Cîzîra Botan

 

Bajarek þîrîn e, gelek delal e

Bêkes û bîyana re herdem heval e.

 

Bajarê alim û mela û seyda.

Tev de bîn ronahî, ser þehr û gunda

 

Ademê diduyê ye Nuh pêxember

Þeref da welatê Botan, seranser.

 

Nezera Cehferê Sadiq ser bajêr

Þêx Hesenê Besrî jî nazirê jêr.

 

Medresa Sor, cihê ilm û xwendinê

Rojên berê ev stêr bû ser dinê.

 

Melayê Cizîrî, qutbê zemanî

Þe’r û dîwana wî tu kes nezanî.

 

Ebu’l Îz hostayê ilm û sin’etî

Kitêba çêkirî dinê serketî.

 

Ava þetê Dîclê, ava biheþtê

Xweda eslê wê bikê j’me re qismetê.

 

Ebdurrahmanê Welî ji bajêr daxwaz kir

Hingê rojên salê mizgeft ava kir.

 

Mem û Zîn, siltanê iþq û evînê

Þêx Ehmedê Xanî gelek lê tînê.

Gelek alim ji vêdê rabûne, berketî

Va esefa! Beko jî vêdê derketî.

 

Seîdê Meþhûr jî hat vî bajarî.

Ji xizmeta dîn re wî xem dixwarî.

 

Þêxê Meczûb hergav dikir îrþadê

Feqê Teyran dixwend û digha îmdadê.

 

Birca Belek nîþanek ya Cizîrê

Ew heþmet û þe’þea xwe digerê.

 

Þêxê Bê Serî jî nobetê digrê,

Neqenc û xiraba ji ber derî rêdikê.

 

Medresa Mîr Avdel, ji ilmê re mekan

Cam’a Mezin mu’minan re xweþ sekan.

 

Þêx Seyda, Seyîd Qadrî, murþîdê kamil

Qutbê welatî bûn, îlmê xwe amil.

 

Banê Xanê li sekna rêwengîya,

Cudîyê Mirada, wek gula çîya.

 

Þêx Bîrahîm weke tabîbê cana.

Þêx Muhemed Nurî seydayek zana

 

Seyîd Elî, Mele Mehmûd nayên jibîrkirin

Îlmê Qur’anê re, xizmet dikirin.

 

Pira Bafid çêkirine hostayê mahir

Ser de îlm û teknîk, dixweyê zahir.

 

Seyyîd Nesîm, Seyyîd Bahir weke du gula

Muhemed Nurullah mehbûbê dila.

 

Kelek diþuxline ser þetê mezin

Delal dikê gazî, bi lez û bezin.

 

Misûrî, Basîsik, Bazift cîran e

Pirka Þikestî, Rezê Mîran nema ne.

 

Serê Sinsalê, Çar Kendal, Cohtikê Tuya

Mila Mêþik û Qesrik, ser devê rêya.

 

Binê Birca zêw e, jin tev de herin

Bêhna wan teng bûye, piçkê bigerin.

 

 

Qere çarþembe ye îro Westanî

Mêr neçin wêdê ve, de hûn bizani.

 

Seyrangeh e li Mîrhesen û Seqlên

Þikefta, Eyntirbê ve xelk gelik tên.

 

Sitîya Heyat û Banê Cirf jî jibîr neke

Gelek ji gerê hez dikin, tu qet deyneke.

 

Ji her deveran feqî têne, dixwînin

Ratiba jibîr nekin, hûn xwe bigîhînin.

 

Mehela Mîr’elî, Torî, Kelehî

Hemî’j Cizîrê re rewþ û ronahî.

 

Behs û methê Cizîrê xilas nabê

Em ji bajarê xwe hez dikin, ev çawa bê.

 

Hûn efu kin kêmahî yu qisûra

Gelik xwendevan û guhdar û bira.