|
Ev hîkaye ji bo pêþbazîya Nûbiharê hatibû þandin
Ronî
Nûraya Boþatî
R eþayî ketibû erde. Lê hîn Miheme nehatibû malê. Ronî pir nexwaþ bû. Esmerê nizanîbû ewê çi bike. Li hevdu diçû û dihat; lê tiþtek ji destê wê nedihat. Halê Ronî her ku çû xerab dibû. Îro penc roj bû ku di nav cîyan da bû. Esmerê dikir nedikir Mihemed ew nedibir nexweþxaneyê. Digot: “Pere tine, ezê wê bi çi bibim nexweþxaneyê....” Lê gavek din jî diçû di qehwê de heta nîvê þevê bi qumarê dileyîst. Esmerê heta aniha dengê xwe nekiribû ji vî halê Miheme re. Carekê du caran ku tiþtekî di dilê wê de derbas bibûya jî, Miheme weka ku ew neheq be, pê re dixeyidî, dirêjî wê dikir… — Dayê! ez pir nexweþ im, min bibe nexweþxaneyê.... — Xezala min! Bira bavê te were, emê te bibin nexweþxaneyê.. Ji Ronî re wisa gotibû; lê Miheme heta nîvê þevê nedihat. Awa nedibû, gerek tiþtekî bikira. Ji ber serê Ronî rabû, çû ber pacê, hisa Miheme nedihat. Gerî zivirî ba Ronî.... Serê xwe danî kêleka serê wê, li ser balîfê... difikirî.... Hîn panzdehsalî bû ku bi Miheme re zewîcî bû. Miheme serê awil jê re baþ bû. Çaxê ku Ronî hat dinyayê, çiqas kêf kiribû. Ji Ronî pêve zarokên wan çênebûn. Ronî heyþtsalî bû û warê wan ew tenê bû. Ger ku Ronî lawikbûya, Miheme jî ewê aweha nekira.... Lê çi ferq dike, ma qey Ronî ji ber ku keçik e ew ê wê ji ewladîya xwe bavêje... Li saetê nihêrt, yekê þevê bû. Rabû ku careke din here ber pacê, hîn negihaþtîbû ber pacê dengê derî hat... Esmer, bi dengê derî wek ku ji xewnekê þîyar bibe, bazda ber derî... Bi hatina Miheme, dîsa bêhna cixareyê ketibû hundir. — Miheme! Ronî pir bê hal e. Ka weha nabe. Gerek em wê bibin nexweþxaneyê.. Serê xwe ji erdê bilind nake, ji kînge de ye, ez li hêvîya te me... Miheme ew temda û derbasî hundir bû. — Ezê xwe bidim ber te û qîza te! Bira tu jin bûyayî, te lê binihêrta, nexweþ neketa... Miheme dîsa dest bi xeberdanê kiribû, bi dengê bilind xeber dida. Ronî bi dengê wî veciniqî... — Miheme wisa meke. Qey Ronî ewlada min tenê ye? Çiqas ewlada min be, ewqas a te ye jî. Em wê nebin nexwaþxaneyê nabe.. Esmer êdî nikariîbû xeber bida... digirîya... — Ka te çi heyat da min, serê sibehê zû ji malê derdikevî; heta nîvê þevê nayî. Nan tune em bixwin. Tu çi dikî, li qehweyan bi qumarê dileyîzî. Jixwe jîyana min çi ye... Lê Ronî... Îsal çend sal e, min derdê te kiþandîye; lê va ez ji te re dibêm, ger ku tiþtek ji Ronî bibe, tu ji destê min xelas nabî... Miheme nizanîbû ewê çi bike. Þaþ mabû, qet Esmerê weha nedîtibû. Dengê xwe nekir, careke din derket derve... Siterkên Esmerê hê jî nesekînîbûn.. — Dayê! Bi dengê Ronî bazda ber serê wê.. — Çi bû xezala min? Rengê Roni zer bûbû. — Ronî, Ronî! Xezala min, çi bû? Deng ji Ronîyê dernediket. Esmer digirîya.. Dikir hawar... — Oy lawo! Hawar e! Oy lawo! Hawar e! Deste xwe li ser çokên xwe dida... Ji cîyê xwe rabû, Ronî ji nav cîyê wê derxist, wê da piþta xwe, bi vî halî derket derva... - Ronîya min! Tu jî min nehêle neçe, dinyayê li min neke tarî! Ronîya min sebir bike, ewê dîya te, te bigihîne nexweþxaneyê... ‘Ecele ‘ecele diçû, dengê hawara wê diçû cîranê wê ya Saliha jî, lê kes ji tirsa Miheme li hawara wê nediçû. Gihiþtibû ser cadeyê. — Dayê! — Bibêje Ronîya min, bibeje ez bi qurban! — Tê kîngê ji min re bebeka ku xeber dide bist…
Destê Ronî ji ser milê wê da ket... — Ronî! Ronîî! Ronîîîîîî! Dîya miiin! Xezala miiiin! Rûniþt û Ronî ji piþta xwe danî, ew da ser çoka xwe... — Ronî, keça min, çavê xwe veke, dîya xwe nehêle neçe! Ronî, ronîya min! Çavreþa min! Bira dîya te bi qurbana te be! Oy lawo! Hawar e! Ronîya min ez hiþtime û çûye hawar!.. Canê Ronî bûbû wek qeþayê... — Ronîya min çûye... Dîya xwe tenê hiþtîye... Hawarê li min hawarê... Cîranên wê hê nû li hawara wê hatibûn... — Bira dilê Hemo rihet bibe, gazî Hemo bikin bira were. Ronîya min dîya xwe hiþtîye û çûye... Bira dilê wî rihet bibe... Esmerê Ronî bi ber dilê xwe ve kiþandibû.. — Esmerê! Rabe.. weha meke.... — Hemo min ji te ra gotibû, min ji te re gotibû, min ji te re gotibû.... Ronîya min çû... Te lê bipirsîya aweha nedibû... Ronîya min çû... Xezala min çû... Ronî..... Bira dîya te bi qurbana te be Ronî!!!!! Miheme rakir Ronî ku ji ber dilê Esmerê bistîne. — Meyê bi alî xezala min de... Dûrî wê bisekine... Meyê!!! — Esmerê! Ronî keça min e jî... — Hê nû hiþê te hate serê te... Ronî dinya li min kir tarî, hê nû hiþê te hat serê te... — Hawar e hawar e! Ronîya min ez bê ronî hiþtime… Ronî bi çûnyina xwe, her derî li Esmerê kiribû tarî…
|