|
Hikayeta mirovê exlaqbilind û zahidîtîyê de þexsîyetekî mînak: Zembîlfroþ
Xweþmêr
Ey dil werin dîsan bi coþ Carek ji caran mey binoþ Bikin qiseta Zembîlfroþ Da seh bikin hikayetê
Di wêjeya klasîk a Kurdî de destan, çîrok, fabl û hikayatên (mesnewî, qesîde…) hikemî gelek in. Armanca van þaxan hemû jî civakî ne û van edebyatnasan xwestîye ku civaka Kurd bête perwerdekirin û mirovên xwedanaqil hem dinya û hem axîreta xwe bi hêsanî nas û qezenc bikin. Hikayeta Zembîlfroþ de jî, a ku bûye mijara me, em vêrewþê dibinîn. Zembîlfroþ, bûye sembola þexsên exlaqbilind ê ku li ber nefsa xwe serî natewînin û nakevin heramîyê. Bi vê hikayetê mirov hem jî exlaqê para xwe sûdê digire û hem li, ji rewþa Zembîlfroþ li ber evîn û evîndarîyê xemgîn û dilkul dibe. Ev hikayet ji zargotinî derketîye û tesîreke berfireh li ser edebyatnasan kirîye û bûye payxam (îlham) ji bo dengbêj, muzîsyen û wêjevanan. Yekemîn li nav peyvên þ'irbêj û edebîyatnasê mezin Mele Ahmedê Batê ketîye li nav edebîyata Kurdî. Bi saya dengbêjên hunermend li nav Kurdan de belav û geþ bûye û hatîye heta îro. Zembîlfroþ; mirovê ku dest ji dinyayê berdayî, sembola evîna xemgîn, þervan û qehremanê nefsa xwe û di rêya axîretê de sofî û zahidekî bêhempa… Xatûn; bi can û dil, dilberdayîya Zembîlfroþ, jinemîra bêbext û bêmixab, di dilê xwe de evîndareka çardehsalî… welat; dilê Kurdistanê, navenda mezopotamyayê, bingeha dîrok û geþbûna çanda Kurd û Kurdistanê, paytexta dugela Mervanîyan: Farqîn… dem û wext; dilfîroz û dilþadî, jîyana ku bê kul û dert derbasdibûyî, serdesta aþitîxwezan û mirovhezan. Mirovên ku Xwedayê xwe nas bike li bal wî giringîya mal û milk û meqamê tuneye, vana hemî li rêya axîretê de dimezixîne. Nabêje eva ya min e, dibêje ew li bal min e ji wî tiþtên li bal mirov rojekê wî terk dikin û diçin. Zembîlfroþ jî merivekî wehaye. Kurê mîrê Mezrabotane, bin destê babê wî de gelek eþîr û herêm hene, bi dewlemendî jîyana xwe didomîne. Lêbelê evqas heyinî dilê Zembîlfroþ xweþ nake, dizane û bawerî anîye ku axîret heye wê hesabê hemû tiþtan ji wî bête pirskirin. Pir caran ji vê rewþê dikeve ramanên kûr û nakokî. Zarokatî û xortanîya wî di nav xweþî û asandinê de derbas bibû. Yekane hatibû mezinkirin, bedewê dilê dayika xwe bû. Hemû kesên derdora wî hezjêdikirin. Bi hevalan, rojên xwe bi nêçirvanîyê ve derbas dikir. Dayika dilxemgîn û bêmiraz dizanî ew lawikê egît dê rojekê ji ber çavên wê wenda bibe. Ne dixwest lawê wê gelek biçite nêçirê, ji bo wî, vê