîrokîbûna mijara Kurdî nefilitî ne. Gava ku hûn romaneke Kurdî dixwînin qey hûn çîroka Xecê û Sîyabend, Mîrza Mehemed yan jî Cembelî û Binewþê dixwînin. -Jixwe ma hemû romanên Kurdî jî ne dîrok î ne, ne ji serpêhatîyan pêkhatine? Her çend di romanên Mehmed Uzun de fictif/vehonanadin(kurgu) hebit jî ma romanên wî jî ne tiþtên çêbûyî ne (Celadet, Memduh Selîm, Rûþen Xanim, mala Bedirxanîyan, Biroyê dengbêj..), yan jî romanên romannivîsên din ên Kurd, yan jî Cembelîyê Ihsan Çolemerik ku hindî ku ez dizanim di mala me de yan jî civaka me de ev çîrok hatîye/dihête gotin... anko ne wekî ustad Meriç dibêje “tiþtê ku nehatîye dîtin”, romana Kurd ka kengî jîyanek nû an jî mijarek nû anîye holê, hem bi mijarê hem jî bi awayî… Jixwe ka bi kerema xwe niha herin romanek ya di wê dawîyê de derketî bikirin û bixwînin. Yanê romana Firat Cewerî Payîza Dereng, hema cumleya ewil bixwînin û çavên xwe bigirin, ka dê koçk û dîwanên dengbêjan dê li ber çavê we nerabe pîyan anko qey romannivîsê me, bo me mijar taze jî be, çîrokek folklorîk û gelerî dixwîne… Birastî jî ji bo gotin û fictionê belkî ev ji layê taybetîyên romana modern îþaretên baþ nede ku romana Kurdî pêþve çûye, lê li gor min taybetîya romana Kurdî ewe ye ku divê li ser bihête axivtin. Anko di çavnêrîya “jîyan û roman”ê de. Em niha li ser romana Kurdî de pirsa xwe ya li ser romanê bi awayek ters/bere’qs bipirsin: Belê Bavory di civaka Frensewî de nebû ku ew bi destê Flaubert hatîye çêkirin û afirandin; lê ka romannivîsê Kurd romana Kurdî afirandîye an romana Kurdî bixwe ji xwe re romannivîsê Kurd afirandîye.!? Ez bawer im di derheqê romana Kurdî de mirov diþêt te’rîf û danasîneke wisa çêke: “Ha romana Kurdî! Ew neynikek e ji bo dîroka(jîyana) Kurdî...” Heke em gotina Umberto Eco ya di der heqê nivîsê/metnê de gotî ji bo romanê bibêjin ka dê di derbareyê romana Kurd û jîyana Kurd de dê çi derkeve, an jî romana Tirkan û jîyana Tirkî...? Belê Umberto Eco dibêje: “Her metnek alav û aletek e ku ji bo îmalkirina xwendevanê xwe yê model/mînak, hatîye honandin û çêkirin.” Lê ka çima di romana Kurdî de jîyanên nû nahêne çêkirin. Dizanim ev hinekî jî meseleyek civakî ye, anko jîyanî ye; li dor jîyana Kurdî û romana Kurdî... Romannivîsê Kurd eger di derbareyê jîyan û romanê de hinek din fictif/vehonandinê bike berîya ku romana xwe divehîne, hingî belkî romanek modern derkeve lê, eger Cemil Meriç sax ba wî ji bo civaka Kurdan ev halê hazir jî dê zêde dîtiba. Ku bi dîtina min pêwîst e ku wekî her romannivîsekî romannivîsê Kurd jî vî mirovê “li dijî romanê” lê “jîyana wî bixwe jî roman” bixwîne û têbigehe...
