Nebûkarîya derujdan a Gunay Aslan

li Bedîuzzeman kirîye

 

Merdan Newayî

mnewayî@hotmail.com

 

 

N ebûkarî û bextreþî li mirîyan dibin. Ew jî ne hemû mirî, ew mirîyên ku li pey xwe çi mîrateyeke ciddî nehiþtibin. Ew mirîyên ku berî gîya li ser gora wan þîn bibe ji hêla piranîya dost û hevalên xwe ve tên jibîrkirin.

Hinek mirî jî hene piþtî koçkirinê, qedr û qîmeta wan baþtir tê fêmkirin.. Hinek kurebab jî hene berî wefata wan qedirbilindîya wan tê zanîn; hemdemên wan, wan weke siûdekê ji xwe re dibînin û didin pey þop û rêça wan; heçî mayê derbarê wan de hene qeyd û tomar dikin, da ku neyên jibîrkirin. Ev helwest tenê ne ji bo dîyarkirina giranbihayîya wan þexsîyetan e, her weha ji bo sûdwergirtina ji berhem û mîrateya wan e jî.

Bedîuzzemanê Kurdî Seîdê Nûrsî jî yek ji wan mustesnatirîn mirovan e ku hêja li darê dinê bûye (kêm-zêde) hatîye fêmkirin, çi ji hêla dost û hevalan û çi hêla dijber û neyarên xwe ve be. Digel vê yekê, bi awayekî istisnayî be jî ji hêla kêm mirovan ve þaþ hatîye fêmkirin an nexwestine ew baþ û dirust binasin. Ji van mirovan ên zehftir me eleqeder dikin ên kurd in. Bi qasî ku ez pê serwext im yek ji van mirovan, hemdemê Bedîuzzeman, Þêx Evdilhekîmê Arwasî ye. Tiþta ev camêr lê asê maye; gotina Bedîuzzeman ya ku dibêje: “33 ayetên Qur’anê bi awayê îþarî li min û Rîsaleyên Nûrê dinêrin” e. Li ser vê yekê radibe Þûaya Yekemîn diþewitîne. Hûn ji min bipirsin rastîyek li destê camêr heye! Rastîya ku Bedîuzzeman hê jî li gorî rastîya xwe ya rasteqîn têr nehatîye naskirin. Ev þer û pevçûna nûrcîyan a li ser mehdîtî û nemehdîtîya Bedîuzzeman ji vir tê (li gorî min herdu hêl jî neheqîyê li Seyda dikin, Seyda ne nûnerê misilmanan bi tenê ye, nûnerê hemû bawermendan e, lewma divê bi wesfekî tomertir were danasîn). Ji bo em dernekevin derveyî mijarê naxwazim bikevim vê behsê. Xweda bêje erê, ezê li pêþ di gotareke din de li vê mijarê vegerim.

Mirovekî din ê ku Bedîuzzeman Mele Seîdê Kurdî þaþ naskirîye, neheqî li Seyda, li me û li xwe bixwe jî kirîye rojnamevan û romannûsê kurd birêz Gunay Aslanê hemdemê me ye.

Gunay Aslan di sala 2003an de li bajarê Kolna Almanyayê bi navê Vaspurakan Sultanî (Siltana Vaspurakanê) romanekê nivîsîye. Di vê romana mîtolojîkî-dîrokî de Aslan li gorî xwe dîmenek ji dîmenên karesata ermenan diþayesîne. Her weha behsa gel û kesên Serhedê û behsa têkilîya wan a wê demê ya bi hev û din û bi dewletê re dike. Heman roman bi navê “Vaspurakan’a Agit” li Tikîyeyê jî ji hêla weþanxaneya Aramê ve îsal (2007) ji nû ve hate çapkirin, niha li pîyaseyê peyda ye.

Di vê gotarê de heta ji me were emê li ser hêleke romanê bisekinin; hêla wê ya derbarê Bedîuzzeman de. Hêlên din ên romanê ne behsa mijara me ne. Ya rast mirov dikare romanê ji gelek hêlan ve binirxîne, lê ji bo cih li mijara me teng nebe û navê subjektîvîyê bi pey nekeve ez vê babetê ji rexnegir û nirxînerên hêja re berdidim.

