Herder Kerbela

 

Þîrove: Sadýk Yalsýzuçanlar

Wergera ji tirkî: Azîz Samûr

 

 

Di demeke wiha de ku li çar alîyên cîhanê xwîna mazlûman tê rijandin, wexta bîranîna Kerbelayê ye.

Ez Kerbelaya dilperitî me, hêstirên çavên Alî me, goþtê canê wî me, xwîna rehên wî me, canê Alî me.

Gelo li ba Hezretî Pêxember ji Alî bi qîmettir kî heye!? Ez xemgînîya nava dilê Alî me, ez Huseynê wî me. Ez sertaca þehîdan im, ez Hemze me.

Ez þûrê Alî me ku ew þûr ji meydana þer re hatîye þandin, ez Zulfîqar im. Kîjan gotin dikare ji min tûjtir bibe!

Ez sirra nav dilê Zeynebê me. Ruhê Sakîneyê me.

Ez baskên Cebraîl im, êtîmê Muhemmed im. Wî ez mezin kiribûm, ew bi xwe jî êtîm bû, stara êtîman bû. Ez mala wî me. Ez nîjada wî, xwîna wî me. Ez Kerbela me. Werin binê baskên min; lewra ez sêwana canfîdayê wî me, ez konê wêrekî û bêhnpakîyê me.

Hurr, yekî wisa bû ku rêya gelek kesên bawermend birrîbû û þûrê wî bi xwîna gelek mazlûman sor bûbû. Gava ku ji nav dijmin derket û ber bi min ve dihat, pêþî leqayî Eba Abdullah hat. Li ber konên Haremê sekinîbû. Silav da Eba Abdullah û bi gotina xwe ya, “Ez gunehkar im, rûreþ im, sûcdarê ku rêya we birrî ez bûm.” bexþandinê xwest. Zarokên min Hurr dîtibûn û jê tirsîyabûn. Ji bo bexþandinê hewar û fîzar dikir. Li hev diçû dihat, gotinên poþmanî û tobeyê ji devê wî derdiketin. Ji min pirsa, ‘Gelo vê vegera min û poþmanîya min dê bê qebûlkirin?’ kir. Min jî got, “Dê çima neyê qebûlkirin, ê ku vedigere mîna ku hîç tiþtekî nekiribe.” Çawan ku gotinên min bihîst, mîna ku dunya bû ya wî, li ber rehma Xwedê kêfxweþ û dilgeþ bû. Li ser wê dilcoþîya xwe vê pêþnîyazê kir, “Ji kerema xwe re destûr bidin min, da ku ji îro pê ve di rêya we de xwîna xwe bidim rêtin. Fersendê bidin min, heta ku Xwedê qewetê daye milên min, bila þûrê min ê di kefa destê min de xwîna yên ku gef li we dixwin birijîne.” Li ser van gotinên wî, Eba Abdullah bangî wî kir û ew got, “Ey Hurr, tu mêvanê me yî, ji hespa xwe peya bibe û kerem bike da ku em te qebûl bikin.’

Carekê te ji Muawîye re nameyek bi vî rengî nivîsandibû: “Ez ditirsim ku peywîra xwe baþ neynim cih û heqê berpirsyarîya xwe baþ nikaribim bidim. Ji ber vê sedemê ye ku bi te re þer nakim. Tê ser dilê herkesî û dibêjin ku þikra ez ditirsim. Ez wiha bawer dikim ku ne hewce ye meriv bi zaliman re þer bike; lêbelê gava ku ji Mekkeyê derketim, di nîþeya xwe de min wiha nivîsandibû: Ez ji bo ku misilmanan berdim hev, har bibim û zilmê bikim ji Medînê derneketim. Ez tenê ji bo ku ummeta kalê xwe rast bikim, rêya bavê xwe bidim vejîyandin qîyam kirim.”

Ka gelo egîtên ku li ber zilmê berxwedidin li kûderê ne!?

