Rexneyek li Ser Gotara

Meretowar

 

Çawan ku em di her warî de li paþ mane, di warê lîteraturê de jî bi awayekî giþtî li gor xelkên din em li paþ mane. Kêmtir em dikarin bibêjin ku lîteratura me ya akademîk qels e. Lê peyva “qels” jî, qet nebe, kêm-zêde radeyeke xwe heye. Lêbelê carînan nivîsin di kovarên me de têne weþandin ku em dev ji qelsî û radeya kêm-zêdeyî berdin, mirov dema ku dixwîne ji xwe re heyirî dimîne; gelo mirov pê bikene, bigrî; ji nedîtî ve were, rexne bike?...

Rexne? Li nav civakên paþdemayî peyveke lanetî ye!

Lêbelê ger rexne jî nebe, em dê çawan ava xwe ya lewitandî parzûn bikin? Em dê çawan wê sergoya genî ya ji hewlên qaþo nivîskaran û lîteratura ku xizmeta berferehkirina cereyanên hizrî yên netewa me dikin, ji hev veqetînin…? Digel ku car heye, li pêþberî vê sergoyê rexne bi xwe jî betal dibe, bi kêrî tiþtekî jî nayê! Çawan? Em wisan xeyalekê bikin ku we nivîsek bi vî awayê li jêr xwend:

Hemû xwiþkan bi hev re dest û lingên Yûsifî girêdan û avêtin Gola Wanê. Gayek serjêkirin, çakêt û pantol û qirawata Yûsifî di xwîna bizinê de werkirin. Li otomobîla xwe siwar bûn û vegerîyan. Kirasê birayê xwe yê bixwîn bi þanî bavê xwe Nebî Mûsayî dan û gotin, “Peyayên Îbrahîm Paþayê Milî kurê xalê me kuþt!”

Ew kîjan kes e ku dê karibe vê qiseyê bide ber rexneyan an jî bi kîjan metodî rexne bike? An jî, Xwedê wê rojê nîþan nede, ger hûn edîtor-redaktorê kovareke kurdî bûna û nivîseke bi vî awayî bihata ber destê we, gelo we dê çi jê bikirana yan jî we dê çawan rast bikirana? Ez bi xwe di meraqa bersivên we de me...

Gelekê caran ez hin nivîsan; gotarên lêkolînî, helbest, çîrok û hwd. ên wek vê qiseya li jorê li kovarên me dixwînim û þaþ dimînim ku çi bikim! Gelo xwedîyên van nivîsan li pey çi ne...?

***

Nivîseke lêkolînî ya birêz A. MERETOWAR ku li Nûbihar-97, r. 78-80, bi sernavê “Gramera Kurdîya Hersê Zaravayan” weþîyabû (Bala xwe bidinê, çi sernavek xwedî îddîayeke bilind e!). Ji kerema xwe re sebrê bikin, em dê ji bo îddîayê li naverokê binihêrin lêbelê ji kerema xwe re werin, em serê pêþî li ser mentiqa vê hevokê bihizirin. Min bi xwe tu wateyek nedayê. Ger camêrî bigota “Gramera Her Sê Zaravayên Kurdî” hingê min dê fam bikirana ku mîrza A. MERETOWAR bo me xwendevanên kurdî di vê lêkolîna (!) xwe de gramera sê dîyalektên (lehçe) me hildaye dest û zelal kirîye! Çunke ji vî sernavî ev yek tê famkirin, lê mixabin, wek ku kurdên me yên zaza dibêjin, name giran o, pirêze wêran o! Wek çalakîyên hîn rêxistinên bakur, di bin sernavên qerase û biîddîa de naverokeke pûç û jixwe, encam jî fîyasko!...

Ji peyvên vê hevoka sernavî “Zarava” jî, (ne “zarava”, rastê wê “zaraw”) ez bi xwe tênagihêm bê çima di wateya “dîyalektê” de tê karanîn? Bêguman, “zaraw” ne peyveke kurdîya kurmancî yan jî kurdîya kirmanckî (zazakî) ye. Van salên dawîyê, wek gelek peyvên din, ji kurmancîya xwarê (soranî) ketîye ser zar û zimanê nivîskar û zimanzanên me yên pirrzan ên bakurê welêt. Ez ne li hember dan û stendina peyvan im ê di nava dîyalektan de, berovajî ez bi xwe tetbîq dikim, lê bi awayekî rast; bi awayê ku bunyeya dîyalektê di xwe de bihewîne. Îcar ez nizanim yekem car kê vê peyvê di kurmancîya bakur de karanîye lêbelê wî kesî þaþ fam kirîye û þaþ jî daye famkirin. Jixwe wisan e, yek radibe, bêyî ku hay ji ciddîyeta nivîsandinê hebe, tiþtekî þaþ li kovarekê diweþîne (neþr dike) û jê þûn de jî êdî ew þaþî dibe þaþîyeke muþterek. Wek gelek tiþtan, êdî tu bikî-nekî ji nava hiþê civaka bêîlm û paþdemayî dernakeve! Çunke, peyva “zaraw” ne di wateya “dîyalekt” an jî “lehçe” de ye. Di kurmancîya xwarê de wateyên xwe gelek in, lê nêzîktirîn wateya ku mîrza A. MERETOWAR karanîye, ev e: Þêweya axiftinê.(1)