Ez derewan nekim, ji 1990î ve birêz Aslan diþopînim, jixwe camêr bi karê xwe her li ber çavan e. Heta roja ku dostekî min vê romana wî nîþanî min da hema bêje bi her awayî min ew teqdîr dikir. Helwesta wî ya muxalif a heqperestî hêjayî pesindanê bû. Bila Xwedê ji kesî nestîne. Mumkun e ku birêz Gunay ji hestên xwe yên welatparêzîya kurdî bêhtir bi bîrdozîya xwe ya çepgirî ev roman lêkiribe. Li vê derê gotina Seyda tê bîra mirov: “Bila Xweda mirov þaþ neke ku þaþ kir fehþ neke ku fehþ kir kaþ kaþ neke…”

Di serdemeke ku gelek rojname û kovarên weke Nokta (hejmar: 8, 21/27.12. 2006), Genc Bakiþ (hejmar: 31, 3. 2007), Nûbihar (hejmar: 101, Bihar 2007) û êd. Xweþnêrînîya Bedîuzzeman a derbarê Ermenan de ji xwe re dikin dosya û serrûpelên xwe pê dixemlînin û kesên mîna gorbihuþt Hirant Dînk ku bibû sembola qirkirina ermenan digot; “Xweda ji Bedîuzzeman razî be”, tu yê rabî nebûkarîyên kesnedîtî li Seydayê Nûrsî bikî!.. Nezanîn e yan nîyet e, mirov nikare kirasekî lê bike. Digel her tiþtî ez naxwazim bawer bikim ku yekî wekî birêz Gunay Aslan derbarê qedirþînas û payebilindekî kurd de ku xwedî têgihîþtin û feraseta ji xwe û 200-300 sal þûnde bû û çareyên helkirina arîþeyan pêþnîyar dikir, bi nîyeta neçê tevgerîyabe. Lê mixabin romana wî bi awayekî netê þadehîyê li Aslan dide!

Li vê derê weke li xwe mikûrhatin tiþtekî ku divê bê gotin heye. Rast e ku heta îro hin lay li gorî berjewendîyên xwe destên xwe yên bêyom dirêjî nava Rîsaleyan kirine, ew guherandine. Hinek wesf û nêrînên Bedîuzzeman -nexasim yên derbarê kemalîzm û kurdayetîyê de- bincilik kirine. Hin ji wan hê jî bi vî awayî tevdigerin; li Seîdê Berê zêde xwedî dernakevin, Asarên Bedî’îye ji nedî ve tên, kemalîzma ku Bedîuzzeman hê di dewra îstîbdadê de li dijî sîya wê þer dikir bi nêzîkahîyeke “ku bibînî ez im, nebînî diz e” ji xwe re bi kar tînîn.

Bedîuzzemanê Kurdî Seîdê Nursî li tevekê cîhanê bi nasnama tirk didin nasandin… Rîsaleyên Nûrê heta vêga mongolî jî tê de li çil zimanên cîhanê hatîye wergerandin, digel ku bi kurdî hatîye fikirîn û bi tirkî hatîye nivisîn –çend numûneyên bêxêr û soranîya ku ji erebî hatîye wergerandin û li gorî alfabeya farisî hatîye çapkirin- ne tê de hê jî li kurmancî nehatîye wergerandin! Qet sûc û xetayê me berrewþenbîr û Xwedêgiravî nûrcîyan tê de tune ye.

Birêz Aslan ne yekemîn kes e ku dikeve nava vê þaþîyê, ev þaþîya ji ber þaþ þayesîna Rîsaleyên Nûrê û Bedîuzzeman. Berî niha bi çend salan lêkolîner û nivîskarê hêja birêz Malmîsanij jî ji ber ku lêgerîn û nirxandina xwe li gorî daneyên bêbextan ên derbarê Seyda de kiribû gihiþtibû encameke neçê. Peyre Rohat Alakom -mala wî ava- ev qeneeta wî sererast kiribû.

