Li Gor Seîdê Nursî

ji Alîyê Dînî û Qewmî “Êdin”

 

 

Fikra rewþenvanî a ku piþtî ronesansê çêbû, ji nû ve gerdûn kiþf kir û þîrove kir. Piþt re midaxeleya li ser dîn bi xwe (ji bo alema Ewrûpayê xiritstîyanî) wek þertekî naçar qebûl kir. Dîn û tiþtên ku ji dîn bûn, li derve hiþt û di wîjdanan de hebs kir. Gava ku riktî û ceberûtîyên wiha kir, xwe iltîcayî eql û zanistê kir. Ji bo komeleke yekpare bînin holê, midaxele li ser qada gelemperî kir û dest dirêj kir jîyana taybetî jî. Ewên ku raya wê qebûl nedikir û ne hevpiþkê vê fikrê bûn, ew weke “êdin” da naskirin. Vegerandin û asîmîlekirina wan jî weke metedokê ji xwe re bijart.

Ev rewþenvanê ku xwe weke mîhenga heqîqetê qebûl dikirin, derheqê wanên dijberê modernîzm, modernîte û ew qîmetên ku bi ronesansê hatibûn holê de, bi mana nemedenî, “barbar û êdin” qebûl kirin.

Li cem me jî, fikrên wisa, bi cumhurîyetê re tête dîtin. Kesên ku hemû tiþtên ji rojava hatine qebûl nedikirin, rejîma nû derheqê wan de peyivên tehqîrê wekî “paþverû û yobaz” istimal dikir. Ji dîtin û ramanên wiha re, yanî ji kesên mixalifê fikra xwe re, mafê jîyanê nas nedikirin, bi gotina Seîdê Nûrsî; ev rewþa rejîma nû zordestîyeke keyfî û kufrî û cebrî bû.

Alemeke ku her cûre dijberî û nakokî tê de hebe, li wê derê pêkanîna civakeke yekpare û homojen û bi qalibên miayyen girêdayî, gelo ewê çiqas medenî biê hesibandin.

 

Nêrîna Seîdê Nursî li Rejîma Nû

Reaksîyona Seîdê Nûrsî, li hemberî zordestîyên wiha, gelek dijwar e. “Tu çima rejîma me qebûl nakî? Wextê ku tu qebûl nekî, emê te biêþînin.” Miqabilê van pirsan, gotina wî bi kurtî wiha ye: “Redkirina rejîmê, ne wezîfa me ye. Ne qeweta me heye û ne jî em difikirin. Lêbelê em vê rejîma hanê qebûl nakin. Bi wê re amel nakin û em wê naxwazin.”

Di tarîxa Îslamê de nîmûneyên wisa pirr in. Mesela, di dema hikûmeta Hz. Omer de, cihû û xiristîyan, bi rehetî jîyana xwe dom dikirin, hîç kesî rehetîya wan xerab nedikir. Ji ber vê yekê, qebûlnekirin, amelnekirin, tesdiqnekirina wan di nezerê hikûmetê de qebehet û tewan nedihat hesibandin.  Mixalif û van munkîrên mîna vana, di bin destê siltanên mezin û hikûmetên wekî din de jî hatine dîtin.

Seîdê Nûrsî di vê çarçewê de dibêje: “Ji þagirtê Rîsaleyên Nûr yek, welew lanetê jî li sazgerê rejîmê biîne, madem e ku têkilî bi karê hikûmetê nakin, divê ku tu car kes raman û rewþa fikra wî kesî nepeliþîne. Ji ber ku serbestîya wîjdan û raman asteng e ji bo vê.”1

Di ramana Îslamê de jihevcihêdîtina mumin û kafir weke hedîseyeke objektîf tê qebûlkirin. Yanî nayê wê maneya bi zor guhertina “êdin”. Di orf û çanda Îslamê de “êdin” hîç barbar nayê dîtin, tiþtekî wiha tuneye. Ev orfa, ji Yûnana qedîm û ji Romayê mîras maye. Di pêvajoya çand û rewþenbîrîya Rojava de, vê orfê ji nû ve xwe hilberand û neþwû nema kir. Ji ber vê yekê, pirsgirêka “ez û êdin” problema dewleta neteweyî ya modern e. Dewleta neteweyî ya modern kurê însan, ji ebdîtîya Xwedê derxist, û kir esîr û bendeyê muqeddesên xwe. “Armanca rewþenvanîyê ew e ku, hemî dunyayê têke hundir paradigmeya xwe. Hemî cihêbûnan ji holê rake û hemû însanan bike yekpare. Bi kurtî, li ser navê sîstema ku bi xwe înþa kirîye, dixwaze jîyanê daqurtîne û ji holê rake.”2