Roman, Rojhilat û Rojava Armanca vê nivîsê ew nîne ku bibêje Xerb kufristan e û her tiþtê wan jî her wisa; ku wekî gelek “rewþenbîrên” Tirk dibêjin..(“Bati batildir...”) Her wisa ew jî nîne ku bibêje Rojhilat bêguneh û xalîxerez e... Lê ka roman û jîyan çi ne, di Rojhilatê de çîye di Rojavayê de çîye? Dîsa eger ez vegerim bi dersên unîversîteyê, yên Fatih Xoce. Mijar destpêka romanê bû, romana Rojhilatî û gava ku mamoste behsê romana Daniel Defoe(1660-1731) ya meþhûr Robînson -belê çîroka vî Robînsonê ketîye giravakê- dikir û xal û motîfên “romana giravî” rave dikir, min jî bêhemdê xwe got “ê mamoste be kitêba Îbnî Tufeyl Heyy bîn Yeqzan?” û bersiva min vergirtî jî ew bû: “Erê, lê ecelê neke..” (Ku romana giravî gelek girîng e û destpêka romanê girav/ada/island e. Jixwe ev meseleya giravê bi utopîyayê ve jî girêdayî ye anko “Medinetul-fazl”a filozofî û “Dewlet”a Platon ve. Her wisa gelo ka nivîsîna romanên Yaþar Kemal de jî ev fikra heye an ne, ku rêze-romanên “bir ada hikayesi” çend cildan dewam dike bi zimanê Yaþar Kemal ê þirîn û rewan...) Bêguman bo têgeheþtina jîyan, roman û têkilîya di navbera wan herduyan de ev xal muhîm bû ku min hingî Heyy bin Yeqzan û Robînson muqayesekirî û bi Tirkî be jî çend rêzikên ecemîyane derheqê wan de nivîsî... Belê li gor gelekan romana Daniel Defoe Robînson ya ku ji ewîlîn romana Rojavayî ye, ji ber ya Îbnî Tufeyl Heyy bîn Yeqzan hatîye dizîn... Lê ev gotin rast yan derew tiþtên girîng ew in ku ji bo jîyan û dunyaya herdu jîyan û dunyayan bo me îþaretên xweþik didin; berê Robînson: gava ku Robînson dikeve giravê hêj piçûk e lê gava ku mezin dibe îdî biquwet dikeve, ji biqasê têrbûna xwe heywanan dikuje û ji bo îdara însanekî zehf zêdetir, heywanên kûvî kewî dike, derûdorên kolikê/qulûbeya xwe perjan/çît dike; qey tu dê bibêjî ka ji wî pêvetir însanek di giravê de dije anko kirinên însanek “modern” û ê ku bixwaze bibe Xwedîyê giravê/jîyanê, dike... Anko ew di giravê de tinê dije lê ew di vê giravê de di “reqabetekê” de ye, ev girava hizîmet û mezin têra wî nake... Ewe Robînsonê Defoe… Li alîyê din de jî Heyy bîn Yeqzanê Îbnî Tufeyl, lê berê di derheqê Îbnî Tufeyl de çend gotin: Îbnî Tufeyl çi tesadûfek mezin e ku em dikarin bibêjîn ji ber ekola wî ya felsefî, ew pêþevanekî Ronesansa herdu aleman e, çend di Rojavayê de jîyabe jî (di Endulûsa ronîkera Rojavayê de) temsîlvanekê sereke ye yê Felsefa Îþraqîyan... Îþraqî ye’nî ronîker.. Belê roman bixwe piþtî ronîbûna Ronesanê hatîye û Tufeyl jî îþraqîyek mezin e... Li gel keþfkirina jîyanên din nakeve û xwekeþfkirinê ve meþxul e.. Erê ferqa di navbera Robînson û Heyy ev e ku Heyy jî dikeve giravê lê ew naxwaze tehekkumê li giravê û erzî bike.. Berê xwe keþf dike û li ser tiþtî û kaînatê difikire. biqasê xwarina xwe heywanan nêçîr dike û digire hetta wan wekî hevalên xwe dibîne û nexwe li gor vehonandina Tufeyl ew bi destê xezalekê dihête perwerdekirin.. û jixwe fîlozof bi me dixwaze bide zanîn ku di nava însan de “rastîyek/zanînek” veþartî/a-priori heye û hewce rêber û kitaban nîne ku eger însan bixwaze bi tinê jî be dikare bigehe vê rastîyê, rastîya Heq, wekî Heyy... Muqeyeseya herdu romanan û jîyana wan wisa ye û bi gotina Cemil Meriç, Defoe însanek ji nakokîyan hatîye pêk û hem durust e hem jî qelleþ, hem qehreman hem jî tirsoke ye9. Romana vî Robînson romanek hiþk û bêta’m e û ev romane jî tam li gor dilê burjuvazîya Ewrûpayê ye... Romana Rojhilat û Rojavayê hindî ferqa di navbera Tufeyl û Defoe de ferq heye anko jîyana herdu dunyayan.. Lê em gotara xwe bi gotinên Ustad Meriç bidawî biînin ku ustad hem romanê li erdî dide û “binpê” dike lê di cihek din de jî dibêje dunyaya min dunyaya romanan e û