Rasterast bêjim, di þaþfêmkirina Seyda de gunehê herî zêde yê me ye. Lê hê jî “fersend teþbîhî kew” nefirîyaye. Hemîyetperwerî li hêvîya keç/kurebavan e!

Roman ji hêla tevn, teþe û honandinê ve gelek balkêþîyan dihundirîne. Nexasim ji hêla karekteran ve. Hema bêje serokçeteyên ermenan ne tê de karekter giþ ku ji þêx, axa, beg, mele, miftî, keþe, mirtib, laz, çerkez, azerî, asûrî, ermen, misilman û yahudîyan pêk tên, yek ne tê de hemû baþ û qenc in. Ew yek, li gorî Aslan Molla Seîd (Mele Seîd) e. Dibe ku hûn xwîner bêjin, belkî ev Molla Seîd weke karekter lehengek ji lehengên romanê be û ji fikr û ramanên nivîskêr hatibe pê; na, mixabin na, sed heyf û mixabin na, ne welê ye. Nivîskar aþkera bi nav û nîþan dike ku Molla Seîd ew Mele Seîd e ku li pêþerojê dê weke Bedîuzzeman û Seîdê Nûrsî nav û deng bide. Camêr karê xwe bi zanîn kirîye, îcar bi çi nîyetî ew nedîyar e!

Gunay Aslan di romanê de Mele Seîd bi çi awayî dide nasîn:

“…Karakaþyan, dixwest meleyê ku axaftin, wergirtin û rabûn û rûniþtina wî ji her kesî re xerîb dihat ji nêz ve nas bike.”(1)

Ka em binihêrin Seyda ji bo wan cil û bergên xwe yên ku Aslan ji bo wan dibêje ji xelqê re xerîb dihatin çi dibêje: “Ev þiklê min ê xerîb… îlankirina hezkirina millîyeta min e”(2)

Cil û bergên seyda þal û þapik e. Wergirtina Seyda ne li Kurdistanê li Sitenbolê ji hêla –qaþo- rewþenbîran ve xerîb dihata dîtin. Balkêþ e, hê di serdema Seyda de Kemal Tahîr ji ber vê wergirtina wî dev davêjê, ew wekî “palyaço” bi nav dike. Ya balkêþtir ew e ku birêz Aslan ne bi nirx û nirxandina kurdekî, bi nêrîn û pîvanên tirkên tûranî li seyda dinihêre. Mumkun e ku birêz Aslan xwe ji tesîr û bandora çepîtîya tirkî baþ nefilitandibe. Nexwe te’wîl û ta’bîra vê nêrînê pir zehmet e.

Aslan, Seyda wekî mirovekî ku bi soza xwe re ne sadiq e îma dike: “Melayê ku li vexwedinê pir bi henûnî nêzîkahî nedikir, hey bi paþ ve dida, di dawîyê de jî gotibû ‘belkî sibê werim’, lê îro jî li holê xweya nekiribû. Hetanî nîvro sekinîn, piþtî ku Mele Seîd nehat jî,…” (3)

Ew Mele Seîdê ku bi tevekê jîyana xwe, vê gotina xwe selmandîye; “Ê me em kurd in. Têne xapandin lê naxapînin. Ji bo heyateke fanî tenezulî derewan nakin. Lewre em dizanin hîleya herî mezin hîlenekirin e”, yek çawa dikare neduristîyê isnadî wî bike!

Gunay Aslan rengekî ku ew sîxur û nokerê dewletê ye dide Seyda: “Karakaþyan gava ku pê hesîya ku ev qedr û qîmeta walî dide Mele Seîd ne ji bo þexsîyeta wî ye, berevajîyê wê ji ber wezîfedarîya wî wisa li hember tevdigere, yekcar kete nava gumanan”. (4) “Þêx ji mîr pirsî lê li Mele Seîd nihêrîbû. Ma xwene yê ku destê wî û dewletê di nava hev de ew bû û yê ji her deverî derdiket pêþberî mirov ew bû.” (5) “Tiþta dibû sedema berteka mele, seyda û þêxan eleqedarî û pûtebêdana zêde ya dewletê ya ku ji bo Mele Seîd dihata nîþandan bû. Mele (Seîd) rûmeteke ku heta vêga tu alimekî kurd nedîtibû didît, bêyî ku li nezanî, xeþîmî û xortanîya wî were nihêrtin li Wanê û her diçû li tevekê herêmê wekî alimekî dîn ê herî zana û xwedî keramet dihata nîþandanê.” (6) “Di nav kesên ku destê wan û dewletê di nava hev de bû, yê herî bi coþ û peroþ Mele Seîd bû.” (7)