rêyê de xeter gelek bûn. Ne dikarîya bi wî û hesnedikir dilê wî jî biþikîne. Dema tenê bimaya bixefî hêstir ji çavan dibarandin, ji wî zêdetir tiþtek ji destê wê nedihat. Zembîlfroþ hatibû ber zewicandinê û dayika wî jê re qîza mîrekî Botanê xwestibû, bi rojan daweta wî hatibû kirin. Sal derbas bibûn û Zembîlfroþ bibû xweyê du zarokan. Bi derbasbûna salan, ji xort û bedewîya xwe tiþtek wenda nekiribû. Zembîlfroþ lawkê rewal bû Bi kilfet û ehl û eyal bû Husnekî Usif li bal bû Heq rizaqê qismetê
Zembîlfroþ, dîsa rojekê bi tirs û bi lerz kete rêya bidawî û çû nêçîrê. Di gel hevalê xwe kete nava dehl û rêlan û refek pezkovî dîtin bi têkoþînî, xezalek bi tîran kuþtin, barê xwe kirin, li hespên xwe siwar bûn û berê xwe dane malê. Ew rêya ku her dem tê re diçû dihat, li ser wê rêyê goristanek hebû; lêbelê bala Zembîlfroþ nekiþandibû heta wê rojê. Goristanek û mezelek; li ser axê hestî û serhestîyê mirovekî bala xortê delal kiþan. Pir te'eccub kir û armanca hatina li dinyayê û hebûnê kir û kete ramanekî kûr… mirin, taya mirinê, xelasbûna jîyanê, jan, jana dil, bêkesî, tenêtî û ji hemû tiþtan veqetîn…wekî þerîtekî flîman li ber çavên wî derbas bûn. Nedizanî mirin çîye, ew peyva, bilerzok neketibû ferhenga jîyana wî. Îro halekî nû li wî peyda bibû, ronahîyek li nav gulzerîya dilê wî de peyda bibû. Îro bi heqîqeta mirinê re rast hatibû. Jîyan û mirin, bêjeyên herî dûr û nêzîkê hev. Heqîqet mirin bû, yên mayî hemû li ber çavan wenda dibûn û derewîn bûn. Mirinê tu cudatî nedixiste nava însanan de; feqîr, belengaz, dewlemend… hemû bi mirinê re dibûne yek, wekhevî peydah dibû li nav wan de. Mirin û ji dinyayê malbarkirin, ji dost û yaran veqetandin anî bîr û bawerîya xwe û dilê wî kul bû, melûl bû. Ew dîtin bûne ramanên kûr û bêbinî ketine dilê Zembîlfroþê xemgîn. Pir melheze kir û soz da xwe ku jîyana xwe bi mileki rast veguhere. Þoreþgerîyek li nav dilê Zembîlfroþ peyda bû, qey te digot ew mirov çûye û yekî mayî ketîye þûna wî. Destên xwe ji mal, milk û karên dinyayê berda û zahidîtî ji xwe re kirî, xwe teslîmê rêya Rebbê xwe kir. Tobe kir û bû tobedarekî exlaqbilind û nefspiçûk.
Qewîn ew lawê feqîr bû Dayme Xwedê de bîr bû Pêþê Xweda jêr bû Ew bi dest hebûse'netê
Zembîlfroþ, þevekê bixefî mala xwe bar dike û welatê xwe terk dike diçe cîyekî dûr. Memleketê ku Zembîlfroþ çûbûyê wî de debara mirovan selik çêkirin bû. Ew jî bi kêfî, çêkirina wan hîn bû. Dest pi çêkirina selik û zembîlan kir û aborîya xwe pê diqedand.
