|
Helbestvanê Klasîk Wida’î Ji Rêvîngîyê Vegerya
Pêþgotin Ev nivîsîna li ser (Wida’î) têkista wê vekolînê ye, ya bo dîwana wî bûye pêþgotin.. ku dîwan ji layê (Weþanên Havîbûnê)ve hatîye belavkirin.. Ji ber giringîya mijarê me dît ku pêtivîye deqa wê ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî bêt veguhastin, da ku xwendevanên me yên bi tîpên latînî jê bê behir nebin. Bi sedan salan li seranserî Kurdistanê di mizgeft û xwandingehên olî da zimanê Kurdî bi rex zimanên Erebî û Farisî ve dihat xwendin, rewþa xwandinê bi Kurdî li xwandingehên olî heta vê dawîyê jî gelek pêþketîtir û baþtir bûye ji rewþa xwandinê li jêr dardestîya dagîrkerên Kurdistanê û baþtir bûye ji wan xwandingehên bi kutekî li ser gelê Kurd hatîne danan…Eger em binêrîne dîroka torevanîya kurdî ji despêka wê û heya demekê ne dûr, dê bo me xoyabit ku tevaya torevan û helbestvanên Kurd derketîyên wan xwendingehan bûyine, bigre ji Feqîyê Teyran (1557-1640) heta digehe Ehmedê Nalbend (1890-1964). Di van çerxên dûr û dirêj di navbera van herdu helbestvanan da, bi dehan kenkene û zana û þair û feylesofên jêhatî ji nava Kurdan derketîne, geleka ji wana verêja wan di meydanê daye û gelekên dî jî (mixabin) di mizgeft û xwandingehên olî da tevî gondan hatîne þewitandin û sotin û dizîn, kit û matên mayî jî li vêrê û wêra he, tên dîtin. Wida’î, yeke ji wan helbestvanên kilasîk yên heta niha navên wan li çi ciha nehatîne dîtin û bihîstin, ev helbestvane yê bûy û mezin bûy û mirî, kesê navê wî neanîye, dîwaneka helbestan ya berketî paþxwera hêlaye, haya kesê jê nebûye, carekê ji caran kesê hizir nekirîye ku helbestvanekê mezinê berze mîna Wida’î, evro ji karwanê xwe yê windabûn û berzebûnê vegerit. Lewra ez gelekê þa me ku îro berî her kesekî min pêþwazîya vî rêvingî kir û destên xwe têwerkirin û hembêz kir. Ez yekim ji wan kesên evîndarî digel helbesta kilasîka Kurdî hey... dikarim bêjim ku piranîya jîna xwe min digel da borandîye.. û hindek min li ser karkirîye û her dem jî ez li pey destnivîsan gerayme û min pisyar kirîye, gotina mezina dibêje: (Geryan diryane, qismet ser pîyane). Rast e mirov li peyçûnê û geryanê diweste, lê qismet tên destê mirovî. Vê carê pirsa min li ser Ewropa bû, ka ca desnivîsên Kurdî li Ewropa peyda dibin yan ne?! Û ew gerokên berê hatîne Kurdistanê û vegerayn, tiþtek ji xwe ra înaye welatên xwe an ne?. her di kevin da ev pirse di serê min dabû.. Elmanya jî yeke ji wan welatan yên gerok û rohlatnas jê derketîne dinyayê, nemaze hatîne Kurdistanê… û di berê da jî min bihîstibû ku di (STATSBIBLIOTHEK)a Berlînê da, çend desnivîsên Kurdî hene, lê min hizir nedikir ku tiþtek nû têda hebe, yan helbestvanekê nû li wêrê bête vedîtin. Min danabû jî carekê biçim bibînim, dûr nîne beyta (Bersîsê Abid ) ya Feqîyê Teyran, yan helbesteka wî ya din têda be, ji ber ku niho ez mijûlê lêkdana tevaya berkarê wî me. Bajarê ez lê akincî (NEUSS) pêtir ji 600 kilomêtra ji Berlînê dûr e.. Bi þemendefira dawîya înîyê mirov bi neh seeta digehitê. Berî wê roja ku ez bidim rê, hêja pirofisor Celîlê Celîl jî hatibû Berlînê, ji bo çapkirina Beyta (Seyfulmilûk ) ya helbestvan Sîyahpoþ, min û wî û hêja Kerîm Bîyanî heftîyekê li ser vê beytê karkir. Di vê hevdîtina me da hêja, Celîlê Celîl bo min da xoyakirin ku destnivîsek bi navê Wîda’î di Pirtokxanê da heye. Roja 31/7/2000ê ez û hêjayê navbirî çûyin Pirtokxanê, ku ewî jî pirojê (Rêberê destnivîsên Kurdî) di dest daye. Ez di nava destnivîsan geryam û min gelek dîtin: Dîwana Melayê Cizîrî, Þêxê Sen’anî, Mem û Zîn, Nûbihar, Mewlûda Melayê Bateyî… û çendekên dî, piranîya wana yên hatîn çapkirin û desxetên wan jî li cihên dî miþe ne. Tiþtên bi biha ku ber çavên min ketîn, destnivîseka Þêxê Sen’anî, desnivîseka dî ya farisî ku têkisteka Beyta Þêxê Sen’anî têda hebû û dîsan helbesteka Elî Herîrî ku, hêþta belave nebûye, desnivîseka dî ya berketî, ku pêtir ji deh helbestên kilasîk yên nehatîne belavkirin têda hene. Û ev dîwana Wîda’î ya ku niho li ber destên me. Bi rastî ev tiþtê min gotî bi dev sanahîye, lê bi kiryar heta mirov desnivîsekê kopî dikit, zor û zehmete. min daxwaza vê çendê ji karbidestên pirtokxanê kir, li wêderê kopîkirin nabeye (memnû’), tenê rêyek heye, û ew jî (Mayikrofîlm) kirin, evê rîyê jî gelek dirav têdiçit, lê dilê wêrê ye, ya bi astengtir pêtvî bû min alava kopîkirna Mayikrofilmê li mal hebit, ew jî bo min gelek çetîn bo. Lê ez yê rijd bûm ku, kopîyê van desnivîsan derbêxim, eger her nebû divê hewara xwe bigehînime rêveberî. Jinek ji karbidestên Pirtokxanê, navê wê (Melîta Multanî )bû, min çîroka xwe û ya desnivîsên Kurdî jêra got, her tiþtê min vîyay wê ji min ra bi cih anî, ez bawer dikim eger harîkarya wê neba ev kare da nîvero mînit. lewra jî –her weko min soz daye wê bi