Bêhnek ji gulên gulistanê: Mehmed Uzun

 

 

Azîz Samûr

azizsamur@gmail.com

 

 

Di rojeke payîzê de, li benda rojên aram, bi hêvîya jîyaneke xwedî rûmet û azad roja koçkirinê li liqliqa derê dilê te xist. Ew dilê ku di bin barê keserê de birîndar bûbû. Ji kesera dûrmayîna ji gulîstan û bêhnên ji gulên gulîstanê...

Dema koçkirina herî dawîyê bû. Koça te ya pêþî ji cîyê koçkirina dawîyê bû. Bi dawîya rêwîtîya xwe ya pêþî, di hembêza dayîka xwe de hisîyayî. Ev hisandin bi çav vekirina li jîyanê bû. Te serê pêþî di hembêza dayîka xwe de ewlehî, hezkirin û þefqetê dît. Bi þîrê wê canika pîroz tu ji jîyanê mijîyayî. Pêþî can da canê te, xwîn herikand nav rehên girêdayê dilê te. Piþtre bû ziman û hest ji te re. Te ji lêvên ku gelpik û çavên te maçî dikirin peyivan hîn kir. Tu bi wan fêmberî xwe bûyî. Tu bi wan wateyên jîyanê ji hev veqetandî. Her deng ji te re bû heyînek, cîhana te dorpêçkirin, bûn wekî hiþek têr û tije. Te bi wan xwe, ew û wan nas kir. Ya herî girîng naskirina xwe bû ji te re. Lewra gul layiqê gulîstana ne, ne yê sergoyan...

Navê te Mihemed hate dayîn. Ji bo xatirê Ronîya çavan (s.x.l.). Dayîk û bavên me digotin bila navê Wî li yek kezeba me bê dayîn. Seba Wî nîne ku di her malê de Muhammedek-Mihemeyek hebû û heye?.. Belê. Tu dibînî ku ev jî bûye nesîbê te. Çawan ku navê Wî li ser te ye, em hêvî û dua dikin ku destê Wî yê xelasîyê jî di destê te de be. Ji dilê wêrekî û bêhnpakîyê re destê þefaetê lazim e. Ew bi dilê te re be. Êdî êvar e, em xwedî mal, tu mêvan. Dîsa þev qelibî, va ye stêrka serê sibê avêt...

Em dizanin demsal payiz e... Ne tenê ji te re, ji me re jî. Wekî pelên gulîyên daran; pêl, deqe, saet, roj û meh ji dara temenê me dadiweþin. Me bi tena serê xwe dihêlin. Ji keseran ez bûm dareke hiþk. Ne pel li min man, ne gulî, ne kulîlk; ne di gewdeya min de piçek av ma, ne di rehên min de can; ne jî ji min fêkîyek. Êþa mezin!

Ne zivistanên dirêj me parast

ji neyar

Ne newrozên biharê me

gihîþtande yar

Ne kelekelên germa havînê

me kir hiþyar

Va ye payîza belawela li me

dike hewar

Dîsa em li ber derê zivistana

tarî û sar!

 

Me te þand cem bav û kalan; lêbelê tu dibînî ku fêkîyên te dijîn. Her canê ku xwe dinase ji wan ditehmijin. Min kulîlkên te yên biharê bêhn kir. Qasî hejmarên stêrkan mixabin ku negihîþtim fêkîyên kulîlkên te, têra xwe netehmijîm ji wan. Roj li min qedîya, va ye banga muxurbê tê guhên min. Destên min li esman... Ji te re li duayan... Niha li vir ji min re þev, li wir ji te re roja ronî. Min ev girt ji ziman!

Li ber bendên reþ, li hewþa mizgefta mezin me tu þand warê te yê rastîn. Ax dilê ku ji xeman wekî bendên dora xwe reþ bûye! Tu min þîyar dikî ji xewnên min. Ronî didî þevên min ên tarî. Ax bajarê êþ û xeman, xeyalê Seîdan! Dilsozî çiqas li te tê! Mehþer çiqas li te tê! Wekî roja mezin, bêhna þîyarî û rabûna mirovan li te tê. Ber bi rastîyekê ve dimeþin. Verêkirina ji mirinê re û bi meþa ber bi yekîtîya Wî ve. Ji mirinê xemgînî... Ji mirina mirinê re kêfxweþî...

Deng tên guhên min ji bo te, ‘Mihemedo, birawo, keko, dostê gelê xwe, xwedîyê serencama dirêj, xwedîyê sozê xwe...’ Hêvîyên bexþandinê ji te re tên... Dua bask vedikin û ber bi te ve firîyan, bi kevokên çîl sipî re. Bi hêstirên çavan re Fatîha û Yasîn jî gihiþtîn wan. Te hembêzkirin û li ser dilê gulîstanê veþartin...

Bêhnên gulan tên pozê min. Bêhnên ji hev cihê. Bêhnên gulên gulîstanê. Bi rengên gulan te xwe xemilandîye. Bi rengên sor, zer, kesk, sipî! Ew te pêçandine, derdora darbesta te, ji nêzîkbûna herî nêz heya herî dûr! Bêhnên xwe diþînin ji bo dilê te yê xemgîn, destê hev girtine hemû hest li ber banga te. Bi hemû qeweta xwe bêhna wan bikþîne nav rehê canê xwe; bi hemû ditîna xwe ya tûj bibîne, gul bûne gulên gulîstana rengîn, yên yek bexçeyekê!

Te bêhnên genî yên gulên derewîn nas kir. Bêhnên gulên ku jehrîyê ji nav canê xwe li gulistanê belav dikin. Te av û zibila ku wan mezin dike nas kir. Av û zibila ku ji sergoyan mane. Ji sergoyên ku bi wê þanaz dibin! Ew te ji gulîstanê dûr xistin. Koça herî dirêj destpêkir. A ji welêt.. Ji te re hesret hat nivîsandin. Li ser enîya te temenê bi rûmet hat morkirin. Wan ew nedît. Dîsa bi þanazîya xwe xapîyan. Bi dilê xwe gihîþtî gulîstana xwe. Bi dilê birîndar ê bi keser. Gul tu hembêzkirin, derman kirin. Te got, dilê we heye ji dilê Hekîmê Lokman.. Te dilê xwe da ber ava ku xemên kalê wan ê Îbrahîm tefand.. Di nav dilê te de herikî, bû ava du çemên mezin. Li çol û çolistan, li gul û gulîstan, li dil û dilistan panzdeh dem gerîyayî. Va ye gihîþtî ber destê sibê, hat koça dawî bi fermana Wî, þev kincên xwe avêt, dest ji Wî re vebûn, te birêdikin bi duayan.. Rehma Xwedê li te û li hemîyan!

Roja çûnyinê bû, heye roja rabûnê. Di roja cejnê de roja þînê bû, heye roja þahîyê. Ferman ji Xwedayê mezin hat. Peyre pênc Seyda bûn zimanên dilê rêya ku tu tê de yî niha. Rêya te vekirî be, oxira te ya xêrê be, rehmet li dê û bavê te be... Wekî gotina kekê Geverî “Mihemedê me emrê Xwedê kir, Mehmed Uzunê me wefat kirîye.. Dengê Dîcleyê Hewara Dîcleyê wefat kir.. dengê me yê di hundirê me de ku me di romanên wî de dibihîstin têkil asîmanê melekût bû... Bîra Qederê bû birîna Qederê li me.. Di roja erefatê de xeberek reþ bû.. Serê me sax bit û Xweda rehma Xwe lê bike.”  13.10.2007, Dîyarbekir