|
Îdî Mewlana bi kurdî bixwînin: Çîrokên Mesnewîya Hz. Mewlana
Ahmet Akýn
K itêbxaneya me bi xebatên weþanxaneya Nûbiharê herroj dewlementir dibe û ev xebat hêvîyeke xurt didin meriv. Li hember pêlên asîmîlasyonê Nûbihar giravan ava dike û evîndarên zimanê kurdî îmkana ku bi zimanê xwe bikevin cîhanên xeyalî (fiktional/kurmaca/fiktiv) bidestdixin. Bo gotineke din, bi saya van berheman têkîlîya me bi zimanê me yê qedexekirî re dewam dike û ev eser fonksîyana pireyan bi cî tînin; ew me bi tarîxa me ve girêdidin û dikin ku em li ser van hîman îstîqbaleke baþtir ava bikin. Wekî ku xwendevanên vê kovarê dizanin berî sê-çar mehan Nûbiharê sê berhemên gelek mûhîm weþandin: wergera Dîwana Melayê Cizirî, Dîwana Mele Zahirê Tendûrekî û Çîrokên Mesnewîya Hz. Mewlana. Dîwana Melayê Cizirî bi wergera însanê qedirbilind, Osman Tunç, ji alîyê Kentê ve bi tirkî hate derxistin. Derketina Dîwana Mela di tarîxa me de miladekê nîþan dide! Ji bo min bi xwe derketina vê pirtûkê wekû þeb-î arûsekê bû, lewra ew him ji alîyê ronakbîrekî wek birêz Osman Tunç ve hatîye wergerandin û him jî îmkana ku tirkîaxêv jî Mela nas bikin û feyzê ji bigrin peyda bû. Wekî din, her werger þîroveyek e û em vê xebatê dikarin heta noqteyekê wek þîroveya Dîwanê jî bixwînin. Li milê din, kekê Osman Tunç di serê kitêbê de li ser heyata Mela disekine û malûmatên hene bi zimaneke zelal û hûnerî dide me û di dawîya kitêbê de jî “Meraklýsý Ýçin Notlar“ heye ku meriv jê gelek tiþtan hîn dibe; ev not jî derîyên din vedikin. Bi hêvîya ku wê di rojên pêþîyê de bi kûrahî li ser vê wergera hanê biê sekinîn, ezê niha qîma xwe sirf bi vê paragrafê bînim û vegerim ser mijara vê nivîsê: Çîrokên Mesnewîya Hz. Mewlana.
Mewlana bi kurdî Bi kurmancî hetanî niha, bi qasî ku ez dizanim, wek kitêb tiþtek ji Mewlana tuneye. Di rûpelên Nûbiharê de di salên 90î de kekê Sabah Kara hinin çîrok ji Mesnewîyê wergerand û weþandin. Vê dawîyê jî em carna bi wergerên delal yê Hayrullah Acar hinin çîrokên kin (kurt) ji Mewlana dixwînin. Di vê çerçevê de ev wergera han wek xebateke ewilîn dikare were qebûlkirin.
Çîrokên Mesnewîya Hz. Mewlana Ev pirtûka han rasterast ne ji Mewlana ye. Nivîskar Sadýk Yalsýzuçanlar ji Mesnewîya Mewlana sed û bîst çîrok hilbijartîye û ew ji nû ve nîvîsandîye. Nivîskar di wê fikrê de ye ku “em bêçareyên demên modern [...] ji alîyê xwendina çavkanîyên kevneþopîya me ya îrfanî ve, li hemberî tengasîyên dijwar in” (r. 9). Ji bona ku însanên dewra modern ji van metnan bêpar nemînin, wî bi formateke teze çîrok nîvîsandine. Pirranîya çîrokan kin in; yek-du rûpel in. Bi bawerîya min ev tiþt li gorî ruhê demê ye, lewra em di nav van çerxên han de îdî îmkana ku têkevin nav çîrokên dirêj kêm dibînin. Kitêb di serî de di sala 2003yan de bi tirkî di nav weþanên Timaþê de derketîye. Ew bi nivîseke birêz Sadýk Yalsýzuçanlar, ku xisusen ji bo wergera kurdî hatîye nivîsîn, destpêdike. Di nivîsa bi sernavê “Di Kurdî de Xwendina Hz. Mewlana” de nivîskar þabûna xwe bi derketina vê pirtûkê bi kurdî tîne ziman û dibêje ji ber vê yekê ew “ji weþanxaneya Nûbiharê ya ku li welatê me pirtûkên kurdî diweþîne, minetdar” e. Pirtûk ji 237 rûpelan pêk tê. Digel bergeke rengîn û delal, li pêþîya her çîrokê wêneyek cî digre ku eleqeya wê bi çîrokê ve heye. Kitêb li dû “Pêþgotin“a Aziz Samur, wergêrê kitêbe, bi iqtîbasek ji Seîdê Kurdî dest pê dike. Di dawîya kitêbê de ferhengokeke kurdî-kurdî jî amadeyî alîkarîya xwendevana ye.
