Ked bû sed

 

 

Raîfê Bêçare

 

 

Sal bû deh û bû yanzdeh

Nûbihar bû nod û neh

 

Bona hejmara seda

Got bîsmîllah l'derî da

 

Bo Xweda hemd û spas

Ku em bilind bûn evqas

 

Rihma Xwedê li Xanî

Wî kola bû ev kanî

 

Kanî kiþya gihîþt çem

Çem pêl dide dem bidem

 

Çem jî dikiþe golê

Gol hêþîn dike çolê

 

Çol û çîya dibin bax

Gul sor dibin dertê cax

 

Jin çêdikin tirþînê

Bona palê havînê

 

Dilê pala hêsayî

Ewrê reþ çû bû sayî

 

Em bikin behsa ziman

Xoyê bixin birînan

 

Bila birin kew bigre

Nêçîrvan jî kew bigre

 

 

Kew nede kuþtin bira

Wan nexe xurê gura

 

Bira bibin wek þêra

Biqetînin zincîra

 

Li gura xin bi tîra

Azad bikin hêsîra

 

Bilind bikin vî dîwar

Ji bo ku bibe sitar

 

Þad bibe rihê Xanî

Nemirçiqe ev kanî

 

Ev zimanê meyê xweþ

Li ser kevir bibe neqþ

 

Yanzdehsalî sed salî

Ji hevra bikin alî

 

Dîwar bû mal bû xanî

Kete hundur kevanî

 

Malxê çû tevdir anî

Zarok dixwin vî nanî

 

Piçûk bibin bûk zava

Mala wan bibe ava

 

Zarê wana zêde bin

Îdî qet hêsîr nebin

 

 

Zîmanê xwe rind hîn bin

Nav hewþa xwe da þîn bin

 

Bibin mêr bibin zilam

Xelqê ra nebin xulam

 

Jibîr nekin kalê xwe

Qedir bidin malê xwe

 

Xêncî Xwedayê mezin

Ber tu kesî nelerzin

 

Beredayî negerin

Lez bikin pêþda herin

 

Merivê li dinê ne

Da bizanbin hûn kêne

 

Bo dunya bo axretê

Bigrin bendê xîretê

 

Zarû xort û keç û kal

Bi hevra bibin heval

 

Nemînin xang nebin kal 

Ber xelqê nebin evdal

 

Gava ku Xweda yar be

Hizkî alem neyar be

 

Hûn namînin Bêçare

Allah dîde we çare