|
ji kîþweran payiz e niha!
Kamran Simo Hedilî
sal him bi him zeman pîr dikin. heyv li kevan e geh, geh roj li ava bi kêlî û saet, bi roj û þev, bi av û hewa dem kal, ez pîrekal, zeman lal? delalê, ji kîþweran payiz e niha!
payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet û roj dê raneweste li te bo nebe þev; roj derew, þev derew, zeman nakeve xew? demsal e… ji kîþweran payîz e niha!
siltanê herwext e, kî ye ne hêsîrê zeman qurteke av in kêlî, jîyîn hilmek e bêguman aveke li herik e her çem, ber bi derya mirinê ve ne serî ne binî bi hemînî diherikî li vê çemek dimiçiqe herhal ji kîþweran payîz e niha!
li xwe vegerî, pelên katjimêrê bidî hev deh cild roj, deh cild þev dê bêne ser hev! li þûna temenekî tu ê çi bikî ji tomarek pel? rûnî bisojînî wan yeko yeko tu yê temenê min û xwe bisotînî, tu ê rojekê jî venegerînî ji zeman!
|