|
Doza helbestê û bandora wê
Metîn Kewê Dilxêrî
D i dinê de doza her tiþtê heye. Heta doza kesê zindî û doza kesê mirî jî hene. Mirovan, ajal û sevalan hemî bi doza xwe ve henîn. Helbest jî bi doza xwe ve heye. Bêdoz helbest nabe. Misoger e ku doza wê hebe. Ew doz yan li ser evînê ye, yan jî li ser Xweda ye, yan li ser azadîyê ye, yan jî li ser mirovahî û li ser xweza ye. Doz cûr be cûr in. Mijara ku hîndarîya wê zêde yebandorîya wê jî zêde ye. Di warî de helbest hînî dike. Helbestê di nêv hînbûnê de cîyê pirr girîng girtîye. Bawerandin û bandora wî bi bandor e. Helbest hêsan nayê meydanê. Lewma çarîna helbest tu car kevn nabe. Di hiþê mirov de salan car dimîne. Nayê jîbirkirinê. Mînak; “Xwazdî ez tu bi hevre bin/Bi hevre herin xorînê / Wer dê bihêrin kotra bin/Bang din bi hevre narînê”…1 Ev helbest ya Borazboz e. Borazboz ev helbesta xwe berê zayînê di sala 330yê de nivîsîye. Ji wê çaxê heta vê demê 2335 sal derbas bûye û ev helbest kevn nebûye û nehatîye jîbirkirinê. Ji ber vê yekê, helbest gelek girîng e û pêwîst e. Doza helbest û helwesta helbestê dijwar e. Ti car derew negotîye, her tim aþtîyê dixwaze. Evîn karê wê ye. Biratî hevalê wê ye. Mirovayetî mervê wê ye. Azadî xwastîna wê ye. Xweza jî jîyana wê ye. Birastî, helbest ji devê mirovan derdikeve. Dev û ramanên wan çawa be helbest jî wisa dertê holê. Belê mirov derewkar be helbest jî derew dibêje. Mirov nijadparêz be, helbest jî wisa derdikeve qadê. Helbestvan kesekî kambax be, helbestê wî jî wisa dibe. Lêbelê, derketinê helbestê wiha, ti car xwendevan nabîne û nayê xwendinê. Lê zû tê bîrkirin. Di paþerojê de ew helbestana di bîra kesî de namînin. Ew helbestana girtîyê wendabûnê ne. Du hezar sêsed sal derbastire helbesta Borazboz çima wenda nebûye? Ahmedê Xanî hêj jî bîra mirovan de ye. Helbestvanê hêja Cegerxwîn û hwd. Hîç helbestên wan wenda bûne? Ev rast e ku helbest her wiha evîndarîyê aþtîyane diraxise û dixwaze.
HELWESTA HELBEST
Helbest helwesta aþtîya diraxise, Wê teqezî guhdar be ev balkêþ e. Li nav helbestê derew tine, kifþ e, Gava tu ne hisyayê, yekî re bipirse.
Tiþtê gemaran re hilda helwest, Lêbelê ji bo wan westîya helbest. D helbestên xwe de bû alîgîrê bindest, Derneket ti car, piþtvanîyê serdest.
Bang kir û qîrîya ji bo me helbest, Paþê wî yalî, xwe gêj kir bû sermest, Ji bo me betîlî lê em bibin serbest, Em jî, ev xwedî derkevin herdest.
Qîre qîrîna helbest jî we ragihandin, Rast e ku ji bo keda mirovan parastin. Hûn jî alîkarê helbest hinek gav bidin, Paþê hemîyan ji bo wî bexdewar bin.
1 BORAZBOZ, B.Z.330 Hewreman, Popüler Kürtür Esmer, Hêjmar: 8 Agustos(Tebax) 2005
|