|
Payiz xemgîn, ez xemgîn im
Receb Dildar
Payiz xemgîn e, çimkî reng û dengên wê diçilmisin, serma germahîyê diqewirîne û mirin li ser textê zindîyan rûdine. Payiz xemgîn e, çimkî bi hezaran rengên ku dinyayê dixemilandin ber bi zerbûnê ve diçin û hêdî hêdî li ser yek rengî disekinin. Payiz xemgîn e, çimkî bi hezaran dengên ku nîþana jîyana ruhberan e, hêdî hêdî kêm dibin û di qulikên sar û tarî de kerr dibin.. Ez xemgîn im, çimkî du stêrkên zimanê Kurmancî ji ezmanê Xwedê rijîyan û di vê payiza xemgîn de, me di nav behra xemgînîyê de xeriqandin. Ez xemgîn im, çimkî di vê qada stewr de du qelemên Kurmancî yên ku wek kanîyên Serhedê bi aveke zelal diherikîn þikîyan û me stûxwar hîþtin. Ez xemgîn im, çimkî ji keleya edebîyata Kurdî du kevirên giran ketin û keleya me ya wêran a ku me ji nû ve mil dabûyê qels kirin. Ez xemgîn im, çimkî ji qada edebîyata Kurdî du çinarên kevnare qelibîn û me ji sîyên xwe yên gurr bêpar hîþtin. Mehmed Uzun û Ordîxanê Celîl di qada zimanê Kurmancî de du deq bûn, du deqên ku kab ji ber wan dipengizîn. Mehmed Uzun li Amedê, Prof. Dr. Ordîxanê Celîl jî li xerîbîyê li bajarê Petersburgê kirasên xwe guhertin û ber bi qonaxeke nû ve baskên xwe çirpandin. Mehmed Uzun di nav xelkê xwe de, bi tilîlî û çepikan, bi hevaltîya deh hezaran dest bi rêvîtîya xwe ya nû kir. Çimkî ew bûbû sembola nivîsa Kurmancî û li hember kurdên ku bi Zimanên bîyanî dinivîsandin wek mertalekî disekinî. Ordîxanê Celîl li xerîbîyê bû, xemgînî dijwar bû, ji ber vê yekê, ez ji baxçeyên Amedê, ji nav gulîstanên rengîn qevd bi qevd gulên sor diþînim ser dilê wî. Ez bi hezaran çepikên keçên xama, xortên bedew û tilîlîyên dayikên kezebþewitî diþînim ser gora wî. Xemgînîyeke din heye ku ji tevan xerabtir e. Nêzîkî 30 berhemên Ordîxanê Celîl hene, lê hîna jî negihîþtine ber destên kurdan. Qasî ez dizanim du berhemên wî li Stenbolê çap bûne û di nav kurdan de belav bûne. (Xanê Lepzêrîn, Weþanxaneya Avesta 2001 û Poêzîya Cegerxwîn a Bajarvanîyê, Weþanxaneya Evrensel, 2004) Berhema giranbuha ya Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl a bi navê «Zargotina Kurdan» hîna jî li Welat nehatîye çapkirin û negihîþtîye ber destên kurdan. Lê bawerîya min ew e ku wê ev berhem ji bo nifþên nû bibe xezîneyeke bêhempa. Ordîxanê Celîl þîretekê li keça min kiribû ku ji bo keç û xortên kurdan ez ê li vê derê dubare bikim. Gava hatibû Amedê ji bo þevbuhêrkê Ew û Celîlê Celîl hatibûn mala me. Keça min jê pirsîbû: «Hûnê ji bo xortên kurdan çi bibêjin.» Wî jî bi ken bersîva wê dabû: «Bizewicin, mala xwe deynîn û zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin, ji her tiþtî çêtir e.»
|