Belê, bi tarîfa Seîdê Nûrsî, jîyan babeteke tecellîya wahdetê ye. Yanî di pirrbûnê de yekîtî ye. Tiþtên pirr bi yekê girêdide. “Postmodernizm ku li dijderketina sazûmana têkane û homojen a modernizmê îfade dike, di cihê wehdetê de, pluralizmeke têkilhev îqame kir. Pluralizma modernîzmê jî, bi rastî referanseke ji vê maneyê dûr e.”3

 

Di Yek Cihî de Jîyîna Ligel Êdin

Eger em çavekî li tarîxê bigerînin, emê bi rihetî bibînin ku misliman li gel “êdin” bêpirsgirêk jîyîn e. Bi gotineke din, misliman ji zû de xwedîyê vê tecrûbeyê ne. Ji roja ewîl û vir de, yanî piþtî dewleta bajarî a  Medîne, ji bo jîyîna li gel cihû û xiristîyan, protokolek îmze kirin. Ev protokola ku bi navê Wesîqeya Medîne tê naskirin, bi domahîya salan re, çarçewa jîyana exlaqî û hiqûqî di mabeyna mislimanan û nemislimanan de nîþan kir.

Bêguman tarîx þahid e ku misliman, ligel muntesibên ol û qewmên muxtelîf jîyîyane. Hê heta doh, di Stenbolê de –ku paytextê mislimanan dihat hesibandin– nêzîka nîvê nifûsê, ji muntesibên ol û mezhebên curbecur û peyrevên qewmên cihê pêkhatibû. Di vê barê de, di demên hê berê de jî, rewþa Medîne, Þam, Bexdad, Qurtûba û Qahîre jî ji vê ne cihê bû. Di van bajarên ku me jimart, ermenî û rûm û suryanî û êzîdî û hwd. li gel mislimanan bêpirsgirêk jîyan bihurandine. Ji ber vê yekê, em kanin bibêjin ku; “dîrok îsbat dike ku Îslam di hundirê xwe de, derbarê ligel çandên din bihevrejîyîn û bi þiklê misbet lihevtesîrkirinê de, xwedîyê potansîyeleke gelek mezin e.”4

Destpêkirina asîmilekirin û ji holê rakirina “êdin”, çawa ku mixalifê fitretê ye, wisa jî zilmeke mezin e. Dema Meþrûtîyeta Duyem de, derheqê ermenîyan de pirseke wiha tewcîhê Seîdê Nûrsî dikin:

“Ermen, dijminatîya me dikin, xwe di hîle û xîyanetê de nîþan didin. Çawa emê ligel wan îttifaq bikin û bibin dostê wan?”

Seîdê Nûrsî, wisa cewab dide vê pirsê:

“Istibdata ku sebebê neyarî û dijmintîyê bû, ew mir. Bi tunebûna istibdadê re, ewê dostî çêbibe. Ji holê rakirin û mehûkirina ermen an jî a qewmekî din, nemumkin e, menfaetek jî tê de tuneye. Bervajî vê, tenê hestên dijminatîyê dimînin. Çawa ku em dizanin jiholêrakirina qewmekî ku ji wextê Nebî Nuh de em bi wan re hevaltîyê dikin, mumkin nine; tunekirina eþîreteke piçûk a wekî Umerdilan jî mumkin nîne.”5 

Seîdê Nûrsî dibêje di domahîya dîrokê de misliman digel nemislimanan jîyîyane, di vê wetîrê de, hîç pirsgirêkek nehatîye dîtin. Han di vê nuqtê de tê bîra mirov ku Qur’ana mecîd dibêje: “Cihû û xristîyanan ji xwe re nekin dost.”6 Emê vê gotina Xwedê çawa fahm bikin? Seîdê Nûrsî vê ayeta hanê wisa tefsîr dike: “Di vê barê de, qedexekirina Qur’an, am/giþtî nîne, mutleq e. Ku di mutleq de tixûb heye. Zeman mifessirekî mezin e. Eger ku zeman qeydê/þertê xwe nîþan bide, nayê îtîrazkirin. Him jî, mirov ji bo zatê xwe nayê hezkirin. Bervajî vê, muhebbet ji bo sifet, yan ji bo hunerê wî ye. Çawa sifetê her mislimanî, lazim nîne ku misliman be, wisa jî, hemû sifet û hunerên kafirekî jî ne lazim e ku kafir be. Ji ber vê yekê, mirov sifet yan hunerekî misliman biecibîne û wî iqtîbas bike, çima jê re caiz nebe. Ji ehlê kitêb jina te hebe, miheqqeq divê tu jê hez bikî.”7

