Ji Dîwana Melayê Cizîrî: Þerbeta lam û bêyan

 

Bamed Serdar

 

 

Þairê serbixwe, xwezayî û xwedîyê eþqa îlahî, feylesofê demê, sergovendkêþê reqsa berbangê, destmala sor î eþqê, çavdêrê nûra kesk, sipî û zer… pîrê zanistê, piþta zimanê kurdî …Mele Ahmedê Cizirî.

Ji malbata Xewsê Hîzanê (mala Erwasan) pirsîne; hûn terbîye û talîma terîqeta xwe çawa dikin?

Wan jî ev bersiv dane: “Me piþtî Quran û hedîsan sûd ji dîwana Melayê Cizîrî wergirtîye.”

Melayê Cizîrî li cem zanyarên ol û tesewufê xwedî nirxeke bêhempaye. Helbestên Mela di dergehên welêt de bûye talîm û terbîya mirîdan. Gelek kesan destpêka eþqa îlahî bi helbestên Mela wergirtine.

Meriv bi kîjan awayî nêzî helbestên Mela bibe, meriv dikare sûd jê wergire. Kesê ku helbestên Mela bitahmîne, wê bi gîyanê xwe bicoþe. Kesê ku helbestên Mela netahmîne, wê têdnegihêje. Bi tevayî dema ku meriv dîwana Mela berbiçav dike; meriv têdigihêje ku Mela di tesewufê de evîndarê Xweda ye.

Weku tê zanîn gelek kesên ku bi eþqa îlahî ketine, despêka eþqa wan eþqa zahirî ya beþerî bû. Mîna Leyla û Mecnûn hwd. Mela di destpêka eþqa xwe ya îlahî de bi Selmayê vedibe. Paþî ev eþqa beþerî bûye eþqa îlahî.

Mutesewwufê ku bi dîwana Mela eleqedar dibêjin: Xwedê nûra xwe yî ku dabû însan di gelek kesan de berbiçav dike. Ji bo ku eþqa xwe têxe hundirê Mela jî, nûra xwe di enîya Selmayê de berbiçav kirîye. We ku têzanîn Selma jineke xwedî teqwayeke mezin bû. Dema Mela ew nûra Xwedayî di enîya Selmayê ditîye aþiqî wê nûrê bûye. Ji ber ku Selma jî bûye sedemê dîtina wê nûrê ew jî di helbestan de, li ber dilê Mela mîna yar tê xuyakirin.

Ji ber ku Mela di deryaya tesewuf û eþqa Xwedayî de bêbinî bibû, êdî ti cudatî nedixist nava ti kesan.

Dema ku meriv bixwaze Mela baþ binase, meriv dikare ji felsefeya Mihyedînê Erebî û Xellacê Mensûr sûd wergire. Lewra Mela nêzî van herdu kesayetên navdar e.

 

Þerbeta lam û bêyan ez bi heyatê nadim

Badeya le’lê bi ava zulûmatê nadim

(Ez þerbeta lam û bîyan -lêv- bi jîyanê nadim

þeraba sor -lêvên sor-, bi ava tarîtîyê nadim)

 

Ez þerbeta lêvan, bi jîyanê nadim û ew lêvên yarê yê sor ez bi ava ku meriv nemir dike nadim.

Ez þeraba eþqa rastî, kêfxweþîya daîmî; ku ew jî bihuþta sermedî ye, ez wê bi tam û lezetên li cîhanê yên nedaîmî nadim.

 Ez ew gotinên ku ji nav lêvên yarê dertên, ku li cem min þerbet û þeraba heskirin û kêfxweþîyê nin. Ez wan gotinan, ewan emrê îlahî ez bi jîyanê û wan lezetên ku dawîya wê tarîtîye nadim.

Li gorî ku tê gotin, avek ku mirovan nemir dike li ser rûyê dinyayê heye. Îskenderê mezin, li wê avê gerîyaye, ew av dîtîye, lê jê nevexwarîye. Li gorî rîwayetan dibêjin Hz. Xidir (e.s.) alîkarîya Îskender kirîye ji bo wê avê bibîne. Dîsa jî, li gorî dibêjin, avek wanî li dinyayê heye, ew av di cîhekî tarî de ye. Bi saloxa Hekîmê Lokman jî xwestîye dermanê mirinê bibîne û li wê avê gerîyaye. Dibêjin ew av dîtîye, lê paþî, rêya wê avê wenda kirîye. Ava zulumatê ji wê avê re tê gotin.