xwe– Ez pêþ xwe ve û pêþ dilsozên toreya Kurdî ve, ji dil supasyên xwe pêþkêþî wê dikim. Desnivîsa dîwana Wida’î di (STATBIBLIOTHEK)a Berlînê da li bin vê hejmarê hatîye parastin: Ms. Or. Oct. 1081. Desnivîs li ser deftereka qelafet biçûk hatîye meþqkirin, kaloxkê wê yê herdu ala bi kaxezeka req û stûr lêkdaye û cizîbend kirîye, rûperê yekê bi vê hevokê dest pê dike: (Huwel muste’an we e’leyhîl kelam, dîwan Wida’î rehîmehullah). û li dwîvda helbesteka Farisî têt. Dîwan hemî, nêzîkî 88 roperaye… roperê dawîyê helbesteka bi Kurdî têdaye, nehat xwandin. Desnivîs li hin cîyan bi sanahî tê xwandin, li hin cîyan jî bi zor û zehmet. Liba nijad (nisxa eslî) xweþtir tê xwendin, lê ya kopî, gelek cî her di binîra nahên xwendin, ji ber vê sedemê min gelek helbest bi qelemî her di pirtokxanê da, veguhastin. Peyv jî miþe hebûn di liba kopî da, nedihatin xwendin.. Dîsan min hana xwe dibire cem liba nijad.. Tiþtê ji vê jî bi zehmetir, hin roper di liba nijad da jî hebûn, hubrê wan heþftî bû, bi rojan ez ketim ber heta min lêkdayîn û biseruber kirîn.. Dîsan hin peyv her nedihatin dîtin, ew jî li pey cî û raman û pejin û tevnê hevokan, me karî wan peyvan vejînîn. Serên lêvên gelek roperan diryayî ne û peritîne, pir caran pît jê ketîne, pir caran jî peyv yan nîva peyvê jê firîye... Helbestên Kurdî û Farisî jêk nehatîne codakirin, hemî têkelî hev in, bo mînak, carina sê helbestên Farisî meþqkirîne, paþî li pey, helbesteka kurdî heye. Carina jî du helbestên Kurdî, li pey wan, çendên Farisî tên… û heta dawîya desnivîsê bi vî rengî ye. Mixabin ne dîroka meþqkirna wê, ne jî navê meþqvanî li ser desnivîsê nînin. Dema mirov roperên desnivîsê vedidit û baþ lê mêze dikit, mirov we hizir dikit ku wida’î bixwe meþq kirbit, ji ber ku, li ser roperekî xetmeka girover heye û malikek ji helbesteka Wida’î di nav daye, yek–du xetmên dî jî li cîyek din hene, lê nava wan nahêt xwendin, Gelek cara jî dê bînî çend malkên þi’rê yên ser bixwe li ser hindek rûperan hene, hizra mirovî bo wêrê diçe ku, dema tiþtek ketbit serê Wida’î, yêkser nivîsîbit, lê tiþtê mirovî têxit gomanê ewe, despêka dîwanê ev hevoka hanê hatîye:(Dîwan Wida’î rehîmehullah), hevoka (rehîmehullah)) tenê bo wî kesê mirî tê gotin, ji ber wê çendê jî em nikarîn bêjîn ku, eve desxetê Wida’î bit. Pêtvî gotinê ye ku, heta niho jî gelek desnivîs di pirtokxanên Ewropa û Rûsyayê û hin welatên dî da hene, eger bihêt û bihêne vejandin û çapkirin dê rûyê dîrok û toreya Kurdî bi êkcarî hête guhorîn û gelek tiþtên ku ne di hizira me da, dê hêne aþkerakirin. Evro jî dem hatîye ku ev berxwere bête meydanê, kesên zîrek û têheyî, zend û baskên xwe hildin û wan fêris û pehlewana vejînin yên bi tiblên xwe dîroka me bi zêrî nexþandî. Her weku me berê gotî, helbestên Kurdî û Farisî di desnivîsê da jêk nehatîne cudakirin. Evca me jî li pey rêzkirna meþqvanî helbest rêzkirîne.. lê tiþtê me kirî, helbestên bi Kurdî ji nav derxistîne, ji yên Farisî cuda kirîne, lê ew jî me li ser rêza wan hêlayîne. Yên Farisî jî her li pey wê rêzkirnê hatîne. Dîwana Wida’î min li ser sê piþkan parvekir: Piþka yekê: Jîn û serpêhatî, piþka diuyê: Helbestên bi Kurdî, piþka sîyê: Helbestên bi Farisî. Li dawîyê jî Ferhengok. Di Ferhengokê da tenê me çend peyvên me’nayên wan bi zehmet di piþka helbestên bi Kurdî da rave kirîne. Wîda’î di çerxekê gelek giring di dîroka Kurdistanê da jîyaye, ji layekî mîrgehên kurdan werar(tetewwir) kirbûn, bingehên xwe yên aborî û çandî û leþkerî pêþda biribûn, hizrên netewî têda þînbûbûn, piranî ya mîrgehan þiklekê serxwebûna xwe parastibû û li jêr destê Osmanîyan derketibûn, Wida’î di bin bandora vê rewþê da hatîye taþandin (terbîyetkirin), hizra netewî di serî da hatîye çandin. Hizra neteweyî jî di wî çaxî da, girêdayî mîr û serweran bûye, girêdayî deshelatdarîya mîrgehê bûye. Û ji layekê dî, Osmanî bi xetera serxwebûna mîrgehan hesîyan, tirsa wan ji wê tirsê bû ku, Kurdistan ji bin desthelata wan derkevit. Êdî dest bi êrîþên mezin kirin, ser û binên Kurdistanê bûn meydana þerekê bê yeman, bi dijwarî mîrgehên kurdan hatin heriþandin û gelê kurdistanê kete di bin vebirandin û qirkirnê da. Wida’î helbesteka dûr û dirêj, yan bêjîn zêmarek bi kuþtina yek ji mîrên kurda yên wî çaxî (Þêxî Beg) mîrê Miksê gotîye. Weha dîyar dike ku, ev mîre bi þoreþekê rabûye. Wida’î nav li ser vî mîrî danaye (Cihangêrê cihan). Li vir jî çend rûdanên wê þoreþê wek wî gotîn dê vegêrîn : (Romîyan -anku Tirkan- leþkerekê bê h’edd û defter hinarte ser mîr, lê wî li berxweda û leþkerê wan ker ker kir û qirîya wan anî. Wî gelek welat û dever ji Romê wergirtin. Harîkarîya hêz û leþkeran bo wî ji Bohtan dihat.. xerc û xerac ji Behran dihat. Þikakî û Wanî û Ertûþî, dijî vî xebatgêrî bûn. Hîzanî, Þêrwanî û Cizîrî her