|
Ji taybetîyên zarava kurdaxî
Cankurd
Di her zaravekê de, hinek taybetîyên cihê hene, ku di zaravên dî yên zarê me de nînin. Li ba Kurdaxîyan jî –rûniþtvanên navçeya Çîyayê Kurdan li rojavayê Kurdistanê- hinek taybetîyên zimanî hene ku ta roja îro zarnasan xwe pir bi wan gêro nekirine… Paristina van taybetîyan paristina zarê me yî Kurdî ye, ji ber ku kesek -bo nimûne- nikane bibêje: “Zarava Ostfriesen ne parek ji zarê almanî ye, divê ew bite berþêkirin, an jî bibêje zarava Hicazê tenha zimanê Erebî ye, ya Yemenê tew ne giring e…” Lewre hêvîya min ewe, ku zarnasên me yên kurdaxî piçekî zorê bidine xwe, bo paristina vê zaravê û taybetîyên wê, bi nivîsîna xwe li ser Çîyayê Kurdan, zarava wê, bi civandina stran, dûrik, çîrok û efsaneyên herêmê û bi rawestana li ser tevîya ferhenga kurdaxî ya gelek kevin û maldar e… Li ba Kurdaxîyan, gava yek zimandirêjîyê bike û tiþtek jê neyê, dibêjine wî: DEVO. Nimûne: “Devo, te digot: Ezê wî bixum, va ew hat û te newêrîbû tiþtek bigotayê.” Gava yek ji derveyê Kurdaxê wilo bibihîse, dibe ku bi asanî têbigihe mebest ji “Devo” di vir de çi ye, lê hinek peyv û bêje li ba Kurdaxîyan hene, bi zûkî guhdarên navçeyên dî yên Kurmancan bi ber nakevin ka ewana çi dibêjin. Bo nimûne: - Kêþka: Yek dibêje: “Ezê rabim yekê li ser çavêd te bidim.” Yê dî bersivê didîyê: “Kêþka!” Mebesta yê pêþîn eve: Ezê rabim sîleyekê li ser rûyê te xînim. Lê ewê dî dibêje: Xwezî, te li min bida. Min dizanî çi dikim. - Bêrde: Mêr bo jina xwe dibêje: “Te bêrde xoyê xistîyî nav gêrmîyê.“ Bêrde di vir de cîyê peyva Erebî “Cidden” digire, bi wateya pir û pir, an gellek… Ji…e: Wekî: Ji min e, ji te ye, ji wî ye, ji wan e, ji Salar e, ji Fatê ye… Yek dibêje: “Ji te ye, ez nezanim.” Mebesta wî wilo ye: “Tu guman dikî ez nezanim.” - Zar: Zar di Kurdî de ziman e, ne zimanê ku di devê mirov de, lêbelê dilê wî yê ku dipeyive. Zarî û zarok jî li ba Kurmancan tên nasîn, di zaravên wan de hene. Zar li ba Kurdaxîyan bi wateya “Þans” jî tê, lê carina ewan pevekê wilo dest pêdikin: “- Zar, min nanê pêþ te xwarîye?“ Mebest ji vê wilo ye: “Qey, min nanê pêþ te xwarîye?” Gava em têbigihin van bikaranînên kurdaxîyan, emê bi asanî têbigihin ewana çi dibêjin, lê bi rast di nav wan de gelek taybetîyên zimanî hene, ku ji ber wan pir caran mirov dide ser hev lê baþ tênagihe xelkê Kurdaxê çi dibêje. Lewre ji me Kurdaxîyan tê xwestin ku em zarava xwe bi Kurdistanîyên xwe yên hêja bidine nasîn. Mal perên Intêrnêtê delîveyek baþ li ber me vedikin.
|