Lem‘eya hevdeyan

-Noteya Pêncan-

 

 

Bedîuzzeman Seîd Nursî

Werger: Alî Aktuð

 

 

Di vê noteyê de, ji ber ku fen û medenîyeta Ewrûpa, derecekê di hiþê Seîdê Berê de cîh girtibû, Seîdê Nû dema bizava/hereketa fikrî de gerîya, fen û medenîyeta Ewrûpa di wê gera bi dil de, bû wek nexweþîya dil û bû sebebê gellek tengahîyan, bi mecbûrî, Seîdê Nû hiþê xwe daweþand û xwest wê felsefeya zêde û medenîyeta pûç bavêje, qene hisên nefsanî ya di rihe xwe de, li baskê Ewrûpa de þehdebûnê didin bisekinîne, bi þexsê manewîya Ewrûpa re, ev hevpeyvîna ji serîkî ve kurt û ji serîkî ve dirêj, bi mecbûrî pêk anî.

Bila xelet neyê fêhmkirin, Ewrûpa dudu ne:

Yek: Ez ne ji wê Ewrûpaya ku bi feyza ji dînê heqîqîyê Îsewî û ji Îslamîyetê sitandîye re û sen’etê ji jîyana civakî re û fenên ji rastîyê re û edaletê re xizmetkar in û teqîb dike.

Ber’eks, ez ji wê Ewrûpaya duyem a xirab re dibêjim; a ku bi tarîtîya felsefeya tabiî, nebaþîyên medenîyetê, baþî zen dike û mirovahîyê dajo ser sefahet/bêhiþî û delaletê/bêdînîyê. Bi vî þiklî:

Wî çaxî di wê gera ruhî de, baþîyên medenîyetê û zanistên bi fayde ne tê de, li hemberî þexsê manewîya Ewrûpaya ku felsefeya beredayî û bêkêr; û medenîyeta sefîh û muzir bi destê xwe digre, min jê re gotibû:

Tu zanibî ey Ewrûpaya duyem! Te bi destê xwe yê rastê felsefeke çirûk û jirêbûyî û bi destê xwe yê çepê medenîyeteka muzir û sefîh girtîye û tu dibêjî; “dilþadîya mirovahîyê bi van herdukan e.” Ev herdu destên te biþkên û ev herdu dîyarîyen te yên pîs, serê te bixwin.

Ey ruhê bêbext ê ku kufr û kufranê bela dikî! Gelo mirovekî him di ruhê xwe de, him di wicdana xwe de, him di hiþê xwe de, him di dilê xwe de,  musîbetên dijwar hatibin serê wî û ketibe ezêb, bi bedena xwe bi þiklekî xûyayî di nav xeml û serwetek xapînok de bimîne, ma kêfxweþîya wî mimkûn dibe? Ma meriv dikare jê re bêje ew dilþad e?

Gelo ma tu nabînî ji ber ku mirov ji karekî piçûk bêhêvî dibe û gava hevîyên wî bi sebeb meqsedeke wehmî qut dibin û bi karekî bêqîmet ve xeyalên wî wunda dibin, xweþxîyalên wî lê dibine agir, rewþên þirîn wî tengezar dikin, dunya jê re teng dibe, dibe zindan. Îcar ji vî mirovê bêçare re yê ku ji ber bêyomîya te di quncikên kûranîya dilê xwe de û di xîmê/derûnîya ruhê xwe de, derba delaletê xwarîye û ji alîye wê delaletê ve hemû hevîyên wî qut bûne û ji ber vê derbê êþ lê derketibin, gelo tu kîjan dilxweþîyê jê re temîn dikî? Însanekî ku bedena wî di ceneteka derewîn û fanî de be û ruhê wî di ezabê cehenemê de be, gelo merivê karibê jê re bêje ew kamrane? Vaye, te mirovên bêçare awha ji rê derxist. Di ceneteka derewîn de, ezabê cehenemê didî wan.