dem bo wî di berhev bûn û dihatin harîkarîya wî.. Romî yên qels û bê ziravî, weke Tûra di avêda ji ber dilerzîn, Serhed jî dihatin silava wî… Mîrekê wekî wî yê himmet bilind, di Kirmacîyê da heta Ecemistanê nebû.. Evî mîrî ferman li behran dikir û serwerî li (westan ) dikir. Ewî ne tenê Westan êxiste bin destê xwe, lê Zozan jî ketin bin destê wî heta cihê Bohtan. her dem hizar mêr li civata wî bûn.. teqdîr ya heqe û betal nabit, çerxa felekê muhlet neda çavên wî yêd belek. Paþî dibêjit: (Þêxî Beg) leþkerê xwe di gel xwe bir û çû çîyan. Li wêderê (jorî)ya, þande pey wî û sed sond û e’hid jêra kirin –mekrê jinan her hazir in– wesa dîyare jinek bi karê kuþtina mîrî rabûye.. Lewra mîr birine heremgehê û destûr nedayê li qesrê bête xwarê, hiqqebaza hîlekar -anku ew jina fêlbaz- xencera mîrî jê veþart, heta ku razay û di xew çûy, hingî Nesranîyan çarrexêd wî girtin û koþt). Piþtî mîr tê koþtin divê þûngirek þûna wî bigrit.. Wida’î dibêjit: Tenê Xan Mehmûd diþêt vî karî bikt, li cihê Þêxî Beg rûnit. Ewî dîroka kuþtina wî bi tîpên ebcedê nivîsîye, ku dibite sala 1237mþ, beramber 1821za, dibêjit: Ya qenc ewe em vê bikeyn Navî li tarîxê bideyn Bo xeyn û rê û lam û zeyn 1000 200 30 7 Kanê Cihangêrê Cihan Navê Þêxî Beg di çi jêderên dîrokê da neket ber çavên min. Dîsan çi awir jî bo þoreþa wî nehatîne dan. Lê tenê çîrokek dûr û dirêj di kitêba (Cami’îyê risaleyan û hikayetan, bi zimanê kurmancî), ya Iskender Jaba da hatîye, di vê serhatîyê da bi dirêjî çîroka kuþtina (Þêxî Beg) tê vegêran. Evca ji ber ku vê serhatîyê girêdaneka mukum bi kakila mijara meve heye, me dît ku têkista çîrokê bi tevavî di vêrê da bînîn xwarê, eva jêrî jî têkista wê ye:- (( Ji begzadeyêd Hekarîyan Þêxî Beg hebû, mamê Xan Me’hmûd mîrê qeza Meksê bû, lakîn zêde jêhatî û camêr û xwey ruþd û reþadet di wê wextê da, nav û deng hebûyî, hemû kes jê ditirsan û hindekan dexsî dikirin û ew bi xwe jî li Meksê mîr bû. Mîrê Hekarîyan Îbrahîm Xan Begê ji vî kirîye dexsî û lê dixebitî, ku belku bi dest bîne û bikuje, mumkin nedibû, xuhekî Îbrahîm Xan Begê Mîrê Hekaryan hebû, jina Mîr Þerefê Mîrê qeda Þaxê bû û ew mîr Þeref fewt bûbû û xuha Îbrahîm Xan Begê Adîle Xanim di gotin li þûna mêrê xwe mîr Þeref di kela Þaxê da h’akim bû û ewê Adîle Xanimê zav mal û dirav û micewher hebûn. Îcarî ji penî ve, Îbrahîm Xan Begê verê kirîye nik xuha xwe Adîle Xanimê, ku tu dikarî bi terzekî Þêxî Begê bînî kela Þaxê nik xwe û bidî kuþtin, tu jinî, ew fikra kuþtinê ji te naketin. Îcarî A’dîle Xanim mirovekî ji ehl h’eremê virê dike nik Þêxî Beg, ku bilanî bête Kela Þaxê ez û ew yek û du bibînin û xeber bideyn, merama min heye, ku ez Þêxî Begê mar bikim û hinde mal û tecemula min heye û min ewlad nînin, eve kela û eve mal emlak bilanê bigehne Þêxî Begê. Weku ev, xebera ji boyî Þêxî Begê diçit ew jî vê xeberê rast hesêb diket û hosa ciwanî û tema’a Xanim û malê didete serî. Cewabê virê dike, ku belê ez dê di gel sed û dused mirovan filan rojê bême Kelê, bilanê Xanim di tedarekê da bê. Weku cewaba hatina Þêxî Begê digehe A’dîle Xanimê, ew jî dibêje mirovêd xwe bilanê Þêxî Beg digel deh etba’êd xweyî muqerreb li serê kelê bibine mêwan û mirovêd mayî li jêrî Hêþetê bidne xelqê mêwan û A’dîle Xanim verê dike ji mixnîyan deh mirovêd girbiz û bi qiwet xwey tiving û xençer, wê roja ku dipê Þêxî Beg bêtin, ewan mixnîyan ku ya ji boyî xizmet têtine kelê. Îcarî weku Þêxî Beg têtin û diçite serê kelê peya dibit, h’erem kehyasî dibêje Þêxî Begê, ku mîrm! Xanim du’a dike û dibêje, ku bilanê mîr digel deh axaleran bibne mêwanê kelê û mirovêd mayî jî bibne mêwanê Hêþetê. Þêxî Beg jî dibêje bilanê wesa bibe. Ewan sed û dused mirovan li Hêþetê belav diken û mîr digel deh axaleran li yalê mêran li serê kelê li dîwanxaneyê dibine mêwan, þerbet û qehwe û bixûr û gulab ji boyî Þêxî Begê tênin, ku Xanim silav dike, ser seran û ser çavan hatîye, bilanê rah’et bibe, paþê ez mîr dixwazime h’eramê bila bînin, em digel yek û du xeber dideyn. Îcarî Xanim tîne ewan deh mixnîyan tîne û dibêje, ku ez dê Þêxî Begê bikujim û danime oteyekê h’eremê, kengê gazî we dikem hûn biçne oteya wî, Þêxî Begê bidine ber xençeran û bikujin. Îcarî êvarî te’am û zad ji boyî Þêxî Begê verê diken û îkram î’zazê diken, wekû sê sae’t ji þevê dibore navmal têtin fanûs di destî da dibêje Þêxî Begê, ku xanim te dixwaze h’eremê, ku digel te xeberdit. Îcarî mirovêd Þêxî Begê, ku digel bûne li dîwanxaneyê dimînin, loranî h’eremxaneyê kes bîyanî naçitin û Þêxî Beg jî bawer kirîye, ku A’dîle Xanim dê wî þû biketin, radibe û diçite h’eremxaneyê oteyê. Weku Þêxî Beg diçite oteyê dirûnit dibîne, ku xanim li wê derê nîne, pirsyar dike, ku xanim kanê, dibêje Þêxî Begê, ku xanim dê niha bêtin. Îcarî xanim emrê wan deh Mixnîyan diketin, pêkve