Malbata Wî

 

 

Berî her tiþtî tevgera rêbaza azadîxwaza Mela Mistefa Barzanî, xwedî misyoneke dîrokî ye. Yek ji vê mîsyona mêjûyî ew e ku ev malbat digihêjine Mîrên Amedîye.1 Mana vê ev e ku Malbata Barzanîyan Xanedan û fermanrewayên Kurdistanê yê pak û paqij û qedîm in. Þeref Xanê Bedlîsî di þaxê Mîrek û malmezinên Kurdistanê de, Piþtî fermanrewayên Erdelan û Hekkarî, hikimdarîya Behdînan tîne ziman û pir bi sitayîþ û þehnazî qala vê malbatê dike. Li gor Þeref Xanê Bedlîsî Mîrên Hekkarî, Amedî û Kilîsê pîsmam in.2

Mela Mistefayê nemir bi babê 7an xwe dighêjînê Mîr Mesûd. Mîr Mesûd, prênsek ji malbata Mîrêmîranên Amêdîyê ye. Herweha em dikarin Mesûd û kurê wî Seîd bi prênsîyê û mîrzadeyîyê bi nav bikin. Þêxanîya vê malbatê bi nêvîyê Mîr Mesûd, yanê bi Taceddîn dest pê dike. Taceddîn, Tekya Barzan ava kirîye, babê þêx Ebdirrahman û bapîrê Þêx Ebdilla ye.

Þêx Ebdisselamê 1. kurê Þêx Ebdilla ye. Tehsîla xwe li Cem Seyîd Tahayê Nehrî qedandîye. Li dor 1810 û 1820ê Mewlana Xalid hatîyê li Barzan bûye mêhvanê wî û ew bi Xelîfeyîtî bijartîye. Ji vê qonaxê û pêva heya îro ku dike nêzî 200 sal ev malbat neqþebendî ne û zincîra Neqþîyan hîç bernedane.

Þêx Ebdisselamê 2.mîn, Mewlana Þêx Ehmed û Mela Mistefayê navdar û nemir nêvîyên vî Þêx Ebdisselamê 1.mînê Þagirdê Mewlana Xalid in. Piþtî wefata Þêx Ebdisselamê yekem (1872), kurê wî Þêx Muhammed cîyê wî digre. Dewleta Osmanîyan ji Þêxê gorbehiþt disilikin û wî sirgûnê bajarê Bedlîsê dikin.

Þêx Muhammed di sala 1903yê de wefat dike û Barzanîyê Mezin jî di vê salê de çavên xwe li dinyayê vedike.

Þêx Ebdisselamê 2. mîn birayê mezin e û rêber û serwerekî dûrnas û zana ye. Berhema Kurdistana azad û serbixwe di mejîyê wî  de rûniþtî ye. Ewî federasyona 8 eþîran honandîye, reforma erd û axê li dar xistîye. Milk û erazîyên tekyayê li gundîyan belav kirîye. Qalan/next rakirîye. Li hemû gundan mizgevtan ava kirîye û mizgevta xistîye wek mala navgundîyan bo daw û doz û pirsgirêkên gund. Her gundek mesûlên xwe hebûne û çekdar bûne. Her eþîrek jî, serekayetîyêk xwe bo berevanîyê hebûye û van hêzên çekdar bi rêk û pêk tenzîm kirîye. Piþtî ku Ebdisselam vê tenzîma xurt li 400 gundên Barzan saz kirîye, sala 1905an bi rojnamevanek Îngilîz re têkilî danîye û daxwaza hevdîtinek û mewîdêk (Randao) bo serokwezîrê Berîtanya kirîye. Rojnamevanê Îngilîz  ji Þêx Ebdisselam dipirsê ka daxwaza te çîye. Þêx dibêje: “Ez dixwazim Kurdistaneke serbixwe ava bikim. “3

Sala 1907an  Þêx Ebdisselam li Behdînan, li gundê Birîvkan civîneke mezin tertîb dike. Hemû gîregirên eþîr û malbat û Dêr û mizgevtan kom dike; mesela Kurdistanê û azadîyê minaqaþe dike û bi raya giþtî biryar distîne û telgrafek ji Siltanê Osmanîyan re rê dike.4 Piþtî daxwazên vê têlgrafê Osmanî hêrîþê tînin ser Barzan û malbata Barzanî berdest dikin davêjîn hepsa Mosilê, Mela Mistefa wê gavê 4 salî ye û ew jî bi dayîka xwe ya hêja û þêrejin ve bo doza Kurdistanê dikeve hepsê.

