|
Selîm Temo: “Berhem û çavkanîyên me pirr in lê belavbûyî ne”
Hevpeyvîn: Ayhan Geverî
Selîm Temo... Kekê Selîm, di van salên dawî de belkî navê herî zêde derdikeve ber me ye ê ku li ser xebatên edebîyata Kurdî em dibînin... Selîm Temo, li ber dilê min evîndar û melevan û nêççîrvanê helbestan e... Her ççend xwedî qelemek xurt bit jî, ji ber helbestên xwe yên Tirkî di wextî de xelat standibin jî ew ji nivîskar û þairekê pirtir, “xwendevan” û derdmendê þi’ra Kurdî ye... Belkî ne tenê derdmend, belkî dedektîf û diz û casûsê þi’ra Kurdî ye... Eger li cem yekê þi’rek yan jî dîwanek hebe ku hêj tu kesekî nedîtî, divê ew kes wê berhemê biparizit ku Selîm Temo xwe negehînê... Selîm ne li dûv malê dinyayê ye lê berhemên edebî nemaze jî þi’rên Kurdî ên klasîk li gor wî malê herkesekê ye û ew bi xwe jî li dûv van berhemane ye ku ew li kûderê bibîne meþrû ye ku wan bike malê xwe û “qamulaþtirmiþ” bike... Belê Selîm Temo, di meha Îlonê de Antolojîya xwe weþand. Antolojîya Þi’ra Kurdî, berhem û keda 5 salên Kekê Selîm e ku ev antolojî di þi’ra Kurdî de berhemek bêhemta ye. Di Antolojîya Þi’ra Kurdî de, nêzîkê 300 þair û ji 500an pirtir helbestên van þairan, cih digirin û temamê Antolojîyê 1616 rûper e... Piþtî Antolojî derketî di gelek kovar û rojnameyên Tirkî de hevpeyvînên li gel Selîm Temo hatine kirin weþîyan. Yekem car me jî ligel cenabê Selîm sihbetek Kurdî kir û em wê sihbetê pêþkêþê xwendevanên Nûbiharê dikin...
A.G. Rola antolojîyên wisa çi ye di navbera edebîyatên bîyanî yan jî yên cîran de? Zêhna we zêdetir li ser kîjan xalên edebîyatê ye? S.T Wekî di pêþgotina xwe de jî dibêjim, wêjenasên Rojavayî ku teorîya helbesta klasîk di esasê xwe de malê wan e, tu qîmet nedane edebîyata Kurdî ya nivîskî. Li ser edebîyata Erebî, Farisî û Tirkî rawestîyane, lê li ya Kurdî nenihêrtine. Bi ya min, ev yek, ji hêla metodolojîyê ve tiþtinê ecêb derdixe holê: Yek, ev kesana, mirov kare bibêje ku ne zanîst in. Bela ku li ser mijarên xwe baþ ranewestîyane, li serê baþ hûr nebûne. Dido, ev kesana, di bin bandora înkar û bextreþîyên dewletên serdestên Kurdan de mane. Lê qisûr be, kêmasî be, ka çi be, bi van rexneyan çareser nabe. Ji ber ku danasîna edebîyatekî, zimanekî, divê bi destê xwedîyên wê bê kirin. Rêya vê yekê jî, werger e, antolojî ye. Bi saya antolojîyê, têkilîyên edebîyata Kurdî û edebîyatên cîran yan jî bîyanî derketin holê. Piçek be jî qala van mijaran dikim. Tabî ev þîroveyek e. Hin kes karin rabin û tiþtinê din derînin holê. Lê bi ya min, þîroveya min li ser mînak û delîlan bilind dibe. Dibe ku ya ji van girîngtir ev be; bi saya antolojîyê min cihê helbesta Kurdî kifþ kir. Peyre dewlemendî, kûrî û kevnîya vê helbestê jî derket holê. Lê bawer ke, ji van zêdetir mol û zêna min li ser taybetmendîyên edebîyatê ne. Madem êdî me ev derxist holê, karê giran jî dê di ser de bê. Gelo taybetmendîyên helbesta klasîk ya Kurdî çi ne? Mazmûn, þêwe, wezn, “miþar” (yanê rêzbend, ji qewlê Kurdên