Þixulê wî selik û tebeq bû Qîmeta selkan wereq bû Dayma ew rast heq bû Pê debîrî kilfetê
Ew bi dest zembîl bi dest Dibirê bazarê bi qesd Xwarin nan dihat bi dest Razî dibû qismetê Zembîlfroþ, þev û roj zembîlan çêdike û difiroþe. Lawê mîrê jêhatî îro bûye bazirganê selikan; xwestinek wî heye: bi rêya heqîyê de aborîya xwe bi dest bixe, ji ta'et û îbadetan dûr nekeve. Welat bi welat digere, selikên xwe bi erzanî difiroþe. Rêya wî rojekê dikefte Farqînê. Kuçe û kolanên Farqînê bi dengekî zelal û bilind dihejin: - Zembîl, selik, selik erzan, zembîlfroþ… Qîz û jin pê re dikevne bazarê û selikan jê dikirin. Jina mîr ji ber dengê Zembîlfroþ tête ber pencerê û temaþa wî dike. Xatûn, jîna mîrê Farqînê ye, spehîtahî û delalîya xwe de wekî Zuleyxayê bêhempa bû. Xatûn; yara mîr a dilxemgîn, bêbext, bi zorê hatî zewicandî. Jina mîr bû, lê dilê wê li bal wî nebû. Dema Zembîlfroþ dît, dilê wê ketê û bû evîndarê lawikê delal. Bi hênceta zembîl û selikan Zembîlfroþ gazî serayê kir û bi helbestî daxwazîyên dilê xwe ji re rêz kir:
Her dema selka ku tîne Xatûnek jorda dibîne Bi dil û can dihebîne Dil kete pêla muhbetê
Muhbetê keç mubtela kir Sur li carîyan aþkera kir Lawikî qelbim cuda kir Min ji eþqa xew ne tê ……………………….
Xatûn dibê lawê beyanî Lew dibem tu bizanî Min tu ji bo dilê xwe anî Da em bikin misilhetê
Zembîlfroþ, tobedar e, xweyê jin û zarok e, sond xwarîye ku rêya xerabîyê ve neçe. Tobe û soza xwe xerab nake û weha cewaba Xatûnê dide:
Xatûnê ez tobedar im Delalê ez tobedar im Zarok birçîne li mal in Ji Rebbê jorî nikarim
Zembîlfroþ, teklîfa Xatûnê napejirîne. Xatûn pir diqehire, nikare lawikê delal ji rê biderxîne. Zahidê îbadetnuþ, dinêre ku xelasbûn ji destê Xatûnê tuneye, zembîl û selikên xwe li wêderê dihêle û direve û ji wêderê dûr dikeve. Xatûn, çend mirovên xwe bi xefî diþeyne tê pey þopa wî. Cîyê runiþtina wî hîn dibin û xeberê didine Xatûnê. Xatûn þevekê bi dizî, diçe konê Zembîlfroþ û kul û derdên xwe ji jina wî re beyan dike. Xwe diavêje ber bext û derguþa wê ku þevekê tenê bi Zembîlfroþ re derbas bike. Bedelîya wê de jî bê hejmarî zêr û zîvan dê bidete jina Zembîlfroþ. Jinik dibîne ku xelasbûn ji destê wê tuneye bê daxwazî, bi dileke kul û þikestî qebûl dike, ji wêderê dûr dikeve. Rojê dema ronahî û þewqa xwe ji welatê Farqînê veqetand û bû þev, hemû kesan rêya mala xwe girt. Zembîlfroþ jî Zembîl û selikên xwe firotin û berê xwe da malê. Mala xwe da dema, Xatûnê dibîne paþve dizîvire û malê terk dike û diçe bircên kelha Farqînê de xwe berdide jêr. Xatûn jî bê wî naxwaze bije û ew jî li pey wî xwe li wêderê de berdide jêr. Zembîlfroþ bawerî bi Rebbê xwe anîye û ji roja qîyametê ditirse û li ber daxwazîyên dilê xwe serî natewîne û ji Xwedayê xwe þerm û fedî dike:
Her wekî þekir di cam î Wekî xwarina heram-te'am î Bi ser û pîyan li min heram î Tirsim ji roja axretê
Zembîlfroþ bi neketina heramîyê û dest ji berdana dewlemendîyê bûye þexsîyetekî mînak. Di hemû olên semavî de bilxasse ola Îslamê de jî têkoþîna di gel nefsê girîng e. Kî di vê rêyê de têkoþînek bi dilî bidomîne û serkeft were bê guman ew kar dike. “Xwestinên nefsanî, (bilxasse) hezkirina jin, zarok, bi koman zêr û zîv, hesp, heywan (dewar) û zevîyên meqûlî ji bo însanan cazip dane nîþandin. Mirov dikare van hemû zewqan dinyayê de bi cîh bîne, lêbelê gehînekên herî baþ li bal Xweda ne.” (Al-î Îmran, 14)
|