Hê di dema îstîbdadê de darizandina Bedîuzzeman a li Dîwana Herba Urfî, ketina wî ya heps û tîmarxaneyê û di serdema cumhurîyetê de 28 sal heps, sûrgunî û tecrîda teqez a ku li ser Seyda hatîye bikaranîn vê qeneeta Aslan a ku bi devê lehengên romanê vedibêje pûç derdixe. Ew sedema kambax a ku weke perdeyeke reþ ketîye ber çavê birêz Gunay Aslan û nahêle wê feraseta Badîuzzeman a dahîyane bîbîne mirov heyirî dihêle. Ji dêvla wî teqdîr bike, nebûkarîyan lê dike!

Nebûkarîyek ji nebûkarîyên din a ku Aslan li Bedîuzzeman dike ev e; Aslan wî yek ji wan Hemîdîyên ku Seyda wan weke heydûdan bi nav dike nîþan dide. “Carekê Þêx Masûm ji bo wî (Mele Seîd) gotibû; ‘Ê me Hemîdîyê bi þaþik e’.” (8) “Þêx Masûm jî weke Mîr difikirî; ev fikir û raman (ên ku Seîd digot) ne eydê wî bûn. Mele dewimand; ….Heger tevekî eþîretên kurdan li bin turra Zatê Þahane bicivin û tevlî Hemîdîyeyê bibin hem dê yekîtî çêbibe, hem dê hêzeke muezzem a eskerî were bidestxistin.”(9)

 Birêz Gunay bi devê Seyda weha dibêje; “Welatê me yê bi xwîna þehîdan hatîye avdan bêyî hêzeke eskerî nikare bigihîje azadîya xwe, ew hêz jî Hemîdîye ye.” (10) “Ez li þûna we bim, ji bo pêþeroja kurd û Kurdistanê ezê tevlî Hemîdîyeyê bibim û piþtgirî bidimê.” (11)

“Mele neyartîya ermenen dikir…Bêyî ku cudatî bêxe navbera komîtevan û gel davête hemû ermenan.”(12) “Meleyê ku dixwest bi we’zan dijberîya ermenan zêde bike, dema roja wî hat di destekî wî de sîleh, di destê din de Qur’an digel milêsên xwe li Wan û Bedlîsê dê xwîna gelek ermenên bêguneh birijanda.”(13)

Mîrze Gunay ji hêlekê ve Bedîuzzeman neyarê urt û ocaxa ermenan nîþan dide, ji hêla din ve dibe û tîne dixwaze bêje bavê wî misilmênî ye, ango nijad file ye; “Gundê ku Mele Seîd lê hatibû dinê Norsê gundê qezaya Hîzanê ya li ser Bedlîsê, hetanî demeke nêzîk jî gundekî ermenan bû. Kurdên ku piþtre hatibûn vî gundî jî tunebûn…Ew bi salan bû ku mêrên vî gundî diçûn Sitenbolê hemalî dikirin, bavê Mele Seîd Mîrze jî yek ji wan kesan bû.”(14) “Dibe ku Mele kurê Mîsaqê hemal ê mesîhî be, di pey re navê Mîrze li xwe kiribe.”(15)