Ewçend îzehet ji bo sernavê ku ji çar peyvan pêk tê... Baþ e, ez dê niha ji bo lêkolîna camêrî ya xwedî-îddîa ku ji sê rûpelan pêk hatîye çi bibêjim? Ne ku çi bibêjim, ez dê çawan ji nêv derbikevim? Niha ez ji bêgavîyê dipirsim, lewra birêz A. MERETOWAR bi xwe jî lêkolîna (!) xwe bi giþtî li ser pirsên ku bersiva wan ew bi xwe jî nizane, ava kirîye. Çunkî hema di paragrafa pêþîyê de dibêje, “Zimanê kevn ê kurdan çi ye? Kîjan zarava bingeha kurdîyê ye? Berhema herî kevn a edebîyata kurdan, bi kîjan kurdîyê hatîye nivîsandin?...” Ger ew bi xwe bersiva van pirsan nizane, mafê xwenedevanekî wek min jî heye ku bibêje, heyran madem tu vana nizanî, hingê tu ne mecbûr î ku li ser mijareke wisan binivisînî, ku cenabê wî bi xwe jî dibêje, “Heta niha em li benda xebateke weha bûn; mixabin his ji kesî nayê. Digel ku zêdeyî qeweta min e jî, hema min xwe li vî karî qerase kir.” (Heyran, tiþtê ku zêdeyî qeweta cenabê we be, xwe lê qerase mekin, baþtir e. Ezbenî, tiþtê ku qeweta we têdigihê bikin.) Bala xwe bidinê, lêkolîna xwe qest dike û dibêje “… xebateke weha…” Weha?!...

Dev ji gramera her sê dîyalektên kurdî berdin, min bi xwe tu gramerek di wê xebateke weha de nedît! Lêbelê birêz A. MERETOWAR xwe li gelek pirsên qure yên jixwerazî qerase dike û dipirse, “Gelo van zaravayên kurdî di kîjan sedsalê de dest pê kirîye [kirine]?” Min bi xwe tiþtek ji mentiqa vê pirsê jî fam nekir! Pirs berdewam in, “Hewldanek ji bo kurdîya kurmanc [kurmancî] û dimilî ber bi hev were [werin], heye an na? Ev hewldan têr dike an na?” Bi destûra we be, ez ê jî li vir pirsekê bikim, ger hebûn û nebûna hewldanekê ne eþkera be, yanî hebûna hewldanek hêjayî pirsê be, hingê mirov dikare bibêje, “Ev hewldan”? Kîjan hewldan? Nexwe va ye, dipirse û dibêje, hewldanek ji bo kurdîya kurmanc û dimilî ber bi hev were, heye an na? Hevokek, hevoka din derewîn derdixîne yan jî bêwate dike lê kîjan ne rast e? Min nikarîbû ji nêv derbiketama. Lêbelê her tim pirs berdewam in, ku li dû vana jî dibêje “Gelo dibe ku kurdîya kurmancî nêzî kurdîya dimilî bibe?

Li þûna ku A. MERETOWAR li gor sernavê lêkolîna xwe, gramera her sê dîyalektên kurdî ji me re qiset bike, ku behsa “...fonetîk û morfolojîyê…” jî dike lê rabûye çend peyvên dîyalektên kurdî bi þaþî û her wiha, digel îzehetên çewt dane ber hev û ewqas!

Birêz A. MERETOWAR di lêkolîna xwe ya giranbuha de dibêje, “2. Di serê peyvikan de ketina dengdara “x”yê: Ev dengdar, di kurdîya kurmancî [de] li serê kîjan peyvikê hebe, di kurdîya kirmanckî de ew ketîye.” Li jêrî vê agahîya þaþ sê peyvan di sê dîyalektan de rûberî hev dike. Soranî, vala (-) hiþtîye lê kirmanckî (zazakî) û kurmancî dane ber hev. “War = Xawr, Welî = Xwelî, Weþ = Xweþ”

Bala xwe bidinê, dibêje ev dengdar (x), di kurdîya kurmancî [de] li serê kîjan peyvikê hebe, di kurdîya kirmanckî de ew ketîye. Di hizûra hemû xwendevanên delal ên vê kovarê de ez wek biraderekî wî ji dilê xwe yê xas jê rica û minetê dikim ku þaþîyên xwe bi rîya kovaran bila neke þaþîyên giþtî! Jixwe, bi têra xwe þaþî û gelemþeyên me hene!...