Gava ez hîn bûm ku Muslîm þehîd bûye, min got, “Gelo hûn nabînin ku edalet hatîye wêrankirin? Hûn, ên ku miletê berahev didin û xerabîyan dikin nabînin? Hûn nabînin ku kes li ber zilm û fesadê ber xwe nade? Li dunyayekî di bin zilm û zorîyê de, divê mumîn canê xwe hîç nebînin gelo? Ez Îmam Huseyn im, barê piþta min ev e, ji ber vîya qîyam dikim. Di demeke wiha de ku dunya bi þûrê zilmê tê wêrankirin, ez mirinê, derîyê aramîyê dizanim. Hetanî ku ez bi zalim û zordestan re bijîm, mirinê hildibjêrim û hêvî dikim.” Gava ku di bin çavîya hezar leþkerên siwar de min dibirin Kûfeyê, min ev gotina xistibû hiþê wan: “We dît ku Sultanekî zalim rabû û xwest hêmanên Xwedê biguherîne, malê hemû bawermendan bixe binê teserufa kesekî, sînora bipelçiqîne û serûbin bike, xwîna misilmanan bêqîmet bibîne; hûnê li hember kirinên wî bêdeng bimînin gelo? Ger ku wisa be sibê roj hûnê di þûna wî de bikevin nav agir. Îro yên ku bi heqê hêsîr û feqîran seltenat dikin wiha nin. Ji Xwedê natirsin, sînorên îlahî hîç dibînin û binpê dikin. Beyt-ul mal ê misilmanan talan dikin. Wisa be bêdeng nemînin, xwe nekin mîna wan. Çûyîna li ser rêça hêmanên kalê min û bicihanîna destûrên Wî, pêþî dikeve ser min.”

Tirsa xwîna mirinê ketibû nav dilê herkesî. Hêrsa yên ku dilên wan ji qûþxaneya li ser agir sortir bû û zêdetir diqelîya biserket.

Þîmr, yek ji van ê dilkevir bû. Destûr sitend, rabû pêya û wiha got: “Ey emîr, bêguman ew ne li hiþê xwe ye, êdî Huseyn di destê we de ye, ger ku ji vê xirecirê xelas bibe, xelasî tune ji we re û dê we sax nehêle. Ew gav dê karê me zêdetir bikeve nav tevlihevîyê. Qey tu nabînî ku çiqas zêde alîgirê wî hene; çiqas girêdayê bavê wî û yên ku li ser rêça bavê wî diçin hene; çiqas jê tê hezkirin. Dê sibê êrîþê virê bikin û dunyayê li serê we xera bikin.” Agirê nefreta di nav dilê Ûbeydullah de ku razandîbû bicarekê ve þîyar û gurr bû, hiþê xwe anî serê xwe û bi xwe ve hat. Piþtre li Þîmr nihêrt û ji wî re got, “Tu rast dibêjî”. Dûre berê xwe da kurê Sa’d, bihêrs û bi xezeba nav dilê xwe got, ‘Vî nezanî hindik mabû aqilê me tevlihev bikira û biba sedemê ku di nav xefletê de em bên kuþtin û binaxkirin.” Piþtî vê gotinê bêsekin jê re nameyekê nivîsand û wiha got, “Me tu neþand wirê ku li me þîretan bikî. Tu wezîfedarekî yî. Çi biê gotin, çi biê fermankirin divê tu bikî. Li te çi ferman bikim, bêpirs bîne cih. Ger ku tu vîya neynî cih hanhaneka dev ji peywîra xwe berde û xwe bide alî.” Þîmr nameyê girt û roja Tasûayê, wexta esrê gihîþte Kerbelayê. Ji bo Huseyn ew roj rojeke gelek bi zehmet bû, ji alîyê xêrnexwazan ve hatibû dorpêçkirin. Þîmr nameyê da Umerê kurê Sa’d.

