Beqbelûs mamêlûs

 

Serfiraz Þewat

 

i welatek dûr û mezin gundekî gelek þên hebû. Bi dar û kûlîlkên xwe, bi çîya û banîyên xwe, bi çem û kanîyên xwe û bi kêf û coþîyên xwe xwedîyê gelek cihêrengîyan bû. Gundekî gelek þên bû... Ji nav çîya û kendalan, ber bi dar û zevîyan ve avekî diherikî. Ev çem, bi hemû xweþikîyên xwe di ber gund de derbas dibû. Ava vî çemî wisa zelal bû ku mirov dema ku lê dinêhêrt, xwe di avê de didît. Herçiqas ev rewþ ji bo hemû gundîyan yek be jî; lêbelê çavên Reþo ji bo wî kor bûbûn û xwe di avê de nedidît. Dema ku li avê dinihêrt, çavên wî diçû ser benderuhekî ku qet nayê ecibandin. Ji bo tu tiþtekî dinyayê ne dilê wî diavêt ne jî çavên wî didît. Tena serê xwe, li nav çêr û mêrgan; li bin bêhna gul û kulîlkan; li ber naxmeyên bilbilan; ji ber êþa dilê ku bi eþqê birîndar bûbû, bi saetan diponijî.

Reþo dil berdabû beqekê. Yên ku pê dihesîyan wî þermezar kirin; lêbelê negotin, “Gelî gundîyan û cîranno; gelî pispor û hekîmno, ev çi jan e ku dermanê wî li her dilî de der nabe; li her axî de zîl nade; li her welatî Loqmanê wî nayê dîtin?” Lê mixabin evîn tiþtek xerîb e, îcar eþqa dil ketibû nava dilê Reþo.

Rojek ji rojan Reþo ji mal derket û seran serê çem meþîya. Li kulîlk û þênahîyên ser avê dinihêrt, guhên xwe dida xwuþîna avê û li ser afirandina Xwedê difikirî. Di nav wê seknûramanên xwe de bala wî beqek kiþand. Beqê ku ket ber çavên wî di nav avê de bi awayekê mehzûn û melûl li wî dinihêrt. Ket ramanên kûr û xwe bi xwe got: “Ev beq çiqas beqek xweþik e, ev beq ne wekî hemû beqan e.” Li ser çem, li ber dengê gurîna avê, bi saetan li beq mêze kir. Dûre beq ji ber çavên wî winda bû. Reþo, bi saetan li benda derketina beqê sekinî; lêbelê beq êdî derneket. Saet di ser de derbas bûn, þev potê xwe yê reþ li ser esmana raxist; lêbelê Reþo bi hêvîya ku dê beqê bibîne heta wê saetê sekinî. Bi stûxwarî, bê dîtina beqê vegerîya malê. Li malê pîreka wî ya Reþê li benda wî bû. Çawan ku Reþo dît, berê xwe dayê û got: “Tu bi xêr hatî mêriko, ev siba Xwedê de ye tu li kûderê yî!” Kêfa Reþo ne li cî bû. Ji ber ku ji evîna xwe dûr ketibû, gotin nehate devê wî ku bersivek bide pîreka xwe. Bi dilnexwazî got, di nav xêrê de bî. Piþtre çû serê xwe da ser balîfa xwe û ket ramanên kûr. Tebat nedihatê û xwe bi xwe digot: “Ezê kengê beqa xwe; beqa xwe ya çav beloq bibînim.” Wisa xuya bû ku Reþo bi tîra eþqê ketibû.

Ew þev xew neket çavên Reþo. Bawer nedikir ku lê bibe sibe. Bi ronahîya serê sibê re xwe avêt derve. Çawa ku gihîþt ser çem, çavê xwe li beqa xwe gerand. Dîtina ku dît ji nav kevzê beqa wî ya çav beloq serê xwe derxist. Çawa ku li nav çavên beqê dinihêrt, wê jî li çavên wî mêze dikir. Êdî hat dilê wî ku dilê beqê jî li wî germ bûye. Ew û beq li hevûdu dinihêrtin, Reþo dîsa bi saetan li beqê nihêrt, nizanibû ku dem çawa derbas dibe. Dûre tarî ket erdê, rêya malê ji Reþo re xuya dikir; lêbelê Reþo nedixwest ku ji beqa xwe ya çavbeloq biqete. Bi dilnexwazî ket rêya malê, hêdî hêdî meþîya. Pîreka wî ya tilor mezin li benda wî bu. Çawa ku çavên wê bi Reþo ket ji wî re got:

- Êra mêriko, ji nimêja serê sibê de ye tu li kûderê yî? Min çavên xwe vekir û ha ku min dît tu ne li nav cîya yî. Ev xêr e... Ev du roj e çi bûye ji te? Te hiþê xwe winda kirîye.

Reþo bi mehdekî nexweþ, piþtî seknekî hindik bi dilnexwazî berê xwe da Reþê û got:

- Ez jî nizanim ji kû têm.

Li hemberê vê bersiva wî canikê mit û matmayî ma. Rebenê jî nizanibû dê çawa bike û çi bersiv bide wî. Tiþtek ji destê pireka wî nedihat. Her sibe mêrik diçû û bi tarîbûna þevê re dihat malê.

Bi roj û hefteyan çûndin û hatina Reþo berdewam kir. Ji ber evîna beqê Reþo helîya helîya heta ku ma hestî û çermek. Pîreka wî fikirî û got, “ez ê vê sibê li pey mêrik bi dizîkan herim; ka gelo derdê wî çî ye, çi hewal e hatîye serê wî...”

Mêrik wekî her roj rabû û dîsa çû ser çem, beqa wî jî derket hemberê wî. Beq bi zimanê xwe, mêrik jî bi zimanê xwe diaxifîn. Jina wî ya ku bi dizî wî temaþe dikir, fêm kir kû zilamê wê aþiqê beqê bûye.

Roja din, Reþê berîya mêrê xwe derket rê û çû ser çem. Beqa reben jî li benda Reþo bû. Reþê çawa çav bi beqê ket rahiþt kevirekî û virvirand ser beqa hêsîr de. Kevirê ku avêt, beqê xist binê avê.

  Haya Reþo ji tiþtekî tune bû. Dîsa ji nav cîyên xwe rabû û berê xwe da ser çem. Beqa reben xuya nedikir. Keserekî avêt dilê Reþo û ji nav dilê þewitî bangî beqa xwe kir:

“Beq belaaaan, mamêlaaaan,

ez ramîsim çavên paaaan.”

 

Li ser vê bangê beq ji nav avê bersiv da:

“Ne têmo,

ne qeto,

jinika te ya qehpeto,

çavên min kir þeweto.”

 

Mêrik bi dengekî kelegirî bangî beqê kir:

“Beq belûs,

mamêlûs,

ez ramîsim çav belûs.”

 

Beqê dîsa bersiv da:

“Ne têmo,

ne qeto,

jinika te ya qehpeto,

tilîka min kir þeweto…”