Meseleya ketina dengê “x” ev e: Di fonetîka kirmanckî (zazakî) de dîftonga “xw” nîn e. Dîftonga “xw” ya li dîyalektên din ên kurdî di kirmanckî de carînan jê “x” û carînan jî “w” dikeve, ne ku wek birêz A. MERETOWAR dibêje, li serê kîjan peyvikê (x) hebe, di kurdîya kirmanckî de ew ketîye. Wekî din hemû peyvên ku bi dengê “x” dest pê dikin wek xwe ne. Kurmênc dibêjin “Xalo” em jî dibêjin “Xalo”, kurmênc dibêjin “Xîyar” em jî dibêjin “Xîyar”. Ji dîftonga “xw” ketina dengê “w” jî wisan çêdibe: xwe = xo, xwîn = gonî…

Li jêrî vê agahîya þaþ, îcar pênc peyvan (aw, awis, baw, êre, þew) rûberî hev dike. Lêbelê her pênc peyvên kirmanckî jî þaþ in. Çunke, di kirmanckî de hemû peyv di halê xweser (halê sade yê peyvê) de jî zayend û pirrhejmarîya xwe bellî ne. Lêbelê di kurmancî de bes dema ku peyv di nav hevokê de têne xebitandin zayend û pirrhejmarîya xwe bellî dikin. Di kirmanckî de peyvên pirrhejmar di halê xweser ê peyvê de bi dengê “î” diqedin: Zimbêlî (zh) = Simbêl, Verçimikî (zh) = Berçavk. Û peyvên mê (m) jî bi giþtî bi dengê “e” diqedin. Li gor vîya em dê xeletîyên A. MERETOWAR wisan rast bikin: 1.Hemwateya peyva “av” a kumancî ne “aw”, “awe (m)” ye. 2.Hemwateya peyva “avis” a kumancî ne “awis”, “awre” (m) ye, 3.Hemwateya peyva “bav” a kumancî ne “baw”, pî (n), pêr (n), bawk (n), babî (n) ne (bawo: awayê denglêkirinê ye), 4.Hemwateya peyva “êvar” a kumancî ne “êre”, þan (n) e. (êre: esir; bi tirkî; ikindi), 5.Hemwateya peyva “þev” a kumancî ne “þew”, “þewe (m)” ye.(2) 

Li jêrî vana jî peyvin rûberî hev dike. Ji vana peyva “bîr” ku di kurdîya kurmancî de du wateyên xwe hene (bi tirkî: 1.hafiza; 2.kuyu), di kurdîya kirmanckî de ji “bîr” (hafiza) re “vîr” tê gotin, dengê “b” ê kurmancî dibe “v” lêbelê di wateya “bîr” (bi tirkî: kuyu) de hemin wek xwe dimîne, dengê “b” nabe “v”; çawan ku kurmanc dibêjin “bîr” kirmanc jî hemin wisan (bîr) dibêjin. Dîsan peyva “gav” (bi tirkî: adým) a kurmancî di kirmanckî de nabe “gam”, ji ber ku ev peyv mê (m) ye, ku çend îstîsnayên wek “cinî (m) = jin, derzînî (m) = derzî” yan jî “mêrde (n) = mêr (zilamê zewicandî)” û çendên din ne têde hemû peyvên mê yên kirmanckî wek qaydeyeke giþtî bi dengê “e” diqedin, lewma jî ne “gam”, “game (m)” ye.

Zimanzanê me yê hêja, yê ku gramera sê dîyalektên kurdî dizane, dibêje, “Di kurdîya kurmancî de çiqas dengdarên “v” hebin, di kurdîya soranî de bûne “w”. Em kabra çî dillê? (sr) = Ev birader çi dibêje? (kr). Yan jî, emrro (sr) = îro; evroj (kr), debê (sr) = divê (kr). Baþ e, li kû di kurdîya kurmancî de çiqas dengdarên “v” hebin, di kurdîya soranî de bûne “w”?

Dîsan li hember peyva “mêvan” a kurmancî, “mêyman” dinivîse. Lêbelê di kirmanckî de yan “meyman” tê gotin yan jî çawan ku dengên “ew” xwe dikin “o” (vewre; vore =berf; befr), her wisan jî dengên “ey” xwe dikin “ê” û “mêman” tê gotin. Wek ku peyvên “veyveke; veyweke” dibin “vêve; vêwe; vêke”, ango bi kurmancî “bûk/buk”.