Wergera kitêbê Gotina ku ez di dawîyê de bibêjim, ezê di serî de bibêjim: Wergera Aziz Samur wergereke biserketî ye! Kitêb/Werger xwe bi xwe dide xwendin û zimanê wê herikbar e! Hejmara þaþîyên rastnivîsînê çi bibêje hema qe tunin. Kêmbûna þaþîyên rastnivîsînê û formata kitêbê dikin ku xwendevan wê bi rihetî bixwînin. Ji wergerê meriv derdixe ku A. Samur mantalîta ziman dizane. Û ev tiþt jî kêfa meriv tîne, lewra wergêrê zimanê qedexekirî bêî îmkana xwendina mektebê bi zimanê bavûkalên xwe dikare wergereke bi rêkûpêk amade bike. Digel van xalên erênî, gava meriv hûr lê binihêre, wê hinin þaþîyên gramerê bi çavên meriv bikevin. Bi hêvîya ku anîna ziman ya van þaþîyan kêrî wergerên di îstîqbalê de tên kirin were, ezê li ser hinek ji wan bisekinim û numuneyan bidim: Di wergerê de þaþîyeke ku gelek zêde hatîye kirin di meseleya “paþpirtik”a (ek) navên nêrîn û meyîn de ye. Di kurmancî de di halê casus obliquus de em li navên mêyîn “paþpirtik”a ‘–(y)ê‘ zêde dikin û mîsalen dibêjin “Mala Leylayê”/Mala Zozanê. Di ‘eynî halî de ji bo navên nêrîn ti “paþpirtik”ek tuneye û em dibêjin “Mala Azad”. Îjar di van demên dawîyê de hinin kes dixwazin, ji ber ku di behdînanî û hin devokên din ên kurmancî de ev tiþt heye, li navên nêrîn “paþpirtik”a “–î”yê zêde bikin û mîsalên bibêjin “Mala Azadî”. Lê ji ber ku pirranîya kurmancîaxêvan bi vî þiklî qise nakin, ez wisa bawer im ku, heqê me tuneye em bi darê zorê tiþtekî ewha têxin gramera kurmancî. Tew hin kes ev “qaîde” ewqas fireh kirine ku pêþnîyaz dikin ku, meriv bibêje: Ez kurdîyê, kurmancîyê, tirkîyê, ingilîzîyê hîndibim.1 Aziz Samur di wergera pirtûkê de xwestîyê vê qaîda nû bikarbîne, lê di dawîyê de tevlihevîyeke mezin derketîyê holê: Wî ji alîyekî ve carna dev ji “paþpirtik”a navên mêyîn berdayê, ku bi bawerîya min þaþîyeke mezin e, lewra gelê me hê jî wê bikartîne. Ku meriv bibêje “Mala Leyla” wê bi meriv bikenin. Li alîyê din A. Samur li hinin cîyan li dû navên nêrîn “-î” bikaranîyê û li hin cîyan jî neanîye. Divê ew qerar bide, ka kîjan form bi wî rast e. Hinin mîsal ji pirtûkê: “Mecnûnê ku bi evîna Leyla [Leylayê, A. A.] ketibû çolan…“ (r. 56) “Bi pasvanîya taxa mala Leyla [Leylayê, A.A.] ew bûye xwedî rûmet.”(r. 56) “Rojekê fersend ketibû destê Mecnûn [Mecnûnî, lewra ew li hin cîyan vê formê bikartîne, A.A.] û bi Leyla [Leylayê, A.A.] re tenê ma bû. Leyla [Leylayê, A.A.] jê re got:..”(r.68) “Mecnûn [Mecnûnî, lewra ew li hin cîyan vê formê bikartîne, A.A.] got...” (r. 68) Weku ji van mîsalan, ku ji wan gelek in, dixwîye ku di cumleyên li dû hev de jî cihêbûn hene. Çend þaþîyên din: “Lê her çiqas çûbe ser dilovanîya xwe jî Xwedayê mezin me bê wî nehiþtîye û gotin û þîretên wî yên hêja gihîþtandîye [gîhandîye, A. A] me.” (r. 15) “Ku wan tu têr nekiribî [nekiribe], ezê çi bikim“ (r. 21) “Û bangî [bang, A.A.] li bayê kir. (r. 32) “Ku bû [bûbû] þev di serî de parêzvan, hemû kes di xew de çûbûn” (r. 58) “Serê sibeyekê ji mala xwe derket û diçû [çû] dergahê.” (r. 60)
Dawî Bi hêvîya ku emê ji weþanên Nûbiharê bi wergera Aziz Samur kitêbên din ên Sadýk Yalsýzuçanlar bixwînin. ∂ 1 Binihêre: Arif Zêrevan: Bingehên rastnivîsandina kurdîyê. Nefel (2002), Stockholm.
|