|
Dil Ma Tenê
Dil germ nabe bi tukesî Dostek nema bi kêfxweþî Dîlber bû min kir dostbêrî Nexweþhal im dil ma b’ tenê
Keç baxa îrema Xweda Ew bû nûre ez bûm wenda Ronî dabû li van dera Kesek m’ nedî dil ma b’ tenê
Rabû û rûniþt li min nerî Þewqa çavan dilêm sotî Kirme agir û bizotî Bê ceset mam dil ma b’ tenê
Ey letîfa ji ba Ellah Safî j’ husna tealallah Peyda kir l’min sed ah û wah Naçare mam dil ma b’ tenê
Can ji min çû tev bû canan Carek te li me nekir ferman Ne bêhêvî me tu caran Me can têk çû dil ma b’ tenê
Dilsoz û dildarê te me Þev û roj bend’warê te me Ez aþiqê rûyê te me Ez dinalim dil ma b’ tenê
Sermest e dîlbera horî Xweda çêkir ji ezberî Dilêm têk çû bû perî Mal wêran im dil ma b’ tenê
Bejn û balaya zirav Ez kirme weke hingav Ronî nema li ber çav Çavêm nema dil ma b’ tenê
Rûniþtîye li nav baxa Dor pêçaye tev bi gula Lêv þêrîn e bi van za’ra Aqil çû dil ma b’ tenê
Deþt û newal tev bû xalî Ew meþîya wek curdxezalî Gerden morî sutûn xirxalî
Canêm nema dil ma b’ tenê
|