Camêr dewam dike, wisan jixwebawer û bi awayekî qetî (xwedî îddîa) dibêje, “Di kurdîya kirmanckî de tîpa “v” yê di çi peyvikê de hebe, di kurdîya kurmancî de “b” ye.” Û ji bo îddîaya xwe jî van her sê peyvan dide ber hev lê dîsan jî xwe derewîn derdixîne: “va = ba, vîst = bîst, bîr = bîr”. Ez nizanim çima ev dengê “b” yê peyva “bîr” nebûye “v”?! Û dîsan, li nav peyvikên ku wî bi xwe hildane; “baw” û “bav” çima her du dengên “b” wek xwe mane? Li gor îddîaya camêrî divîyabû “bav” a kurmancî bibûna “vaw”!.

Lêbelê ger destûra cenabê A. MERETOWAR hebe, ez dixwazim wî serwext bikim ku di nav zimanê kurdî de rast e ku dengin wergerîyane dengine dî. Ne bi tenê di nava dîyalektan de her wiha di nava devokan de jî ev yek heye. Ev wergerîna dengan jî ne bêîstîqrar (rasgele) e, li gor sîstemekê wergerîyane. Lêbelê ne wek ku ew îddîa dike û dibêje, “Di kurdîya kirmanckî de tîpa “v” yê di çi peyvikê de hebe, di kurdîya kurmancî de “b” ye.” Bi hezaran dengên “b” çawan ku di kurmancî de ne, hemin wisan jî di kirmanckî de têne gotin. Wek mînak: bav = babî; bawk (n), baþûr = baþûr (n), birîn = birîne (m), bazin = bazin (n)…

Her wiha, carînan jî dengê “g” yê kurmancî jî di kirmanckî de dibe “v”. Mînak: gurg (gur) = verg (n), deleverge (m). Dîsan car heye ku dengê “v” yê kurmancî di kirmackî de dibe “m”. Mînak: hingivîn/hingiv = hingimîn/hingimên (n).

Di kirmanckî û kurmancî de dengine dî: veng (n) = deng (bi tirkî: ses), vate/vatiþ/vatene = gotin (bi tirkî: söz; söylemek/söyleme), vindî = winda (bi tirkî: kayýp), virnik = virnik/virnî, venijîyayîþ/venijîyayene/venekî kerdene = venijîn (bi tirkî: uyuklamak/uyuklama), viritiþ/viritene = veriþîn (bi tirkî: kusmak/kusma). Niha mafê me heye ku em ji birêz A. MERETOWARî re bibêjin, li ku di kurdîya kirmanckî de tîpa “v” yê di çi peyvikê de hebe, di kurdîya kurmancî de “b” ye?!...(3) 

Dîsan hevokeke kirmanckî ku nayê zanîn camêr ji bo çi hildaye nava gotara xwe û çavkanîya xwe jî dîyar nekirîye, ku wisan e: “Dawûdî, ya rajanê derbazbîyan, nakokî û têmîyabîyena Turkîye tayêne rind þanena çiman ver.” Ez bi xwe kurdê zaza me, ev çendîn sal in ku ez serê xwe bi vê dîyalektê re diêþînim, ez aþînayê hemû devokên kirmanckîyê (zazakî) me, lê min tu tiþtek ji vê hevokê fam nekir, ez nizanim dê xwendevanên kurmanc çawan jê fam bikin? Gelo zimannas birêz A. MERETOWAR ji kerema xwe re wergera wê ya kurmancî jî binivîsandana, ku gotara wî bi kurmancî ye, qenctir nedibû? Hingê dê xwendevanên kurmanc jî têbigîhiþtana. Yan jî, behsa tewandina peyvikên navdêr ên mêran, (dixwaze bibêjê, tewandina peyvên navdêr ên nêr) dike lêbelê bi þanî xwendevanan nedaye ku di kirmanckî de ev yek li kû û çawan çêdibe?

Ji kerema xwe re bila xwendevan cardin bixwînin, gelo jê çi fam kirine?

 

                  

1. Ji bo peyva “Zaraw” binihêrin li: Hejar (Evdirehman Þerefkendî), Ferhengi Kurdî- Farisî, Çapi Sevvom, Intiþarati Siroþ, Tehran-2003, r. 372

 

                  

2. Binêrin li: Vate Çalýþma Grubu, Türkçe Kýrmancca (Zazaca) Sözlük, Geniþletilmiþ 2. Baský, Vate Yayýncýlýk-2004, Îstanbul

                                          

3. Ji bo gelek peyvan binihêrin li: Vate Çalýþma Grubu, Türkçe Kýrmancca (Zazaca) Sözlük, Geniþletilmiþ 2. Baský, Vate Yayýncýlýk-2004, Îstanbul