Azerbêycanê ve) û naverokên vê helbestê çi ne, çawanin û hwd. Tu jî dizanî ku ez mîna feqehên kêm-aqil, bi eþqeke zêde, bi baleke zêde li helbesta Kurdî dinihêrim. Loma tiþtinê ku mîna pirsgirêkan dibêjim, pêþî pirsgirêkên min in jî. Lê divê ez jî di nêv de tu kes, berê xwe wisa fireh negre. Belê, ber fireh e, lê tirpan jî încax mîtro û nîv heye. Loma divê gelek kes bi van tiþtina ve rabin, li ser wan bifikirin. Heke piçek qîmeta xebata min hebe, ew jî ev e: Bila hemî Kurd bi ziman û edebîyata xwe piþtrast bin. Edebîyata wan ji yên serdestan ne dewlemendtir be, ne hêjartir e. Bi vî awayî hemû derew derketin holê. Lê rîyek jî vebû, heke hûn li min negrin, ez ê bibêjim; êdî nifþa nû rabû. Nifþa berê, zêde bi sîyasetê ve mijûl bû. Tabî mecbûr bûn. Serdestan mefer ji wan re nedihiþt. Lê roja îro, divê di her warî de pispor rabin. Di amadekirina antolojîyê de têkilîyên we û Talat Halman çawabûn, harîkarî yan jî pêþnîyarên wî ji bo we çi bûn? Her wisa em ji nivîsa wî dizanin ku wî agahdarî jî li ser dîroka/edebîyata Kurdî heye, ne wisa? Halman, serekê beþa min bû ya ku min lê master û doktoraya xwe tewaw kirîye. Gelek car em li ser antolojîyê peyivîn. Lê bi piranî min qala keþf û helecanên xwe dikir. Agahîyên wî yên di derbarê ziman û edebîyata Kurdî dibe ji van suhbetan, ji pêþgotina min a antolojîyê û ji çavkanîyên Engilîzkî bin. Tabî Halman akademîsyenekî xurt e, di gelek mijarên edebî de bi metodên zanîtîyê difikire. Min ji wî û ji mamostayên din van taybetmendîyana mîna mînak û ehlaqekî pejirand û wergirt. Hûn dibêjin edebîyata Tirkî piþta xwe daye Kurdî û Tirkan çavên xwe li edebîyata Kurdî girtine. Wêca Antolojîya we di navbera edebîyata Kurdî û Tirkî de li kû radiweste û rola wê dê çi bibe? Têkilîya edebîyata Tirkî û Kurdî, divê berfirehtir bête kirin. Ev yek jî, bi sîyaseta asîmîlekirinê ve girêdaye. Çendî -ji xeynî faþîstan- sosyalîst û oldarên Tirk li dijî vê sîyasetê bin jî, bi edebîyata Kurdî nehesîyane. Haya wan ji gelek tiþtan tunebûye. Bi rastî haya Kurdan jî bi gelek tiþtan tunebûye. Ji ber ku em ne li ser edebîyateke “normal” dipeyivin niha... Yanê ev edebîyat, ya gelekî/xelkekî wisa ye ku, vaye sed sal e ku di bin zilm û zordarîyê de ye. Yanê fikirîna bi Kurdî jî qedexebû, ne heta tu bibêjî peyv, yan axavtin. Vêca edebîyat û helbest... Tiþtek ji têkilîyên edebî bêtir normal tuneye. Dema min qala vê yekê kir, gelek kesana Tirkî derxist pêþ. Na, bela nezanînê ye. Loma dibêjim, ev edebîyat wisa hesas e ku mirov bêyî þerh û nirxandinê nikare hevokekê bi dilê xwe binîvîse. Helbet mijar çiqas sîyasî be, di nêv sed salî de hin dogme hebin jî, bo min bi tenê edebî ye. Li ser vê rêzê karim bibêjim ku, dê antolojî pêþî helbesta Kurdî bo xwendevan û edebîyatvanên Kurd û Tirk bide naskirin. Peyre, ewê bandora wê li dinê jî belav bibe. Mîna hûn zanin Rojavayî, zêdetir ser etnolojî û sosyolojîya Kurdî radiwestin. Hêvidar im ku êdî ewê hin kes li ser edebîyata Kurdî jî hûr bibin. Ez