Huseyn di dilê xwe de derbas dikir û difikirî ku dê ew bibêje, “Ezê bi nevîyê Pêxember re þer nekim, ezê xwîna wî nerijînim.” Bi vî awayê dê li stûyê wî bixista û biketa þûna wî. Wekî ku hêvî dikir nebû. Artêþeke ku ji sî hezar kesî pêk dihat, dora konên Huseyn pêçandibûn; mîna lehîyê bigurrînî herikî û kelekel pê ket. Dengên hesp û însanan li nav hev ketin û li çolê olan dan. Zeyneb, li binê çadirê, li ber serê Zeynelabîdîn ê ku nexweþ bû disekinî. Bi carekê ve xwe avêt derve. Hêzên dijmin hingî ku diçû nêz dibûn. Ber bi çadira Huseyn ve bilez bazda, bi canalametî xwe avêt hundirê çadirê û got, “Birawooo rabe! Rabe ma qey tu wan nabînî? Ka li derve binêre çi dibe?”

Huseyn, bi dilekî rihet û bi bêhneke fireh ji Zeynebê re got, “Bêhna xwe fireh bike, niha bi kalê xwe re dipeyîvim. Ji min re dibêje, Huseynê min, tê di demeke nêzîk de werî cem min, emê li bihuþtê bi hev re bin, jihevdûrbûn diqede, emê bigîhîjin hevûdin.” Zeynebê, perda çadirê rakir û dengê neyarê ku xwîn ketîye çavên wan guhdarî kir, li esman nihêrt. Stêr dirijîyan, pêdiketin, ditemirîn û keskesoreke bi sorî ve xwe nîþan dida. Tu tiþt mîna þeva Aþûrayê ji Zeynebê re zehmet nehatibû. Vegerîya çadira xwe. Lazim bû ku çek bêne amadekirin. Cevnê ku azakirêyê Ebûzer bû, li çadira kêlekê amadeyîya çekan dikir. Huseyn ji wan re gotibû ku, “Îþev çadirên xwe nêzî hev bikin.” Di wê þevê de ku Zeynelabîdîn nexweþ bû û Zeynebê jî bi hêvîya baþbûna wî li ber serê wî disekinî; Huseyn li çadira kêlekê, bi alîkarîya Cevn þûrê xwe tûj dikir û wiha digot: “Ey zeman! Tu çiqas zalim î! Meriv ji dostan dûr dixînî! Belê tu wiha yî; lêbelê Tu tiþtek di destê te de tune. Me, li ber fermana Wî stûyê xwe xwar kirîye.” Zeynebê îskînîyê xwe diavêt nava xwe, bi Zeynelabîdîn re bêhna xwe girtibûn û di nav bêdengîyê de li Huseyn guhdarî dikirin. Girî li wan kêm bû. Zeynebê dawîya dawî xwe negirt û bi birazîyê xwe re hêstirên çavên xwe berdan, îskînî bi herduyan ket. Hewar û gazî dikir, ber bi çadira Huseyn ve diçû û digot, “Xwedêwo, çi dibû ku min rojeka wiha nedîtaya! Xwedawo, Te canê min bisitenda; lê ez nebama þahida vê keserê!..” Çawan ku gihîþt çadirê, xwe avêt hundir, nêzî Huseyn bû û serê xwe sipart sînga wî.

Huseyn jê re digot, ‘Xwiþka min a delal, xemgîn nebe û bisebr be. Bila þeytan þefqet û merhemeta te ji te nestîne. Tu jî dizanî ku kalê me Resûlê Xwedê bû, ji min û te mezintir bû. Bavê min, dayîka min, birayê min li pêþ min bûn, biqîmet bûn. Ka li wan binêre ku ew hemû ber bi warê axretê ve koçkirin. Ez jî diçim cem wan, digihîjim welatê xwe yê berahîn.”

Zeynebê jê re got, “Ez qurbana birayê xwe me. Tu rast dibêjî, yên berîya me çûn. Kalê min, bavê min, birayên min ji dinyayê çûn. Çend kesên ku bi heyînên xwe aramî didan dilê min hebûn. Ger ku te jî winda bikim, ezê ji niha pê ve çawa dikaribim di binê giranîya vê dinyayê de bisekinim?”