dest bi xençer diçine oteyê û bala Þêxî Begê diken, digel Þêxî Begê tinê xençer hebû, êdî çek û sîlah tune bûn, êdî eger çi Þêxî Beg didete xençerê lakîn bê fayde mirovek di gel deh mirovan dê çi biketin, Þêxî Beg dusê mirovan ji wan birîndar diketin û ew mirov, ewî didene ber xençeran temam diken. Îcarî Xanim emrê wan mirovan diketin, diçine dîwanxaneyê û axayêd mirovêd Þêxî Begê digirin û diþelînin û h’ebis diken û cewabê verê dikene xelqê Hêþetê, ku min Þêxî Beg da kuþtin, bilanê her kesek mêwanêd xwe bigirin û biþelînin û berdin. Îcarî xelqê hêþetê her kesek mêwanêd xwe weha bê de’wa û þer girtin û þelandin û berdayn. Subeyê îcarî leþê Þêxî Begê ji bedena kelê avêtine xwarê û birin defin kirin û ew deh axayêd meh’bûs kirî jî verê kirin ji boyî mîrê Hekarîyan birayê xwe Îbrahîm begê. Weku ev, xebera kuþtina Þêxî Begê gihaye Meksê mala wî û kurêd mamêd wî Xan Mehmûd û Xan E’bdal û Xan Ah’med êdî ewane jî kirne þîn û matem. Êdî çi çare lakîn dayîm ketne qesda A’dîle Xanimê û ewan Mixnîyan. Mudet di nîv da borî, kurê Þêxî Begê hebû Muxtullah Beg lakîn qewî zêde cesûr û reþîd bûyî, duwazdeh salî bûyî, cihê babê xwe û mîrtîya Meksê zebit kirî û, de’wa jî kevin bûyî, paþê çar salan bi xef tedarek kirî, kurê Þêxî Begê Muxtullah Beg sed mirovêd bijare bi þeþxane hilgirtî û çend tirece di gel xwe birin, nîvê þevê danîne ber bedena kelê û çûne nîva kela Þaxê û A’dîle Xanim girtin û mirovêd wê girtin û hêþet jî debit kirin, paþê ew Mixîn û çendek ji Þaxîyan kuþtin û mal û eþya û her çi ku A’dîle Xanimê hebûn hemû debit kirin û lakîn A’dîle xanim nekuþtin ji kelê bi der anîn û þandine nik birayê wê Hekaryan û daya’ta mirovêd xwe ji xelqê Hêþetê standin û mideyekê jî qeza Þaxê debit kirî, teserruf kirin. Paþê hindek mideyê Muxtullah Beg ecelê eman nedayê, bi emrê Xwedê fewt bûy. Îcarî axayêd Ertoþîyan kela Þaxê ji mirovêd Meksîyan dizîn û ew bi der anîn)).1 Rûdanên vê çîrokê û yên helbesta Wida’î nêzî hev in, nexasme di rasta kuþtina Þêxî Begê da, çîrok jî her di vî bazinî da dizivirit, lewra jî berfirehtir li ser kuþtina wî radiwestit, rûdanên kuþtina wî bê kêm û zêdeyî berçav kirîne. Dîsan di vê serhatîyê da çend xalên giring di dîroka wî çaxî da dîyar dibin. Ji wana: dîyar dibit ku Xan Mehmûd birazayê Þêxî Begê bûye, Xan Mehmûd du birayên dî jî hebûyne, Xan E’bdal û Xan Ehmed. Her wesa A’dîle Xanimê mîrserî li ( kela Þaxê) û hawîrdorên wê kirîye. Ew xûþka Îbrahîm Begê mîrê Hekarîyan bûye. Piþtî Þêxî Beg tê kuþtin kurekê biçûk paþxwera têlit, ew jî (Muxtollah Beg) e, piþtî mezin dibit ew tol û heyfa babê xwe vedikit. Wida’î dîyar dikit ku Þêxî Beg bi destê nesranîyan hatîye kuþtin, di serhatîyê da jî wesa hatîye, ku deh (mixnî)yan ew kuþtîye. Nesranî û Mixnî herdu yek ramanê didin, ji ber ku mixnî tîreyeka filehanin. Di vê serhatîyê da çi awir û îþaret nehatîne dan ku Þêxî Begê dijî Tirkan serhildaye, yan kuþtina wî destê Tirkan di gelda hebûye, lê di helbesta Wida’î da ev çende bi aþkera dîyar dibit ku destê wan di koþtina wî da hebûye. Her wek me dîyar kirî, çi jêderên dîrokê li ser serhildana vî mîrî neaxiftîne, lê behsa serhildanên berî wî û piþtî wî hatîye kirin: Di kitêba (Elqedîye Elkurdîye) da, hatîye dibêjit: (Sala 1820za kurdên zaza li Sêwasê bi þoreþekê rabûn, çend heyva vekêþa, li dawîyê çek û cebixanên wan neman û þoreþ feliþî, û þkest.. xwe li çîyan asê kir heta qirya wan hatî). Dîsan dibêjit: (Û ji sala 1829 heta 1839 za gelek þoreþên dî li gelek cihên Hekarê û Rewandiz û Tûrabidînê rabûn û hemî jî feliþîn).2 Di wê serhatîya Jabay di kitêba xwe da nivîsî û me li vir anî, têda xuya dibe ku, piþtî kuþtina Þêxî Begê, kurê wî (Muxtullah Beg) dibe mîr. Lê Wida’î di helbesta xwe da dibêje ku, Piþtî kuþtina Þêxî Begê, kesek ji (Xan Mehmûd) baþtir nîne, servegêrîya mîrgeha Miksê û hawîrdorên wê bikit, her wek dibêje: Qet mislê Xan Mehmûd yekê Nînin di dewra felekê Xoþbit li cih Þêxî Begê Kanê cihangêrê cihan Þai’rê me Wida’î çawa berê debîr û katibê Þêxî Beg bûye, dîsan bûye debîr û katibê Xan Mehmûd. Lê ev, Xan Mehmûd kîye? Her wek serhatî vedigêrit Xan Mehmûd birazayê Þêxî Begê bûye, anku Þêxî Beg mamê wî bû. Her wek Wida’î jî vedigêrit Xan Mehmûd piþtî kuþtina wî, ew li þûna wî mîratyê dikit. ((Sala 1821za Mîr Bedirxan bûye mîrê Botan. Ewî mîrgeha xwe ji bin destê Osmanîyan derxist paþî hêdî hêdî hizra Kurdistaneka serbixwe kete di serê wî da. Û bil ji mîrgeha Botan çi mîrgehên dî yên serbixo nebûn, lewra berî her tiþtekî wî bizav kir, tevaya kurdan bikit yek. Rabû þande pey meznên kurda yên nêzîk û daxwaz jê kir ku yeketîyeka tevayî di nav xwe da çêkin. Ji wan kesan yên ku çûyne di vê hevgirtina pîroz da, Mehmûd Beg (Xan Mehmud ) bû.))3 Dîyare Xan Mehmûd yek bûye ji wan mîrên kurdan yên