ji xebata we fêm dikim ku hûn di navbera 5 salên amadekirina Antolojîyê de geheþtîne gelek berheman... Hûn dikarin bo min bibêjin ka metoda we çawa bû û we ewqas berhem çawa dest xistin? Hetta we carekê gotibû min ku, we hin berhem bi dizîka standine û ew wisa fotokopî kirine... Dema min li dora xwe nihêrt, min dît ku berhem pirr in, lê belavbûyî ne. Di malan de, di jûran de veþartî ne. Xwedîyên wan bi qîmeta wan nizanin. Bi taybetî jî ulema wisa bûn. Peyre rewþenbîrên ku li Ewropa, li warê derbiderî û sirgûnîyê mabûn, gelek pertûk civandibûn. Gelek kes jî hebûn ku mîna pertûkên Kurdî tenê malê bavê wan bin, vediþartin. Vêca bi rica û minetê nedidan. Vanê dawîn, pozbilind bûn jî. Bawer ke wekî min pêþda jî bo te gotî, min çend heb, bêyî ku xwedîyê wan pê bihesin hilanîn, fotokopî kirin û danî þûna wan! Gava ku we antolojî amade dikir, ji bo we çi tiþtên ecêb çêbûn? Tiþtên ku em bibêjin surprîz yan jî li ser we gelek tesîr kirî? Ji hinga antolojî derket û îro, ev hevpeyvîna yanzdem e. Hêj pêncên din jî di rêzê de ne. Loma min gelek tiþt gotin. Êdî mala min bi hevpeyvînan xirabû. Di jîyana xwe de ez qet hewqas zêde nepeyivîme. Min di yên kevn de qala hin tiþtinê seyr û enteresan kir. Li vir dixwazim qala tadê bikim, qala hetk û cersê bikim. Bila tu kes li min negre, lê Kurd mixabin xwedî li tiþtên xwe yên biqîmet dernakevin. Yek rabe karekî birûmet bike jî, yan çaqolîyan davêjin pîyê wî, yan dihetikînin, yan jî ji dûr ve bextreþîyan lê dikin. Tu dibê qey dasek, yan gîyotînek heye li ser serê me û deqê carekê serîyên ku bilind dibin dibirre. Tu dibê qey her kes mecbûr e eynî tiþtî bibêje. Zilma ku li me dibe, di nêv me de jî nûdibe, bi destê me nûdibe, divenije. Em qet lome li serdestan nekin, terz û þêweyên wan bi destên me tûjtir dibin. Ez zêde di vê pêvajoyê de êþîyam, xesirîm. Min ji gelek kesan xwar. Belê tiþtinê komîk û seyr pirr bûn. Lê hetk û cers zêdetir bû. Bela ku zimanekî nazik di nav me de tuneye, wêjevan bi piranî bi peyv û gotinên bêteþe dipeyivin û dinivîsin. Mîna Kundera di derbarê çanda Ewropayê de dibêje ku ev çand, li ser sergirtin û malaþtina “kîç”ê avabûye, di nêv rewþenbîran de jî divê ev tiþtina bên sergirtin û malaþtin. Wisa bifikirin ku di derbarê helbest û wêjeya Kurdî de peyva “sergo” tê bikar anîn. Yanê sergo ne “çöplük”e, “çöplük “poxan” e. Sergo, cihê ku zibil û pîsîtîya heywanan diavêjinê ye. Yanê, dixwazim bibêjim ku di derbarê zimanê rexne û pexþanê de jî pirsgirêk hene, di fikîrina li ser zimanê Kurdî jî pirsgirêk hene. Gelekî wisa mezin ku nikare bi destê pênc kesan sazgehek, kovarek, enstîtuyek li ser pîya bihêle, nizanim gelo mirov pê biqehere çare ye yan na! We di antolojîyê de ji hemû zarava/zimanên Kurdî daxil kirine û hûn di pêþgotina xwe de dibêjin ku “min Goranî li ser Kirmançkî/Zazakî hel kir.” Gelo di vê xebata we de derheqê zarava/ziman û devokên Kurdî de çi fikr çêbû ji we re? Dema em zarok bûn, me tevî bavê xwe, li radyoyên