Nameya Hivdehem

Tazîyenama Zarokan

 

 

Birayê min ê axîretê Hafiz Xalid Efendîyê bi rûmet!

 

 

Birayê min, ji ber mirina zarokê te ez ge-

lekî xemgîn bûm. Lê,  razîbûna

qezayê û teslîmbûna qedera xwe nîþaneke îslamê ye. Xwedê teala sebreke cemîl bide we û rehmetîyê jî ji we re bike zadê axîretê, ji we re bike mehdervan. Emê pênc xalan dîyar bikin ku xema we û bawermendên weke we birevîne û hêvîyekê bide we.

Xala Yekem: Yek ji ayetên Qur’anê 

 sýrr û maneya wî ev e: Zaro-

kên bawermendan ên berî xamabûnê mirine, wê biçine bihiþtê, li gorî wê derê ewê daîmî bimînin û di bihiþtê de –ku dêwbavê wan jî biçine bihiþtê– himbêza wan de ji wan re bibe sedema þahîyê. Kêfeke xweþ weke evîna zarokan bide dêwbavê xwe. Bihiþtê de her tiþtê tamxweþ hene, lêbelê hinek kes dibêjin: “Ji ber ku bihiþt cihê tenasûlê (zêdebûna nifþan) nîne, tê de evîna zarok û hezkirina wan jî tune.” Lêbelê bi mizgînîya Qur’anê gotinên kesên wihareng xelet, wê ji alîyê zarokên bihiþtê ve bêne pûçkirin. Hem di dunyayê de hezkirina zarokan çiqas bibe deh sal e, û bi gelek kerb û eleman ve têkilhev e. Li hember vê rewþê, di bihiþtê de ji zarokan evînek û hezkirinek wisa heye ku safî, bê elem û bêdawî ye. Bi vî

ayetê  wisan xuya dike ev hal ji bawermendan re zêde xweþ e.

Xala Duyem: Wextekî, kesekî ketibû zîndanê, zarokê wî yê þêrîn jî bi wî re bû. Ev girtîyê bêçarê, digel kerba xwe nikare rehetîya lawikê xwe çêbike, zehmeta zarok, wî mêrikî zahf diêþîne. Paþê hakimê dilovan ji mêrik re xeber diþîne û dibêje: “Ev lawik herçiqas zarokê te ye, lêbelê ji raîyet û milletê min e. Ezê wî ji te bistînim û di qesreke sipehî de xwedî bikim.” Vêca mêrik digirî, dike çinpin û dibêje: “Na, ez zarokê nadime te, ew liha dilxweþîya min e, û bêhna min vedike.” Hevalên wî, jê re dibêjin: “Kerb û girîna te beradayî ye. Ger ji dil, dilê te bi zarokê te ve ye, bihêle bila ji vêdera qirêj, genî û teng derkeve, bila here qesreke fireh û kamran. Hem ji bo menfieta te jî çûna zarok baþtir e. Lewra ku zarok liha bimîne, hetta demekê menfîeteke piçûk wê bigihê te lêbelê, misoger tu wê ji pirsgirêkên zarokê xwe zahf kerb û keseran bibînî. Ger tu zarokê xwe biþînî bal padîþeh, ji te re bi hezaran menfîet heye. Lewra çûna zarokê dibe sedema destgirtina merhemeta padîþeh. Li nik padîþeh, zarok ji te re þefeet dike. Wextê padîþeh hevdîtina we bixwaze, wê zarokê neþîne zîndanê, bereks dê te ji zîndanê derîne û tu wê biçî qesrê, bal zarokê xwe. –bi vî þertî ku bawerîya te bi padîþeh hebe û tu jê re serî deynî.–”

Vaye birayê min ê ezîz, herweke vê mînakê, dema lawikên bawermendên weke te wefat kirin, divê hûn wiha bifikirin: “Ev lawik bêguneh e, aferînerê wî jî rehîm û kerîm e. Þûna terbîye û dilovanîya min a kêm, Xwedê, zarokê min hilanî bal înayet û rehmeta xwe ya bêqusûr... Lawikê min, ji zîndana dunyaya tijî kerb, musîbet û zehmet, deranî, þande bihiþta firdewsa xwe. Ew zarok çiqas bextîyar e!.. Ger di vê dunyayê de bimaya Xweda dizane, gelo wê biketa çi halî?.. Bi vê yekê, gunehê min bi zarokê min nayê, lewra ez dizanim ku ew bextîyar e. Îcar menfîeta nefsa min, ji bo xwe be jî dîsa dilê min bi wî namîne, xem nagirim. Lewra ger di dunyayê de bimaya, wê çiqas be, qasî deh salan,  minê kêfeke digel zahf keseran bikira. Eger salih bûya, di karên dunyayê de serkeftî bûya, belkî wê bi kêra min bihata. Lêbelê bi mirina xwe, bihiþta ebedî de heta hetayê evîna zarokan dide min û ji bo kêfxweþîya bêdawî ji min re þefeet dike. Helbet kî menfîeeta meþkûk/nebicîh a nêzîk wenda bike, menfîeeteke pêþeroj kar bike, misoger ew kes, xem nake, bêhna xwe teng nake, hawar nake.