Huseyn zûbizû gazî Abbas kir û jê re got, “Nesekine, çend merivan bide ba xwe, herin ji wan fêm bikin, ka gelo agahîyek heye tune hîn bibin?” Abbas çû û ji wan re got, “Birayê min dixwaze hîn bibe ka gelo emê kengê þer bikin.” Umer jî ji Abbas re got, “Here û jê re bibêje ku ya bila teslîm bibe, yan jî dê bimire.” Abbas fetilî û Huseyn da agahdarkirin. Huseyn li ser vê agahîyê fetilî, li rêhevalê xwe nihêrt û got, “Emê teslîm nebin, hetanî ku xwîn di canê me de hebe emê þer bikin. Niha here, bixe hiþê wan û bila bizanibin ku ev ne meseleyek wisa ye ku Huseyn ji bo þeveke din jî zêde bijî, vê pêþnîyaza we fersend û xenîmet bibîne. Ez dixwazim ku îþev li hizûra Rebbê xwe îbadetê bikim û bexþandinê bixwazim.”

Huseyn wê þevê bi nîyaz û duayê derbas kir. Bi ronahîya serê sibê re wiha bangî dostên xwe kir: “Hûn ronîya çavên min in. Ji we hemûyan kêfxweþ im û heqê we gelek li ser min heye. Tu fikar û tirsek di dilê min de tune. Vêya baþ bizanibin ku derdê wan ez im. Ger ku hûn li pey min hatibin, destûr didim we hemûyan, hûn azad in. Dilmayîneke biçûk jî dê neyê ber dilê min, ew kesê ku wiha bifikire jî bila rehet be.”

Hezkirî û rêhavalên Huseyn, bi dilên xwe yên peritî, bi çavên xwe yên girî, bi canên xwe yên ji qurbanbûnê re hazir, bi anîyên xwe yên nûr, bi heyranîya xwe yên rêya Huseyn; herkesî li Huseyn nihêrt û bi yek gotinekê gotin, “Em qurbana rêya te ne”. Gava ku Kerbela bi ronahîya pêþî a serê sibê re hat þûþtin þer destpêkir.

Gava ku ew biþewitin, ezê çawa hênik bibim?

Qasim sêzdeh salî bû. Yadîgarê Hesen bû. Þûrekî li gorî telê wî nehatibû dîtin. Bê þûr, tenê bi wêrekîya xwe hespê xwe ajotibû nava neyaran. Bi derba ku li serê wî ket ji hespê xwe de ket xwarê. Piþtî ku li erdê gêr bû, di nav xwîn û êþa birînê de hewar kir û got, “Apooo... alîkarîya min bike; apooo... min bibîne, bigihîje min.” Bi dehan leþkerên Umer ên ku çav li wan tarî bûbû, li dora wî civîyabûn û dixwestin ku li stûyê wî bixin; lêbelê bi dîtina çavên xwe nihêrtin ku çi bibînin... Dîtin ku Huseyn mîna þêrekî ku ber bi nêçîra xwe ve bihêz tevdigere, hespê xwe bi ser wan ve diajo. Wekî rovîyan vir de wir de revîyan. Ê pêþî ku xwest serê Qasim ji wucûdê wî biqetîne û li ser wê armanca xwe ku destê xwe bilind kir, bi carekê ve di binê pêyên hespê xwe de gencegence bû.  Der û dor di binê toz û axeke wisa de mabû ku çav çavan nedidît. Piþtî ku xirecir qedîya Huseyn serê Qasim danî ser çokên xwe. Qasimê reben ê biçûk digirîya. Heta ku qewet di canê wî de hebû, serê xwe bi sînga Huseyn ve baþ diþidand, ji êþ û elemê birînan neditebitî, pêyên xwe li erdê dixist. Êdî zêde tebat nedihatê û diperpitî, hetanî ku ruhê xwe teslîm kir serê wî li ber dilê Huseyn ma. Huseyn, laþê wî yê bêcan hemêz kir û ber bi konan ve meþîya. Piþtre li bedena xwe ya ku di nav xwînê de mabû nihêrt, bi dehan birînên kêran dît, sîya þûr li ber çavên wî çû û hat. Li ser serê wî hênikayîyek çêbû. Nihêrt, ewrek dît. “Di pêleke wiha de, ew jî kî ye ku ser germa tavê ya ku diþewitîne digre?” Ewr bang kir û got, “Gava tu hatî dinyayê yê ku mizgînê da bavê te, yê ku qumatika te bi dîya te re pêçand ez bûm; ez ne ewr im, ez Cebraîl im. Tu bibêje, ji bo te çi bikim, canê min bixwaze bidim.” Huseyn jî jê re got, “Çima tu hatî, ne bi dilê min e ku tu ser min dikî sî, baskên xwe hilîne; lewra tu nahêlî ku kalê min ji esman min bibîne,  tu jê re dibî asteng. Dev ji min berde, here li ser birayên min baskên xwe veke. Nesekine, xebera min bigihîjîne Necefê. Bibêje ey Alî, bigihîjê kurê te dimire. Ji bo ku cara dawî li ber sînga xwe wî hemêz bikî bazde, bilezîne... Bila were, serê min bide ber sînga xwe, min di nav milên xwe de hemêz bike, bila Kûfeyî jî bibînin, bila bibînin ku bavekî min ê mîna Alî heye.”