Baþ e, emê çawa bi nemislimanan re weke hev bibin? Seîdê Nûrsî ji vê sualê re jî wiha cewabê dide û dibêje: “Wekhevî, di fezîlet û þerefê de nîne, di hiqûqê de ye. Li bal hiqûqê jî padîþeh û xulamek yek in. Aya þerîeteke ku dibêje “pê li mûrîyan nekin” lê men’a tadeyîyê bike, ewê çawa hiqûqê mirovan ihmal bike? 8

Seîdê Nûrsî dibêje: “Di qirna navîn de ecnebî (êdin), jîyana xwe di nav wehþetê de dom dikirin. Mislimanan li hemberî vê wahþetê, divê dijmintî û teassubtî bikrana, lêbelê edalet û itidala xwe muhafeze kirin. Îcar di qirnê medenîyetê de, madem e ku ecnebî (êdin) medenî ne û bi quwet in, xisûmet û teassuba zerarker jî ji holê rabûye. Çunkî, li gor olê Îslamê, li hemberî kesên medenî, serdestî bi rêya îqnayê ye, ne bikaranîna zorbatîyê ye. Zorbetî û dijmintî li hemberî wehþeta wehþîyan e.9 

 

Bi Hezkirin Nêzîkî li Mirov

Seîdê Nûrsî, bi nêrîna evînê dinêre li gerdûnê. Bi nêrîna wî, hema her tiþt, dunya, hîv, roj, stêrk, nebat, dar, çîya, kevir û hwd, bi iþq û mihebbet dilivin. Di eslê xwe de, çavkanîya afirandina gerdûnê evîn e. Di felsefa Îslamê de, weke tê zanîn, Xwedê teala, dixwest ku li cemala miqeddesa xwe binêre û bide nîþan. Loma bi afirandina gerdûnê dest pê kir. Baþ e, vê gerdûna bênûk û bêdawî ji bo kê afirandîye? Di vê behsê de, mixatebê Xwedê kî ye?

Bê þek û bêguman mixatebê Wî, mirov e. Lewra di hedîseke qudsî de hatîye gotin: “Ger ne tu bûya, ger ne tu bûya, min gerdûn xelq nedikir?”10 Xîtab di þexsê Pêxember de ji hemû mirovan re ye. Mixatebbûna Xwedê, mertebeyeke gelekî mezin e. Lewra însan eþrefê mexlûqat û zubdeyê alem e. Xwedê Teala, di hedîseke wisa î din de: “Ez di erd û esmanan de bi cih nebûm, lê di qelbê mu’min de bi cih bûm.”11 Ji vana hemîyan tê zanîn ku, mirov di eslê xwe de misteheqê hezkirinê ye, ne heqkirîyê edawet û dijmintîyê ye. Di jîyanê de tiþtê misteheqê hezkirinê ye, dîsa hezkirin e. Tiþtê ku misteheqê dijmintîyê ye, ew dîsa berîya hertiþtî misteheqê dijmintîyê ye. Seîdê Nûrsî, bi vî awayî her daim mihebet û evînê derdixine pêþ. Li gor wî, ew tiþtê ku temînata jîyana mirovatîyê ye û mirov bi bal kamranîyê ve sewq dike, rewþa hezkirinê ye ku ew jî dîsa rewþekî misteheqê hezkirinê ye. Ev dijmintî û edaweta ku jîyana civakî ya beþerîyetê zîr û zeber/serûbin kirîye, ji her tiþtî bêhtir misteheqê edaletê ye û sifetekî muzir/bizerar û çirkîn e. Seîdê Nûrsî dibêje, îdî weqtê dijîtî û edawetê derbas bûye. Herbên Cîhanê a yekem û duyem, nîþan daye ku dijmintî çiqas tiþtekî xirab û rûxen e. Van du herban, zulmeke erjeng feraþ kirîye û di vê de tu meslehet xuya nebûye û piþt re ew vê þîreta girîng pêþkêþ dike: “Nexwe, xirabî û gunehên dijminên we, bila –bi þertê ku tecawuzên wan tunebin– dijminatîya we celb neke. Ji wan re cehennem û ezaba îlahî bes e.”12

