|
Di medreseya kurdî de þaxên zanistîyê
Zeynelabidin Zinar
Ew sazîya bi navê Medreseya kurdî ku hetanî nîvê Sedsala Bîstî jî hebûna xwe diparast, lê xasma jî piþtî Cunta Leþkerî ya 1980yî hema bêje bi temamî ji holê hate rakirin, li ser bingeheke pir xurt hatibû damezirandin û tê de gelek þaxên zanistîyê yên cuda dihatin xwendin. Îcar jixwe dîyar e ku ev Sedsala Bîstî sedsaleke reþ bû ku di ser kurdan re bihurî. Hemû zana û pisporên kurd ên vê sedsalê jî, di xwendegeh û zanîngehên bîyanîyan de kame bûne. Bi gotineke din, kesî ji wan bi zimanê kurdî nexwendîye û di nava zanistîya kurdî de jî, nebûye xwedîyê pile û payeyeke nirxdar. Ji ber hindê îcar ji wan weye ku zimanê kurdî, çeawa ku koledar dibêjin, zimanê xwedîkirina pez û dewaran e, zimanê kuçe û yê nava malê ye. Dema mirov bala xwe dide berhemên kurdî yên ku di Sedsala Bîstî de derketine holê û yên ku di zemanê Medreseya kurdî de derketine holê, mirov cudatîyeke pir mezin di navbera wan de dibîne. Erê, çendî ku berhemên Sedsala Bîstî zêdetir pexþan in û bi naveroka xwe jî dewlemend in, lê mixabin pir jî ji çand û toreya kurdî dûr hatine afirandin. Lêbelê ew berhemên ku ji Sedsala 11-12 û heta destpêka Sedsala Bîstî ku derketine holê, çendî ku piranîya wan kêþmend in û hindik pexþan hene, lêbelê ji alîyê naveroka xwe ve xasma jî di warê ziman û wêjeya kurdî ve, herweha di lêbanîna bi toreya kurdî re, heta ku mirov bibêje dewlemend, hêja û nirxdar in. Berhemên kurdî yên di Sedsala Bîstî de xasma jî yên ji 1980yî û bi vir ve, gelek ji toreya kurdî dûr in û ji alîyê peyv, gotin, meselok, biwêj û termên kurdî ve pir qels in. Lewra mirov di nivîsên nivîskarên kurd de bi sedeha mînak dibîne ku wan naverok û qalibên peyv, gotin, meselok û biwêjên bîyanî girtine û wergerandine zimanê kurdî. Yanî herwekî ew tiþt di çanda kurdî de nînin, lê wan ew ji çandeke din anîne û kirine malê çanda kurdî. (Li ser vê yekê xebateke min heye, wê di van du-sê salên pêþîya me de bê weþandin.) Ew berhemên kurdî yên di van sedsalên bihurî de, bi her awe û tewrên xwe ve, bi kurdewarî hatibûne afirandin û li ser bingehê toreya kurdî lengerên xwe berdane nava neteweyê kurd. Çi dema ku mirov wan berheman bereçav dike, mirov dibîne ku gelek þaxên zanistîyê yên cuda di nava wan de hene. Ji felsefê bigir heta stêrknasîyê, ji teknîkê bigir heta civaknasîyê, ji medenîyetê bigir heta dewsthelatîya zorbatîyê, ji rewþa jîyana taybetî bigir heta têkilîyên kesayetî, civakên cuda û serwerîya taybet. Îcar tiþtê herî xirab û gelek jî narewa ev e ku piranîya zana û pisporên kurd ên sedsala bîstî, wisa bawer kirine ku Medreseya kurdî tenê perestinî û sofîtî bûye. Heta niha jî kesek ranebûye û lêkolîneke berfireh li serê nekirîye û nedaye kirin. Tenê du lêkolînerên Rûsî hin xebatên qels kirine û min berhemek bi navê Xwendina Medresê (www.pencinar.se beþ-B) nivîsîye. Divê ku rind bête zanîn, ew Medreseya kurdî ne tenê perestinî û sofîtî bûye. Li ser vê yekê, kurd hemû vê gotina hanê dizanin: Li Kurdistanê du texlît mele hene. Ji hinekan re dibêjin “meleyên heftilmî” û ji hinekan re jî dibêjin “meleyên dozdeilmî.” Pekê ev gotina heftilmî û dozdeilmî çi ye? Kes li ser vê yekê ne dipirse û ne jî lêkolîn dike. Sedem jî, ev e ku pirî Mistefa Kemal Medreseya kurdî xirab daye nasandin, pê re jî hemû kurd û ne kurdên girêbestên bawerîya komunîstîyê piþtgirîya Mistefa Kemal Ataturk kirine û destek dane wî, ji ber hindê ew 19 þaxên zanistîya Medreseyên kurdî îro li kurdan haþa û mandela bûne. Dema behsa Felsefa Roavayê ji kurdên re tê kirin, tev radiwestin û guhdarî dikin. Lê kes ji wan bawer nake ku Felsefeya Grekîyan di Medreseya kurdî de dihate xwendin. Fermo lê binerin, pirtûka bi navê Netaîc-ul Efkar, ji felsefa Yunanî hatîye wergerandin û di Cihana Îslamî de tenê Medreseya kurdî xwedîtî li vê berhemê kirîye.