desthelateka bi hêz li ser gelek deverên Kurdistanê hey. Celîlê Celîl di kitêba xwe (Mîn Tarîx El Îmarat fîl îmbîratorîye El O’smanîye) da, dibêjit: (Wê dema Osmanîyan bi serokatîya Hafiz Paþay êrîþ birîne ser Bedirxan Begê Mîrê Cizîra Botan. Di wî demî da, Bedirxan Beg maye li benda Xan Mehmûd ku hêzên xwe biþînite hewarê -hêzên wî bîst hizar kes bûn ji Kurd û Aþorî û Ermenan- lê hêzên Turkan bi serokatîya Hafiz Paþay þîyan berî hingî rêkê li hêzên Xan Mehmûd bigrin, Xan Mehmûd bi hêzên xwe ve neþîya li Rûbarê Dicle derbaz bibit, ji ber ku Turkan mexfereyeka bi hêz danabû di rê da û hêzên Xan Mehmûd çend caran bizav kir ji pirê derbaz bibin lê nekarîn, ji ber ku toprêjeka dijwar li ser pirê hebû. Dîsan hêzên wî bizav kir ku dûr ji pirê, li cihek dî ji rûbarî derbaz bibin, lê ji ber lehîyên avên biharê setimîn. Hêzên wî talaneka mezin da, ji ber ku çekên wan rim û xencer bûn, beramber topan þer dikir. Piþtî Xan Mehmûd þkestî û nekarî bigehîte Bedirxan Begê, îna vegerya çîyayê Ertos li jêrîya Gola Wanê. Û li wêderê hêza xwe ava kirve). 4 Di sala 1237mþ, beramber 1821za, Xudê kurek daye Wida’î, bi vê helkeftê ewî helbestek xweþik bi farisî li ser Rojbûna wî gotîye, berî biçite di nav helbestê da, ev hevoke hatîye nivîsîn (Der Tarîx û’mrî ferzind dilbend xod Mehmûd nam înþa kerde þude). Di helbestê da ew gelekê kêfxweþe. Ji dil sopasîya Xudê dikit û qencîya wî digel kirî, eve jî çend malkên wergêrayî, ku dibêje: (Ji beh’ra xerîbîyê Xudê te’ala dergehê hîvîya li min vekir, kurek bi navê Mehmûd da min, roja day, roja înî bû, ku pîroztire ji î’d û newroza). Di dawîya helbestê da, sala bûna wî bi tîpên ebcedê anîye, herwek dibêjit: Bisalî rê û xeyn û lam û ba zal 200 1000 30 7 Bi h’emdîllah mira rehber þud îqbal Her çend hijmara (7) bo (z) têt ne bo (zal), lê di desnivîsê da her (7) danaye beramber (bazal). di tîpên ebcedê da jî (zal) dibite (700) ku eve nakeve ber sala bûna kurê wî. Lê dibit Wida’î jî her bi Farisî wek (zeyn) bi lêv kirbit û xwendibit. Her wek dîyar, sala bûna kurê Wida’î di keve digel sala kuþtina Mîrê wî (Þêxî Beg) da. Dîsan her wek Wida’î bixwe gotî, ku piþtî wî Xan Mehmûd li þûna wî bûye Mîr. Lewra dûr nîne Wida’î di þirînîyên Xan Mehmûd da, navê kurê xwe kirîye Mehmûd. Di rûpelekî da ji desnivîsê ev hevoka xwarê hatîye (Ah ez firaqî Mehmûd îla yewmîl mewû’d). Ev hevoke du ramanan didit: Ya yekê: dibe ku Wida’î ji kurê xwe dûrketibit, lewra ah û hesreta ji bo wî dikêþînit. Ya duyê: dibe ku kurê wî mirbit. Evca mirov dikarit pêtir ya duyê bipejrînit, ji ber ku firaq û jêkvebûna wan (îla yewmîl mewû’d)e. Dema mirovî bivê jîna helbestvanekê kevin vekolit, divê vegerit bo jêderên dîrokê, ewên dîrokvanan nivîsîn. Lê pêtivîye wê pisyarê jî bikîn, ka kurd wek tev gelên dî, her vî awayî bi kar bînin û bi rêya dîrokvanan bigehin rasîya jîna helbestvanên xwe yên kevin, yan rêyek din heye?! Bi hizra min, bi vê rêkê em nagehîn meremên xo, ji ber, hem dîroka kurdan kêm hatîye nivîsîn, hem jî ewa hatîye nivîsîn çi pwîte nedaye Tore û Torevanan. Eger dîrokvanan tiþtek li vêrê û wêrahe nivîsîbit jî, dîsan þaþîyên mezin têda hene û em nikarîn wek jêderên rast bipejrînîn. Lewra jî, vekolerên dîroka toreya kurdan pêtir ji her kesekî dikevin asteng û rêkên, ne ser lê dîyar, nebin. Ji ber vê çendê jî dergehek tenê bo me vekirî dimînit ku em têra biçîn jor û têda jîna wan vekolîn, ew jî her berkarê wan bixwe ye. Li vir jî, di rasta jîna vî helbestvanî da, me çi jêderên dîrokê di destda nînin ku tiþtekî ji jîna wî dîyarken. Dîsan em dê her vegerîn bo berkarê wî bixwe û ew awirên wî di helbestên xwe da destnîþan kirîn û dîwarê xwe li ser vî binyatî avakeyn. Wida’î hindek sal û rûdan di helbestên xweda anîne, bi rêka wan dê hin kujîyên nepenî di jîna wî da dîyar bin.. 1-Di dawîya helbesteka xwe da ku bi Farisî vehandîye, ev du malkên xwarê hatîne: (R) (h) (w) (za) emma elf ez hisab zîyade mîþod Eger mirov li pey hijmara Ebcedê lêk bidit, dê ev dîroka xwarê derkevit: (R) dibe 200 (H) dibe 8 (W) dibe 6 (ZA) dibe 7 (Elf) hizar. Hemî bi hevra dibine 1221 mþ, beramber 1806 za. 2- Sala 1239 mþ, beramber1823 za, di 14ê kanûna yekê da, þipî û baranên gelek boþ barîne, þap û lehî li erdî rabûyne, Wida’î helbestek ciwan pê vehandîye, berî dest bi helbestê bikit, ev rêza hanê bi farisî nivîsîye, dibêjit (Der senayî Barî Te’ala di ameden baran der mahî kanûnî ewil, sene 1239). 