Nûrsî, ji bo mirovan ji dêvla dijmintîyê nîþandana mihebetê çêtir dibîne. Bi vê sayê, sazûmana dunyayê çêtir dimeþe û dom dibe. Dibêje mihebbet û dijmintî, wekî nûr û zilmetê li dijê hevûdu ne, ev herdu sifet di gavekê de nayên cem hev. Sazûman û nizâma alemê bi mihebbet û miruwetê ve dom dibe. Di vê barê de, Hafizê Þîrazî çi xweþ gotîye:

Asayiþê du keytî tefsîrê în du herf est

Ba dostan muruwet ba duþmenan mudara13

Seîdê Nûrsî dibêje, “ew kesên ku tim dijmintîyê dikin û di qelbê xwe de cihê muhebbetê nahêlin, wekî zarokekî ku mîzaca wî xerab bûbe. Hema li maneyên hûrik digere ku pê bigirî.”

Mesela serekên di mabeyna însanan de, firawankirina muhebbetê ye. Gereke em wekî Yûnus Emre bibêjin:

Me elîf xwend ji wêtire

Me bazarî kir bi qebale

Hemû aferîde me xweþ dît

Madem ku Yezdan xelq kirye 14 

 

Miamela Êdin li Seîdê Nûrsî

Piþtî belavbûna Imperetorîya Osmanî, hat hewldan ku Tirkîye, li ser bingeha dewleta neteweyî were rûniþtandin. Loma mixalifê rejîma nû, yek bi yek hatin tesfîyekirin. Ji bo tesfîyekirina Seîdê Nûrsî, rêya rehettir; li ber raya gelemperî wî bi awayê “êdin” îlankirin bû. Belê, bi kiryarî wisa jî kirin. Gotina wan ev bû: Yan tê wekî me mijûl bibî û wekî me bijî, yan jî emê te bi pelçiqînin. Ji bo wî biînin rê, hercûre hîle û ceribandin bi cîh anîn. Ewil wî ji welat nefî kirin ku bête jibîrkirin. Lebêlê nefîya wî, bû destpêka mixalefeteke nû. Nefîya wî, li her bajarî weke bûyereke nû xwe nîþan da. Ji bo çavtirsandina wî, îcar dest avêtin rêyeke din. Di hercarê de, ew yekî “êdin” bû. Bi awayê dîn û mezheb û qewm û neteweyî ew bi kêmasî “êdin” bû.

Dewra Cumhûrîyetê de, wî navê xwe weke Seîdê Nûrsî îstîmal dikir. Lêbelê di mehkeman de weqta ku pirsîyarî jê dikirin, navê wî bi awayê Seîdê Kurdî zikir dikirin û ji þagirtên wî re digotin: “Ev kurd e û mezhebê wî jî Þafiî ye, hûn tirk in û Henefî ne, hûn çima li pey wî diçin?” Bi vê metodê, dixwestin ku li ser þagirtên wî tesîreke menfî þîyar bikin û ji wî biqetînin. Seîdê Nûrsî li hemberê van gotinan, cewabeke dijwar dide: “Ev mulhidên hemîyetfiroþ û xwe li paþ perdeya tirktîyê diveþêrin –di heqîqetê de dijminên tirkan in– ez ji wan re dibêjim ku, ez ji zaroyên vî welatî û ji milletê tirk, ji bo Îslamîyetê bi iftîxar muhebet dikim û bi wan re biratîya min heye. Ya hemîyetfiroþê sextekar! Biratîya te ji wan re bi þeklekî mecazî û irqî û miweqqet e. Ji bo ku tu bi vî þeklî mefaxîrê heqîqî ê millîyê wan bidî rakirin.”15

