Ku

 

 

Rudyard Kipling

Ji ingilizî: Ali Karadeniz

 

 

Ku tu karibî serbilind bî gava kesê l’ dora te

Xwe wenda bikin û pê tewanber bikin te

Ku tu karibî bawer bî ji xwe, gava bikin lome ji te

Û ji lomeyan wan firehtir be dilovanîya te

Ku tu karibî bêhnfireh bî û newestî ji bêhnfirehîyê

An derew li te bibe û bi derewê tu kar nekî

An girrê te were girtin û bi girr tu rê nedîyê

Û ne xwe qenc bide xuya, ne jî zana gelekî

 

Ku tu karibî xewnê bibînî, û xewnan nekî rêber

Ku tu karibî biramî, û nekî amanc ponijînê

Ku tu karibî li serkevtê û þikestê bibî pêþber

Û bi van herdu konekaran bikî yek tevgerînê

Ku tu karibî hilgirî gava tu bibhîsî rastîya te gotî

Li hev gerandine namerdan û kirine ji gêjan re dav

An tu bibînî tiþtê te pê jîyana xwe dayî, wêran ketî

Û bûye kavil, û ji nû ve tu lêkî bi çend kevne alav

 

Ku tu karibî hemî keda xwe bike komek û

Di lîskeke çik û pikê de biavêje xeterê

Û wenda bikî, û dest pê bikî bi hebûneke nû

Û hîç yek peyvê jî nekî li pey xisarê

Ku tu karibî zorê bidî dil û reh û masûlkên xwe

Da fermanberê te bin, çendî ji zû ve çûbe hêza wan

Û herwisa xwe ragirin, tiþt ji wan pêþtir nemaye jixwe

Bi vîna te bikin, gava ji wan re bêjî: “Berxwedan”

 

Ku tu karibî bi ajal re baxivî, û bimînî bi rûmetî

An bi padîþahan re heval bî, û nebî ji gel cuda

Ku dijminê te, ne jî dostên te karibin li te bikin xurtî

Ku tu karibî li mirovan dilnerm bî, lê hed nekî wenda

Ku tu karibî tijekî her deqîqeya cardin vegera wê nîne

Hêja ye tu bazdî her þêst sanîyeyî bêrawestin

Cîhan û tiþtê di wê de giþtik ên te ne

Û jê hê çêtir, tê bibî Mirov, kurê min