Xala Sêyem: Ew zarokê wefatkirî, evd û mexlûqekî Xaliqê Rehîm bû, bi hemû hebûna xwe, yê Xwedê teala ye. Bi vî awayî, zarok tenê hevalekî dêwbavê xwe bû ku heta demekê, di bin çavnêrîya wan de bû. Xwedê teala dêwbâv ji zarok re kiriye xizmetkar, berdest. Li hember vê xizmeta wan, keda wan þefqeteke paqij e.

Niha li gor rehmet û hikmeta xwe, Xwedê teala zarokî ji destê te bistîne, –lewra li ser zarok, ji hezaran nehsed û nehwêd û neh hisse yê Xwedê ye– û xizmeta te êdî biqedîne, destê te de tenê hisseyeke lirû/sûrî heye. Bi vê rewþê ger tu li hember Xwedê derkevî kirineke rast nabe; lewra hezar hisse temamî yê Wî ne. Ev hal li bawermendan nayê, tenê kesên ji rêderketî û xafil wihareng xeletîyan dikin.

Xala Çarem: Ger dunya bêdawî bûya: Însan tê de ebedî bûya, dibûya ku we jî xem bigirta û hawar bikira. Lê, ji ber ku dinya mêvanxane ye, zaroka vefat kirî, çûye li kû, hûn jî em jî wê biçine li wê derê. Hem wefat ne ji wî tenê re ye, rêya herkesî ye. Hem wekî cûdayîyek ebedî nîne, hem li pêþerojê, li berzexê û li bihiþtê ewê bigihêjin hev; di

vê bête gotin: “Wî da, wî stend.” û sebr û þukrê bike.

Xala Pêncem: Dilovanî/þefqet, yek ji cilweyên rehmeta Xwedê yê herî narîn, rind, xweþ û þîrîn e. Efsûneke nûranî ye. Ji evînê zehf zêdetir bi hêz û kurt e. Mirov, bi lez, bi dilovanîye digihê rehmeta Xwedê. Çawa ku evîna dinyewî û evî mecazî piþtî gellek tengasîyan diguhere evîna heqîqî û digihêje Xwedê, herweha þefqet jî mirov digihîne Xweda. Lê ji rêya eþqê kurtir, asantir, safîtir, zûtir dil bi Xwedê ve girêdide.

Çi bav, çi dê herdu jî ji zarokên xwe biqasî dunyayê hez dikin. Kengî zaorkên wan ji destê wan bête girtin –ger bextîyar bin, ji dil bawermend bin– wê rûyê xwe ji dunyayê vegerînin û Mun’îmê heqîqî bibînin. Vêca dibêjin: “Hemin dunya namîne, hêjayê bala dil nîne.” Zarokê wan çûye li kû, dê dêwbav jî biçine wê derê. Rewþeke mezin yê manewî kar dikin.

Ehlê xeflet û kesên rêderketî, ji mizgînî û þahîya van pênc heqîqetan bêpar in. Rewþa wan çiqasî xerabe, bi vî mînakê bîne ber çav: Jineke pîr û bêçare, tenê dêya zarokekî gelekî xwînþêrîn, dema lawikê xwe sekerata mirinê de dibîne –ji ber xeflet û þaþîyê jinik xwe di dunyayê de nemir dihesibîne û mirinê jî tunebûn û fîraqa ebedî dizane, li hember doþeka nerm axa qebrê tête bîra wê– jibîrkirin an jirêderketinê, rehma Xwedê nayê ber çavê wê. Îcar bizane ev jinika bêçare çiqas zahmet û eza dikêþe.

Lêbelê îman û îslamîyet, ku wesîla þahîya herdu aleman e, dibêje bawermendan: Xaliqê rehîmê vî zarokê ber sekeratê, wê lawikê bêçare ji vê dunyaya qirêj derîne, wî bixe bihiþta xwe. Hem wê ji te re bike mehdervan, hem jî ji te re bike ewladeke ebedî. Veqetan heta demekê ye, bila dilê nemîne pê ve.

Xem neke, bêje  sebir bike...    

 

                                        

1- Bi navê Xwedayê ku ji her kêmasîyê dûr e.

2- Tu tiþt nîne ku wî Xwedayî bi pesnan tesbîh neke.

3- (Ey Pêxember) tu mizgînê bide xwediyên sebrê. Wana, gava mûsîbetek tê serê wan, dibêjin: Em (ebd)ê Xwedê ne û emê li Wî vegerin. (Sûretê Beqere: 155-156)

4- Hukm ê Xweda ye. (Sûretê Mu’min: 12)

5- Zarokên herdaîm sax. (Suretê Waqie:17)

6- Ferman ê Xweda ye. (Suretê Mu’mîn:12)

7- Di her halî de, hemd ji Xwedê re. (Hedîs, Ebû Dawud, beþa “Edeb”, 91)

8- Ferman ê Xweda ye. (Suretê Mu’mîn:12)

9- Em ê Xweda nin û dîsa emê vegerin bal Wî. (Suretê Beqere:156)

10- Dawî ew e daw.
Sonnet 139