Dema ku dînê îslamê bi wasita Hz. Muhemmed (s.) ji însanan re teblîx bû, digel gelek însanên ku ev dîn qebûl kirin, yên ku li ser dînê xwe yê berê mabûn û dijminahî li dînê îslamê dikirin jî hebûn. Di navbera misliman û muþrîkan de berberî/keftûleft hebû û ev tiþt gelek caran dibû sebebê þer û pevçûnan.

Di vê tekoþînê de ji bo ku misliman bi ser nekevin, muþrîkan, li hemberê bawerî, doz, peyam û kirinên Hz. Muhemmed (s.) muxalîfbûna xwe nîþan dane, bi gelek rêyan ve dek û dolav gerandine, xwestine ku jê re kêmasîyan bibînin, wî lekedar bikin, di çavê kesên li pey þopa wî diçûn de qîmeta wî kêm bikin û hwd...

Helbet ev xebatên van merivan tu carî bi ser neketine. Her ku çûye hezkirina pêxemberê ummetê di dilê însanan de xurttir bûye, yên ku þopa wî diajotin qefle li ser qefle zêde bûne. Lewra ew, bi her alîyê xwe bêkêmasî, ji însanan re nimûne, mafparêzê bêxwedî û belengazan e; dijminên wî jî ji edalet û muamela wî ewle bûne û di çavê wan de jî “el-Emîn” e, û ew hakemê halkirê kêþe û pirsgirêkan e. Dema sozek dabe, xwedîyê soz û peymanên xwe ye, soza xwe naxwe tu carî...

 

Kesên ku jê hez kirine canê xwe ji bo wî feda kirine.

Ji dijminên wî tu kesî, kesê ku jîyana xwe li ser xirabkirina bîrûbawerîya wî tanzîm kirîye jî, heger piçeke însaf pê re hebe û ji hewza însafê av vexwaribe bextê xwe neavêtîye û tiþteke xirab nikarîye di aleyhê wî de bibêje. Li cem muþrîkan jî dema behsa wî hatîye kirin mezinbûn û bêemsalbûna wî qebûl bûye, heqê wî teslîm kirine... Ji ber vê, însanên ku ew nas kirine, ji gotin û kirinên wî re bêelaqe nemane û gelek caran bi îslamê muþerref bûne. Lêbelê digel van kesan, kesên ku bawerî bi Hz. Muhemmed (s.) neanîbûn û li kêmasîyên wî digerîyan jî hebûn, çawa ku îro jî kesên wisan henin. Lêbelê kesên ku îftîra lê kirin, yên ku xwedêgiravî jê re kêmasî dîtin, gotinên wan vikî vala derketin û kesekî qîmet neda wan îftîra û derewên wan û navê wan kesan jî bû “derewkar”...

***

Helbet ji wê rojê û heta îro ev tekoþîna heye. Li gor wext û deman carina þiklê xwe guhertibe jî li rûyê erdê kesên vê tekoþînê dikin tim û tim hebûne. Ev tekoþîn carina bi çekan, carina jî bi fikran e. Doh þerê xaçîyan hebû, dihatin welatê mislimanan binpê dikirin û diçûn; îro jî bi navê xaçîyan nebe jî hinek ji mensûbên wê meþê dîsa li erdê mislimanan in û tekoþîna sedsalan dimeþînin. Ji roja ku dînê îslamê nazil bûye mensûbên dînên din, bi taybetî jî xiristîyan û cihu li ser pûçkirina esasên vî dînî xebitîne; ev hezar û çarsed sal e dem bi dem, vê rika xwe ya tarîxî tim nîþan didin û heqaretê li pêxemberê me dikin...

Îro jî li ser navê “azadîya çapemenîyê” li Ewrûpayê hinek grub yan jî hêz, karîkatorên Hz. pêxember (s.) çêdikin û lê heqaretê dikin. Pêþî li Norweyê, paþê jî li Danîmarkê di kovar û rojnaman de ev karîkatorên heqaretê derketin û ev tiþt di cîhana îslamê de bû sebebê numayîþan û li gelek ciha misliman rabûn pêyan.

Li gelek ciha numayîþ û civîn û mîtîng çêbûn. Li Dîyarbekirê qelebalixek gelek mezin civîya. Di nav xelkê tirk de jî ji ber ku fikra netewetîyê li pêþîya her tiþtî ye, li her deverê bersiva vê heqaretê bi eynî tundî nehat dayin. Par di Newrozê de ew tiþtên ji bo ala Tirkîyê kirin, her cih bi alan ve xemilandin, dunya rakirin pêyan, îcar ji bo pêxemberê îslamê dengê xwe dernexistin. Lewra di çavên wan de qîmeta Pêxember biqasî alê tuneye... Lêbelê li vê nakokîyê binêrin ku gelek kesên ji sibê heta êvarê ji îslamê re xeber didan, ew jî di mesela karîkatorê de bûbûn parêzkarê dînê îslamê û pêxember. Dema meriv li wan mêze dikir, didît ku ji mislimanekî bêhtir li vê mîrasê xwedî derdikevin. Nehezkirina Ewrûpayê, bûbû sebeba ku pêxember û dînê ku jê hez nakin, xwe jê hez dikin nîþan bidin. Ji dema ku Tirkîyê ji bo endamtîya Ewrûpayê dest bi muzakereyan kirîye ev kes êdî li pûçên Ewrûpayê digerin. Ji ber ku sibê eger endamtî bibe, wê tezgahê wan xirab bibe...