Ey nefsa emmare ya mirovahîyê! Li vê temsîlê binêre û bibîne ku tu mirovahîyê bi kû ve dajo: Meselen, li pêþîya me du rê hene, em di yekê re diçin, em dibînin serê her gavekê, mirovekî bêtaqet ê bêçare li wir e, zordar êrîþ dikin li ser mala wî, dest li ser tiþtên wî dideynin û kolika wî xira dikin. Carna jî birîndar dikin. Di þiklekî welê de ye ku li wê rewþa wî ya belengaz, ezman digrî. Tu li kûderê dinêrî, rewþ li ser vî miqamî diçe. Ji ber ku dengên di wê rêyê de tên bihîstin, teqûreqa zalima ye, girî û hawara mezlûma ye, þîneka giþtî, ewê rêyê girtîye. Ji ber ku însan bi însanetîya xwe, bi êþên mirovên din jî diêþê, dikeve nav xem û kederên bêhesab. Hal ev e, ji ber ku wijdan nikare evqasî êþ hilgire, ewê ku di wê rêyê de diçe, ji du tiþtan, mecbûrê yekê dibe: An dê ji însanîyetê derkeve û bi hovtîyeka welê bigire û dilekî welê hilgire, ku ji bo silametîya wî hemî kes herin helaketê jî, dê wî neêþîne. An jî yê pêwîstîyên hiþ û dil betal ke.

Ey Ewrûpaya bi sefahet û delaletê xirabbûyî û ji dînê Îsewî dûr ketî! Weke deccal bi dehaya xwe ya bi yek çavekî, te ev rewþa cehenemî, xelatê/dîyarîyê ruhê mirov kir. Paþê te fahm kir ku ev nexweþîyeka welê bêderman e, însan ji alayê illîyîn/dereceya herî bilind davêje esfelê safilîn/binê binî, dadixe binîya heywanên herî bedbext. Li hemberî evê nexweþîyê, dermanê ku te dîtîye, leyîstokên cazib û hest û hewesên xewar û tevzok; û fantezîyên te yên ku muweqeten hîsê betal dikin. Ev dermanê te, serê te bixwe û dê bixwe jî.

Vaye rêya ku te li mirovahîyê vekirîye û kamranîya ku te daye, diþibe vê misalê.

Rêya duyema ku Qur’an’a Hekîm bi hidayeta xwe dîyarîyê mirovahîyê kirîye. Wisa ye:

Em dibînin di her menzîla wê rêyê de û li her cih û di her bajarê wê de, leþkerên baþ yên mîrekî adil, li her derê hene û digerin. Carna bi emrê wî mîrî, hin ji wan leþkeran, terxîs dikin. Çek û hespên wan û hin lazimîyên ku mîr daye wan, ji wan distînin û teskereya îznê didin wan. Çendî ew leþkerên ku tên terxîskirin, ji ber ku ew çek û hespên hevaltîya wan kiribûn, gava ji wan tê standin, hebekî xemgîn dibin. Lêbelê bi rastî ew bi terxîsê dilgeþ dibin û ji ber ku diçin zîyareta mîr û divegerin paytexta padiþah û padiþah zîyaret dikin, gelekî memnun dibin. Carna me’mûrê terxîsê liqayî leþkerekî ecemî tên... Leþker wan nas nake. Dibêjinê “Çeka xwe teslîm bike”. Leþker dibêje:

-Ez leþkerê padîþah im, ez di xizmeta wî de me. Paþî ezê biçim cem wî. Hûn çi ne? Heke hûn bi îzn û riza wî hatibin, li ser sera, ser çavan bên. Emrê wî niþanî min bikin; nexwe xwe bidin paþ, ji min dûr bikevin. Ger ez bimînim bi tenê û hûn hezar jî bin, ezê bi hewe re þer kim. Ne ji bo nefsa xwe, lewra nefsa min, ne ya min e; ya mîrê min e. Bereqs nefs û çeka bi min re, emanetê xwedîyê min e. Ji bo mihafeza emanet û himayeya heysîyeta mîrê xwe û parastina îzzeta wî, ez serî ji hewe re danaynim.

Vaye ev rewþ, ji hezaran yek mînakeka di wê rêya duyema ku sebebê kêfxweþî û kamranîyê ye. Rewþên dî tu bide berhev. Li her derê sefera wê rêya duyem de, bi navê jidayîkbûyînê, civîn û sewqîyateka leþkerî ya bi kêfxweþî û þahî heye, bi navê mirinê, bi kêfxweþî û mûzikê, terxîseka leþkerî xwîya dike.

Eve Qur’an’a Hekîm, ev rê dîyarîyê mirovahîyê kirîye. Kî evê dîyarîyê tam qebûl bike, awha li ser rêya ku biçe kamranîya herdu dinyayan diçe. Ne bi tiþtên çûyî dilxem dibe û ne jî ji tiþtên werin ditirse.