Jixwe dema ku mirov Dîwana Melayê Cizîrî þîrove dike, eger mirov jê fêm bike, çi tiþtê ku mirov bixwaze, mirov tê de dibîne. Ji vê zêdetir jî, di beþa Felsefeya Melê de, gelek tiþtên ku mirov lê þaþ dimîne, derdikevin holê û navê zanayên felsefî xasma yên Grekî bi pênûsa Melê eþkere bûne.
Niha çi dema ku behsa robotan jî tê kirin, disa herkes radiweste û guhdarî dike û disêwire ka kê projeya van robotan afirandîye? Lê kêm kes dizanin ku projeya robotan li Cizîra Botan û di Medreseya Sor de hatîye dîtin. Îcar kêm-zêde sêsed sal piþtre, piranîya welatên Rojavayê bi xêra medreseya kurdî li gor wê projeyê robot çêkirine û niha di karên giran û xeter de ji xwe re bi kar tînin. Ahmedê Xanî ku yek ji hîmdarê medreseya kurdî bûye, sêsed sal berê dema dest bi pêdara demokratî, mafê mirovan û wekhevîtîyê kirîye, wê demê Rojavaya ku îro bûye qada demokratîyê, di tarîtîyê de bû; keþe, pirtik û metranan dêra ku perestingeha Xwedê bû, kiribûn wek qesabxane û serê mirovan jêdikirin. Niha çi dema ku mirov Memozîna (Mem û Zîn) Xanîyê nemir þîrove dike, tê de bi dehan þaxên zanistîyê û navên bûjen, amûre û tiþtên pêdivî têne dîtin.
Divê ev jî neyê jibîrkirin ku Rêçika Nexþebendî, þaxek ji þaxên Medreseya kurdî bûye. Piþtre dema ku fikra komunîstîyê derketîye holê, desthelatîya Yekîtîya Sovyetan, ji xwe re eynî sîstema rêxistina Nexþebendîtîyê girtîye û pê eynî mîna wê xwe bi rêxistin kirîye. Medreseya kurdî ji alîyê zimên ve jî pir dewlemend bûye. Lê ji ber ku nivþên niha bûne xerîbê wê sazîya xwe, dema ku ew bi zimanê xwe dinivîsin, peyvikên kurdî yên xas bi kar nayînin, îcar bêgav dimînin ku yan peyvikan çêbikin an jî peyvikên bîyanî biheþifînin û di nivîsên xwe de bi kar bînin. Qelsîya wan a din jî ev e ku dema ew dinivîsin, tê dîtin ku ew tev ji hevûdu kopî dikin. Îcar di serê ewil de kî çi þaþîyê kirîye, tev li eynî þaþîyê didomînin. Mînaka vê bi awayekî eþkere mirov di ferhengên kurdî de dibîne. Niha eger mirov bipirse ka wateya peyvika rabest û kemerbestê çi ye, ji bilî hinek zanayên hêla Medreseya kurdî, zêde kes pê nizane. Dema serdarê leþker dibêje rabest, leþker tev rêz dibin û dikevin kemerbestê. Ev herdu peyv jî, ji sed salî zêdetir e ku ji alîyê gorbihiþt Þêx Fethulah Werqanisî ve hatine bikaranîn.
Min di vê nivîsa xwe de tu nav nedane û çu behemên kurdî jî nîþan nedane. Lê niha xebateke min li ser peyv û hevokên xelet ku di zimanê kurdî de tên bikaranîn heye. Ez bi umîd im ku wê di nêz de bê weþandin. Hêvîdar im ku rewþenbîrên kurd li Medreseya kurdî lêkolîn bikin û hemû þaxên zanistîyê yên tê de bibînin û derxînin holê. Lewra di vê dema niha de pêdivîya kurdan pir bi þaxên cuda yên zanistîyê heye. Eger mirov ne bi çand û zanistîya xwe perwerde bibe, cudatîya mirov ji bîyanîyan tenê ev e ku mirov ji alîyê bîyolojî ve kurd e. Ev jî têr nake.
|