|
Helbestvanekî ciwan: Sirûcî
Lokman Polat
Helbestvanê bîst salî Brahîm Xelîl Sirûcî helbestvanê herî ciwan ê kurd e. Bi navê Zivistana Dil pirtûka wî ya helbestan heye. Pirtûk li Stenbolê di nav Weþanên Do de derketîye û 95 rûpel e. Dema ez pê hesîyam ku xortekî kurd xwendevanê Unîversîteyê ye û bi kurdî gotar û helbest dinivîse, gelek keyfa min hat. Min xwest ez vî xortî nas bikim û herweha pirtûka wî ya helbestan bixwînim. Min helbestvanê ciwanê jîr li Stenbolê dît û me hevûdu nas kir. Em bi hevre çûn serlêdana weþanxana Do û weþanxanê pirtûka vî xortê jîr dîyarî da min. Helbestvanê ciwan Brahîm Xelîl Sirûcî di sala 1985an de li Sirûca Rihayê hatîye dinê. Wî li Sirucê lîse qedand û li Unîversîteya Stenbolê xwendina xwe domand. Di hin malperên kurdî yên înternetê de û di hin kovarên kurdî yên matbû de helbest û gotarên wî hatine weþandin. Di pirtûka wî ya helbestan de 38 helbest hene. Nivîskarê kurd ê binxetê Konê Reþ ji bo pirtûka helbestan di sala 2006an de pêþgotineke nivîsîye. Pêþgotineke baþ e. Xwezî nivîskarên kurd yên din jî weke Konê Reþ bi dilsozî ji bo pirtûkên kurdî pêþgotin û nivîsên danasînê binivîsandana. Helbest hunera ziman e. Peyvên helbestê hilbijartî ne, hevokên wê wek dantelê li hevûdu nexþandî ne. Di her peyv û hevokê de maneyên giranbiha hene. Helbestên Sirûcî bi þêweyeke pirrengîn û bi naverokeke dewlemend hatine afirandin. Ew di honandina helbestên xwe de hunera zimên pêk tîne û bi naverokeke balkêþ zilm û zorê, evîn û bêrîyê û pêwîstîya azadîyê tîne zimên. Di helbestên Sirûcî de, dîtin raman, civak, însan, xweza û herweha gelek tiþt hene. Wî li ser minalekî biçûk nivîsîye û tovên evînê pêþkêþ kirîye. Ew li hemberê dijmin qêrîyaye, dengê xwe bilind kirîye. Wî trajedîya gel û welatê xwe bi þêweyeke destanî rave kirîye. Dibêjin ”cenet di bin lingê dîya mirov de ye.” Yanî heger mirov qîmet û rûmet bide dîya xwe û qedrê wê bigre, gotina wê bîne cih, dilê wê neþkîne, diçe cenetê. Helbestvanê xort ê jîr dîya xwe û dayikan jibîr nekirîye û helbesteke pêþkêþê wan kirîye. Wî bi sernavê ”dayika kurd” jî helbesteke taybetî ji bo dayikên kurd nivîsîye. Di pirtûka helbestan a Sirûcî de di nav rêzên helbestan de gelek îdyomên balkêþ ku di nav xelkê de tê bikar anîn hene. Herwekî ”gîyayê hewþê tahl e” , ”þekirê xelkê þor e” , ”weke kewê gozel, dijmin in ji qewmê xwe re”. Di nav helbestan de cih bi cih reþandina îdyoman naveroka helbestan dewlemend dike û pirrengîya wan nîþan dide. Helbest deranîna hestên ruhî ye. Pêwîstîya gîyanê mirov bi hestekî tenik û nazîk heye. Ev hest xwe bi þêweya helbestê dide der. Roman, çîrok û þano herçiqas ji hevûdu cuda bin jî, li ser kokek sax didin. Helbest ji wan cuda ye. Taybetîyeke xwe heye. Gelek þikl û þêweyên helbestê hene. Naverok û armancên helbestan jî ji hevûdu cuda ne. Di helbestên Sirûcî de mirov rastê gelek þikil û þêweyên cuda tê ku ev jî zanîstîya hunerî ya helbestvan dide nîþandan. Helbesta Sirûcî ya li ser mezinayî û ezameta rebil alemîn mînakeke deranîna hestên ruhî ye. Kar û xebat û xizmetên malbata Bedirxan nayê jibîr kirin û divê neyê jibîr kirin. Sirûcî helbestek jî li ser Mîr Bedirxan çêkirîye û bi þêweya xîtapkirina ji wî re pêþkêþê xwendevanên kurd kirîye. Fedakarî û canfedayîya pêþmergeyên leheng di dîroka kurd û Kurdistanê de herdem hêjayê pesnê ye. Nivîskarên kurd li ser qahramanîya pêþmergan roman, çîrok û gelek helbest nivîsîne û dê hêj gelek jî binivîsin. Helbestvanê jîr Sirûcî jî li ser cesaret, mêranî, mêrxasî, þerkerî û fedekarîya pêþmergeyên leheng helbesteke dirêj nivîsîye. Wî qetlîama Helepçe jibîr nekirîye û bi hestên xemgînî li ser ”Sêwîyên Helepçe” helbest nivîsîye. Di helbestê de îmge, xeyal, sembol û herweha gelek tiþtên din tên bikar anîn. Helbest xîtabê hestên mirov ên ruhî