Dîmenek di romanê de heye, mirov nikare çi kirasî lê bike. Zûr û îftîra li hêlekê -Seyda serbazê Alayên Hemîdî tê nîþandan- li xîreta mirov dikeve. Bedîuzzemanê ku ermenî/mesîhîyên masûm û mezlûm mirovên fetretî (heta Îsewîya heqîqî bibe desthilatdar) dipejirîne û wan ehlê necatê qebûl dike, nexasim ên di afatên tabiî de û þerê ku ne alîgirê wî ne de tên kuþtin þehîdên manewî dihesibîne çawan rê dide, aqlê mirov radiwestîne.(16); “Ferman teqezbû, dê hemû bihatana kuþtin… Bi sewgira sibehê re êsîr giþt hatin berhevkirin. Berê namlûyan dan wan kesên ku pirranîya wan temenzarok û nûciwanên ku þeh simbêlê wan nedigit bûn. Berî Muhemed Beg fermana “bikujin” bidaya, qêrîna dengekî berz ku digot “Rawestin” hate bihîstin. Ev Mele Seîd bû. Bi hespê xwe hilkiþîya pêþ û ji serbaz re got; “Keþeyên di nav wan de hene teslîmî min bikin, min ji vê xêrê mehrûm nekin.” Muhemed Beg bangawazî kir; “Di nava we de ên ku keþe û pêþewayê olî ne bila derkevin pêþ.” Çar kes derketin… Mele pêþî, rahiþt bersitûka keþeyê bejna wî ne zehf bilindbû ê ku riha wî digihiþt singa wî, ew li erdê dirêj kir. Pêlî serê wî kir, û xencera xwe ji ber xwe kiþand û di qirika wî de raçikand… Piþtî wî dor hat yên din…”(17)

Þîroveya vê paragrafê ji we xwendevanên hêja re dihêlim.

Ev bobelata dîrokî ya bi serê ermenan ve hatîye divê ji sê alîyan ve were nirxandin; ji hêla desthilatdarîya wê demê ve ku Osmanî ne, ji hêla ermenan û ji hêla me kurdan ve.

Zaro û nevîyên Osmanîyan tirkên îroj ji ber gelek sedemên sîyasî û aborî xwe nadin ber gunehê bav û kalên xwe. Ji bo ku mahkûmî tezmînata bi milyon dolaran nebin û xwe ji dana erd û aqarên ermenan bifilitînin dibêjin -xwedêgiravî- tehcîr û qetla’am çêbûye lê negihiþtîye merheleya qirkirinê.

Ji hêla ermenan ve nêzîktêdayînek yekgirtî tuneye. Ermenên hemwelatîyên Tirkîyeyê naxwazin bibin serê biskê, weke ku alîgirê silh û meslehetêne xwe rê didin. Yên Ermenîstanê, ji ber berjewendîya sînor û bazirganîyê polîtîkayeke durû nîþan didin, geh li nêl dixin geh li bizmêr. Di vî warî de ermenên ku serê dewleta Tirkîye dêþînin yên dîyasporayê ne. Ev derdor polîtîka û dîplomasîyeke pir ciddî dimeþînin. Li gelek dewlet û parlemanên eyaletan qirkirina ermenan dane qebûlkirin.

Heçî kurd in ya wan û ermenan hê li paþ e. Lewre çi nûnerî û desthilatdarîyeke wan tune heta ku rabe li ser navê kurdan (ên bakûr) lêborîna xwe ji ermenan bixwaze, qet nebe ermen daw û dozê lê vekin. Kurdan çi kirine gelo? Kurdan çi nekirine! Erê rol û rista ejnebîyan û ya komîtevanên ermenî yên weke Taþnak, Ermenekan û Hinçakê heye lê zilm û gunehê kurdan ê di qirkirrina ermenan de erd û ezman tije dike. Bi teþwîqkirina dewletê û serkêþîya serokeþîr û axelerên kurdan, ji bo çend qurûþ pere yan keç û jinên bedew –bi piranî takekesî be jî- kurdan gelek kirinên dijmirovahî kirine. Li gorî bawerîya min, her yek ji me kurdên bakûr welew di dilê xwe de be jî divê em li xwe mukur werin û efuya xwe ji, bi gotina Bedîuzzeman; “hosteyên me yên medenîyetê” ermenan bixwazin.