 

Hor û wîldan û perî cumle cema bin îro

Mûyekî pê ji xetê wê pût û latê nadim

(Horî, zarokên bihuþtê, perî tev bêne serhev îro

mûyekî ji biskên wê pût û latê nadim bi tevan)

Yara xwe li cem xwe xistîye þûna pût û latan, mûyekî ji biskên yarê, bi horîya, zarokên bihiþtê, bi perîyan û bi tevan nadê.

 

Ger bidit destê tewafa pî û destan bigirim

Wê mecalê bi wuqûfa ‘Erefatê nadim

(Eger bide destê maçîkirinê ezê bigirim pî û destên wê ez wî wextî, bi rawestandina li ser girê Erefatê nadim)

Çûna ser çîyayê ‘Erefatê þertekê ji þertên hecê ye. Kesên ku wî þertî  neynê cî, li gorî þertên hecê, heca wan nayê qebûlkirin.

Mela ji bo maçîkirina yarê dev ji girê ‘Erefatê berdide.

 

Ez û yar ger þevekê herdu hemexuþî bibin

Leyletulqedir e me ew þev bi beratê nadim

(Ez û yarê eger þevekê hev himbêz bikin

ji bo me ew þev leyletulqedr e, ez bi bi þeva bereatê nadim.)

Di qur’ana pîroz de jî dibêje, leyletul qedr (þeva qedrê) çêtirê ji hezar mehî ye. Ji ber ku di þeva leyletul qedrê de qur’ana pîroz, ji teref Xweda ji Hz. Muhemmed (e. s. w) re, bi wasîta melek Cebraîl (e.s.w.) daketîye. Þeva bereatê; þevek ku Xwedayê teala di wê þevê de, gunehên mirovan efû dike. Îca Mele di vê beytê de, þevek himbêzkirina yarê, þeva qedrê dibîne û bi þeva bereatê nade.

 

Canê þêrîn ku ji yar ra bi xudan ez dikirim

Ne bi yarê xwe di weqtê sekeratê nadim

(Canê þêrîn -rûhê þêrîn- ez ji yar ra xwedî dikim, diparêzim. di weqtê sekeratê da, vî rihî ji bilî yarê, nadim kesî.)

 

Þerbeta zehrî helahil ku hebîbê me bi dest

Bi gulabû þeker û qendû nebatê nadim

(Þerbeta jehra helahil -jehra herî bi bandor- ku yar bi destê xwe bide me ez bi ava gula, þekir û þerbetên þekir nadim.)

 

Ne bi qanûn ku îþaret bi þîfayê bikirit

Ez hîlakê xwe di ‘iþqê bi necatê nadim

(1. Qanûn 2. Îþaret 3. Þîfa 4. Necat ev çar pirtûkên tibê yên Alî Îbnî Sîna yê li cîhanê navdar in. Ev çar pirtûk behsa tendirustîya mirov dikin. Mela dibêje; eger ku ez di qanûna eþqê de mubtela bim û îþareta Þîfaya min di vê rê de, bi tunebûnê be, ez tunebuna xwe di vê rê de bi xelasîyê nadim.)

(2. An: (Eger þîfaya min, yar bi qaîde bêje -ku gotina wê, qanûn e, ji bo þîfaya min- ez tunebûna xwe di eþqê de, bi xelasîyê nadim.)

 

Telbe kir weslê ji dîlber mi bi ’inwanê zekat

Go tu ebdî we bi ebdê xwe zekatê nadim

(Me xwest ji dîlber ku em bigihinê, wê gihandinê jî bi çavê zekatê bide me.  Lêbelê ku tu ebdî ez nikarim zekatê bidime te.)

Di vê beytê de, Mele gihaþtina yarê, mîna zekatekê ji yarê xwestîye. Lêbelê yar gotîye; tu ebdê min e (xulamê min e). Ji ber ku tu xulam î ez nikarim zekata xwe bidime te. Li gorî þerîetê heram e. Ji ber ku meriv nikare malê xwe bide xwe. Dema ku ez malê xwe bidim xulamê xwe, tê wateya ku ez zekata xwe, li xwe vedigerînim û zekata min di sitûyê min de dimîne.

 

Wê bi peykê bikirin matê reqîbê dîsa

Bi rex û fîl û feres ez þah û matê nadim

(Reqîba –yar- min ez bi leþkerekî mat kirim. Matkirina xwe yî ji teref wê yî bi leþkerekî, bi matkirina keleh, fil, hesp û bi þah, nadim.)