dike. Li ser mirovan gelek tesîr dike. Dinya -cîhana- helbestan û cîhana rasteqîn ji hevûdu hinek cuda ne. Helbestvan di helbestên xwe de dikarin fikr û ramanên xwe, îdeolojî û sîyaseta xwe, xeyal û daxwazên xwe bi zimanekî helbestkî pêþkêþ bikin. Di gelek helbestên Brech û Nazim Hîkmet de ev tiþt hene. Di helbestên Sirûcî de jî fikr û ramanên li doza netewî ya kurd xwedî derketin, parastina kurd û Kurdistanê, pêþkêþkirina hestên welatparêzî û evînê, parastina azadî û wekhevîyê û herweha li dijê zilm û zordarîya dagirkerîyê derketin heye. Di nav helbestan de, helbestên evînî û þadimanîyê ciheke girîng digrin. Li gor hinek þaîran, jîyana herî xweþ jîyana evîn û evîndarîyê ye. Bi min jî, yê ku di dilê wan de evîn tunebe, wek nîv însan in, nîvco ne. Bê evîn lezeta jîyanê nayê tehmkirin. Mirov dema helbestên evînî û bi taybetî jî helbestên Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran yên evînî dixwîne, tehm û lezetek jê werdigre. Di helbestên Sirûcî de jî tehm û lezeta evînê û herweha hezkirina jîyanê heye. Di edebîyata kurdî de saxa herî dewlemend helbest e. Helbestên klasîk ên kurdî gelek dewlemend in. Helbesta kurdî ya nûjen jî her diçe dikemile û berbi dewlemendîyê ve diçe. Binêrin heger ciwanekî bîst salî bi kurdî helbest dinivîse, ev nîþana pêþveçûna helbesta kurdî ye. Edebîyata kurdê dê bi berhemên nivîskarên kurd yên ciwan pêþ bikeve dewlemend bibe. Helbest keda mejî, bi sebir tê nivîsîn. Yê ku bêhnteng be, bê sebir be bila xwe nêzîkê helbestê neke. Tu tiþtê ku bi kedê bê afirandin hêsan nîn e. Keda însanan pîroz e. Divê herkes ji kedê re rêz û hurmet nîþan bide. Bingeha helbestê peyv e, gotina hunerî ye. Hevok ji peyvan pêk tên. Afirandina helbestê, wek çêkirina dermanê xwezayê ye. Helbest dermanê hest û ruhê însan e. Helbest netenê bi ramanê, herweha bi hest û xeyalan tê afirandin. Lê, ev afirandin afirandina keda mejî ye. Di pêkanîna helbestê de, helbestvan ji hêla mejî ve gelek diweste. Ew ji bo ku peyvan hildibijêre, hevokan li hevûdu rêz bike, mane û reng bide helbestê, heþ û mejîyê xwe diþixulîne û xeyalên xwe li ser kaxiz jîndar dike. Di afirandina helbestê de, helbestvan hem diqehire, derd û kul û êþ dikþîne, hem jî dema helbesta xwe temam dike, keyfa wî/wê tê, þad û bextîyar dibe. Dema ku peyv li pey hev dikevin rêzê, hevokên bi manedar derdikevin holê, ruhê helbestvan coþ dibe. Ew ji helbesta xwe a ku temam kirîye tehm û lezet distîne. Dema min pirtûka helbestan ya Sirûcî xwend, min tê de derd û kul û êþa Sirûcî, keyf, þadî û bextîyarîya Sirûcî û herweha coþîya hest û ruhê Sirûcî dît. Herkes nabe û nikare bibe helbestvan. Helbest nivîsîn hêsan nîn e. Jê re ked û xebat, xewn û xeyal, zanîn û coþîya ruhî û îlham divê. Heger helbestvan weke dantelê helbesta xwe bi peyvên manedar û hilbijartî neqiþîne, ew nabe helbest. Li gor zanîna xwe ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku helbestên di pirtûka Zivistana Dil de hemû helbest in û nivîskarê pirtûkê Brahîm Xelîl Sirûcî helbestvan e, anku þaîrekî kurd e. Ez wî pîroz dikim ku bi kurdî nivîsîye û dinivîse û herweha ji edebîyata kurdî re xizmet dike. Helbest haceteke ragihandinê ye. Di her helbestê de mesajek, anku peyamek heye. Tema û naveroka helbestan curbecur e û herweha mesaja ku dide xwendevanan jî cuda ye. Helbestvan Sirûcî bi helbestên xwe mesaj daye xwendevanên kurd. Ev ji bo xweþîya azadîyê bi van gotinên hunerî vî mesaja pirmane dide gelê kurd. Ew zane bi salanin ku kurd ji azadîyê bêpar mane. Kevok sembola azadî û aþîtîyê ye. Ew bi vê sembolê pêwîstîya xweþîya azadîyê weha tîne zimên. Kevok Kevoka baskþkestî Ma azadî Ewqasî Bi te þêrîn e Ku Tu tevli wan Perên ruçikî Û lingê kulek Ketîye ser Rîya wê? Divê xwendevanên kurd pirtûka helbestên Sirûcî bi dilxweþî bixwînin.
|