Dijminê ku çavên wan têr nabin, ax ku çi ax?

Cebraîl baskên xwe li ser þehîdên ku di agirê çolê de dirêjkirîbûn vekir. Mîna baranekê, li ser herkesî de wekhev barîya. Huseyn bang kir, “Nesekine, here ji min re dayîka min bîne, ev agir min naþewitîne, hesreta dayîka min janê dide dilê min.” Cebraîl xwar bû, baskên xwe bi xwîna Huseyn da. Qîrînekê ji dilê Huseyn bilind bû. Cebraîl ber bi esman ve bilind bû, hingî çû ji ber çavan winda bû. Çavên neyaran ji xwînê têr nedibû. Vê carê Malîk derket û hat. Careke din þûrê xwe li serê Huseyn ê ku bi xwînê hatibû þûþtin xist. Birîneke kûr li serê wî vebû, belav bû. Ev jî ji wan re têr nekir, Ebûlhûlûk derket pêþ, kevana xwe tikand û tîrê xwe berda serê wî yê birîndar. Dûre Hasîn derket pêþ, diranên Huseyn þikand. Ebû Eyyûb û bi dehan kesên pey wî yên ku tîyê xwînê bûbûn dan pey hev û hatin. Hinek ji wan tîrê xwe diavêtin wucûda wî ya birîndar, hinek ji wan riman li canê wî dixistin, hinek ji wan jî keviran diavêtinê... Dilê Ebû Eyyûb rehet nebû, bi destên xwe tîrekî di qirika wî de derbas kir. Hingî wan lêdixist, Huseyn jî þikur dikir. Destên xwe yên ku bi xwînê hatibûn þûþtin radikir û sebr dikir. Ji niþka ve dengek hat bihîstin, ji nava erd û esman dengek hat. Erd û esman lerizîn, ev hatina Cebraîl bi xwe bû. Hêdîka nêzî Huseyn bû. Bi baskên xwe birînên wî mis da, bi silavên herî xweþik silav lê kir, mizgînên herî mezin dayê. “Wir de herin, xwe bidin alî, Pêxemberê dawîyê (s.x.l.) tê. Kalê wî tê dîtina þehîdê xwe, Huseynê xwe.” Tu tiþtekî ewqas dilê Huseyn dilxweþ û dilgeþ nekiribû. Birînên wucûda wî bi carekê ve baþ bûn, xwîn sekinî, êþ danîn, ji tîbûnê xelas bû. Cebraîl mizgînîyê dida, ‘Wir de herin, xwe bidin alî, þêrê Xwedê tê. Sultanê alîyê din, ji bo ku agirê hesret û kesera nav dilê xwe, bi kurê xwe bide tefandin tê. Hesenê ku kezebên wî bi jehrîyê zeng girtîye tê, dayîka wî ya ku bi þevan xewna xwe feda dikir tê, ji bo çavên wî girêbide, ji bo ku ew wî bikþîne ba xwe jina herî bixêr tê, Fatima tê.” Huseyn gava ku çavên xwe vekir, li ba xwe Hezretî Pêxember (s.x.l.) dît. Serê wî dabû ser çokên xwe. Kalê xwe dît. Êþên xwe jibîr kir, ji can derbas bû, di dilê wî de gul dest bi vekirinê kirin, dilê wî bû gulîstaneke sor. Çavên xwe ber bi dijmin ve fetiland, heta ku bêhna wî têr kir qîrîya, “Wexta di þûna stêrkan de ji çavên Zeynebê xwîn hat, min bikujin! Nehêlin can di min de bimîne, bilezînin, ji vê dinyaya zalim min xelas bikin, min bikujin. Bila dinya ya we be, min biþînin warê min ê berahîn.” Vê carê yekî din ku çavên wî tarî bûbûn xwe avêt pêþ, xençerê di dilê wî de derbas kir.