Weke encam, em çend gotinên din jî ji hev re bêjin: Birêz Gunay Aslan di romana xwe ya navborî de rasterast ne behsa bûyera qirkirina ermenan dike, behsa salên berî wê dike. Jixwe tiþta mirov heyirî dihêle jî ev e. Ka ji kerema xwe bala xwe bidinê ku birêz Gunay çawa dem û dewran li bin guhê hev xistine.

Rast e ku Bedîuzzeman Mele Seîdê Kurdî wekî Serbazê Alayên Milîs ên mecanî (bi dilê xwe) li hember rûsan û çete û komîtevanên ermenan þer kirîye. Jixwe serokçeteyan bi nav û nîþan Mele Seîdê Kurdî û pêþikvanên misilmanan bi awayekî nivîskî weha îxtar dikirin; “divê hûn teslîm bibin an vê nehîyeyê biterikînin an jî ‘dilê we ye.’”(18) Ev þerê ku Seyda digel feqîyên xwe tevlî wî bûye, ji destpêka Þerê Rizgarîyê heta 3ê Adara 1916an ku li Bedlîsê dîl ketîye domandîye. Lê çi carî Bedîuzzeman nebûye Hemîdî ev yek. Ya didoyê, Bedîuzzeman bi 300 heb telebeyên xwe pêþî li kuþtina bi hezaran jin û zarokên ermenan girtîye, li ser vê helwestê serokên komîteyên ermenan jî dev ji kuþtina zarokên misilmanan berdane.(19) Sisê; Bedîuzzeman çi carî dijberîya ermenan û Mesîhîyan nekirîye, berovacîyê vê yekê hey li ber xwe daye ku destê misilman û ermenan bigihijîne hev. Ev helwesta wî hem di Rîsaleyên Nûrê de tê dîtin, çend ji wan nêrînan; “di axir zaman de dê Qur’an û Încîl piþt bidin hev”, “lazim e nûrcî û misyonêrên mesîhî li hember talûkeya ku ji baþûr (Rûsya) ve tê piþgiraya hev bikin”, “ di axir zeman de dînê Hz. Îsa î heqîqî dê cardin desthilatdar bibe”, û hwd. Hem di karvanîya jîyana wî de jî hatine selmandin. Em bi belge û îsbat dizanin ku Bedîuzzeman gelek caran bi mesîhîyan re têkilîyeke germ danîye; li Stenbolê li mala ermenek maye. Çûye serdana Patrîkxaneya Rûman a Fenera Sitenbolê. Bi rîya nûnertîya wan a Stenbolê eserên xwe ji Watîkanê re þandîye. Herweha pirtûkên xwe þandîye Almanya û Amerîka…Dibêje du Ewrûpa hene yek baþ e, a din xerab e, weke ya baþ pesnê Fîlandîya, Swêd û Norwecê dide…

Di vî warî de tiþtên ku mirov dikare lê zêde bike gelek in, jixwe dîyare dê ev hevîr gelek avê hilîne. Lê em naxwazin yekcar ji ebrê bixin, vêga weke bêhnoka vê behsê em dibêjin, bila Xweda bext bide!

 

Têbinî

1-Gunay Aslan, Vaspurakan Sultanî, Mezopotamya Yay. 2003, Koln, r.55.

2-Bedîuzzaman Saîd Nursî, Ýctîmaî Dersler, Zehra Yay, 2004, r.182.

3-V. Sultanî, r.55.

4-berhema navborî, r.103.

5-bn., r.165.

6-bn.,r.165.

7-bn.,r.166.

8-bn.,r.165.

9-bn.,r.169.

10-bn.,r.169.

11-bn.,r.170.

12-bn.,r.104.

13-bn., r.107.

14-bn., r.105.

15-bn., r.107.

16-Kastamonu Lahîkasî, Zehra Yay., 2004, Îst., r.66.

17-V. Sultanî, r.214-215.

18-Genç Yaklaþim Dergisi, Mart 2007, Îst., jimar:31.

19-Tarihçe-î Hayat, Zehra Yay., 2004, Îst. r. 99.