3- Her wek me li jor gotî, helbesteka dî ya dûr û dirêj li ser þoreþa (Þêxî Beg), mîrê Miksê, ya ku dijî Tirkan kirî nivîsîye. Di helbestê da, wesa dîyar dikit ku, Þêxî Beg sala 1237mþ, beramber 1821za, tê kuþtin. Di dawîya helbestê da çarmalkîyek nivîsîye û dîroka mirina wî bi tîpên ebcedê têda dîyar kirîye, dibêjit: Ya qenc ewe em vê bikeyn Navî li tarîxê bideyn Bo xeyn û rê û lam û zeyn Kanê cihangêrê cihan Li vir (X) 1000 (R) 200 (L)30 (Z) 7. Anku 7+30+200+1000 =1237mþ. 4- Helbestek din bi farisî li ser roja bûna kurê xwe sala 1237mþ, beramber 1821za, gotîye, ev sala bûna kurê wî jî her dikeve wê sala Þêxî Beg têda hatîye kuþtin, anku sala 1237mþ. 5- Dîsan sala 1256mþ, beramber 1839za, Wida’î helbestek bi Xan Mehmûd Begê gotîye. 6- Di helbestekê da, di van herdu malkan da dibêjit: Û’mir-i min vê întihabû, bûye nêzîk pencihan Min di kuncê hecr-i xûnxwar û ji hecrê min çi dît Dîsan di helbesteka Farisî da dibêjit: Û’mirî min nezdîkî pencahim resîd Pencerî takî bimanî elweda’ Ez di wê bawerê da me ku Wida’î ev herdu helbestên hanê yên ku têda jîyê wî gihaye pêncî salîyê, li dorên sala 1840ê nivîsîbin. Evca eger 50 pêncî sala ji 1840 pavêjîn, sala bûna wî dê kevîte dewr û berên 1790za. Pêtivî gotinêye ku, “Wida’î“ paþnavê, an nasnavê helbestvanîye, navê wî yê dirust û navên bab û bapîrên wî nehatin zanîn. Dîsan cihê bûna wî jî nexoyaye. Wida’î helbesteka rind û ciwan û xiþkok bi farisî li ser kela Xoþabê gotîye, bi van herdu malikan despêk jê ra danaye: Xoþa an kes ke bîned cayî Xoþab Xisûsa qele’yî zîbayî Xoþab Di halbestê da wesa dîyare ku ew heyranê vê kelayê bûye û weha saloxa wê dikit her weku di dinyayê da kelên bi vî rengî nînin: Eger gerdî cihan yekser bigerdim Nebînim mewzi’î hemtayî Xoþab Di dumalkîyekê da Wida’î dîroka avakirna wê nivîsîye û gotîye ku sala 134 mþ sed û sîh û çarê, hatîye avakirin, her wek ew bixwe dibêje: Heme a’lem zid îst ew bîna þud (þud) (Sene) 134 der me’wayî Xoþab Bi rastî çi jêderên ku li ser kela Xoþabê û dîroka wê nivîsay, didest me da nebûn, lewra em nikarîn çi tiþtekî di rasta dîroka vê kelê da bibêjîn, bilji wan çend rêzên (Ewlîya Çelebî) di gera xo ya Kurdistanê di sîyah’etnamê da gotîn. Eve jî kortîyeke ji saloxa wî bo kelayê kirî: (Ji ber ku Rûbarê Xoþabê di bin kelayê diborit, navê wî danaye ser kelayê, navê kevin (Erçeka Bilind) bûye û ji binyatê Hekarîyên dema E’basîya ye, sala 800 ketîye destê Mehmûdîyan, niho jî her paytextê begên Mehmûdîye. Sala 1060, yek ji xanan, navê wî (Soleyman Zeman) bû, ev kelaye pêþêxist, ji alê rohilatê kelayeka mukuma Suleymanî lê çêkir û berên temet fîlekî têda dane kar, ew ber dirêjîya wan bîst pêne û dirêj û dirêj danayne di nava dîwarî da û kujîyên wan jî derêxistîne, da ku baþtir xwe liber gulletopa bigrin, cot dîware û serên wan nixaftîne, anku hindî topa lêden kar tê naken. Sala 1061 dema Mihemed Emînê kurê Þemsî paþa (kela) dorpêç kirî, bîst û neh roja top lêdan û neþîya berekî li ser berekî blivînit û bê hîvî vegerîya. Di welatê Osmanî da wesa belavbû ku dergehvanîyên kelan ji darî çêdikirin û pîstekê asinî tê di helkêþa, di þeran da dema agir di bin van dergehvanîyan heldikir, darê wî disot û asin jî dibihujî.. Lê ev dergehvanîya kela Xoþabê hatîye darêtin ji sêsed qettar pûlayê nexçewanî û dar têda nîne. Kela geleka biçûk e û tenê Fermandar (Birayîm Begê Mehmûdî) têda dirûnit. Her çar dewr û berên wê hizar û dused pêngave, di kujîyekî da germaveka biçûk bo Begî, ‘imbara dexl û danî, binbîv, cebilxane û deh topên þahane lêne, ‘imbarek heye ava barana têda tê dagirtin)..htd. Piranîya helbestvanên kurd jîna xwe di mizgeftan da borandîye û karê wan jî her di mizgeftan da bûye, yan dersdar bûyne û pêþnivêjî kirîne, yan jî tenê karê wan pêþnivêjî bûye, debara wan jî ji gundîyan, yan ji xelkê bajêrî hatîye. Çimkî jîyara wî çaxî ya melan bi vî rengî bûye. Lê helbestvanê me Wîdaî’ karek din kirîye! Ew kar jî debîrî û katibî bûye, anku bi dirêjîya jîna xwe (debîrê) mîrên Miksê bûye. Wesa dîyare ku di tolazî û lawînîya xwe da katibê mîrê Miksê (Þêxî Beg ) bûye, piþtî ew tê kuþtin, her ew kar bo mîr (Xan Mehmûd ) jî kirîye… lê pisyar ewe ka Wîdaî’ heta dawîya e’mrê xwe maye li ser vî karî?! Ev bersive jî di hindur helbestên wî da bo me xoya dibe. Di helbestekê da Wîdaî’ bi aþkera dibêjit, ku eve pîrî hat û divêt vî karî bihêlim û ew jîyê mayî di rîya Xudê da bimezêxim, dibêjit: Ey dilo vê hat-i pîrî Þerim nehin carek h’eyake Bes nehin êdî debîri Katibî karek hilake Her di wê helbestê da didit xoyakirin ku ew gelekê poþmane û ew e’mir û jîyê wî yê berê hemî bi xorayî û belaþ çûye, wî divêt ji vê rêkê ladet û hew kar û barê mîran birêve bibit, ji xwe ra rêyek din helbijêrit, ew jî rîya Xudê û tewbê û terîqetê ye: Terk-i dinya û hewes ke J’xizmeta Mîran tu beske Qesd-i yek sah’ib nefes ke Belku derdê te dewake Di wî çaxî da tewbekirin piranî li ser destê þêxekê terîqetê bûye, lewra wî jî þêxek ji xwe ra helbijartîye, ew þêx jî her wek ew navê wî di helbestê da tînit (Seyd Taha) ye, dibêjit: Hîvîya min padiþaha Seyyidê semmîye T’aha Li vêrê bo me xuya bû ku Wîdaî’ di helbestên xwe da