Apê Hemecan

 

 

 

Þevên zivistanan ên dirêj,

Civata Apê Hemecan,

Ew zanayê çîrokbêjan,

Hergav tije û geþ bû.

Civata wî,

Bi çîrokên rengîn þên û xweþ bû.

 

Apê Hemecan,

Ger ku kêfa wî li cih bûya,

Û Rostemê Zal bigota ji dil û can,

Qal bikira ji Rûdeve û ji Qaqayê Çînî,

Ku ji bo Rostemê gurz li ser milan digot,

“Heft salîyo, qet heþt salî nebûyo!

Xêrê ji emir û ji ruh û ji canê xwe nedîyo!..”

Hingê tu bihatayî hafa gohdaran.

Þênahîya gund bû Apê Hemecan.

 

Þevên zivistanan ên dirêj,

Ne kesî digot þilî,

Ne kesî digot berf,

Ne jî kesî digot baran,

Herkesî berê xwe dida rîya mala Apê

Hemecan.

 

 

 

 

 

Apê Hemecan,

Wek ku berpirsîyarîyeke dîrokî ji ser milên xwe bavêje,

Û ya ku ji bav û kalan sitandîye,

Bi mêvan, gundî û cîranan,

Bi pismam, bi pisê pismaman,

 

Bi nevî û çîrçîrkan bigihîne,

Bêwestan,

Bêrawestan,

Jîyekî dirêj,

Bi gotina çîrokan borand.

 

Ji zarokan bigire heta mezinan,

Yê ku dixwest wî gohdarî bike,

Tu carekê,

Destvala bi þûn ve venegerand.

Hergav xwest ku,

Çîrokên ku dizane,

Bi nifþên nû bigihîne.

Ji ber ku dizanibû dinya,

Hatin û çûyin e.

 

Rojekê ji rojan,

Bê xatirxwestin,

Û bê helalîxwestinê,

Ji niþka ve,

Apê Hemecan!

Bi çîrokên xwe yên hezar salan,

Berê xwe da oxîra mirinê,

Wek ku bêje rêwî li ser rê,

Bi çîrokên wî re,

Me ew daxist gorê.

      Stenbol-1999