Kurdî guhdarî dikir. Piþtî Kurmancî diqedîya, bavê min ji me re digot, “Radyoyê bigrin, Goranî destpêkir!” Goranî û Kirmanckî nêzî hev in. Heta li Baþûr ji Kirmanckî/Zazakî re dibêjin Hewramî. Yanê ji hevûdu naqetînin. Belê, ev yek ne keþfa min e, gelek kes vê yekê dibêjin ku Goranî û Kirmanckî gelek nêzî hev in. Heke mînak nedin jî dibêjin. Sedemên vê yekê, bela eslê herdu civakên Kurd, eynî ye, nêzî hev e. Piþtî herba Çaldiranê Goranên Sunne tînîn Kurdistana Bakur. Gelek lêkolînvan dibêjin ku Kirmancên îro ev Goran in. Ji hêla ziman ve jî, sentaks nêzî hev e, peyv û bilêvkirina peyvan, mêyîtî û nêrîtî û hwd. Zaraveyên Kurdî çiqas diçe ji hevûdu dûr dibin. Ya normal jî ev e. Zarave çiqas diçe ber bir serbixebûnê ve diçin. Ev yek rastîya zimanên din e jî. Kesek ji Tirkên Anatolîyê nikare rabe bibêje ez bi Uygûrî, Kirgizî, yan Tirkmanî zanim. Ji hevûdu pirr dûr in. Bo Farisî jî mirov dikare bibêje. Va ye hezar sal e ku Fars bûne “netew”, lê hê jî devokên Farisî hene ku ji ya fermî dûr in. Ev tiþtinê han bo hemî zimanan normal in, lê bo Kurdî qisûr tên hesibandin! Zaraveyên Kurdî jî têra xwe ji hevûdu dûr in. Ji qewlî Tetwanîyan ve, “jê biqerin!”, bila ji hevûdu dûr bin, lê bi çavberka zimanzanîyê lê binihêrin. Bi rastî bo fêhmkirina zaraveyên Kurdî, divê mirov bi elfabeya Erebî bizanibe. Yanê gelek peyv hene ku bi elfabeya Erebî eynî tên nivîsandin, lê cihê tên xwendin. Ferhengokeke wisa amade dikim, dixwazim têkilîyên zaraveyan bidim nîþandan. Hin taybetmendîyên alfabeya Erebî hene, mîna hûn zanin, û gelek peyv jî hene ku eynî tên nivîsîn bi vê alfabeyê û ev peyvin di zaraveyên Kurdî cihê cihê tên bilêvkirin. Dema mirov bala xwe bide tengbûn yan firehbûna van peyvan, guhêrtina hin tîpan û filan, mirov dibîne ku zaraveyên Kurdî ji hevûdu zêde ne dûr in jî. Mirov kare bibêje ku ev tev, li ser sîstemekî ne. Di amadekirina Antolojîyê de we ji gelek kovaran îstifade kirîye, her wisa ji Nûbiharê jî. Gelo ji bo lêkolînerek mîna we ferqa Nûbiharê çi bû û we jê çawa îstifade kir? Bi rastî firqa Nûbiharê xuyane û eþkera bû. Ji hêla edebîyata klasîk ve min gelek tiþt ji Nûbiharê wergirtin. Dostên ku Nûbiharê diweþînin jî gelek alîkarî kirin. Li vir dixwazim careke din jî spasdarîya xwe bînim zimên. We di pêþgotina xwe de behsa þa‘irên jin kirîye... Belê, li wir qala helbestvanên jin dikim. Bila li vir dubarê nebe. Lê kesên mîna Menîce û Miryem Xan jî girîng bûn. Lê min tu helbest ji wan bi dest nexistin. Kurdên Lor bawer dikin ku ev herdu helbestvan, berî 2-3 hezar sal berê jîyane. Hebûn û zêdebûna helbestvanên jin jî yek ji taybetmendîyên wêjeya Kurdî ye. Eger hûn antolojîya xwe wekî fotografekê bînin ber çavên xwe, hûnê cografyaya þi’ra Kurdî çawa bibînin? Gelo cografyayek parçe ye yan na? Belê, li dora pênc þeþ parçeyên fotograf derketine holê. Lê helbestvanên welatên mîna Hindîstan, Pakîstan, Afxanîstan, Fas, Îsraîl û Cezayîr bi dest neketin. Helbesta Kurdî jî mîna civata Kurd parçe