Ez Kerbala me, hewarekî bi min girt.

Hewar e, gidîyano hewar e, Huseyn winda ye. Huseyn nayê dîtin. Xwe avêtîye sîwanên ji nûrê. Cebraîl Huseyn vediþêre, Huseyn xwe ji ber çavan veþart. Ez dilê Huseynê xwe me, tenê ew tê dîtin. Qatil bi paþ ve vekiþîyan. Li ser serê Huseyn Alî dîtin.

Wan jî bi çavên xwe Alî dîtin. Melekên ku baskên xwe li hev dixistin hatin dîtin, Cebraîl hat dîtin. Ez laþê Huseynê xwe me ku ji xwîn û nûrê nayê dîtin. Bi tena serê xwe me. Ji Xwedê pêþtir îlah tune, ji çolê ber bi esman ve dengê min bilind dibe. Xwîn li sûretê Pêxember ket, sûretê Wî yê mubarek bi xwîna Huseyn hat þûþtin. Xwîn zaliman girt, çol bû behra xwînê. Fatima bi þîna Huseyn erd û esman tije kir. Sakîne di çadirê de xwîn girîya, Zeynebê ket nav ewran. Qîyamet ji bo roja Aþûreyê þîn girt. Pêxember girîyan, çerxa dinyayê hatibû dorpêçkirin. Þahê Necefê li serê xwe xist û girîya, zarîna wî dinyayê daqurtand. Pêxember rakir îmameya xwe û serê wê vekir. Erd û esman dest bi lerzê kir, Cebraîl baskên xwe kiþand. Ziman hatin girtin, çav hatin kiþandin, dest hatin þikandin, mil ketin. Sînga Huseyn a birîndar bi gîzma cellat hate pelçiqandin. Çawa gunehê te bi xezalê nehat, ey nêçîrvanê bêxwîn? Ev gotina têrî te nake, qîyamet îcabê te nake. Cehennem îcabê te nake, bihuþt îcabê te nake. Çawa gunehê te bi mesûmê Fatima, bi canê Alî, bi çavê Muhemmed nehat? Dinya îcabê te nake, axret îcabê te nake. Gotin nagihîje te, agir nagihîje te. Bêyî dayîna avê kîjan qurban hatîye serjêkirin ey mel’ûn, ziman û lêvên mesûm ji tîna þewitî, bêav ma, dilopek av bidinê. Kîjan xençer qirika yê ku kezeba wî bi agir þewitîye dikare jêbike?

Ez Kerbela me ey Muhemmed. Ji çavên min ne sitêrk, xwîn tê.

Ey Muhemmed, di agirê çolê de min xençera zilmê xwar, ketim destê zaliman.

Ey Mehemmed, ji bo xatirê dilê min ê jankirî, ji bo xatirê xwînên ku bêguneh dirijin, ji Wî re hewar û fîzar bike, ji bo xatirê navên Wî yên xweþik nîyaz bike, bila roja rabûnê yên ku di rêya wî de çûne bibexþîne. Huseyn bi gotina dawîyê þahidî kir. Rûyê erdê reþ li xwe kir, erd hejîya ey Huseyn. Bayê Sabayê hat. Cebraîl taca xwe hilanî û girîya ey Huseyn. Qendîl temirîn, Kerbela bi xwînê hat þûþtin ey Huseyn. Sakîne kete nav lepê zaliman, mala dostên te hat talankirin ey Huseyn. Xerîbê Kerbelayê tî hat kuþtin, esmanên Xwedê xerab bûn ey Huseyn!