Ev krîza vê karîkatorê çima niha derket? Heft-heþt meh berê li Norwayê ev karîkator weþîyabûn, lêbelê wê demê kesekî ev berpeyî nîþan nedabû, li pey wê dema rojnamên Danîmarkê ev tiþt weþandin li her derê mislimanan nerehetîya xwe nîþan dan. Di paþ vê nerehetîyê de gelo rola Tirkîyê çi ye? Ev demeke ku Tirkîye ji Danîmarkê dixwaze ku Roj Tv’yê bigre. Danîmarka jî di çerçewa fikra ‘azadîya çapemenîyê’de naxwaze vê televîzyonê bigre... Tam di wê wextê de ji her alîyî ve Danîmarka dibe hedefê êrîþan. Li paþ van êrîþan gelo tesîra Tirkîyê çi ye, divê meriv bifikire...

***  

Berpeyîya ku mislimanên dunyayê li her derê kirin jî li hinek ciha bûn sebebê þîddetê û tiþtên nexweþ. Herçiqas hinek Ewrûpayîyan kesên bûne sebebê vê alozîyê þermezar kirin jî, gelek Ewrûpayîyan rewþeke baþ nedan û dirûtîya xwe nîþan dan. Ew kesên behsa heq û hiqûqê, behsa azadîya þexsî dikirin ji heqareta li pêxemberê mîlyar û nîv însanî re bêdeng man. Ev karîkatorên hatine weþandin ne îfadekirin û þîrovekirina rastîyekê ne, ne jî hunerekî balkêþ nîþan didin. Rasterast heqaret dikin û Hz. Pêxember haþa weke terorîst nîþan didin. Ev tiþt li hemû mislimanên dunyayê re heqaret e. Helbet heqê kesî tuneye ku rabe li pêxemberê ji mîlyar û nîvî zêdetir mislimanî heqaretê bike. Lewra di nav mislimanan de ji bo çêkirina karîkatoran edetek bi vî hawî tuneye, misliman ji bo îhtîramê/hurmetê resmê pêxemberê xwe çênakin, heqê mislimanan heye ku vî tiþtî ji însanên din jî bipên...

Vê hurmetê divê kurd jî nîþan bidin û ew jî li hember heqaretên wiha nerehetîya xwe nîþan bidin. Lewra ev dîn, dînê wan e jî, û eger îro kurd xwedîyê çand û zanînekê kurdî ne deyndarê vê çanda îslamî ne. Heger ne mela û medresên kurdan bana îro ji çanda kurdî ma çi diket destê me? Hema ji bo xatirê wan hebûnan be jî divê kurd ji heqaretek wiha re bêdeng namîne!

***    

Ev mesele bi rastî çima derket, çi nîyet li pey vê hebûn, ev karîkator bi çi nîyetê hatin weþandin, ev tiþt zelal nîne.

Di karê karîkatorîyê de meriv bi xîzikan, bi zimaneke mîzahî tiþtan îfade dike. Gelo ev tiþt jî karekî ku bi mantixa mîzahê ji heddê xwe derbas bûye ye, yan na, karekî rasterast ji dijminahîya îslamîyetê derdikeve?

Li gor fikrekê, îslam li Ewrûpayê belav dibe, însanên ji dîn dûr dikevin dibine xwedênenas. Paþê hinek ji nav wan kesan vedigerin dîn û gelek ji wan jî dibine misliman. Ev tiþt jî li hinek ateîstan xweþ nayê. Bi vî hawî dixwazin îslam û pêxemberê wê di çavê wan kesên ku dibin misliman de reþ bikin.   

Dîsa li gor fikrekê ji bo ku Tirkîye nebe endama Ewrûpayê, niha Danîmarka astengan dixwaze derxîne pêþîya Tirkîyê. Ew rol berê dabûn Awusturyayê, niha Danîmarka vê rolê dilîze. 

Li gor hinekan jî ateîstan ev heqaret bi nîyeteke din kirin. Li gor vê fikrê, li Ewrûpayê gelek însan dibin ateîst. Di pêþerojê de dîndarên xiristîyan û mîsliman wê li hember ateîzmê îtîfaq bikin, ji bo ku li hember ateîzmê îtîfaq çênebe ev bûyer derket...

Helbet herkes tiþtekî ji meselê derdixe...