bi aþkirayî biryar daye karê xwe bihêlit û ji bo roja axretê kar bikit, lê ne ya xoyaye ka wî biryara xwe bi cî anîye yan ne?! Bersiva vê dê hêlîn bo paþerojê. Wîdaî’ carna navê Þêxê xwe (Taha) anye, carina jî (Tahir) ku herdu jî yek in. Her wek dîyar û aþkiraye, ev (Seyid Taha)ye, her (Þêx Tahayê nehrî, Þemdînîye, babê Þêx Û’beydillah yê Nehrî.. yek ji xelîfên Mewlana Xalidê Neqþebendî bûye, sala 1264k, beramber 1847za, yê sax bûye. Wîdaî’ çend caran navê Seyd Tahay di helbestên xwe da anîye, helbestek jî bi farisî tevda li ser wî gotîye, berahîyê ev gotine nivîsîye: (Der medhî Mewlana qeddese sirrehul e’zîz) di her dumalkîyekê da navê wî carî bûye. di despêka helbestê da dibêjit: Çeþimî men der întîzarî rahî Seyid Tahir ist Þeyx Behaî Neqþbendî þahî Seyid Tahir ist Hejî gotinê ye ku Wîdaî’ di rûpelekî di nav, desnivîsê da, sê dumalkî bi farisî vehandîne, têda behsa Seyid Tahay kirîye û navên sê kurên wî anîne, ewjî evene: E’laeddîn, Û’beydullah û Mehmûd. Dibêjit: Bimexdomî ke nûrî çiþmî maha Durrî yekta Þihabeddîn Taha Mukemmel murþid an pîrî rehber Negunced þerhî wesfeþ dircî defter Giramî dast se(3)ferzend mewlûd Elaeddîn Û’beydullah, Mehmûd Ev parçe helbesta he, bo me xoya dikit ku þêxê Wîdaî’ (Seyid Taha) babê Þêx Û’beydullah yê Nêrîye. Nêrîyê (Nehrî) gundeke dikeve jêrîya gola Wanê. Dîsan hejî gotinêye, Ehmedê Xanî di çerxa 17da, hizra neteweyî di qalibekê felsefîda darêt, piþtî wî bi demek dûr û dirêj Þêx Û’beydullah yê Nêrî êxiste di qalibekê þoreþgêrî û piraktîk da. Di kitêba (Elkurd we Kurdistan fîl wesaîq Elbirîtanîye)da hatîye dibêjit: Þêx Û’bedullah yê kurê Þêx Tahir, xelkê wan gundane ewên dikevin jêrîya gola (Wanê). Sala 1880 bi serhildanekê rabû, navê xwe dana (Melikê Kurdistane ), servegêrîya kiryar û operasyonên berfireh kir, ji Turkîya bo hundirê welatê Faris. Bajarê Ormîyê dorpêç kir û Sablax û Mîyandob êxistin bin destê xwe û gef kirin ku Miraxê jî bigrit. Piþtî hingî ji ber lêkeftin û hevçûnên eþîretan di nav bera hevduda hêzên wî jêk belavebûn û neþîya êrîþê bikete Tebrêzê. Û paþî di tebaxa sala 1881ê hêzên Tirkan Þêx Û’beydullah êxsîr kir û bire Stembolê, li wêrê jî nefî kire Mekehê û sala 1883 li Mekehê çû ber dilovanîya Xudê. Wîdaî’ yeke ji wan helbestvanên kilasîkên kurd yên gelek þehreza û têheyî di helbestê da, dema mirov berkarê wî dixûnit, biha û nirxê wî yê mezin xoya dibit. Di helbesta farisî da hindî bêjî þehreza û desthel bûye, di baza helbestvanên mezinên faris da ye, eger bêt û dîwana wî ya farisî bikeve destên xudanên wî ezmanî misoger Wîdaî’ dê di toreya farisî da bîte yek ji kenkenên navdar. Pêtir ji þêst helbestên farisî di dîwana wî da hene, çend xezelên Camî û Hafiz û hin xezelên dî yên navên xudanan nehatîn, texmîs kirîne, dîsa helbesteka helbestvanê kurdê mezin Pertoyê Hekarî ku bi farisî nivîsîye, texmîs kirîye. Bi zimanê kurdî jî 35 sîh û pênc helbest di dîwana wî da hene. Ev sîh û pênc helbeste dê herhebûnê dene wî û dîsan dê bîte yek ji stêrên geþ di esmanê toreya kurdî da, eger hatiba dîwana wî tev bi kurdî ba, da ropelekê nû di Edebê kurdî da vebit. Helbesta Wîdaî’ geleka rehwan û nazike, bi kurdîyeka sivik û xweþk vehandîye, bi zimanekê zelal, her kes dikare tê bigehe, anku zimanê wî zimanê gel e… lê digel vê sivikîyê û nazikyê, þikl û wêne û nepenîyên kûr di þi’ra wî da xoyane. Hindê þehreza bûye di helbestvanîyê da bê xwe westandin û kutekî ji xwe kirn helbest darêtîye. Ew di baza Ehmedê Xanî û Pertoyê Hekarî û Sîyahpoþî da ye. Di gelek helbestên xoda li ser rêça Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî çûye, anku nijinîn û þiklê helbesta wan di þi’ra wî da dîyare… Lê di naverokê da ewî semteka dî helbijartîye, mijareka nû û naverokeka nû. Wîdaî’ di lawînîya xwe da gelek helbestên xwe li ser dest û dar û kawdanên wî çaxî nivîsîne. Ew bêhtir bi karûbarên dinyayê ve mijûl bûye, ew yekemîn þai’re rûdanên serhildaneka kurda di helbesteka xwe da tovçîn kirîn, hind pwîte nedaye karûbarên dînî, ez di wê bawerê da me ku, piranî helbestên wî yên dînî di pîratîyê da nivîsîne, anku piþtî terîqeta Neqþebendî wergirtî. Wîdaî’ seng û meznîya xwe ya helbestvanîyê zanîye, hizir kirîye eger gelê wî pwîte û bihayê bidit helbesta wî û bixûnit, eger helbesta wî li cem mîrî bihêt pejirandin û li kûçk û dîwana bêt xwendin û guhdarîkirin, hingî ew dê bîte yek ji helbestvanên navdar û helbesta wî jî dê kevîte rêzên yekê di dinya þi’rê da, her wek dibêjit: Nezm û eþ’arê Wîdaî’ ger bibit meqbûl-i Mîr Dê di eqlîmê cîhan, þi’rê me dê meþhûr-i bî Lê dîyare ev daxwaz û hîvîyên wî bi cî nehatîne, di helbesteka xwe da ew wesa didit xweyakirin ku, zanînê, qelemî û þi’rê bihayê wan nemaye û bazar yê kesade. Bi dirustî wî jî ew derd kiþandîye yê Ehmedê Xanî berî wî kiþandî. Wesa dîyare ne Mîr ne jî Gel, kes pwîtey nadete zanînê, dibêjit: Bê rewace vî zemanî me’rîfet Bê guman bê qedre êdî i’lm û xet ***
