Fistiqên Sêrtê

 

Muhemmed Masûm Dilbirînê Botî

 

 

Guh bide carek ez benî

Bi can ji bo tu bikenî

Kî dî li ser dara benî

Wekî van fistiqên Sêrtê

 

Dema d’bînî ewê darê

Ku fistiq pê de tên xwarê

Gelek hêja ne vê carê

Li bin van fistiqên Sêrtê

 

Gelek gir û mezin taze

Li ber wan her divêt raze

Ku bistîne gelek dixwaze

Bikirin fistiqên Sêrtê

 

Çikû tamek xweþik tê de

Ji ên ‘Entabê pir zêde

Nedî keskî ji vir pêde

Wekî van fistiqên Sêrtê

 

Eger þorkî biqelînî

Serê wan ku biþeqtînî

Ecêb xweþ in ku wan bînî

Bixwî van fistqên Sêrtê

 

Çend qîmetê wan giran e

Çiqas bêjî her hêja ne

Wekî lu’lû û mircan e

Libên van fistiqên Sêrtê

 

Dor û mador û her alî

Ji fistiqan nema xalî

Mudîr û hakim û walî

Dixwazin fistiqên Sêrtê

 

Hemî rezên ji fistiqan

Çêtiri j’baxê bindeqan

ji bostan û ji cûseqan

Bizane fistiqên Sêrtê

 

Dema fistiq bi darê ve

Sor û zer dikin bixemlê ve

Welê kesk in ji navê ve

Dibin ?al? fistiqên Sêrtê

 

Eva pensên hanê gotî

Tu bes bêje lawê botî

Dilê birîn te pir sotî

Li ser van fistiqên Sêrtê