zîn

 

seyyid ahmet kaya

 

 

dibên ku

sterk,

ê pir li ser çîyan digerin

ê pir li serê çîyan þadibin bi hev

çînê evînê jî

wê demê li wir tê neqþandin

û evîndaran bi tev hildikiþin ‘ezmên

/ ax! gihaþtî.!...

 

eya zîn!

ciwana ciwanan!

sterka ser çîyayê min

bîna cehnîyê tazî

tirsok / narîn

lûtkeya çîya yî

bi tenê

bêxwedî… ax!...

 

stêrkên ‘ezmên giþtika kom bike

û birjîne li ber linge beþerîyetê

bîhna brûskê bila lê keve

li ser çavan… li ser çavan…