Li ser hinek peyv û gotin

 

 

Seyda Ronahî

 

 

Ku merî çiqas li zimanê xwe xwedî derkeve ewqas ziman bi xwedî û ser ava dibe. Gerek em zimanê xwe bi kar bînin û biparêzin.

Demeka dûr û dirêj e zimanê me di bin xiþma erebî, farisî û tirkî de maye. Ji bo vê gelek gotinên peþîyan, pêkenok, çîrok, tiþtenok, qeþmerî wenda bûne, yan jî Tirkî û Erebî þûna wan girtîye. Di vî kar û barî de, hinek kesên me yên xwendevan pêþkeþîya van karan kirine û çand û folklora me wergerandine û bindest kirine, ji asîmîlasyonê re amade kirine.

Milletê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve di mêjîyê wî de kêmasî heye. Gerek e ku yek tiþtan bi zanebûn, nêrîn û nirxandinên xwe her mabetsê de vîne holê, bigihîne gel.

Zimanê kurdî gelek dewlemend e. Li dunyayê serbixwe ye, lê cî û warê kurd tê de dijîn li wan dera bindest e. Bona ku zimanê me wenda nebe ji perçiqandinê were xilaskirin, ji bo wê lazim e em zimanê xwe bi kar binîn û biparêzin.

Gelê me dilxwazîya dilê xwe yek cara bi henek, yek cara bi rastîya dilê xwe, yek gotin û peyv hanîne ziman. Ev peyvana gelek bi kînaye û manîdar in.

Di van peyvan de hem qehr, hem alozî, hem jî tengasîya ruhê xwe hanîne ziman. Qandî ku meriv pê diqehere ewqas meriv pê dikennî û li ser mijul dibe.

Di zaroktîya me de bapîra min dianî ziman. Digot, min jî ji bapîrê xwe bihîstîye. Li gundê ku bapîrê me dijîn, mizgeftek hatibû avakirin. Ê ku ev mizgefta ava kiribû xwedîyê zordestîyê bû. Bona wî kes nediçû mizgeftê. Ku wexta nimêjê dibû bi zordestîyê yek bi yek bangî gundîyan dikir. Gundî li hember vê bandorê derdiketin û bapîrekî me qehr û qotika wan wiha anîbû ziman:

 

Wa kûçik xwaremin wîne

bi ser þikestîye ling xwaxim         

bi avdesteka nîvçe ez herim

di qebûlnebîya Ute kû ra bikim.

Hinek pey hene ku li nav gelê me bi nifir û dua anîne ziman. Dua: “Lawê min, tu dest bavêjî çi bi zêr be, cîyê te cennet be, Xwedê ewladê bixêr bi te de û hwd...”

Îcar çend nifiran binivîsim: “Lawo tu bî der û bela li ser te kêm nebin. Nan bi xezal be tu tim li þopê bî. Çavê te di mista min kevin.”

Yekcaran jî berger û sergerê xwe bi xweþî, bi zarevekî nerm þîrove kirine. Ji van peyvan re dibêjin; çîrok, pêkenok, henek.

Hinek dibêjin þevxapîn, þevbirk. Ev peyvana ên ku derd û kulan tînin holê jî hene. Ji vana hinek evîn û evîndar, birîn û bela, zordestî û zulum û bandorî têne gotin. Ji vana hinekan ê wek Mem û Zînê, Sîyabend û Xecê ne, sazbend çîrokvan bi dilekî hezîn wan tînîne zimên.

Çîrokeke kurt bibejim, binêrin gotinên peþîyan çilo derketine holê: Got rojekê ‘etarek kera wî di ber ve de ketîye. Gelê me gotîye “ku ker ket ji xwedîyan xurtir kes tune.” ‘Etar dor kerê re zivirîye dîtîye ku ker mirîye. “Etar dibîne ku bi tena serê xwe tiþtekî ku karibe bike tune. Dor kerê re zivirîye û ev peyvana bi kar anîne:

“Yarebî tu kanî anuka ve berve bi kakî,

Kera min ji erdî rakî,

Min ji vê perîþanîye xilaskî,

Lê, te nekirîye adet tu nakî.”

***

Di kanîya folklorê de gotinên pêþîyan bi giranî cîh digrin. Wer peyven Kurdî tên ziman ku gelekên wan heya nuha veþartî mane. Bi lêkolîn û tevdanî îro em dighene van gotinan. Yek li vana;

Ê ku dibê û dike mêr e

Ê ku nabê û dike þêr e

Ê ku dibê û neke kerê nêr e *

Ev gotinana jî gelek balkêþ in; ez dixwazim hûn li quncikeke kaxizekê de binivsînin û her ku cîh hat sekînî hûn derxînin û ji dorhêla xwe re bixwînin. Ev peyva li hember zordestîyê hatîye gotin. Karkir, rencber û cotkar xurtîya xwe di zemanekî zû de bi vî þiklî anîye ziman. Le îro jî dîsa em kanin bibêjin wiloye:

Hûn çîyayê bilind in

Em li jêr we gir in

Hûn þêr û piling in

Em li dor we gur in

Ku were mêranîyê

Em tim ji we xurttir in.*

 

* Van gotinana min ji Þ. Karahan bihîstibû… (S.Ronahî)