muradcelali@gmail.com

 

Di pêvajoya dîrokê de her dem û qonax þert û mercên wê yên taybet hene. Wextekê fikr û bawerîyek rast û heyatî tê qebûlkirin. Piþtî wê tu lê dinihêrî dem û dewran digere, ev fikr û bawerîya ku ji bo wê þer dihate kirin, bi hezaran meriv dihate kuþtin, war û welat dihatine kavilkirin, ji holê radibin. Li dewsa wê fikreke din ya dijberê wê tê pejirandin, îcar ji bo wê ev pêvajoya dirokî dest pê dike.

Di vê de her îstisnayek heye; ew jî ola îslamê ye. Lewra ew ne raman û îdeolajî ye û lewma hikum û fermanên wê li ser dem û deran re ne. Di xîm û bingeha bîr û bawerîya wê de tu guherîn pêk nehatîye. Her çendî di dîroka navbera mirovan de bi navên cûr be cûr bê zanîn jî di rastîya xwe de navê wê Îslam e; ango teslîmî emir û fermana Perwerdekarê gerdûnê bûyîn e. Loma kêmasîyên beþerî û hiþê mirov di wê de tuneye. Herdem mîna roja pêþîn teze ye. Ne kêmasî, ne jî xeletîyên wê peyda dibin. Ji lewra ew reçeteya felata mirov ya li dunyê û axiretê ye.

Lêbelê îro dema em li mirovahîyê dinihêrin nexasim cîhana ku jê re dibêjin alemê Îslamê, gelek tevlihevî, alozî û pirsgirêk hene. Çaxê meriv bi ferdên vê civakê re dipeyîve pirê wan li rewþ û jîyana xwe bêzar in. Ji van pirsgirêk û alozîyan ya herî girîng jî di hêla bîr û bawerîyê de ye. Ji wan kesan pirê wan xwe nîsbetî ola îslamê dikin, xwe peyrewê Cenabê Muhemmed (s.x.l.) dizanin. Lêbelê gava tu hinekî lê hûr dibî, bala xwe didî rewþa jîyan û tevgerên wan, hejahî û girîngîyên di heyata wan de tu têkilîyê di navbera wan û jîyana wan de nabînî, bilî çend îbadet û rituelên ji bav û kalên xwe mîrat hildane. Gava ji derve li wan tê nihêrîn tu dibêjî qey civakeke Îslamî ye, loma wana nûnerê ola Îslamê yên di roja îroyîn de qebûl dikî. Ji ber vê yekê mirov xeletî û xerabîyên vê civaka xwe li ser îslamê qebûl dikin diavêjine sitûyê dînê Xwedê û wê tewanbar dikin. Jixwe ji însanan gelekên wan li tiþtên tê kifþê dinihêrin. Seba rastî dîyar be li çavkanîyên rastî nanihêrin. Lewra ev kar hinekî zehmet divê.

Çendek berya vê di kovareke navê wê Beyan de di hejmara 80 de qaþo li ser pirsgirêka Kurd; ya rastî tunebûna vê pirsgirêkê nivîsek ji alîyê lejneya lêkolînê ya vê kovara terîqetçîya ku xwe Îslamî nîþan dide hatibû amedekirin. Dema meriv bala xwe dide vê nivîsê tu dibêjî qey ev kesana di guhê gê de ne; ango ne ji vî welatî ne û qet haj dunyê tune ne. Di nivîsê de doz dikin ku egera van pirsgirêkan hema bi hev hatina dewlet û îslamê ye. Çaxê ev dewleta sekulera dijberê dîn, di dibistanan de laçikê serbest bihêle, çend tiþtên piçûkê mîna vê azad bike û seba çareserîya vê meselê serî li dîn bixe dê her tiþt çareser bibe. Ev derd û kulên bi salên dûr û dirêj dewam kirîye dê bi vî qaydî sipî û saxlem bibe. 

Xwedê aqil û firaset bide. Ma ev mesele wisa piçûk e. Ma qey kesên qasî wan baqil tunebûn vê rastîyê bibînin û vê birîna xedar derman bikin. Lêbelê ji vî karê wan tê fêmkirin ku ji bo wan ev pirsgirêk ne girîng e.

Seba fêmkirin û nirxandina mijarekê gotî berya her tiþtî meriv wê meselê bi awayekî baþ û dorfireh lêbikole û binase. Li ser eger û mêjûyê wê agahdar bibe da ku çewt tênegihêje û bikaribe ji bo wê çareserîyekê pêþnîyaz bike. Lewra serê safîkirinê teþxîs e, li pey re tedawî tê. Herweha divê her alîyê ku di navbera wan de kêþe peyda bûye bên nasîn. Ka çi xûy û xeysetên wan hene, çi tiþtî nikarin ji hev parvekin. Bi vî, heqî û neheqîya wan bê kifþkirin.

Ji ber vê, seba/bona nirxandina pirsa kurd, di serî de divê li paradîgma wan hêzên dagirker bê zanîn. Ji bo wê em li beþa Kurdistana bakûr binihêrin.