Ew giregir û serokeþîrên ku di civîna Brîvkan de biryara yekitîyê dabûn, Barzanîyan bi tenê hiþtin û xwe dane mala xwe. Hindek ji wan jî bûne hevalên Osmanîyan. Lê Þêx Ebdisselam ji doza Kurdistanê xwe neda paþ. Tevgereke sîyasî û alemî meþand. Bi Simaîl Axayê Þikakî, Seyd Tahayê Nehrî û birêk pêþkêþên Kurdistanê re têkilî danî û çû li Tiflîsê bi karbidestên Çarên Urusatê re qewl û peymanan saz kir. Osmanîyan pereyeke mezin bo berdestkirina Þêx Eddisselam terxan kiribûn; ji ber vê yekê li Îranê bi navê Sofî Ebdullah yekê Kurd wî mêhvan kir û teslîmî Osmanîyan kir.  Di Sibata 1915an de Silêman Nazîfê Dîyarbekirîyê kurd, li Mosilê Þêx Ebdisselam bi dar ve kir û Mela Mistefayê 12 Salî cenazê birayê xwe yê qehreman bi sêdarê ve dît û ew roj sond xwar ku li serê çîyayên Kurdistanê xwe teslîmî wehþ û hovan bike lê tu wextî teslîmî dijmin nebe.

Þêx Ebdisselam, Þêx Ehmed û Mela Mistefa 3 bira, 3 qehraman û sê navdarên bê henpan in. Ew dayîka ku wan hersê leheng û dewletsaz û qaîdên mezin anîye dinyayê, hêja ye ku dayîka hemî kurdan û hemû Kurdistanîyan be…..

Þêx Ehmed alaya rêbaza berxwedan û mafên netewîyeta Kurd ji destê Þêx Ebdisselamê rehmetî girt û xwe da binê barê Kurdistanê. Di 1919an de di bin serdarîya Mela Mistefa de piþtgirîya Þêx Mahmûdê Berzencî kir û Mela Mistefa þande Bakûr li bajarê Muþê ku Þêx Seîd û Seyid Ebdilkadir bibîne û têkilî bi wan re deyne.5 

Barzan hê di wan salan de dibe navenda sîyasî û stratejîya doza miletê Kurd. Nuh Beg û kor Hiseyn Paþa ji ber vê ye ku ji Sûrî derbasî Barzan dibin. Þêx Ehmed xîyaneta Nuh Begê Mûþî ku kor Hiseyn Paþa bi destê Medenî da kuþtin nepejirand û wî ceza kir. Kurdên wî zemanî hemûyan biryara Þêx Ehmed dipejirandin û wê qerarê di cîda dîditin û Þêx Ehmed wek mezinekî fermîyê Kurdistanê dinirxandin. Barzan bibû navenda welatparêzî û miletperwerîyê.

Mela Mistefa ji 1932an pê ve þerwaneke millî ye. Þerê Înglîzan û hikûmeta Bexdayê dike. Ev þerê dijwar 15 sal didomîne heya avakirina Komara Mahabadê.

Di wî qonaxî de em dibînin ku Þêx Ehmed serwerê olî û rêberê malbat û eþîretên Barzan e û Mela Mistefa serokê Artêþa Azadîya Kurdistanê ye. Ji ber vê ye ku ferqa Silêmanîyê û Mahabadê li ba serdarê gewre û bilind nîne û ew îdî Peþmergê seranserê Kurdistanê ye.

Tu kes nikare weke serokkomarê Mahabadê Qazî Mihemedê gorbehiþt, Mela Mistefa binirxîne û pesnê wî bide. Ewî li binê sêdarê ji dadmendên Þahê Îranê re bi cesaret û bawermendîya xwe ya xurt gotîye û anîye ziman ka Barzanîyê Mezin çî pêþkêþ û mêrxaseke bê henpa ye.

Ji vî konaxî û pê ve Mela Mistefa bû qaîd û pêþkêþê netewî û dîrokî. 11 salên penaberî li Urûsatê û li piþt perda pola wî þervanê mezin neda jibîrkirin. Di sala 1958an de gava ku ji Çekoslowakyayê bi balafirê hate Misrê, Mezinê Ereban Cemal Ebdilnasir bi fermî û bi þehnazî pêþwazîyê li lîderê Kurdan kir. Mela Mistefa bibû nasnama miletê kurd. Ewî serê me bilind kir û ewî þêr û pilingê çîya, rûyê me Kurdan spî kir.

Gava hate Bexdayê, ji Zaxo heya Xaniqînê bi sedhezaran Kurd hatin îstîkbala wî lehengê mezin. Gelo kî nizane ka Ebdilkerîm Qasim çî rêz û hirmet jê re girt, koþka Nurî Seîd da wî û xist cîgirê xwe. Mela Mistefa dikarîya bê þer û qirên xwe û eþîr û malbata xwe rizgar bikira. Lê ew sozdarê Kurdan bû û sozdarê Kurdistana azad bû. Ji ber vê yekê þoreþa 11 yê Êlûna 1961ê li dar xist û ev þer 10 salan domand heya 11 ê Adara 1970yê.