parçe ye. Lê Kurdayetî pejneyeke xurt e, li nêv hemû Kurdan belavbûyî ye. Li gelek cihan, têkilîyeke travmatîk nîn e. Lê bi taybetî, ji sedsala 20. û vir ve, têkilîyên Kurdên Bakur bi rastîya van ve, travmatîk e. Di parîyekê vî fotografî de ev dixuye. Ji xeynî Kurdên Bakur, Kurd, xwe mîna parîyekî esasî ji Rojhilata Nêzîk dibînin, dihesibînin. Tu kompleks bi wan re nîn e. Ji alî dewlemendîya ziman û çanda xwe ve piþtrast in. Loma di helbestinê wan de ji nava xwe razîbûn pêþ ve derketîye. Lê tabî fotografekî perçe perçe ye. Helbet ev yek, bi rastî û perçebûna welêt ve girêdaye. Ji alî sîyasî ve, erê, ev yek kêmasîyek e. Heke îro hemû zaraveyên Kurdî xwedîyê dugelekê bûna, azad bûna, ev yek ne derd bû. Ji ber ku li dinê hema bêje tu ziman ne xwedîyê yek dugelê ye. Cihêtî di nêv hemû zaraveyên zimanan de hene. Bi vî rengî mirov kare bibêje ku, ew jî perçe perçe nin. Lê perçebûna Kurdî, ji wan cihêtir e. Gelo te tezkîreyên di dewra Osmanîyan de hemû dîtine û mîsalen Keþf-uz-Zunun’a Katib Çelebî... Her wisa îstifadeya te ji kitubxaneyên mezin ên wekî Millî Kutuphane, Suleymanîye û Beyazitê çawa bû? Mîsalen destnivîsek Dîwana Melayê Cizîrî di Millî Kutupxane ya li Anqerê... Di tezkîreyên Osmanî de qala hin helbestvanên Kurd tê kirin. Lê tenê bi nav. Yên min dîtin de navê çend kesan derbas dibûn. Nedihate gotin bê ka helbestên bi Kurdî nivîsine yan na, tenê navê welatê wan dihat gotin, yanê Kurdistanî bûn û hew. Min ew qeyd kirin. Li gelek kitûbxaneyan pertûkên Kurdî, destnivîsên Kurdî hene. Di pêþgotina xwe de qala çend heba dikim. Lê bo dîtina wan derfet lazim bûn. Çend kesên hêja jî hene ku xwedî derfet in, diçin kitûbxaneyan, mîna ya Marbûrgê, ya Mahîteran, ya Petersburgê û hwd. Heta ji min hat, min xwe gihîþtand berhemên wan. Wekî ku we jî beyan kiˇˇî rola medreseyan pir muhîm bûye ku þi’ra Kurdî xwe parastîye… Gelo piþtî xebata we li ser edebîyat-þi’r-tesewûf-Îslam-Neqþîbendîtî-Yarsanîzm-Êzîdîtî… hûn dikarin çi bibêjin? Hûn dîsa ber fireh dikin! Belê bi saya medreseyan, bi saya rewþenbîrên mîna Mîr Celadet Alî Bedirxan, Ahmed Ramîzê Licî, Hemze Axayê Miksî ev berhem gihîþtin roja îro. Dema mirov li ser vê mayînê hûr dibe, mirov dibîne ku gelek taybetmendîyên edebîyata Kurdî hene û ji her yekî re zanîn û zêneke kûr û tije divê. Bi ya min, tesewwûfa klasîk, ya ku mirov di helbesta Farisî û Tirkî de jî dibîne, bi destê Melayê Cizîrî dikeve helbesta Kurdî. Yanê mirov kare ji mezmûnan bigre heta hewa helbestên wî, di nêv helbesta klasîk de þîrove bike. Yên berî wî, zêdetir folklorîk in, yanê yên Yarsanîzmê ne. Çend helbestvan jî, îlahîm li gor mezheb û terîqetên xwe dinivîsin. Mîna hûn zanin, gelek helbestvan urdû, kurd, tirk, xwe didin ber helbestvanên farisî. Bi wan re dikevin pêþbazîyê. Loma Babek, Herîrî ya Þêx Þemseddînê Qutbê Exlatî hewqas ji nav xwe razî ne. Ahmedê Xanî jî, li gorî terbîya helbesta klasîk hereket dike. Yanê ew “xwe piçûk dîtin”, nezaket e. Gelek kes, vê