Xwarinên Cizîrê

 

Abdulkadîr Bîngol

 

 

1

Gazî dikim dost û heval,

Hey ehlê zewq û lezzetê!

Dê xwarinên tamxweþ û al,

Yek yek bikim ez qisetê.

 

2

Ev xwarinên alî-meqam,

Çendî xweþ û çendî bi tam,

Hemyan jimêrim tev temam,

Ger Heq bikit înayetê.

 

3                    

Da kes nebêjit Botîyan,

Wek Amedî û Xerzîyan,

Umrê ezîz kirbûn zîyan,

Qîmet nedabûn lezzetê.

           

4

Ew dolmeyên qîme di nav,

Epraxê sîr, dan ser kulav!

Tasek dewê þor, yek jî av,

Weyla xweþê vê ni’metê.

                       

5

Perde’w pîlava dûr dîwar,

Yek yek behîv her çar kinar,

Lê wer bibin wek dîn û har!

Gazî bikin xal û metê.

                       

6

Xal û metan gazî bikin,

Hevdu ji hev razî bikin,

Van hestîyan tazî bikin,

Sorgoþtî danin ser xetê.

 

7

Ew tencerîya xweþteam,

Gorî dikim Bexda û Þam,

Xwezka þev û rojek temam,

Pê ra bimama xelwetê.

8

Ew îrkû keryên reng-zerî,

Deynin li rex da “pê’w serî”,

Her kes dibit lê miþterî,

Xilman û hûrên cinnetê.

 

9

Tepsîk birinca liblibî,

Fasulyeya hiþk l’ber dibî,

Sondê dixwim dê hey bibî,

Ger jê bixwî nîv saetê.

 

10

Van “Kadik”an ez beþ kirim,

Dimsa wê ez serxweþ kirim,

Lê paþ ji nû ve geþ kirim,  

Da min ji hêz û quwetê.

 

11

Nohkên û pîno nêrgizî,

Savar di ber da berizî,

Maþik bi mergê ve bezî,

Nîska reben ket haletê.

 

12

Þêx Mehþê þêxek navûdeng,

Ew xwarina Teymûrê Leng,

Wer da bi vê ra bikne ceng,

Da em bibînin ker(a)metê.

 

13

Ger sembîsek bêt ber bi çaf,

Diþkit ji ber wê çok û gaf,

Þêxê ku carek kit tewaf,

Dê çit Meqamê Wehdetê.

 

14

Qeymax û tûk weqtê seher,

Nanek ji sêlê ger li ber,

Çayek di ser da têr-þeker,

Ellah bi min kit qismetê.

15

Va ev meqerna pir zerî,

Zarok li ser her dem þerî,

Ger hinkê deynî ber derî,

Þewqê bidit vê dawetê.

 

16

Çêkin firaxek “sebzelî”,

Lê wer bidin parçên qelî,

Mêhvan bikin Mehmet Alî,

Da ew bibînit lezzetê.

17

 “Kutlik” bi dohn sor bin eger?

 “Tirþik” bi kemçî dî bi ser,

Lazim ku tu sist kî kemer,

Da zik nebînit zehmetê.

 

18

 “Sîrka Kiçan” xweþ xwarin e,

Ew her demîrbaþa min e,

Qahwaltîya ew tê tine,

Da hûn binêrin pitpitê.

 

19

Ew “riþte”ya qamet elîf,

Hêjaye bit paþîv û þîf,

Ger têr bixwit jê yê zeîf,

Dê bit xwedanê quwetê.

           

20

Navê yekê jî pel’ezîz,

Subhan ji wî Þahê Ezîz!

Evqas xweþ û ewqas lezîz,

Jê ra belavkin serwetê.

21

Tasek xoþava tevizî,

Dilkul di nav da gevizî,

Me’de’w hinav lê derizî,

Ket halê tirs û xeþyetê.

 

22

Hêka heþandî... ya sitar,

Ger ez nexim wê car bi car,

Nînin ji bo min qet hedar,

Aqil nema hukmî detê.

 

23

Ger kifteya av bêt ji der,

Dê kim qîyam derhal ji ber,

Ger cem hebit çend heb bîber?

Zinhar nebî jê xefletê.

 

24

Ey þorbeþîr, behra þirîn,

Eþqa te em mecnûn kirîn.

Karê me bû qîr û girîn,

Heywax ji derdê hesretê.

 

25

Arxafk û merqe xeþleme,

Ez aþiqê bejna we me,

Hek hûn hebin ma min xem e?

Dinya û tiþtên zînetê.

 

26

Xwezka wîyê birçî û çill,

Îmkan heba, behta ji mil,

Da wî “birinca zer” ji dil,

Bikra tewaf wek adetê.