Ey Ewrûpaya duyem a xirab! Hinek ji esasên te yên pûç û bê bingeh evin ku: tu dibêjî; ji melayketên mezin heta bi masîyên piçûk, her zindî xwedîyê nefsa xwe ye û ji bo þexsê xwe diþixule û ji bo lezzeta xwe dixebite. Heqekî wî yê jîyanê heye. Xaya xîreta wî, armanca daxwazîya wî, jîyan û temînkirina jîyanê ye. Bi distûra keremê ya arîhevkirinê/teawunê ya Xaliqê Kerîm ku di kaînatê de, bi awayekî herî qenc tê xuyan; nebat bi hewara heywanan ve, heywan bi arîkarîya însanan ve dibazin û çirûskên evê qanûna giþtî a dilovîn û keremkar, te wek pevçûn zen kirîye û bi awayekî ehmeqî biryar daye ku “jîyan pevçûn e”.

Gelo cîlweyek ji wê destûra arîkirinê ya ku zerreyên xwarinê ya bi vîneka pir zêde, ji bo têrbûna hucreyên bedena mirovan dibazin, çawa pevçûne? Çawa lihevxistin e? Belkî/bereks ew hewar û bazdan, arîkirineka bi emrê Rebbekî Kerîm e.

Hem esaseka te ya pûç: Tu dibêjî “her tiþt xwedîyê nefsa xwe ye”. Delîleka qet’î ya ku ti tiþt ne xwedîyê nefsa xwe ye, ev e; di nav sebeban de, yê herî xwedî þeref û yê di hidama bijartinê de vîyana/îradeya wî ferehtir, însan e. Hal ev e ku di nav kirinên mirov de, yê bi bijartina wî ve girêdayî, weke fikirîn û gotin û xwarinê, ji sed para, tenê yek pareke bi guman/þik, di bin daîra vîyana wî de ye. Halê kesê ji sed parî, ne xwedîyê parek kirinên xwe yê eþkere be, çawa tê gotin xwedîyê nefsa xwe ye? Hale yê xwedîyê þerefeka herî pir û bi îradeyeka/vîneka herî fereh, evqas destê wî ji teserruf û xwedî derketinê hatibe girêdan, ew kesê bêje “ew heywan û bêruhên dî, xwedîyê xwe ne”, îspat dike ku ew bi xwe, ji heywana heywantir û ji bêruhan bêruhtir û bêhiþtir e.

Ya ku te tavêje evê þaþîyê û dixe nav evê tehlukê, hiþê te yê bi yek çavekî ye. Yanî ew jîrbûna te ya xarîqe û bêyom e. Te bi wî hiþê xwe yê kor, Rebbê xwe yê ku Xaliqê her tiþtî ye, jibîr kir, te îsnadê tabîateka mevhum kir, te eser û senetên Wî, dan sebeban, Te malê wî Xaliqî, li wan taxutên ku îlahên batil in, belav kir. Di vê hidamê de û di nêrîna fikra te de, pêwîst e, her tiþta ruhber/biruh û her însanek, bi tena serê xwe, li hemberî dijminên bêhesap liberxwe bide û jibo destxistina ihtîyacên xwe yê bêdawî bixebite û mecbûr dimîne bi hêzeka weke misqalekî, bi îradeyeke weke mûyekî, bi hiþê weka çîkeka/birûskeka zû dibore, bi jîyaneka weke çirûskeka/gurîkî zû divemire, bi temenekî/umrekî ku qasî yek deqekî zû derbas dibe, li hember dijminen bêhesap berxwe bide. Hal ev e ku sermaya wî ruhberê bêçare, ji hezar xwastekan, têra yek xwastekek wî nake. Dema dikeve nav musîbetekê, ji sebebên ker û kor pê ve, ji tu dera, derman nabîne. Dibe û ayîne sirra 1