yekê “rast” dipejirînin. Peyre, belê di beþa “sebebî telîf” de, sedemên bi Kurdînivîsînê tîne zimên. Lê ew jî ne tiþtinê “rast” in, islûb ew e. Peyre di beþa pesindayînê de jî, pesnê mîrê xwe dide. Lê dibêje heke min ev mesnewî bidaya Qayser, Xakan û filan û bêvan, dê qîmeteke zêde bidanayê. Li vir jî dawa ilûfeyeke zêdetir dike! Yanê heke em taybetmendîyên helbesta klasîk nizanibin, emê her tiþtî li gorî dilê xwe þîrove bikin. Îro mirov kare bibêje ku ji alîkî ve Yarsanîzm, ji alîyê din ve Neqþebendî-Qadirîtî, li herêmên gelek fireh belav bûye. Ji nîvî zêdetir Misilman, heke Sunnî heke Þî‘î bin, bi terîqetên Kurdan ve girêdayîne. Helbet helbestvanên Kurd jî di nêv van terîqetan de bûne. Hema bibêje her peyv, bi awayekî simbolîk hatîye bikaranîn. Loma di tiþtinê ku hûn di pirsa xwe de bilêvdikin jî di nêv de, di her warî de pisporîtî lazim e. Ez tenê, li vir karim çend xalan bînim zimên... Li ser Mem û Zînê û þi’rek Melayê Bateyî, we behsa ferqa edebîyata Kurdî ji edebîyatên cîran kirîye. Gelo hûn dikarin hinekê behsa wê bikin, ka çi bo we bû referans ku iddiayek wisa tînin ziman? Ez di pêþgotinê de çend xalên seyr û enteresan pêþ de didim ku fikrên gelek kesan biguhire. Ji yên ku Kurdî, Kurdayetî û Kurdan piçûk dibînin bigre, heta Kurdên ku xwe bixwe piçûk dibînin, ji zimanê xwe hez nakin. Van xalên ku ez derdixînim pêþ, ne dikarim di pêþgotineke antolojîyekê de bi temamî îzah bikim, ne jî di hevpeyvînekê de. Tenê, bi çend doneyan van xalan beylû dikim. Hêvîdar im ku ezê karibim bi berhemên taybet li ser wana rawestim. Ev ne tiþtinê zêde ne. Wisa bifikirin ku di derbarê mesnewîyan de gelek tiþt tên gotin. Lê ya Ahmedê Xanî, li ser destaneke Kurd hatîye avakirin. Peyre, Melayê Bateyî, li ber mirinê, mirina xwe dinivîse. Her çiqas bê minaqeþekirin jî, mirov dibîne ku di vê helbestê de hemû mezmûnên helbesta klasîk xira bûne, yanê Bateyî xira kirîye. Ma ka em karin mînakek wisa ji helbesta zimanekî din nîþan bidin? Derdê min ev e; ez van tiþtina dibêjim, yek ji wan jî ne bêsedem e. Ev helbest jî, mîna helbestên zimanên din xwedî taybetmendî û mezintayîyan e. Heke em rabin mîna berê, bi eynî miqamî þîrove bikin nabe. Dixwazim em bi çavekî akademîk jî li vê helbestê binihêrin. Dema mirov dinihêre jî, tiþtinê wisa seyr derdikevin. Jixwe rexnevanî û wêjenasî jî ev e. Wan rojên ku Antolojî weþîya, Mehmed Uzunê me çû ber dilovanîya Xweda. Lê wî berhema we dîtibû berîya ku ji nav me biçît... Têkilîya we li gel Mehmed Uzun çawa bû, bîlhessa li ser antolojîyê danûstandinên we û wî? Adnan Satýcý û Mehmed Uzun, kekê min bûn, dostê min bûn. Adnan jî her car dipirsî. Min jê re her car qala taybetmendîyên helbesta kurdî, mezintayî, kûrbûn û hwd. jê re dikir. Lê mixabin, ji nêv me bar kir çû, bêyî ku antolojî bibîne. Kekê Mehmed ew dît. Çawa gihîþt destê wî, telefon kirin. Hermeta wî, Zozan Xanim peyivî. Mixabin nikaribû bipeyivîya. Ji dûr ve dengê wî yê qels dihat, pîroz dikir. Tabî ez zêde