Li dû þoreþa Firansa ya netewîya di 1789an de, fikra netewbûnê li seranserê cîhanê olan da. Jixwe berya wê li Ewrûpa û heremên dinê hêzên feodal serdestî ji dest kiribûn, li dewsa wan împarotorîyên pirnetew û pirol serdest bibûn. Dema ev þoreþa çêbû her netewa ku heya nika di bin bandora hêzên din de jîyîyane hewl dan ku dewleta xwe ya serbixwe damezirînin. Loma ji ber vê herî zef împaratorîyên pirnetew zîyan dît; wekî Osmanî û Awusturya-Macarîstanê.

Gava dewleta Osmanî lê nihêrî gelên di bin hukmê wî de ne berêka ji hev sar dibin û seba serbixwebûnê serî hildidin, wê jî dev ji rêvebirîya sista ku di nav xwe de mûxtarîyet dida netewên din berda. Qey got, dê bi wî qaydî bikaribe li hember jihevûdu belavbûna dewleta mezin a salmezin li ber xwe bide. Lêbelê di wî çaxî de pêvajoya dîrokê berê xwe ji wan guhestibû. Êdî dem dema netew-dewletan bû.

A di encama vê pêvajoyê de gelek bûyeran rû da, dewlet hilweþîyan li dewsa wan yên nû hatine damezirandin. Li dewsa dewleta Osmanî netew-dewleteke nijadperest bi gelek dek û dolavên bêbext hate damezirandin. Ji ber gelek egerên cûrbe cûr –ji wan hinek yên navxweyîbûn, hinek jî yên ji ber hêzên bi hêz û dagirker bûn– derfeta damezirandina dewleteke kurd çênebû. Vê dewletê ji bo xwe du neyar dizanîbû Îslam û Kurd.

 Îslam li hember pêþveçûn, serxwebûn, hêzgirtin û rojhilatîbûna gelê tirk kelem û asteng e. Jixwe ji ber ku dewleta Osmanî hiþke-hiþk xwe bi ola îslamê digirt paþta ma, ji îcad û pêþveçûnên cîhanê bêparma û xwe negîhande asta hemdem. Hê serde dijminîya îcadên nû jî kirin. Ka lê binihêrên metbe’e/çapxane çendsal piþtî îcada wê li axa Osmanî bi destê kê hatîye avakirin. Ango di sedsala bîstan de divê dev ji ol û oldarîyê bê berdan û divê seba bêbandorbûna wê qanûnên ku rê li tevgerên wê bigire bên çêkirin. Dugela nû dê pêþverû(!) be. A ev bîr û bawerîya damezirênêrê dugela nûcivana heramzade bû.

Ya din jî kurd bûn. Divê wisa bikirana ku kurd jî mîna gelên din hiþyar nebin û tevî refê azadîxwaza nebin. Loma emê bêjin em bira ne. Nêzî hezar sal e em ligel hev dijîn, her tiþtê me þirîk e. Ma cihêbûna me dibe. Ev war û welat yê me teva ye. Belkî ji bo kurdan mûxtarîyet bibe. Dema her tiþt qedîya. Deng û his bilîya. Kîjan kurdî serê xwe bilind kir bi tedîb û tenkîlê ev meseleya mûnferîd (?) çareserkirin û ev heya roja me wisa kudîya.

De ka em li vê nivîsê binihêrin. Ji bo vê yekê kîjan kulê derman dike an qet nabê navê nexweþî û egerên wê bibîr tîne. Dema rexna li kes û dezgehên doza kurdeyatîyê dikin dibêjin piranîya wan dijberê dîn in û rojekê yekî seba çareserîya pirsgirêka laçik û tiþtên hwd, dengê xwe nekirine. Rast e pirê wan dijberê dîn in û wekî hevfikirê xwe yên tirk dibêjin, serê nexweþîyê ola îslamê ye. Gava me pêsîra xwe ji wê xelas kir û em ji wê filitîn, wê hingê rizgarîyê bê. Ev mijareke dûr û dirêj e. Lê ka em li wan maqûla bipirsin we kîngê, kîjan rojê û li kûderê dengê xwe kir û tiþtek got. Ev çendî çend sal e deng û hisê xwe nakin. Mîna ker û lalan disekinin îro jî çima hinekî serbestî heye, meriv dikarin navê kurd û kurdistanê bikin. Ew jî çend tiþtê ku êdî nijadperst jî qebûldikin û dibêjin ev çewtî û neheqî hatine kirin rêz dikin û tu dibêjî qey tiþtekî dibêjin.

Hezar heyf û korahî hûn derengî ketin. Diroka we ya li ser vê axê danas e ku we tu tiþtekî pak nekir. We ne mafê xwe parast, ne peywir û pêwîstîyên ola xwe kir, ne yar û neyarê xwe nas kir û ne jî li pey çareserîyê gerîyan. We got, hema bila ji me re dengê xwe nekin û em ji vê rewþa xwe razîne. Yên ku  îro rexna li wan dikin jî rabûn, li rewþ û tevgerê we nihêrîn û ji rûyê we û ji çewtîyên we dijmintîya ola îslamê kirin û rewþa îroyîn derkete holê. De êdî bes e!