Eva xarê jî mînakeke ji helbestên Wîda’î: Îro ji destê feleke5
Îro ji destê feleke Kanê Cihangêrê Cihan Bigrîn ji bo Þêxî Begê Kanê Cihangêrê Cihan
Mîrê bi î’hsan û kerem Kan sa’hibê cûd û nî’em Wesfê di vî her dê bidem Kanê Cihangêrê Cihan
Çaxê di nav komê diket Heybet bi ser Romê diket Ma ev felek domê diket Kanê Cihangêrê Cihan
Romê dema ’Esker dikir Bê ’hedd û bê defter dikir Mîr leþkerê wan ker dikir Kanê Cihangêrê Cihan
Mîrê bi î’hsan û xelat J’ Romê vegirtin pir welat ’Esker ji Bohtan bo dihat Kanê Cihangêrê Cihan
Kanê gelo mîrê bi nav ’Esker li Romê kir belav Dijmin bezandin vî tevav Kanê Cihangêrê Cihan
Ev ’hakimê pir nav û deng Ji Romê vegirt Tûp û Tiveng Dijmin li ber mabûne teng Kanê Cihangêrê Cihan
Mîr pir hebû qedr û rewac Pêçan evî Rom û ’helac J’ be’hran di hat jêra xerac Kanê Cihangêrê Cihan
Xesmê Þikak û Waniyan Kan dijminê Ertûþiyan Koçer li ber Mîr lerziyan Kanê Cihangêrê Cihan
’Hazir di îmdada di Mîr Hîzan û Þêrwan û Cizîr ’Hetta xoþim nakem ji bîr Kanê Cihangêrê Cihan
Romî di qelsin bê zirav D’ lerzîn wekî tûra di av Ser’hed hemî hatin silav Kanê Cihangêrê Cihan
Ser’hed selamkarê te bûn Dijmin birîndarê te bûn Jar û feqîr barê te bûn Kanê Cihangêrê Cihan
Wek Mîr nebûn ’alî hîmem D’ kirmanciyê ’hetta ’Ecem Kan leþker û ceyþ û ’heþem Kanê Cihangêrê Cihan
Berda wezîr û Begleran Þebxûn didane ’eskeran Nayêne þer’h û defteran Kanê Cihangêrê Cihan
Kan ’hakimê ’alî cenab Wesfê divî nabin ’hisab Lê felekê zû kir þitab Kanê Cihangêrê Cihan
Ma Mîr tinê î’hsan dikir? Fermandehî l’Be’hran dikir Vî serwerî l’Westan dikir Kanê Cihangêrê Cihan
Ma Mîr tinê Westan vegirt L`ber koçeran Zozan vegirt ’Hetta cihê Bohtan vegirt Kanê Cihangêrê Cihan
Dijmin li ber Mîr bûn zebûn Westan û Þax wergirtibûn Firyad ji çerxa wa ji gûn Kanê Cihangêrê Cihan
Her çî dema Mîr ba siwar Dijmin dibûne tar û mar Wergirtibû ’hetta Xumar Kanê Cihangêrê Cihan
Ma kes hebû vêra mecal Daîm hizar mêr bûn li bal Teqdîr ’heqqe nabit betal Kanê Cihangêrê Cihan
Çibkem ji vê çerxa felek Muhlet neda çavêd belek Vê nazenîn kuþtin gelek Kanê Cihangêrê Cihan
Carek li teqdîrê binê Çerxî gerande kuþtinê Nav û kerem hiþte dinê Kanê Cihangêrê Cihan
’Esker hegirt û çûye Þax Pêkve hinarin çûye Tax Ev çerx-i pir azare ax Kanê Cihangêrê Cihan
Joryan þihand û Mîr birin Sed sûnd û ’ehd jêra kirin Mekrê jinan her ’hazirin Kanê Cihangêrê Cihan
Mîr xwendin û birne ’Herem Jêra kirin sûnd û qesem Vêkra kirin litf û kerem Kanê Cihangêrê Cihan
Çibkem ji teqdîra Cebar Destûr nedan Mîr bête xwar Wan hiþte jor ev þehsiwar Kanê Cihangêrê Cihan
Mîrê ku pir qedr û wiqar Ev ’huqqebaza ’hîlekar Þêx þand û xencer jê veþar Kanê Cihangêrê Cihan
’Hetta ku Mîr raza bixef Nesraniyan girt çar teref Sed ’heyf ku Mîr kirne telef Kanê Cihangêrê Cihan
Zîndî çi kir çerxa cihan Ev ’hakimê pir hest û dan Kuþtin bi dest nesraniyan Kanê Cihangêrê Cihan
Babê feqîr û rêwiyan Deryê mirad û hêwiyan Sed ’heyf-i Mîrê Miksiyan Kanê Cihangêrê Cihan
Med’hê di Mîr min kir temam Daîm ji ’heq lê bin selam Her þabit ev cinnet meqam Kanê Cihangêrê Cihan
Her çî dibêjim her we bû Med’hê di Mîr hêj zêde bû Qet kes li van wesfan ne bû Kanê Cihangêrê Cihan
Ya reb bi ’heqqê qudretê Mîr çûye mala zulmetê Þa key bi litf û rehmetê Kanê Cihangîrê Cihan
Ya reb ji te destûr bitin Qebra vî her pir nûr bitn Me’hrem serayê xûr bitin Kanê Cihangêrê Cihan
Qet mislê Xan Me’hmûd yekê Nînin di dewra felekê Xoþ bit li cih Þêxî Begê Kanê Cihangêrê Cihan
Her çî bivê vî, her webî Çendî dinê bî, her hebî Tali’ li wî ferxundebî Kanê Cihangêrê Cihan
Min dil ji bo Mîr sohtiye Dê be’hs biken jê ’amiye Bêjin Wîda’î gotiye Kanê Cihangêrê Cihan
Ya qenc ewe em vê bikeyn Navî li tarîxê bideyn Bo ‘xeyn û rê û lam û zeyn 1000 200 30 7 Kanê Cihangêrê Cihan
Têbinî
1. Aleksander Jaba, Çîrokên Kirmancî, çapa latînî: Cankurd, weþanên Çanda Nûjen, 1999, rûpel 47-50.
2 D. Bileç Þêrguh el-Qediye el-Kurdiye, madî Elkurd we hadîruhum. Cemîyet Xûyîbûn Elkurdiye Elweteniye, Ro: 50.
3 Her ew jêder, Ro: 52.
4 Celîlê Celîl, Mîn Tarîx el-Îmarat fî el-Imbiratoriye el- Osmaniye.. çapa erebî, Dîmeþq 1987 Ro: 101.
5 wesa xuyaye ku, Wîda`î ev helbesta xo li ser sêr û selîqa helbesteka Ehmedê Xanî ku bi Mihemed Begê padþahê Serhedan hakimê Bazîdê gotiye, çêkiriye. Wîda`î çav li Xanî kiriye û çend peyv û hevokên wî jî bikar anîne, herdukan jî bi mîrên xo gotiye. Helbesta Xanî jî hosa destpê diket: Kanê Muhemmed Beg gelo, kan padiþahê Serhedan Îro jidil bigrîn gelo , kan padiþahê Serhedan Dawya helbestê jî bi vî rengî ye: Xanî tu jî destan hilîn, herçend ku zêde dilkulîn Îro ji Mîrî sailîn, , kann padiþahê Serhedan
|