|
Hevalîya þêran û guran
Dilazad A.R.T.
Ji demên qedîm ve di welatekî qedîm de þêr di daristana xwe de serbixwe dijîyan. Serê çîya car caran di nav asîmanan de wunda dibûn. Kanî û çem bi xuþexuþeke mîna dengê stranên dilxweþ diherikîn. Çol û newal û deþtê welat bi adanî bûn. Herkes bi azadî jîyana xwe didomandin. Her eþîrek di warekî welat de bi cih bibû. Car caran di navbera van eþîran de þer û pevçûn çêdibûn. Lê ti caran li hember neyarên derveyî qels nedibûn. Gelên welatên þêr di cîhanê de bi wêrektî û jêhatî û azadxwazî dihatin naskirin. Piþtî ku gelek dem bihurîn ji welatên dûrî þêran, gur bi kerîyan hatin welatê þêran. Xwe spartin þêran. Ji ber ku þêr û gur ji eynî olî bûn. Þêran hemêza xwe ji olbirayê xwe guran re vekirin. Sal û dem bi vî awayî derbas dibûn. Demek hat ku zarokên guran di welatê þêran de bûne serdest. Ev hebû ku ti caran tevlî karên þêra nedibûn. Þêr wek her caran di deþt û çîyayên xwe de bi azadî tevger dikirin. Ev rewþ heta împaratorîya guran hilweþa hate domandin. Piþtî belavbûna împaratorîyê axên împaratortîyê war war bûne dewletên piçûk. Hemû gelên di bin sîya împaratortîyê de dewletên azad ji xwe re ava kirin. Tenê zarokên þêran, xwe tebayê guran kirin. Di tevî þeran de þêran alîkarîya hevalên xwe kirin. Ti caran bi çavên xerab li guran nemeyzandin. Di þerê giran de hevalpiþtîya herî girîng þêran kiribû. Þêran herdem ji bo neyaran bibûn mîna mertal û riman. Lê piþtî ku axeke hindik di destê guran de ma sînor li dora xwe pêçandin. Hem welatê þêran di nav hevalên xwe de parvekirin. Dewleta ku nû hate damezrandin roj bi roj gurbûna xwe, xayîntîya xwe pêþkeþî dîrokê kirin. Berîya ku bibin xwedî welat ji bo parastina axa xwe ji þêran re; “em bi hezar sal virde birayên hev in. Hem ola me yek e. Li ser vê axê me gelek xebatên hêja bi hev re kirin. Li hember dijminan xwîna me pev re herikîye nav vê axê. Werin em bi hev re li hember dijmin þer bikin. Kengî me axa xwe ji bin zordarîya neyaran xilas kir dûv re emê wek birayan welat di nav hev de par kin.” Di vî welatê nû de bi biratî jîyana xwe bidomînin.’ digotin. Dema bi alîkarîya þêran guran ew axa hindik bidestxistin berê xwe li birayên xwe guherandin. Roj bi roj jîyan li þêran herambû. Þêr di destê hevalên xwe yî kevin de bibûn mîna kerîyê li ber guran. Guran pêþî zimanê þêran qedexekirin. Gotin, “zimanêkî wilo nîne. Hebe jî ji zimanê me ava bûye. Çêdibê ku ev zimanê ku hûn pê diaxifin ji zimanê me û ê cîrane me hatibê berhevkirin.” Dûv re þêrbûna þêra înkar kirin. Gotin “bingeha we ji me ye.” Paþî navê welatê þêran guhertin. Xistin guristan. Navê war, çîya, newal, deþt, çem, gol, daristan, gund, bajarê þêran guherandin. Navên guran li wan kirin. Axaftina þêranî hat qedexekirin. Axaftina þêranî bû tewan. Kesên pê axifîn bi cezayên giran dihatin tewanberkirin. Ji bo ku þêr perwerdeyî zimanê guran bibin, guran li welatê þêra dibistan vekirin. Bi zarokên þêra her roj “ez gur im, ez xurt im, ez jîr im.... hebûna min ji hebûna gura re xelat be.. çi þahîyeke xweþ e kesên ku bibêjin em gur in.” didan gotin. Di warê þêran de fermandarî kete destê guran. Serleþker hemû ji guran pêk dihat. Car ji caran ji þêran kesên li hember zilma guran serhildan pêkdianîn bi “navvebir” dihatin navdarkirin. Bi vî awayî ji þêra heval ji xwe re çêdikirin. Þêrê nezan û xwefiroþ ji guran bawer dikirin. Nêzîk encambûna serhildanan da þêrên xwefiroþ xayîntî li birayên xwe dikirin. Ji ber vêna þêr di destê guran de bûne kole. Gura hin þêr carna dixistin rêvebir. Li hember kesên dî digotin “ev mafperest in. Mafê hemû kesî em didin wan. Li ba me veqadandina ol, ziman, reng nîne.’ A rast kesên dixistin rêvebir ji rengên van ê bingehîn cuda dikirin û hebûna wan bi wan didan înkarkirin. Bi vî awayî ev mafê rêveberîyê didan þêran. Þêrên hiþmend û hiþyar piþtî vê rewþê hiþê wa hate serê wan Têgihiþtin ku gur li kûderê be yê gurtîya xwe bike û þêr þêrtîya xwe bike. Helbestvanekî þêr ji bo vê rewþê ‘heyfa qencîyê. Ew gurê ji welatên xwe koçberbûn me pêsîra xwe ji wan re vekir. Me li warê xwe war da wan. Me ew bi mêvantî pejirandin. Wan xwe xiste xwedîmal. Bi xwedîmaltî nerawestin em di welatê me de kirine mêvan û xerîb. Û digotin ya ji me hezkin ya da ji vir koç kin. Dema me digot ev der welatê me ye, emê herin kûderê? Ê xerîb hûn in. Ya em dikuþtin ya digirtin ya em koçî nav guran dikirin. Li hember qencîyê em li benda spasîyê bûn. Wan hem em talan dikirin û hem spasî ji me dixwestin ji bo ku em sax dihiþtin.? digot. 19.04.2007
|