 

 

 

27

Danhîrk û þorbe’w mehlebî,

Baqismetik jî cem hebî,

Ew sofreya jê tê nebî,

Me’d û mirîç û lome tê.

 

28

Min dî hinek xort û þebap,

Saz û keman ûd û rebap,

Pê ra dixwin wê sor kebap,

Derd û mereq tu j’kû ve tê.

 

29

Ew qursik û qîma delal,

Kasik girar danin li bal,

Ew caciqa bejna þepal,

Ellah li wan kit rehmetê.

 

30

Suryaz ji Þirnex hate der,

Rengek li ser da reþ-qemer,

Qurbanî bit Þêxê Þemer,

Mîr û milûkên binxetê.

 

31

Þîva qezetma tê nebê,

Yan pitata hûr çênebê,

Dê qehr û kul tê de hebê.

Nabînî tu qet rahetê.

 

32

Hêlîseya mest û xumar,

Derman dikit derdê bîmar,

Feyda wê qet nayê jimar,

Car car bikî zîyaretê.

 

33

“Qirqadikek” hundir penîr,

Deynin li ber yek kase þîr,

Ê jê bixwit qet nabe pîr,

Hûn guh bidin rîwayetê.

 

34

 “Metfîni”ya sor wekî xwîn,

Çawa dinêrit b’iþq û vîn,

Wer “keþke”ya nazdar bibîn,

Jê ra dibêjiin “dankut”ê.

 

35

 “Dankut” ew e canan ew e,

Serwet ew e saman ew e,

Derdê me ra derman ew e,

Lazim tinîn reçetê.

           

36

Danhûrkê têxin sîtilê,

Gazî bikin wê baqilê,

Paþê bibêjin bismilê,

Derdê xwe bavên binxetê.

 

37

Min dî seher du beqlewat,

Ew bûn li min rûh û heyat,

Ket nav dilem pêht û þewat,

Narek di hundir pêketê.

 

38

Ma ew “kerî” têtin biha?

Her yek wekî marên ziha,

Ger ew dirêj bin ta Riha,

Dê wê bixwim yek saetê.

 

39

Wer birçîya! Vê nek jibîr,

Ger tu ciwan bî, yan jî pîr,

Taþta ku tê da “singûsîr”,

Nakî ji zik þîkayetê.

 

40

Xewnek me dî wextê seher,

Min dî “birinc-þîr” hate der,

Alem dikir zîr û zeber,

Ew bû li min Alîyê Betê. (*)

 

41

Ax mergeyê sed merheba!

Yek dû “sefayîh” cem te ba,

Qurban we kim kurk û eba,

Da hûn bikin þahînetê.

42

Hûn wê “þeîra” dûvdirêj,

Dohnê qelî ser da birêj,

Paþê li ser tûpê bipêj!

Hêja ye baxên cennetê.

 

43

Vê zengilokê çêbike,

Zewq û lezzetê pê bike,

Derdê dilê xwe rêbike,

Da dil nekêþit hesretê.

 

44

Ew meyreya bin melkebê,

Rohnî didit wek kehrebê,

Ger ew di mal peyda nebê.

Lazim herî tu xurbetê.

 

45

Ez Qadir im, derbim bijûn,

Lewra dixwim ez “lehmecûn”,

Her ew dibit iþqa derûn,

Hibb û evîn û mihbetê.

 

 

46

Ax ey “biçirk”a bê wefa,                

Bê hal ez im, tû yî þefa,

Ger ez bibînim zor cefa,

Soz bit nekim þîkayetê.

 

47

Sohbet ku tê da çay hebe,

Fisteq we tov û lebleb e,

Zinhar! ji wê merhûm nebe,

Îhmal nekî vê firsetê.

 

48

“Danhûrkê” bînin hûn ji sûk,

Dê bo we çêkim “piçpiçûk”,

Rûnin bi hev ra bidne çûk,

Hêvî dikim bit afyetê.

 

49

Hek ew “ecîna” wek perî,

Ew xwarina ez muþterî

Bêtin ji niþka hemberî,

Dê ez bikim þahînetê.

 

50

Sofra “qelîsêl” bit kerem,

“Hevrûþkekî” al bête cem,

Ew radikin kovan û xem,

Xweþ parî û xweþ loqme tê.

 

51

“Þîrnahî” bû rûh û rewan,

“Hêka xesandî” pir ciwan,

Ez bextîyar im pir bi wan,

Pê ra vexwim ez þerbetê.

 

52

“Hêkrûn” di tawê mest e ew,

Dulkul ji birça xeste ew,

Lewra bi tilyan geste ew,

Îhmal nekir vê derfetê.

 

53

“Me’mûl-hewa”ya pir cemal,

“Þîrnahî”ya ehlê kemal,

“Paste”w “luzînê” deyne mal,

Mêhvan dema bên taþitê.