Hiþê te yê tarî, roja mirovahîyê vegerandîye þevê. Tu ji bo wê þeva tarî û bêhnteng û reþ germ bikî, te bi lempeyên derewîn û bihurok, rohnî kir. Ew lempe bi kêfxweþî li rûyê însanan nabiþirin. Bereks, tinazê xwe bi wan kesên bêhiþê ku di rewþa dilþewata ku mirov tê de ye, dikin û kêf û henekên xwe pê tînin. Di nerîna þagirtê te de, her tiþta ruhber, musîbetzedeyên di bin êrîþa zaliman de ye. Dinya warê þîneka giþtî ye. Dengê li dinyayê de, qêrînên ji êþ û mirinê ye. Þagirtê te yê ku dersa tam ji te digre, fîr’ewnek e. Lêbelê fîr’ewnekî welê zelîl e ku ji tiþtê herî bêqîmet re ibadetê dike û her tiþtê bi menfîet ji xwe re rebb hesab dike. Hem þagirtê te serhiþk e/bi rik e. Lê serhiþkekî/rikoyeki welê miskîn e, ji bo piçek lezzet, zîlleteka bêhed qebûl dike. Rezîltîyek/hizektîyek welê nîþan dide, qasî ku bo piçek menfieta xwe, lingê þeytên maç dike.

Hem zorbe ye/kotek e. Lê ji ber ku di qelbê xwe de piþtgirekî nabîne, kotekekê di eslê xwe de, xwefiroþê xayet zeîf e. Xaya xîreta wî þagirtî, tatmînkirina xwestinên nefsê û ew hîlekarekî di bin perda xîret û fedakarîyê de, li menfieta þexsê xwe digere û ji bo têrkirina çavbirçîtî û quretîya xwe dixebite. Ji nefsa xwe pê ve, jidil qe ji tu kesî hes nake.

Lêbelê þagirtekî Qur’an’ê yê xalis û tam evdek e. Lê mexluqê herî mezintir re jî tenezulî îbadetê nake. Û bendeyekî welê ezîz e ku feydeka mezin a weke cennetê nake armanca ubûdîyeta xwe. Hem helîm û selîmekî di nerma xwe de ye. Lê rûnermekî xwedî xîretek mezin e ku ji xeynî Fatirê Zulcelal pê ve, bê îzna wî serê xwe liber kesî xwehr nake. Hem feqîr e. Lê bi wê xelata xwedîyê wî yê Kerîm jê re amade/berhev kirîye, feqîrekî bê hewce ye. Hem zeîf e. Lê ji ber ku piþta xwe daye wê quwweta bêdawî a mîrê xwe, zeîfekî biquwwet e. Qur’ana ku ji þagirtekî xwe yê heqîqî re bihiþta ebedî nake armanc, ê çawa evê dinya pûç û betal bike meqsed? Ahve fêm bike ka çawa xîreta herdu þagirtan ji hev cuda ye.

Hem tu dikarî xîret û fedakarîya þagirtê felsefeya nexweþ û Qur’ana hekîm bi vê bide berhev. Bi vî awayî;

Þagirtê felsefê jibo nefsa xwe, ji ber birayê xwe direve û li dijî wî dozê vedike. Lê þagirtê Qur’anê hemû evdên salihê li erd û asumana, ji xwe re weke bira hesap dike û bi awayekî dilxwazî, ji wan re dua dike. Û bi kamranîya wan kêfxweþ dibe û di rihê xwe de bi wan re têkilîkî zêde hes dike. Hem tiþtên herî mezin ên weke erþ û rojê, me’mûrê serfiru û bendeyên weke xwe, bendeyên hesap dike.

Hem bilindi û ferehîya rihên herdu þagirtan bi vê bibe berhev:

Qur’an bilindî û ferehîyekê welê dide ruhê þagirtê xwe ji dêla not û neh libên tizba, zerreyên not û neh alemên ku cilweyên not û neh navên Xwedê ne, weke libên tizba didê dest þagirtê xwe û dibêjê wirdên xwe bi van bixwînin.

Vaye ji tilmizên Qur’anê ên weke Þahê Geylanî, Rufaî, Þazelî dema wirdên xwe dixwînin, guh bide wan, binêre! Di destên xwe de silsileya zerra, dilopên baranê, jimara nefesa mexlûqetan girtine û bi wan wirdên xwe dixwînin. Xwedê Teala zikr û tesbîh dikin.

Vaye perwerdeyîya Qur’ana Mu’cizul Beyan binêre: Çawa ev mirovê piçûkê ku bi kedereka piçûk û bi xemeka hindik, gêj dibe û xwe winda dike û mexlûb û têkçûyê mîkrobekî piçûk dibe, bi terbîya Qur’anê çiqas bilind dibe. Û çawa letaifên wî fereh dibin ku hemû hebûnên evê dinyaya terikî, ji tesbîha wirdên xwe re, hindik dibîne. Û cennetê, ji zikr û wirdên xwe re kêm dibînê û ji alîyê din ve, nefsa xwe ji heywaneka piçûk a Cenabê Heq mestir nabîne. Di nava îzzeteka bêpaþî de, tewazuke bêdawî kom dike. Li gora vê tu karî bidî berhev ka þagirtên felsefê çiqas bêqimet û pest in.