ka jîyana romanan di jîyana Cemil Meriç çawa tevlîhev kirîye û munasebeta jîyan û romanê çîye..? Belê bifermo Ustad Meriç: “Suç û Ceza yekemîn kitaba bîyanî ye ku min serî heta binî xwandî û piranîya wê wergerandî, anko min zen û hizir dikir min wergerandîye. Eve keþfek bû, çawa ku qederê Amerîka derêxistibû li pêþ Kristof Kolomb’î her wisa Dosto jî derêxistibû pêþîya min, Dosto anko bêdawîbûn/“sonsuzluk”. Min di vê dunyaya girdab û zîrweyan da bi tinka serê xwe û di vî temenî de nedikarî bigerîyêm. Min bi mehan Sonya li ser zimanê xwe neêxist û min ew her gav berxweda digot. Çend þevan ez û ev jinika tefecî li ber hev hatin. Ev nêrînên wê... Ax dunyaya min dunyaya romanan bû...10” Li gor Meriç, di Edebîyata Klasîk(Divan Edebîyati) de roman nîne û ma dê bo çi jî hebit ku ew gava behsa romanê dike û mînakê ji ewilîn romanek Rojavayî dide tiþtên qelek dijwar dibêje di derheq romanê de: “Ji ewîlin romanên Rojavayê romanek “Þeytanê Topal”. Leheng bo me banên avahîyan vedike, me dibe odeyên nivistinê(“yatak odasi” anko “mehrem” A. Geverî). Roman bi destpêka xwe ve îfþa ye. Osmanîyan ne birîn hene ne jî nexweþîyek teþhîrkirina birînên xwe. Çîrokên wan yan cengawerekê ebedî dike ya jî “qisseyek ku mirov jê ders/hîsse û îbretekê wergbigire.” Dibêjin ku roman ligel burjuvazîyê derketîye meydanê. Burjuvazî imtîyaza Ewrûpayê ye anko rûreþîya wê. Bi yek kelîmeyê ve roman, berhema dunyayek dî, berhema iqlîmê ruhek dî û ya civakek dî ye. Dunyayek jartir, iqlîmek me’newî ku mêyatî têde pirtir, civakek gevezetir... Bi gotinek dî ev awayê edebî, zarokê ji munasebeta bênisbet hatîye meydanê ye, munasebeta di navbera tengaþî(buhran) û lihevnehatinê; di navbera realîte û îdealê de.. Nexweþîyek içtimaî, qe nebe elametê nerehetîyê... Jixwe ji ber wê ye bi þerên di navbera çîn/sinafan ve derketîye sehnê. Di civakek bawermend de, di civakek ku nexweþîyên xwe dermankirî de, di civakek ku hewceyeyê bi çareserkirinên xeyalî naket de ma çi îþê romanê heye? Medenîyet li ber mirinê ye, esman xirûxalî ye, jîyan abes; roman jî di vê îddiayê de ye ku însanê vê dunyaya bêqelb bi temamî derêxîte ser sahneyê. Anko insîyaqên çewt, îþtahên heywanî, daxwaz û arzuyên har... Ê jixwe heke -wekî Yezdan- Eþq jî miribe, vê gavê tek nirx û pîrozî: cinsîyet. ...11” …. Ustad belkî gelek tiþtên tîj û dijwar dibêje lê Althusser jî, “xwendina masum nîne” dibêje... Berê Gotin hebû û gotin ya Yezdan bû… Lê îdî Yezdan mirîye, eþq hatîye kuþtin û gotin jî bûye nivîs... Jîyan jî di destê jîyanên hatine-vehonandin de bûye utopîyayek... însanê modern gava dixwaze bijî muracaeta romanan dike... Tevlîhevîya xeyal û rastîyê... Jîyan bila ji romanê; Gotin bila ji nivîsînê zêdetir be...
Têbinî
1 Orhan Pamuk, Yeni Hayat, Stenbol 1994, r. 7
2 Cemil Meriç, Jurnal I, Stenbol, 2005, çapa 16. r. 217-218 3 Servet-i Fünûn, hejmar: 476, 26 Nîsan 1900, r. 115
4 F. Steegmuller, Nameyên G. Flaubert ên Bijarte, 1953.
5 “Roman Okumak Muzýr mýdýr?” Dergâh, c. III hej: 34, Çirîya Pêþîn 1992, r. 3-5
6 A. Hamdi Tanpýnar, Yahya Kemal, Stenbol 1982, r. 33 7 Binêrin: M. Fatih Andý, Kadýnlar, Roman ve Roman Kadýnlarý I-II-III, Kovara Kaþgar, hej: 2-3-4, 1998
8 Ji bo romana Kurdî û ya Farisî li vê berhema hêja û xweþ binêrin: Haþim Ahmedzade, Nation and Novel, A Study of Parsian and Kurdish Narative Discourse, Sweden 2003. (Tirkîya wê: Ulus ve Roman, Fars ve Kürt Anýtsal Söylemi Üzerine Bir Çalýþma, Pêrî Yayýnlarý, Stenbol-2004)
9 Ji bo zêde agahdarîyê binêrin: Cemil Meriç, Bu Ülke, r. 308, Ýletiþim Yay. Stenbol-2005
10 Cemil Meriç, “Dosto ve Biz”, Maðaradakiler, r. 271-272, Ýletiþim Yay. Stenbol-2005
11 Cemil Meriç, Bu Ülke, r. 121-122, Ýletiþim Yay. Stenbol-2005
|