           

54

Mêhvan ji mal ra bên eger,

Tepsîk “kulîçê” deyne ber,

Hindik “xurabî” jî li ser,

Da ew kevin bin minnetê.

 

55

Epraxê tirþ xwarna Cizîr,

Ger dewlemend ger jî feqîr,

Yê do rojan jê bibe dûr,

Ka meyze kin qebahetê.

           

56

Wek fiqreya epraxê gewr,

Jinkê li mêrik kirbû cewr,

Mêr jî qerarek dabû fewr,

Guh din vê fiqaraya ku tê.

 

57

Wek wê jina her dil kovan,

Her sê roj û her sê þevan,

Eprax çêkir bê bit juvan,

Wer guh bidin vê afetê.

 

58

Mêrik ji xatûna xwe re,

Got: “Dilbera min ka were!,

Bêj ez çi bînim ji te re?

Îþev bikin zîyafetê.”

 

59

Got pîrekê: “Qurban te me,

Eprax bo min bûne xem e,

Qîmê bîn, hin belg dan cem e,

Hek bo te nebit zehmetê.”

 

60

Roja dîtir dîsa zelam,

Ser xatûnê kir yek selam,

Got “ka bibêj, yek du kelam,

Çipxwin îro, ka çi j’te tê?”

61

Got: “Qîmeya duh hatibû,

Encax me nîvî xwaribû,

Hek belg hebin kêlok û dû?

Eprax bixwîn wê hêcetê.”

 

62

Roja sisê mêrê hejar,

Dabû qirik, hew kir hedar,

Got: “Þîv çi ye? ka bid qerar,”

Ka bêje hey bê mirwetê.”

 

63

Got wê jinê: “Qencî te kir,

Belgên te yên duh zêde kir,

Hin qîme bînî ey Bekir,

Eprax di ber çavê me tê.”

 

64

Got: “Hey jina malik xirap,

Narê cehîm bo te ezap,

Ev sê roj in, dil bû ‘edap,

Me’de bi eprax peritê.

 

65

Ma qey ji bil wê xwarinê,

Yek dî nemaye l’vê dinê,

Zilma te kir, ka wer binê,

Ranagirim vê þiddetê.

           

66

Min ev qerar daye ji dil,

Naxim di nav wê da nikil,

Ger çav ji nêza bibe zil,

Dê wê biavêm nav þetê.

67

Sondê dixim soz û qerar,

Hetta ku sax im, qet ti car,

Eprax di qirkê naçe xwar,

Yan jî heta qîyametê.

 

68

Wek fiqreya Alîyê Reþ e,

Nav sohbetê pir bû geþ e,

Got: ‘Ax çiqas “helwa” xweþ e,

Kêlo’k ji wê pênc lîre tê.

 

69

Jê ra gotin: “Ey zir zelam!

Ma qey te xarye ew team?”.

Got: “Ew bibit goþtê heram,

Ger ew li ber çav jî ketê.

 

70

Bes babê min ê xwedî þaþ,

Wextê ku ew hatbû ji aþ,

Yek dîtibû lê bi telaþ,

Çavên wî hingê lê ketê.”

 

71

Nanek li ser destê wî bû,

Helwa belek l’ser tejî bû,

Wî hay ji dinyê qut bibû,

Ew bo me kir hîkayetê.

 

72

Wek fiqreya keryên dirêj,

Yek yê Cizîrî, ku ji mêj,

Piþtî xilas kir ew nimêj,

Behsek vekir j’vê ni’metê.

 

73

Got min qesem navê Reb e,

Kerî’k du sed mîtru hebe,

Dê wê xilas kim yek þebe,

Ka bêne ger bawer netê.

 

 

 

 

 

74

Ger wan kerîyên wekî mar,

Deynin li nik min sed û çar,

Sonda mi bit nakim du car,

Yekser bixwim wê saetê.

 

75

Ger ew kerîyên þûx û þeng,

Hiþk û hola bin wekî seng,

Pêra bikim sawaþ û ceng,

Nabit ji bo min sixletê.

 

76

Ger ew kerîyên xan û man,

Dûr û dirêj bin heta Wan,

Dê pê ve çim dev tejî wan,

Sûr’et bikim her wek jetê.

 

77

Teyfî ji Þax û Heblerê,

Hêjîr ji Aþilmê derê,

Xîyar ji Dêrþew tên, erê.

Ellah biêxê berketê,

 

78

Awal ji gozan ra sikan,

Kakil derîn j’wan qalikan,

Dêrþew dîyarê karçikan,

Wan alîsorên taze tê.

 

(*) Alîyê Betê navê serokeþîrekî ye û bi lehengîyê navdar e.