|
Navê yarê
Dilþad Mutî
Li navekî ji bo te gerîyam Lê çi bikim peyda nebû Li nava baxçên gulan westîyam Her yekî ji rengê te bû
Her yekî rengê xwe ji te dizî Çi bi xefî, çi aþkere Bilbizêk ji niþkave lerizî Silav da ji bejna te re
Hatin silavê sosin û reyhan Û ji þerma sor bû sorgul Di temaþa te de mayî heyran Iþqa gulê berda bilbil
Va ye çend aþiqan terikand yar Li dor fenerê perwane YASEMÎNê navek li te kir bar Rengê xwe jî kir behane
Ji rengê te her yek rengek cuda Li wê bejn û li wê balê Ya Reb! Ev tenê neqþeyek Xweda Li enya biskan sema lê
Biskên çin-çînî li reqs û sema Herdu kezî ji reþmar in Dil û kezeb dan ber tîr û rima Çima ev reng li min har in?
Yar bi vî rengî min neêþîne Bi awirên tûj û dijwar Jixwe min di dil de herdem þîn e Ji te re yar im, ne neyar 2-15.11.2007/Ulm
|