li ber Mehmed Uzun ketim. Bo min mînakek bû her car, dê her wisa be jî. Yanê karê wêjevanan ne kurtepist e, nivîs e. Min ev yek ji wî seh kir. Heqet pirr dixebitî. Zêna wî vekirî bû. Xwedîyê mêjî û qelbê xwe bû. Serbixwe bû. Di pêvajoya amadekirina antolojîyê de, mîna min behs kir, ez gelek xesirîm. Hema bêje du sê rojan carekî telefon dikir û digot sebir bike, xurt be. Zêde qîmet dida xebata min. Çend tiþtên taybetî di bîra min de henin, naxwazim bibêjim. Qet nanivisînim jî. Karim hewqasî bibêjim ku, wekî mînakekî li pêþîya min bû Mehmed Uzun. Di antolojî yê de, þi’ra nûjen we çawa tesnîf kir û hilbijart? Mîsalen we ji Cigerxwîn gelek þi’r dane, lê we þi’rên hin þairên nûjen wernegirtine antolojîyên. Jixwe we belkî ji ber wê ji þairên îro ji heval û dostên xwe rexne û gazinc jî bihistibin. Hûn dikarin çi bibêjin ji bo wê..? Min pêþî neheqî li xwe kir û helbestinê xwe nexistine antolojîyê! Lê li gorî pîvekên min, divê ez neketima antolojîyê. Qala pîvekan dikim, di pêþgotinê de. Bila li vir dubare nebe. Lê ev nayê wê wateyê ku kesên li dervayê antolojîyê mane, ne xwedî van pîvekan in. Min ji hin kesan helbest nedîtin, jîyannameya hinekan bi dest neket, yan herdu jî… Mirov çiqas objektîf be jî, dilê gelek kesan ji wan re ev yekê nabêje. Dê hinin subjektîvîte derînin pêþ. Bi rastî, heta îro þîkayetên kesên li derve mane, rasterast negihîþtine min. Hin kes dibêjin ku gelek kes hene ku antolojîyê, bela ku helbestinê wan di antolojîyê de tuneye, kêm û piçûk dibînin. Ez nikarim tu bersiv bidim, ji ber ku ev him ne rexne ye, him jî nizanim kî ne û bi temamî çi gotine. Lê karim vê bibêjim ku, eve bû sê meh, li di tu kovar û rojnameyên Kurdî de, ji xeynî danasînê tu nirxandin neweþîyaye. Bi rastî, helbet di serê min de, heqzanîyek li gorî min hebû. Mînak divê cihê Cegerxwîn berfireh bûya. Li gorî min, Cegerxwîn ji alî helbestvanîyê ve ne zêde xurt e. Lê bandora wî li ser helbesta Kurdî heye. Di demekê de ku kesî nikaribû qala helbesta kurdî bikiraya, Cegerxwîn hebû. Lê tabî, ez rexneya hejmarên helbestan dipejirînim. Divê ji gelek helbestvanan zêdetir helbest hebûna. Lê hewqas ji min hat. Kekêcan, ez pirseke þexsî li we bikim: Gelo wextê hûn li þi’ran gerîyan, we ew peyda kirin û li ser wan xebitîn, çi þi’r bo we bûne “berceste” ku hûn gelekî pê “serxweþ” bûn? Yanî di antolojîyê de kîjan þi’rê dikarî îþaret bikî ku bibêjî “Ha ev þi’r tam li gorî dilê Selîm Temo ye?” Belê bi rastî helbestek ji ya din xweþtir bû. Mala hemî helbestvanên Kurd ava be. Bi saya wan çand, ziman û helbesta Kurd digel zilm û zordarîya, digel însafa dîrokê gihaþt îro. Hemî helbest li ber dilê min þêrîn in. Lê beytek heye ku, ez lal dihêlim. Beyteke Þêx Þemseddînê Qutbê Exlatî: Samit û lal û xemoþ im, sirrê yarê xo dipoþim Ger çi ez badefiroþim, te ne na ha ya hû
Kekê Selîm ya rast wekî te jî gotî ber fireh û berfireh e û pirs jî gelek in lê ji bo vê hevpeyvînê hinde pirs bes, sipas. Ez jî spas dikim, malî ava.
|