Tête fahmkirin ku rejîma nû, bi wasita fîtkirina hissîyata qewmî a þagirtên tirk, dixwest ku wan ji Seîdê Nûrsî biqetîne. Ev pilaneke bi dizî hatibû amadekirin. Lebelê ev plana wan pênegirt. Rast e, Seîdê Nûrsî kurmanc bû. Ev nasnameya xwe tu carî, ji tu kesî neveþartibû. Ziman û çand û orf û mafên xelqê kurd, li herderê, gava cih hat, parastibû. Ji vê þûn de jî, ewê nasnavê xwe neveþarta. Lê li vê bêtalihîyê binêrin ku, rejîma nû ya jakoben û zordest, bi sifeta xwe ya qewmî, êndin sucdar dike. Ev tesîra îdeolojîya dewleta qewmî û rejîma nû, bîrên paqij û zelal þolî dike. Tesîra bîrûbawerîya resmî li ser neslan gelek giran e. Bi vî qasî ku, þagirtên Seîdê Nûrsî, piþtî salan, di nav xwe de, em nikarin bibêjin di bin van tesîran de nemane. Ji ber vê, þagirtên ku wekî wan mijûl nabin, û nasnavê wan jî kurd e, bi nêrîna wan, bi awayê “êdin” hatin miamelekirin, mixabin.

 

Dawî

Xwe merkezqebûlkirin û wekî din weke “êdin” hesibandin, berî her tiþtî, pirsgirêkeke ji têgihîya xodbînîyê ye û ji medenîyeta Roava neþet kirîye. Xwe efendîyê alemê dîtin, têgihîyeke aîdî împeretorîya Romaya qedîm e. Di dewleta Yûnana qedîm de jî raye wisa hebû. Ewan ji yên xeyrî raîyeta xwe re, digotin “barbar”.

Di merkeza fikra mislimanan de, însan heye. Însan bi wesfên wekî “eþrefê mexlûqat” û “zubdeyê alem“ hatîye behskirin. Qur’ana pîroz di xitabên xwe de tabîra “benîadem” û “gelî mirovan” istimal dike.

Di felsefeya Seîdê Nûrsî de jî, di merkezê de mirov heye. Mirov bi naskirina “xwe” digihe marifeta Xwedê. Loma tête gotin ku: “Kesê xwe nas bike, Xwedayê xwe nas dike.”

Bi mirovan re bi mihabet miamelekirin, di mabeyna mirovan de zêdekirin û belavkirina mihabetê, mexlûbkirina hisên edawet û dijmintîyê esas û bingeh hatine girtin. Ji ber vê, distûra esasî; êrîþkirin nîne, parastin e. Li hemberê xirabîyê bi xuypakî micahedekirin lazim e.

Sifetê hezkirinê, dîsa misteheqê hezkirinê ye û sifetê dijmintî jî dîsa mistehê dijmintîyê ye. Seîdê Nûrsî di heqê “êdin” de nêrîna xwe bi kurtî wiha îfade dike: “Xirabî û gunehê dijminê we, bila –bi þertê ku tecawuza wan tunebe– dijminatîya we celb neke. Ji wan re cehennem û ezabê îlahî bes e.”

 

Têbinî

1 Seîdê Nûrsî, Kastamonu Lahikasý, r. 246, Zehra Yayýncýlýk.

2- Ali Bulaç, Kutsala Tarihe ve Hayata Dönüþ, Ýz Yayýncýlýk, r. 187.

3- Ali Bulaç, pirtûka navê wê derbasbû. (pnd.)

4- Amîn Mauluf, Ölümcül Kimlikler, r. 51, YKY.

5- Seîdê Nûrsî, pnd.

6- Sûretê Maîde, 51

7- Seîdê Nûrsî, Ýçtimai Dersler, r. 109-110, Zehra Yayýncýlýk, Ýstanbul.

8- Pnd. r. 109-110

9- Seîdê Nûrsî, Hutbe-i Þamîye, r. 96, Envar Neþrîyat, Ýstanbul.

10- Aclunî, Kefþ-ul Hafa, 2/148, Alîy-yul Kari, Þerh-üþ Þifa 1/6

11- Aclunî, Kefþ-ul Hafa, 2/175

12- Seîdê Nûrsî, Hutbe-i Þamîye, r. 96, Envar Neþrîyat, Ýstanbul.

13- Dîwana Hafiz, xezel 5.

14- Dîwana Yunus Emre.

15- Seîdê Nûrsî, Müdafaalar, r. 57, Zehra Yayýncýlýk, Ýstanbul)
Perwane