Vaye rastîyên ku felsefeya kurmîya Ewrûpa bi dehaya xwe ya biçavekî xelet dîtî; hîdayeta Qur’anê ya li herdu dinya dinêre, bi herdu çavên xwe yên rohnîyên xeybbîn, herdu aleman dibîne, jibo mirovahîyê bi herdu destên xwe îþaretê kamranîya herdu dinya dike, dibêje:

Ey mirov! Nefs û malê di destên te de, ne milkê te ne, belki/bereks emanetê te ne. Xwedîyê wî milkî, Rehîmekî Kerîm ê ku her tiþtî dizane û bi her tiþtî dikare. Ew dixwaze ku milkê xwe yê li cem te, ji te bikire. Dê ji bo te biparêze û winda nebe. Piþt re, dê fîyetekî girîng bide te.Tu leþkerekî xwedîerk î û karmend î. Bi navê wî bixebite û li ser hesabê wî biþuxule. Ew e ku tiþtên tu bi wan hewcedar î, ji te re weke rizq rêdikê û te ji tiþtên taqeta te der, diparêze.

Amanc û encama evê jîyana te, xuyangehîya nav û þe’nên Wî Xwedê Teala ne. Dema mûsibetek hate serê te, bêje:  2

“Yanî, ez di xizmeta xwedîyê xwe de, me. Ey mûsibet! Heke tu bi îzn û riza wî hatibe; merheba, tu bixêr hatî. Lewra helbet emê rojekê vegerin ba Wî û emê biçine hizûra Wî û em Wî dixwazin. Madem bivê nevê, dê her rojekê, me ji barê jîyanê azadke, haydê ey mûsibet! Bila ew terhîs û ew azadkirin, bi destê te be, ez razî me. Heke emir dabe te û xwestîye min di parastina emanet û xwedî derketina wezîfa xwe de biceribîne, lê navê ez teslîmê te bibim; heta ji min bê, heta ez pê emin nebim, emanetê Xwedayê xwe, teslîm nakimê.”

Vaye ji hezaran, li yek nimûneyeka dereceya dersa ku dehaya felsefê û hidayeta Qur’anê didin, binêre.

Belê rastîya rewþa herdu alîyan, weke ku hatî behskirin e. Lêbelê di hîdayet û dalaletê de, derecên mirovan cuda ne. Mertebên xefletê jî pir in. Herkes di her mertebê de, evê rastîyê bi temamî seh nake. Lewra xeflet heskirinê betal dike. Û vî zemanî, bi dereceka welê his betal kirîye ku, ehlê medenîyetê êþa evê elema kûr hes nake. Lêbelê ji zêdebûna haya ji zanînê û hiþyarkirina mirinê ya ku rojê sîh hezar cenazeya didê nîþan, ew perdeya xew û xefletê diqete. Hezar nifir û qeda bi wan bê ewên ku bi taxut û fenên tabiîyê ecnebîyan/bîyanîyan, diçin ser dalaletê û korekor wan teqlîd dikin û li pey wan diçin!

Ey ciwanên! Teqlîdkirina Firengan nekin karê xwe! Piþtî evqas te’dayî û dijminahîya ku Ewrûpîyan li we kir, gelo bi çi eqlî hûn sefahet û fikrên wan yên batil teqlîd dikin. Nexêr. Nexêr. Ewên bi sefihane/bi bêhiþî teqlîd dikin, ne ku li pey wan diçin, bereks tevlî wan dibin û xwe û birayên xwe îdam dikin. Hay jê hebin, heta hûn, bi bêexlaqî li pey wan biçin, hûn di doza xiretê de vira dikin! Lewra hûn bi vê lipeywaçûna xwe ya bi vî awayî, milletê xwe piçûk dixin û pê tinaz dikin! 3

 

Têbinî

1- “Duaya kafiran ji delaletê pêvtir bi kêra tu tiþtî nayê.” (Sûretê Ra’d: 14)

2-“Em evdên Xwedê ne û emê disa herin cem wi.” (Sûretê Beqere: 156)

3 “Xwedê me û hewe bibê ser rêya rast.”