11ê Adara 1970yê Ereb mecbûr man û mafên otonomî dane Serdarê Pêþmergan.

4 sal qewil danîn ku þertên otonomîyê bi hemû xalên xwe ve bînine cî û wek hûn jî dizanin Peymana Cezayîrê bu sebebê heriþandin, derbederkirin û penaberîya þoreþa pîroz.

Serokê Nemir li Îranê nexweþ ket û di 10. 6. 1976an de çû Emerîkayê, di 1ê Adara 1979an de wefat kir û cenazeyê wî yê mibarek û pîroz di 5. 6. 1979an de anîn Tehranê û li Kurdistana Îranê li bajarê Þîno defin kirin.

Di sala 1992an de Emerîkan û hêzên kualisyona þerê korfezê bîryara Hikûmeta Federala Kurdistanê da û Parlamena Kurdistanê hate avakirin. Piþtî salek, di sala 1993an de cenazeyê Serokê Mezin û Þehîdê Ezîz Emektarê Hêja Îdrîs Barzanî ji Kurdistana Îranê anîne Barzan û li goristana malbatê li gor orf û adetên Kurdan û þerîeta Muhemmed veþartin.

Îro milletê Kurd ji Kazakîstanê heya Awustralyayê, ji Afrîkayê heya Emerîkan û Ewrûpayê û ji hemû derên dinyayê bi her çar perçeyê Kurdistanê ve têne zîyareta wan nemiran û qedirbilindan. Milletê Kurd deyndarê serokê dîrokî û netewî Mela Mistefa û hemî þervan û þehîd û peþmergeyên rêbaza azadî û rizgarîya Milletê kurd û mafên wanên rewadar û demoqrat in.

Me gotibû ku rêbaza Azadîxwaza General Mistefa Barzanî mîsyona xwe ji dîrokê distînê. Me di qonaxên mîrekî, þêxanî, sîyasî û leþkerîyê de vê rêbaza pîroz anî gihande qonaxê dewletê. Îro em dibînin ku li perçeyekê Kurdistanê û bi taybetî li wî perçeyê ku Þêx Ebdisselamê II, temelê wê sazîyê hê di salên 1905an de avêtibû de, bi navê dewleta Federala Kurdistana Iraqê bi rêz û rûmet, bi rêk û pêk û yasa û zagon Dewleta Kurdan ava bûye û serokê vê dewletê cenabê Mesud Berzanî ye. Herweha Serokkomarê Dewleta Iraqê ya Federal jî Mam Celal Telebanî ye. Bi þehnazî em dibînin ku Ednan Miftî û Kemal Kerkukî Serokê Dîwana Bilind, Parlamentoya Kurdistana pîroz in û xweþhalîyek bê hempaye ku Serokwezîr Neçîrvan Îdrîs Barzanî yê zîrek, agilmend û hêja ye. Ew mîsyona sedsal e ku Kurd gihaye vê merheleyê. Ev misyon bextxweþî û serbilindayîya hemû Kurdistanîyan û bi taybetî ya milletê Kurd e.

Çawan ku Þêx Ebdisselam, Þêx Ehmed û Barzanîyê Mezin ji bo hemî Kurdistanîyan þansekî mezin û serbilindîyeke dîrokî bûn, herweha di çerçewa yekgirtî û yekîtîya KDP û YNKê de û piþtgirîya hemû misyon û rêxistinên Kurdistanî de avakirina wê Dewleta Fideral dibin Serokatîya Mesud Barzanî de bo hemî Kurdan û her çar perçeyên Kurdistanê þansekî mezin, bextewarîyekî bê hempa û þehnazîyêkê berz û bilind e. Bê þibhe û bê xeter îro Mesud Barzanî siûd û þansê hemû Kurda ye. Lewra rêbaza Azadîxwaza Þêx Ebdisselam û Mela Mistefayê hêja misyona xwe ya mezin neqedandî ye. Ez hêvîdar im û bawer im ku ev sedsala 21an sedsala Kurda ye û wê ew misyon rêberî li rêbaza azadîya gelê Kurd û Kurdistanîyan bike. 

 

                                           

1- Barzani, Mesud, Barzani ve Kürd Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayinlari, r. 29.

2-Þerefhan, Þerefname, Deng Yayinlari, 3. Baski, r.169.

                                    

3-Cenabê Mesud Barzanî di gotara xwe ya ji ber enfala Barzanîyan li Metara Hewlêrê melûmat da (2005)

                                        

4-Barzani, Mesud, Barzani ve Kürd Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayinlari, r. 32.

                                        

5-Barzani, Mesud, Barzani ve Kürd Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayinlari, r. 33.