Gelek însanê mezin em ji vê rêyê -rê ya eþqê- dûr nexistin, lêbelê yekî nebaþ em ji yarê dûr xistin. Em di vê rê de rawestîyan û em bi leþkerekî piçûk mat bûn. Digel ku ez matkirina xwe bi þahê nadim û ez bi fîl û hespê jî nasekinim, lêbelê wî ez bi leþkerekî piçûk mat kirim.

 

Di semaya seherî dest bi kes dê îro

Xeyrî þêrîn qedu mewzun herekatê nadim

(Di reqsa berbangê de ma tê dest bidî kesî îro? ji bilî wê yara þêrîn, xwedîya qama þêrîn û xwedîya wan tevgerên bi aheng, ez destê xwe, ji wê pêve nadim tu kesî.)

Di vê malkê de û di gelek malkên din jî de, Mela, qala semaya seherî (reqsa berbangê) kirîye. Tê wateya ku Mela di manewîyatê de xwedî nêrîneke vekirî ye. Yanî ew perdeya manewî ji ber çavên wî rabûye û agahîya wî ji gelek tiþtan heye.

 

Hate destê me di reqsê we digo bil ji melê

Dest bi kes di semaya ku Mela tê nadim

(Yar digot; ew semaya ku Mele tê de ye, ji bilî Melê, ez destê xwe, di reqsa berbangê de, nadim tu kesî.)

Li gorî ku hatîye bihîstin ji Melayê Cizîrî, ev rîwayet; ji gelek zanayên ol jî hatîye bihîstin, ku Melayê Cizîrî li ser vê þi’ra xwe gotîye: “Yê ku bi eþqa min û bi meqamê min, were ser tirba min û vê þi’ra min bibêje, ezê ji tirbê rabim û ezê pê re bitewirînim.”

Zanayên bi tesewufê eleqedar dibêjin, Cemîlê Seyda,* ev pîþtî gotinên Melayê Cizîrî bihîstîye, çûye Cizîrê, ser tirba Melayê Cizîrî,  dest bi xwendina qesîda “mihbeta lam û bîyan” kirîye. Bi awazeke pir xweþ dengê xwe li qesîdê berdaye.

Li gorî ew kesên ku Cemîlê Seyda ditîne dibêjin; Cemîlê Seyda xwedî eþqeke mezin bû. Dengê wî jî pir xweþ bû. Aþiqekî Xweda bû.

Cemîlê Seyda dema dest bi qesîda xwe kirîye, digotin:

Melayê Cizîrî bi qasî nîv qamê ji mezelê xwe rabûye û bi Cemîlê Seyda re qesîde tewirandîye. Ji Cemîlê Seyda hatîye bihîstin digot: “Ji tirsa Xweda û ji heybeta Mela êdî min qesîde temam nekir. Ez ji ser tirba Mela veqetîyam.”

Li gorî Mele Ebdulqudus lawê Cemîlê Seyda digot: “Ez jî çûm ser tirba Melayê Cizîrî û min xwest mîna bavê xwe, wê qesîdê bibêjim û Mela bibînim. Min dest pêkir û min heya dawî qesîdê jî timam kir. Lê min tu kes nedî. Êdî min wê demê fam kir ku ez mîna bavê xwe ne aþiq im. ∂

 

 

* Cemîlê Seyda: Lawê Seydayê Mihemed Hadîyê Licî ye. Seydayê Mihemed Hadî, alimekî mezin bû. Þa’irekî kurd e. Xwedî dîwana helbesta ye.

Di dema serhildana Þêx Seîd de ji ber hêzên dewletê xwe dabû alî û çûbû dewleta Surîyê. Pîþtî demeke dirêj vegerîyaye welêt. Di dema vegerandina wî û hevalên wî de, hêzên dewletê pêhesîyane û ketine þopa wan. Li gorî tê zanîn heya gundê Sînanîyê (gundê ku di navbera Batman û Bismilê de ye) hatine þopandin. Li gundê Sînanîyê, Cemîlê Seyda, ji neçarî, ew û hevalên xwe di nava zadê genim de xwe veþartine. Leþkeran agir bi genim xistîne û dora zadê genim jî dorpêç kirine. Li wira ew û hevalên xwe çûne ser rehma Xweda.